CIZÎRA BOTAN, 24/8 2013 —
‘Îd e û da ‘alemê bang-i sefayê xas û ‘am
Mah-i new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam
Îde w hebîbê nezre lê,
Yan dê bi qurban be Melê
Ya Reb! bibînim roj hilê
Sikîn di dest qessabî da
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be’îd (1)
Cejn rojên xweşiyê ne, rojên keyfê ne. Di nav her miletekî de çi dînî, çi netewî bi navê cejnê hin rojên qedirbilind û pîrozwer hene. Bêguman netewaya kurd jî bi navê newrozê cejneke netewî û bi navê “cejna Rrmezanê” û “cejna qurbanê” du cejnên wê yên dînî hene. Bes ji ber ko gelê kurd bi awayekî gelik zêde bi dînê îslamê ve girêdayî ye, ji cejna netewî bêhtir cejnên dînî di jiyana wê de bûne serwer. Heta van salên dawî ko doza kurd bi pêşde çûyî ne tê de cejna newrozê hema bêje li ber jibîrkirinê bû.
Cejnên dînî yên demên berê ji yên vî zemanê me gelik xweştir derbas dibûn. Ji ber ko wan deman cudahiyeke berbiçav di navbera rojên cejnê û rojên din de hebû. Wan deman, jiyanê, mînanî dema me ya îro derfeta xwarinên xweş û kincên nû nedida mirovan. Xwarinên xweş û kincên nûn kêm bû. Xelk xizan bûn. Pirtirînên xelkê tenê rojên cejnan dikaribûn goşt bixwarana, cilên nû wergirtana. Ji ber wê çendê bi giştî xelkê hewl didan ko cilên xwe di rojên cejnan bikirrîna, da wê rojê bi cilên nû û bedew derketana nav xizmên xwe, nav mirovan.
Xelkê wekî îro goşt û birinc nedixwarin. Xasma xwarina birincê ewqas kêm bû ko di nav gotinên pêşiyan de cihê xwe girtibû: Zikê birincê bixwe divê xenceran li xwe bigre. Ji ber cudahiya rojên cejnan ya ji rojên din bû ko dema xelk bi awayekî pêrgî xwarinên xweş û zêde hatibana holê digotin: “Bûye îd.” Lê belê dema me ya îro ji ber ko di serî de goşt û birinc, derfeta hemû xwarinan û her cûr kincên nû û bedew çêbûye êdî ji aliyê maddî ve tu wateya cejnan nemaye. Bi gotineke din îro her roj cejn e.
Wan deman kesên ko bi awayekî ne li malên xwe bana, li welatê xerîb û xurbetê bana teqez diviya hatibana malên xwe, di nav zarokên xwe. Lewra gelik şerm bû ko yek di cejnê de ne li mala xwe bûya. Herweha roja cejnê ti kesê dikanên xwe venedikirn û nedixebitîn, ev jî gelik şerm bû. Bes ew karê ko bi cejnê ve, bi pîrozkirina cejnê ve eleqedar bûya ne tê de, ew ne eyb bû.
Nimêja cejnê:
Wan deman nimêja cejnê mînanî îro li mizgeftên cur be cur nedihat kirin. Tenê li Mizgefta Mezin, ango Cam’eyê dihat kirin. Hema bêje her kes dihat nimêjê. Yên nenimêjker jî dema dibû sibeha cejnê berê xwe dida mizgeftê. Piştî nimêjê jî her kes dibezîn goristanê. Di berdewamiya cejnê de dema mirov li kolanan rastî hev dihatin cejna hevûdu pîroz dikirin.
Pîrozkirina Li Malan:
Wan deman adet bû ko kî çûbûya mala kê diviya bi navê “îdaniyê” hin pere dabûna wê malê. Herçiqas ew pereyên îdaniyê li ser navê zarokan dihatin dayîn, lê belê li malê zarrok hebûna jî nebûna jî ew pere ango ew îdanî dihate dayîn. Ji wê jî dihat fêmkirin ko armanc ne zarok bûn. Dema yek vegeriya mala xwe, pirs ji hevsera xwe dikir ka kî ji bo pîrozkirina cejnê hatiye mala wan û ka çiqas pere jî weke îdanî daniye, da ew jî here mala wan û pereyeke zêdetir bide wan. Hevsera wî jî jê re got ka kî hatiye û çiqas pere danîne. Lê piştî salên heştiyê ev adet hêdî hêdî rabû, tenê ji zarokan re tê dayîn. Ji xwe yê here cem qîza xwe ya mêrkirî ew adeta peredayînê berdewam e.
