CIZÎRA BOTAN, 28/12 2013 — Di vê jiyana kurt a dinyayê de carînan bûyerên welê tên serî mirovî ko heta mirinê jî ji bîra wî naçin. Çiqas dem di ser de derbas bibe jî dîsa bi awayekî ter û taze di mejiyê mirovî de, di sindoqa hafizeya wî de cihê xwe digrin. Kengê bixwaze ji wê sindoqe derdixe, datîne ber xwe û ber yên muşteriyê wê. Wek wan bûyerên dilsoj yên di navbera salên 1993-1996-ê bi serê kurdên bakûr hatî.
Herweha ew rojên holê ji ber zor û zehmetiya wan a zêde mirovî adeta kal dikin. Bedîuzeman Mele Seîdê Kurdî dema bi munasebeta bûyerekê behsa temenê xwe dike îşaretî ayeta Qur’anê ya “Yewme yec’elûl wîldane şîben=roja ko zarokan dike kal” dike û holê dibêje: “Heçî Şerê Dinyayê yê Yekemîn dîtî kal tê hesabê.” Ango dixwaze bibêje hin rojên welê zor û zehmet di ser mirovî de tên mirovî kal dikin.
Ez jî dixwazim bibêjim ko Kurdên Bakûr yê salên navbera 1993-1996-ê li welêt derbas kirîn temenên wan cuwan jî bin kal tên hesabê.
Ev serê du sed salan e jixwe rojên reş di ser gelê Kurd de tên. Kurd herwekî elimîbe wan rojan lewra lê hêsan tê. Jixwe ewrê reş û tarî yê xwîn jê dibarin tu caran li ser vî welatê birîndar kêm nebûye. Carcaran wan ewran bi awayekî demdemî xwe dabin alîkê û cî dabin tavê û hewakî xweş jî, lê belê paşê dîsa bi şûn de vegeriyane û erka xwe ya barandina xwînê domandine. Ew çend salek bûn ew ewr hinkê vekişiyabûn. Wê vekişiyanê jî ji zarokên welêt re derfet çêkiribû li ber wê tava xweş, wê hewaya sahî keyfê bikin. Lê paşê dîsa wî ewrî asîmanê welatê me, xasma asîmanê herêma Botan dagir kir. Yên xwedî tecrûbe haya wan jê hebû ev ewr nîşaneya wê çendê ye wê rojên tijî kul û keder dîsa bên jiyandin.
Dawiya mehên pehîzê û destpêka mehên demsala zivistanê ya sala hezar û nehsed û not û sisêyê bû. Salê hêdî hêdî xatirê xwe ji nîştecîyên dinyayê dixwest û ber bi wendabûna deryaya demê ve diçû. Dema diçû jî herwekî diyar bike dilê wê li ser vî gelê belengaz dişewite û dê di sala pey wê de çi bêt serê vî miletî, ji berwê çendê çend rondikek jî ji çavên xwe barand.
Belê dawiya sala 1993-yê dewletê dîsa didanê xwe ji kurdan re tûj kiribû. Diyar bû li gorî aqilê xwe wek hercarên dî dê dersekî welê dabana kurdan hetanî pêncî salên dî jî kurdan behsa kurdîtiyê nekiribana. Di vê çarçoveyê de serê pêşî hemû rêvebir û rayedarên hinkê rehma Xwedê di dilê wan de mayîn ji wir şandin û li dewsa wan hinên welê şandin herêmê ko di dilê wan de “r”ya rehmetê û “î”ya însaniyetê nebûn.
Belê heyamek nû, heyamek kesî nedîtî û nebînandî dest pê kir. Qanûn nemabû, hiqûq ji holê rabibû. Bêqanûnîtî û muameleya keyfî dihat kirin. Me darbeya 12-ê Êlûnê jî dîtibû. Wê demê jî ev kirinên bivî rengî nedihatin kirin. Xelk diigirtin, dibirin dadgehê û tavêtan zîndanê. Lê xelk di kolanan de nedikuştin, xelk bêserû şûn nediçûn. Lê di vê heyamê de li kolanan, bêyî îfade înfaz dihatin kirin. Bîrên di navbera Cizîrê û Girika ‘Emo (Silopya) de ji termên kurdan tejî bibûn. Di vê heyamê de sibehê dema xelk ji xew radibûn û jiyana rojane dest pê dikir karê wan ê pêşî ew bû ji hev bipirsîna ka şevê dî kî li kuderê hatiye kuştin? Her kes ketibû derdê serê xwe. Tu kes ji canê xwe ne emîn bû. Bi gotina berê “serî bibû pîvazek.” Tirsek welê xistibûn nav miletî êdî kesî nediwêriya ji havalekî xwe yê herî nêzîk re behsa siyasetê bike.
Di vê heyamê de weyl weylka wî yê cerdevanekî yan jî yekî ko di navbera wî û dewletê de xweş e ji xwe re kiribana dost. Yên berî hingê wekî xaîn dihatin dîtin û xelkê nefret ji wan dikir di nav xelkê bibûn yên xwedîqîmet. Esnafê Cizîrê dixwestin yekî welê hatiba cem wan û li dikana wan rûniştiba. Da bi vî awayî xwe ji xirabiya dewletê xilas bikirana. Taksiyeke Renaulta sipî di nav xelkê de digeriya. Çavê wan li ser xelkê bû. Bibûn Melekê Mewtê. Dema xelkê taksiya reno didîtin dicifilîn. Lewra dizanîn ko yên di wê taksiyê de gazî kê bikin, êdî ew avê nenaxwe û êdî ew zarokên xwe nabîne.
