CIZÎRA BOTAN, 4/12 2013 — Dîroka kurdan bi xapandinê mişt e. Heta niho çi hatibe serê kurdan hemî binasê wê çendê ye ko herdem ew ji aliyê dagirkeran ve hatine xapandin.
Dijminên wan çi dema ko ketibin tengasiyekê û metirsiyek ji welatê wan û ji netewaya wan re çêbibe, gazî wan kirine, behsa biratiya xwe û wan kirine, ji wan re soz û ehd dane ko ew heq û hiqûqê netewî bidine wan. Lê sed heyf û mixabin çi dema ko ji wê tengiyê xelas bûne ew soz û ehdên ko dabûne wan, ji bîr kirine.
Ez ê ji her perçeyeke Kurdistanê mînakeke xapandinê ya di sedsala bihûrî de hatîye serê kurdan bibîr bixim, paşê jî meseleyê bînim ser tevgera Rojavayê û helwesta PYD-ê ya di hember rejîma faşîst a Sûrî de.
Kurdên bakûr:
Wek tê zanîn piştî şerê cîhanê yê yêkemîn û belavbûna împaratoriya osmaniyan di bin serokatiya Mustafa Kemal de şerê azadiyê dest pê kir. Di destpêka şer de Mustefa Kemal xwe gihande kurdan û ji wan xwest ko bi wan re tevlî têkoşînê bibin. Di nav bera Mustafa Kemal û serokên kurdan de hin peyman hatin mohr kirin ko li gor wan peymanan, piştî dagirkirin qediya û welat ji dijmin hat rizgarkirin dê mafê kurdan ên xodmuxtarî were dayîn. Lê piştî şer qediya, Mustafa Kemal li ser soza xwe nesekinî, mafê kurdan neda wan, dijane fermana wan rakir.
Kurdên rojhilatê:
Li Îranê di salên dawî yên 1970-ê de di bin serokatiya mele-ayetullahan de, li hember rejîma Şah Riza Pehlewî şoreşa îslamê dest pê kir. Kurdan di vê şoreşê de jî li cem şoreşgerên îslamî cî girtin. Ayetullahên Îranê ji kurdan re gotin ko piştî biserketina şoreşa îslamê ew ê mafê kurdan ên netewî û mezhebî bidine wan. Bes piştî şoreş qediya ew jî li ser soza xwe nesekinîn. Di vê çarçoveyê de şandeke kurd ji bo dayîna mafê kurdan çûne ba Ayetullah Xomeynî ê serokê şoreşê. Xomeynî ji wan re got: “Min li Qur’ana pîroz mêze kir, bes min tê de behsa kurdan û mafê wan nedît.” Şanda kurd destîvala vegeriya welatê xwe yê birîndar. Bi vî hawî Kurd careke dî bu dubarebûna dîrokê ve rû bi rû man.
Kurdên başûr:
Her çiqas ev xapandina başûr hinkê ji yên din cuda be jî, lê di encamê de ew jî xapandin tê hesabê. Di şerê azadiyê yê di bin serokatiya lehengê nemir Mele Mustefa Barzanî ko li başûrê Kurdistanê dewam dikir de Şahê Îranê bi awayekî veşarî alîkarî dida tevgera kurd. Bes ev alîkarî ne ji ber çavê reş û belek ê kurdan bû. Ji ber ko di navbera wan û Iraqê de pirsgirêka “Şettu’l Ereb”ê hebû. Wê demê rejîma Îranê bi çavê neyartiyê li Iraqê dinêriya. Ji ber ko kurdan jî ji şerê Iraqê dikir, Îran li gor qaîdeya “dijminê dijmin dost e” tevdigeriya. Lê çi dema Iraqê tawîz da Îranê û herdu alî bi peymana Cezayirê li hev hatin, şahê Îranê bi yek carê destê xwe ji alîkariya kurdan kişand û bû sedema şikestina tevgera kurd.
