CIZÎRA BOTAN, 14/3 2013 — Siyaset di vê dema ko em tê de ne tam di rewacê de ye. Hema bêje her kes çi aktîf çi pasîf bi awayekî tê de cî digrin yan jî pê ve eleqedar in. Siyasetê hemû sohbet û civatên me dagir kirine. Welê çêbûye ko em bi pencereya siyasetê li hemû bûyeran dinêrin.
Berî niho, kêm însan bi siyasetê ve mijûl dibûn. Lewra di rûyê siyasetê de xapandin, derew û berjewendiya şexsî didîtîn. Ji ber wê çendê xasma kesên oldar hewl didan ko xwe ji siyasetê dûr bikin. Heta wan li xelkê jî şîret dikirin ko xwe ji siyasetê dûr bixin.
Digel vê çendê gelo mijûlbûna bi siyasetê ve xeternak e an na? Li gorî mutefekirê sedsala me Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî mijûlbûna bi siyasetê ya di vî esrî de xeternak e. Ji ber vê çendê bi tundî men’a xwendekarên xwe ji siyasetê kiriye. Du gotinên wî yên di vê derbarê de holê ne:
“Ez bi Xwedê xwe ji xirabiya siyasetê diparêzim.”
“Siyaseta ko li ser berjewendiyê bifitile, cinawir e.”
Mebesta min ya ji vê kurte-analîza li ser siyasetê ewe ye: Ev siyaseta malxirab tişteke wusa ye ko dema yek berçavkê wê deyne ber çavê xwe û bi wî berçavkî li dinyayê û li rûdanên wê dinêre êdî gelik caran ji dîtina rastiyan bêpar dibe. Ko eve jî xetereya herî mezin ya siyasetê û siyasetmedaran e.
Ez ê werim ser mijarê: Wek tê zanîn di sala 2009-ê de ji aliyê hikûmeta AKP-ê ve bi navê TRT-6 kanaleke TV-yê ya kurdî hat vekirin. Li pey wê salekê jî ango di sala 2010’ de bi navê Dunya-TV kanaleke taybet ya kurdî vebû. Bi vebûna van TV-yan re bi giştî kurd, bi taybet jî kurdên bakûrê welêt bûne du birr: Bireke wan kêfa xwe jê re anîn, bira dî jî eciz bûn. Kêfa xwe jê re anîn lewra li gorî wan dewletê di warê pirsgirêka kurd de gaveke girîng avêtibû. Êdî ji wan re derfeteke guhdarîkirina zimanê wan bixwe derketibû holê. Êdî ew ne hewce bûn ko li tv-yên tirkî temaşe bikirana.
Lêbelê yên ji vekirina van TV-yan ecizbûyîn jî ko bi berçavikê siyasetê li vê meseleyê dinêriyan îdîa dikirin ko dewlet bi wan tv-yan dixwaze gelê kurd bixapîne û wê ew tv. di eleyhiyê tevgera azadiya kurd de werin bikar anîn.
Gelo kîjan alî mafdar in, kîjan ne? Bi rastî hêj wê dema ko behsa vekirina TRT-6-ê dihate kirin gumanên min jî hebûn û min jî ji xwe re holê digot ko dê ev kanal tenê ji bo berjewendiyên hikûmetê were bikaranîn û wê tu eleqeya wê bi kurdî û bi çand û zimanê kurdî nebe. Dê mîna bernameya “Anadoluda Gorûnûm” ya salên heştîyiyan be. Lêbelê piştî ko ew kanal vebû û min lê temaşe kir ew fikra min guherî. Belê hewce nake ko ez ramana xwe ya vê derbarê de veşêrim. Dibe ko gelik mirov ji min hêrs bibin jî lê ez li xwe mikur têm ko ez jî di nav yên kêfa wan hatî de cî digrim; ango ez bi çavekî erênî li van TV-yan dinêrim. Lewra:
1- Wek yekî “şewitiyê zimanê xwe” haya min jê hebû/heye ka zimanê kurdî xasma li Bakûrê welatê çiqas bi wendabûnê re rûbirû maye. Wek çawa hewceyiya nexweşekî giran bi tedawî û dermankirinê hebe, eynen welê hewceyiya kurdan jî bi TV-yek kurdî heye. Tv-yek ko bi kurdî weşanê bike, bi kurdî biaxive, bi kurdî roportajan bike.
2- Gelo ma qey beriya vekirina van TV-yan yên behsa bindestiya gelê me dikirin nedigotin em kurd ji TV-yeke kurdî bêpar in. Eve ji dêl yekê ve dudo vebûn.
3- Gelo li Kurdistana Iraqê bi dehan salan bi navê “Radioya Iraqê Pişka Kurdî” û li Îranê jî di dema rejîma faşîst ya dîktator Şah Riza Pehlewî de bi navê “Dengê Îranê Pişka Kurdî” radyoyan weşan nedikir? Wê demê her çar parçeyên Kurdistanê li wan guhdarî nedikir, kêfa xwe ji wan re nedianîn, name ji wan re nedişandin û stran ji wan nedixwestin? Ma qey di wan deman de jî şerê rizgariyê ya di bin serokatiya Barzaniyê Nemir de dewam nedikir? Qey hinek dijê wê derketin? Na.
4- Gelo kîjan bernameya van TV-yan rastreast di dijê kurdan de ye.
5- Ev TV-yên ko dersên zimanê kurdî didin, roportajan bi rewşenbîrên kurd yên di hundirê welêt de û yên devreyî welêt de dikin, stranên Kurdî didin strandin, heta li ser ekranên xwe Azadiya Welat jî dixwînin kîjan aliyên wan ji kurdan re xeternak e?