Pîrozkirina qada cejnê:
Şaredariyê hersal biryar dida ka wê salê cejna zarokên dê li kîjan qadê were pîrozkirin. Paşê jî ew biryar ji xelkê re dihat ragihandin: “Heyhêêê!! Îsal cejn li filan qadê ye!” Li gorî wê biryarê ew kesên ko dixwestin di rojên cejnê de bixebitin û ji aliyê madî ve ji cejnê sûdê werbigrin amadeyiyên xwe dikirin. Hinan çincîlik çêdikirn, hinan jî çerxûfelek… hinan erebeya xwe ya dewaran dianîn qada cejnê, zarok lê siwar dikirin, digerandin, pereyên xwe distandin. Hinan xwarin, av dianîn di qadê de difirotin. Hinan kerkê hêsin (bîsîklet) dianîn bi kirê didan zarokan… Ji xwe pereyên zarokan zehf bûn.. Yanê cejn ji aliyekê ve ji kesên jêhatî û şuxilker re rojên wek xezîneyê bûn.
Goristan:
Amadeyiya cêjnê hêj berî wê bi rojan, hetta bi hefteya dest pê dikir. Yek ji wan amadeyiyan jî derbarê mirî û goristanê de bû. Malbatên halxweş û yên miriyên wan nû, ango di wê salê de mirîn şeva cejnê li ser gora miriyên xwe çadir datînan û yek, dudo yan jî sê kesên qur’anxwîn digirtin wê şevê hetanî sibehê Qur’an didan xwendin. Roja ‘erefatê, ango roja berî cejnê piştî nimêja esrê jin, mêr,zarok, pîr hemû xelkê berê xwe didan goristanê, diçûn ser gorên miriyên xwe. Yên qur’anxwîn Qur’an dixwendin, yên dî bi feqiyan Yasîn didan xwendin. Ji xwe feqî û yên qur’anxwîn di destên wan de Qur’an, li wan deran digeriyan, xwe ji xwendinê re amade dikirin. Lê dema me ya îro welê çêbûye ko roja Erefatê jin diçin, sibeha cejnê jî mêr…
Çûna cem bûkê:
Di nav adetên wê demê yên cejnê de yek jî ew bû ko xelk diçûn cem bûkên xwe yên nîşanî yên hêj di mala babên xwe de. Roja pêşî ya cejnê yan jî roja dudoyê mala zavê gazî hemû xizm û dostên xwe dikir ko ew ê herin cem bûka xwe. Wê saetê hemû li mala zavê kom dibûn û bi girseyî diçûn mala bûkê. Ji xwe beriya hingê xeber jî ji mala bûkê re hatibû şandin. Piştî ko zilamên mala zavê gihîştin mala bûkê û cejna hevûdin pîroz kirin, xortekî di nav yên mala zavê de tepsiyekê li ber zilaman digerand. Her kesî li gorî derfeta xwe ya maddî û li gorî nêzîkatiya xwe ya bi mala zavê hin pere diavêtin tepsiyê. Paşê ew pere radestî diya bûkê dihat krin. Herweha jin jî paşê bi heman awayî diçûn.
Sîniyên bûkan
Malbatên ko keçên wan mêrkirî, xasma yên di wê salê de nû mêrkirî, dema hatina cejnê nêzîk dibû diketin kelecana şandina “sînî”yan ya ji bo keçên xwe re. Jixwe çavên keçan jî li riya sîniyên ko ji malbabên wan hatibana bûn. Eger keça wan bûka wê salê bûya, ango ew cejnê wê ya pêşî bûya sibeha cejna du sînî beqlewat, yek xurabî, yek jî mamulhewa, li ser de jî taximek cil û zêrek dişandin mala keçên xwe.
Cejna mala miriyan
Wan deman dema yek dimir malbatê yê mirî cejna ewil hiznî bû. Yanê xwarin çênedikirin, ji zarokên xwe re cil nedikirrîn. Ango cejna wan nebû. Mîna wan rojên miriyên wan nû mirî dîsa taziye datînan, hemû xizmên wan li malê kom dibûn. Xelk jî dihatin mala wan, fatîhe li ser ruhê yê mirî dixwendin û serxweşî li wan didan. Bes dema me ev adet rabûye. Herçiqas hemû xwedî û xizmên mirî dîsa li malê kom dibin, lê ne bi armanca taziyeyê. Heta xelk hêdî fatîheyê jî naxwînin û serde jî pîrozbahiyê jî li xwediyê mirî didin.
Demên berê ji ber ko ragihandin wekî dema me ya îro bi pêş de neçûbû, yên li welatê xerîbî û xurebetê cejna xizm û kesûkarên xwe bi name û kartan pîroz dikirin. Ji ber wê çendê rojên cejnan çavên diyan û çavên evîndaran li derî bûn ka wê ji xoşewîstên wan, ji dildarên wan nameyek were an na?
Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman
Dî bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê (2)
Bêguman tama cejnan nemaye. Lewra çi zarok çi mezin êdî çavên ti kesî ne li hatina cejnê ye. Dema mirov cejnên berê deyne li ber yên îro bi awayekî rehet dikare holê bêje: “Axx! ka cejnên berê!
(1) Dîwana Mewlana Cizîrî
(2) Dîwana Mewlana Cizîrî
Têbînî: Ev nivîsar diviya di cejna remezanê de belav bûba lê belê ji ber bêhnvedana Nefelê hingê nehat belav kirin. |