Em werin ser (îhtîmala) xapandina dawî:
Di çarçoveya Bihara Ereban de gelê Sûrî di Adara 2011-ê de hember dîktator Esedî de serê xwe rakir. Kurd serê pêşî di vê serîhildanê de biaqilî tevgeriyan û siyaseteke bêalî meşandin. Nebûn havalê dewletê, ne jî yê muxalefetê. Bi rastî jî saya serê wê siyasetê hem welatê wan ji texrîbateke mezin hem jî xelkê kurd ji qetlîaman hat parastin. Dîsa siyaseteke din a baş ew bû ko bi birayên xwe yên başûr re dîyalog danîn, heta di tîrmeha 2012-ê de bi teşwîqa rêzdar serok Barzanî Konseya Bilind ya Kurd hat damezrandin.
Bêguman ev hemû hewildanên kurdewar bûn. Bes piştî vê siyaseta baş, sedem çi be nayêt zanîn PYD-ê dest bi siyaseteke dijê vê kir. Pêwendiyên xwe yên bi başûr re qut kirin. Berê xwe da rejîma Esedê dîktator. Serê ewil ev pêwendiyên wan bi awayekî nepenî mabin jî lê paşê derket holê. Nemaze piştî parêzgerê Hesekiyê destê xwe hejand û bêyî ko pakiyê ji hêza kurd bike hat Qamişloyê, êdî guman ji kesî re nema ko têkiliyên PYD-ê bi rejîma Esedî re hene. Lewre ne mimkun e ko rayedarekî payebilind ê Esed karibe here wê devera ko muxalefet tê de xurt e.
Sedema ko PYD-ê têkilî bi Esed re deynayî çi be bila ew be pirtirînên kurdan bi awayekî erênî li vê biryarê nanêrin. Lewra;
—Diviya mutabeqeta Hewlêrê nehatibûya piştguh kirin, têkiliyên bi başûr re nehatiba qutkirin û ji tecrûbeya başûr, nemaze ji ya serok Barzanî sûdê bihata wergirtin.
— Diviya PYD-ê derheqê paşeroja rojava de fikra partiyên dî yên kurdan jî bistanda û li gor fikreke hevbeş tevbigeriya.
— Di raya giştî ya dinyayê û ya kurdan de ev biryar tê wateya ko PYD parêzvaniya Esedî dike, jê re wan gund û deveran ji muxalefetê diparêze.
— Tirs ew e ko kengê Esed muxalefetê têk bibe û hêza xwe ya berê bi dest bixe, li xizmeta ko kurdan jê re kiriye nenêre û destkeftiyên kurdan yek bi yek ji dest wan derxîne û bi vî awayî kedan wan, xasma xwîna şehîdan hemû “hebaen mensûr” here.
— Eger tirsa PYD-ê ji muxalefetê be ko were ser desthilatê û qira kurdan bîne, bila ev bêt zanîn ko zulma Esed ne ji ya muxalefetê kêmtir e.
— Havalbendiya dîktatorekî mîna Esedî di dinyayê de ji kurdan re navekî xweş dernaêxe.
Digel van hemû xeteran, dîsa eger PYD îdîa bike ko di destekirina Esedî de ji paşeroja kurdan re xêrek heye, bila ji raya giştî ya kurdî re aşkera bike. Herweha eger rast be ko Esed wê hinek mafan bide kurdan bila hêj niho dest bi danê bike. Heyne, bawerî pê nayê
Wek dawî rewşeke ko dilê mirovî xweş bike xuya nake. Dijane welê dixuye ko wê kurdên rojava jî wek kurdên parçeyên din bi xapandikê re rû bi rû bimînin. Ji xwe gotinên PYD yên “Em serxwebûnê naxwazin, em federasyonê naxwazin, em xodmuxtariyê naxwazin, bes em Sûrîyeyek demokratîk dixwazin” hêj niho şanî me dide ko em wek gelê kurd ji keda wan a beytişe re xemgîniya xwe bînin ziman. Xebîneta wan şehîdan. |