Wî jî di nav vê êş û azarê de jiyana xwe didomand û rojên xwe yên ji bo malnişînê dijimart. Nedizanî ka wê wan rojan bibîne an na. Di wê heyamê de bîranîneke wî ya ko di jiyana wî de ciyeke girîng digre, heye. Wê di jiyana xwe ya mayî de her demê ji wê rojê re “Rojek ji rojên reş” bibêje:
Belê dîsa di vê heyamê de, dîsa rojek ji wan rojên reş... Wî karê xwe yê nivîsgehê qedand û ji bo ko berê xwe bide malê ji nivîsgehê derket. Bi gavên lez dimeşiya. Dema di şahrêyê de dimeşiya jî nedixwest li derdorê binêre. Lewra neqabil bû ko dîmenek xweş a li hesaba wî bêt bibîne. Ew kesên ko li şahrêyê dimeşiyan jî wekî wî di tatêla wê çendê de bûn ko hêj yekî bi milê wî negirtî, nexistî taksiya renaulta sipî û ber bi rêwîtiyek bê dawî ve, ango ber bi mirinê ve nebirî bihata nav zarokên xwe. Ji xwe zarokên wî jî di mala xwe de hêviya wî bûn.
Şahrê xilas kir û kete nav kuçeyan. Kuçeyên virtî vala. Tinawir tê de nebûn. Demjimêr ber bi çara piştî nîvro ve diçû. Jiboyî banga êvarê (mexreb) çend xulekek mabûn. Li nik tariya manewî tariya madî jî hêdî hêdî diket erdê. Dîsa bi gavên lez dest bi meşê kir. Wuslet, ango gihana malê nêzîk bibû. Du kolanên dî jî bêbela derbas kiriba wê gihaba mala xwe.
Dawiyê giha serê fitloneka kolana xwe. Tam wê li kolanê bifitliya, ji nişka ve tiştek kete ber çavê wî: Lûleya kalaşnîkofê. Yê berê kaleşê dayiyê jî bi navê însanî dirindeyeke ji dirindeyên hov. Xwedayo! Te digot qey Munker yan jî Nekîrê berpirsiyarê gorê bû, yan jî Malikê xizmetkarê Dojehê... Rûyekî wî yê “naranî” hebû. Bi rûyekî tirş lê mêze kir Paşê jî ferman da: “Neqeliqe û destê xwe rake!” Çi neqeliqe! Çi hal! Jixwe giyan ji wicûda wî derketibû, qalikek bêgiyan mabû pêşberê wî. Ma qey mimkun bû ko qalikê bê giyan biqeliqiya. Paşê jî fermana dudoyê da: “Bikeve pêşiya min!” Destê wî welê rakirî kete pêşiya wî. Li kolanê fitîlîn, hatin pêşberê mala wî bixwe. Paşê jî fermana sisêyê da: “Pişta xwe bide kolanê, destê xwe bipesêre dîwêr û welê raweste!” Ew ferman jî bi cî anî. Paşê jî li derdora xwe nihêrî 15-20 kesên din ên di wê pozîstonê de ne dît. Çawa ew dîtîn, nûka lingê wî giha avê û haya wî jê çêbû ko ev çi mesele ye.
Di wan deman de hêzên dewletê dema li deverekê operasyona bikiribana, li nêzîkî cihê operasyonê hin kesên sivîl kom dikirin û hinek natorvanên çekdar datînan ber wan û ew weke mertalên zindî li wir digirtin. Eger di navbera wan û gerîlayan de şer derketaba wê ew sivîl bikuştana. Jixwe gerîlayan jî dema bidîta ko sivîl li wir rehîn in, hema bêyî ko dest hilînin û şer bikin û bibin sedema mirina ewqas sivîl, hema ewan bixwe xwe dikuştin. Gelek mînakên holê çêbibûn. Dewletê ji vê çendê feyde dîtibû. Tu nabêjî li wir jî operasyonek hebû. Hêzên dewletê îstîxbarat standibûn ko li wê taxê hinek gerîla hene. Ew sivîl jî ji ber wê çendê li wir digirtin. Dema terqînî ji çekê hatiba, wê li wan sivîlan bireşandana.
Ko ew di wê rewşê de, di nav tirsa xwe de deqîqeyên xwe dijimart, keçika wî ya biçûk hat ber derî û bavê xwe di rewşê de dît. Dît ko berê bavê wê dane dîwêr û çek danîne ser patika wî. Dema wê ev dîmenê het dît, ji qehra dilê wê bihûrî û li erdê gêr bû.
Polîs bi operasyona xwe ve mijûl bûn. Ew û havalên xwe yên wek dîl, wek mertalê zindî hatîn girtin jî di derdê canê xwe de bûn. Her saniyeyê li benda wê bûn guleyekê bixwin û dinyaya xwe biguhorin. Li wî cihî ji bilî wan û polîsan tu kes nebûn. Ji xwe ji çar aliyan ve çûn û hatin ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û qedexekirin. Lê malên derdorê di kulek û pencereyên xwe de li wan temaşe dikir. Ew jî di wê kelecanê de bûn ka wê encam çawa çêbibe.
Piştî demekê yan ji ber qîza wî ya dilê wê bihûrîbû be yan jî ji ber kincên wî yên ko jê diyar dibû ko karmend bû be nayêt zanîn, polêsekî destê xwe danî ser milê wî û jê re got “Tu here mala xwe.” Bi vê gotina wî re havalên xwe di wê rewşê de hêla û bilez ji wir ber bi mala xwe ve bezî.
Ji wê tengiya xilas bibû. Xilas bibû lêbelê heta mirinê jibîr nake û her demê ji ber çavê wî neçe. Wê di sindoqa hafizeya wî de weke “Rojek ji rojên reş” cihê xwe bigre. |