6- Bila qet neyêt zenkirin ko ez haşa ji AKP hez dikim yan jî propaxandeya wê dikim. Esla. Tu caran min jê hez nekiriye, min dengê xwe nedaye wê partiyê û ez ê qet nedimê jî. Lê rastî çi ye, ew e. Divê mirov ji tişta rast re bibêje “eva hanê rast e” daku dema wî ji tiştekî re got “ev xirab e” jî jê were bawerkirin.
7- Ez vekirina van TV-yan tu carî wek qenciyeke hikûmetê jî nabînim. Lewra di serî de vekirina TV-yan û destûrdayîna beşên zimanê kurdî yên di zanîngehan de, ev gavên ko îro têne avêtin bê guman semereya keda dehan salan û xwîna sih hezar şehîdan e. Wê kedê û wê xwînê îro berê xwe daye û zarokên kurd li zimanê xwe temaşe dikin.
8- Gelo tevgera azadiya kurd ya li bakûr ne bi armanca serxwebûnê dest bi şer kir? Paşê jî çawa çêbû? Ew daxwaza serxwebûnê veguherî federasyonê, ji federasyonê jî hat muxtariyetê, lê îro jî dibînin ko muxtariyet jî çûye û “demokratîkbûna Tirkiyeyê” ketiye cihê wê. Gelo ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ko wê jî qebûl kiriye ko ji îro û pê de mafê gelê kurd wê bi derbasbûna demê re û bi gavên hindik were dayîn ko ev kanalên TV jî dikare di vê çerçeveyê de were nirxandin.
9- Ez bawer im ko ew kesên ko bi awayekî dijwar bertekê nîşanî vekirina wan TV-yan didin dilê wan li ser zimanê kurdî naşewite. Ez dikarim vêya jî bibêjim ko beşeke zêde ya wan di malên xwe de û di nav zarokên xwe de zimanên biyanî bikar tînin.
10- Carcaran şaşiyên bernameçêkerên wan TV-yan yên derbarê bikaranîna zimanê kurdî de çêdibin. Tavilê em wan hişyar dikin û ya rast nîşanî wan didin. Ew jî wan rexneyên me bi dilşadî qebûl dikin. Ev jî dibe delîl ko ew jî li ser zimanê kurdî çiqas hestiyar in.
Dibe ko hin holê bibêjin: Roj TV-ya me heye, ma ew vê hewceyiyê bi cî naîne? Na. Ew tenê ne kafî ye. Ji ber ko mafê tu kesî tune ko gelê kurd terkî yekrengî û yekramaniyê bike.
Beriya niho çend rojekê ez rastî hevalekî xwe hatim. Wî havalî ez rawestandim û mîna komîserê ko îfadeya bertawanî bistîne ji min pirsiyar kir:
— Di bernameyeke TRT-6-ê de navê yekî ko paşnava wî Bîngol e derbas bû. Ma qey dibe layiq ko yekî ji malbata Bîngolan beşdarî bernameya TRT-6-ê bûbe?
Min jî xwest ko bersiveke ko wî bisekinîne bidim. Min jê re holê got:
— Gelo heke ew Bîngolê ko tu behsa wî dikî ji dêl TRT-6-ê ve çûbûya Show-TV yan jî Kanal-D-yê te te dê heman bertek nîşan daba?
Deng jê derneket. Ji bêdengiya wî diyar dibû ko wê bertek nîşan nedaba.
Ez dixwazim bi meselokeke Cizîrê dawî li nivîsara xwe bînim ko yên bi awayekî hûr li ser de biramin û wê zanibin ko ew jî bi vê mijarê ve eleqedar e:
Bi navê Hesen yekî cizîrî rojekê ji bo nimêjê û her weha ji bo sohbeta piştî nimêjê qesta mala şêxê xwe dike. Wexta nimêjê tê û bang tête dayîn. Bes şêx ji aliyê malê dernakeve û nayê nav mirîdan. Herî dawî ji odeya şêx talîmat ji sofîyan re tê:
“— Şêx nerihet e, bila di bin îmametiya Hesen de nimêje xwe bikin.”
Li ser vî emrê şêx, Hesen dibe îmam û mirîdên gewr cemaeta xw eda dikin. Piştî nimêjê mudetek li ser derbas dibe, şêx ji aliyê malê derdikeve û tê ba sofiyan û sohbet dest pê dike.
Di vê navberê de şêx pê dihese ko secadeya wî ya nimêjê li erdê rastkiriye û Hesen li ser wê secadeya wî nimêj kriye. Ji ber wê çendê gelek hêrs dibe û qîrekê dide Hesen:
— Hesen te li ser secadeya min nimêj kir, ne welê?
— Erê ezbenî, min li ser secadeya şêx nimêj kir.
— Kuro Hesen, te çawa li ser secadeya min nimêj kir?
— Ezbenî min nezanibû tu dê ji ber wê çendê eciz bibî, li qisûra min menêre.
— Kuro Hesen tu bûyî çi kes heta tu karibî li ser secadeya min nimêj bikî?
Di dawiyê de Hesen jî aciz dibe û ji şêx re holê dibêje:
— Ez benî min li ser secadeya te qumar nelîstiye, xirabî nekiriye; min li ser secadeya te nimêj kiriye, nimêj, nimêj!!!
Belê ev kanalên TV-yan jî kurdî bi kar tînin, kurdî kurdî! Neyartiya gelê kurd nekirine. |