CIZÎRA BOTAN, 28/12 2012 — Mirin… Bi gotineke dî dawîlêhatina jiyanê. Wek çawa destpêka jiyanê heye, eynen welê dawiyê wê jî heye; ev nayê înkar kirin. Navê wê dawiyê jî mirin e. Jiyan û mirin… Mirin zagoneke Xwedayî ya îstîsnaya wê neyî ye. Heta ev mirin neku ji candaran tenê re heye, ji bêcanan re jî heye; ew jî dimirin.
Mirin û jiyan… Ev herdu peyv dijê hev in. Mirin çî ye? Her kes li gorî ramana xwe ji mirinê re pênasekê tîne û bi berçavkê wê ramanê lê dinêre. Di ayeta Qur’ana pîroz ya “Ellezî xeleqel mewte wel heyate-Ew (Xwedayê) (1) ko mirin û jiyan afirandî” de mirin li ser jiyanê re hatiye girtin. Ango dema mirov encama herduyan deyne li ber çavê xwe dibîne ko mirin ji jiyanê xweştir e, ango wê dema ko jiyan kevin dibe wê demê êdî çi tama jiyanê namîne; hingê mirin “wekî ne’metekê” xwe nîşanî mirovan dide.
Hin kes hene dema dimirin ji ber kirinên wan yên neyînî mirov rehmeka Xwedê jî jê re nexwaze. Li herêma Botan ji van rengê kesan re holê tê gotin: "Rehim ji kîsê Xwedê ye". Mirineke din jî heye ko ew mirî welê dike ko xelkê bajarekî nifûsa wî sed û bîst hezar hemî dest ji karê xwe berdin, dikan û kargehên xwe bigrin, derbikevin kolanan û li benda wî bimînin. Ev e mirina Şerafettîn Elçî...
Xebera reş ya mirina wî di bîstûpêncê mehê de gihişte Cizîra Botan. Bi xeberê re dilê cizîriyan, dilê botiyan xemê dagirt. Ewrên reş û tarî yên tejî-keder li ser asîmanên Cizîrê dihat û diçûn. Êdî çavên hezkiriyên wî li Enqereyê bûn û guhê wan jî li xebera ka “wê kengê cenaze were” bû.
Roja bîstûheftê mehê ji Cizîra Botan û derdora wê re rojeke gelik girîng bû. Lewra di wê rojê de wê ”Elçî-yê” wan hatiba. Hêj berî nîvro xelk derketin şahrê û kolanan û guhê wan li xebera ka “cenaze gihaye kûderê” bû. Berî êvarê demjimêrekê cenaze di ber Mem û Zînê re derbas bû û ket bajêr. Herwekî xatirê xwe ji wan evîndaran jî bixwaze. Piştî şûştinê anîna Cam’eya Mezin ya Cizîrê. Şahr tejî, kolan tejî, banê xaniyan tejî, her der tejî, tejî, tejî… Tejî mirov bûn. Herkesî dixwest ko çavên wan ji dîtina darbestê nesîbê xwe bistîne. Darbesta ko alaya rengîn ya Kurdistanê, ew alaya ko heta niho milyonek kurd ji bo wê canê xwe daye di ser de bû, dîmeneke cuda dida darbestê. Di destê xortên cizîriyan de jî alaya rengîn dihejiya. Herwekî bi “lîsanê hal” bixwazin bibêjin ko ew di rêya vê alayê de miriye.
Ber êvarê (mexreb), wê dema ko rojê xatirê xwe ji xelkê dinyayê dixwest de gorbiheştî jî xatirê xwe yê dawî xwest û ew radestî axê Cizîrê kirin,. Eê axa ko wî gelek jê hez dikir bi dilgermî ew hemêz kir. Aşiq û me’şûq gihiştibûn hev. Herçiqas dema ew gihişte axê lêborîna xwe jê xwest ko bêyî ko wê azad bike ew hatiye cem, lê xakê, wê xaka esîl tevgera wî ya ji bo rizgarkirina bibîr xist û hemêza xwe dewam kir.
Şerafettîn Elçîyê gorbiheşt piştî bedirxaniyan kesayetiyê herî navdar û herî hêja yê navenda Cizîra Botan bû. Temenê xwe yê dirêj yê heftîûçar sal hemî di rêya doza kurd û Kurdistanê de mezixand. Di xortaniya wî de, di navsereyîya wî de û di kalbûniya wî de her ev doz, kurdayetî û Kurdistan…
Dilê Şerafettîn Elçîyê ko bîstûpêncê meha çileya-pêşî rawestiyayî her demê ji welatî wî yê bindest re lêdida, çavê wî her li paşeroja welatê wî bû. Xewn û xeyalên wî her ew bû ko ev xaka pîroz jî rojekê azad bibe, ev gelê bindest jî mîna hemî gelên dinyayê bi ziman û çanda xwe ve, bi urf û adetên xwe ve serbest û azad bijî. Ji ber wê çendê her demê guhê wî li wan xeberên ko ji başûrê welêt dihat bû. Wê dema ko li başûrê welêt di bin serokatiya Barzanîyê nemir de şerê azadiyê, şerê heyîn û neyîna gelê kurd dom dikir de gorbiheşt jî di nav refên dilşewat yên li bakur xwe birêxistin kirîn de, ango di nav PDKT-yê de cih digirt.
Yek ji wan taybetmeniyên gorbiheştî ew bû ko ew xwediyê kurdayetiyeke xurî bû. Ango di wan deman de hin kes hebûn ko kurdayetî ji boyî ramana xwe ya çepgiriyê dixwestin, heta ji kurdbûnê bêhtir çepgirî armanca wan bû. Elçî dijê wan bû, ew ne çepgir bû, kurd bû, saffî kurd bû. Şopînerê Barzaniyê nemir û ramana wî ya oldar û demokrat bû. Ko ew jî ramana herî nêzîk û dilxwestiya gelê kurd e.
Elçî di heqê zimanê kurdî de gelik hestiyar bû. Gelik girîngî dida zimên û axaftina bi wê. Helê dema yekî peyveka biyanî di nav hevokên xwe yên kurdî de bi kar aniba gelik eciz dibû û ew kî bûya hişyar dikir daku careke din dubare nekira.
Gorbiheşt di wê dema ko wezîrê avadaniyê bû de hemî kadroyên wê wezaretê terxanî kurdan kiribû. Xîzan û bêkarên gelê kurd ref bi ref berê xwe didan Enqereyê. Ji boyî bibin xwediyê karekî serî lê didan. Her kes jî bi bersiveke erênî ve li ser malbata xwe dizivirîn. Lewra mercê (şertê) yekem yê bo bersiva erênî kurdbûn bû. Bi vî hawî hezaran kes bûne xwediyên kar, hezaran malbat ji xizaniyê xilas kirin. Ev xizmeta wî li herêma kurdan ewqas dengveda ko heta navê “Elçiyê rojhilatê” jê re hate dayîn.
Şerafettîn Elçî her tiştê xwe gorîyî doza xwe kiribû, heta wezareta xwe jî. Di dema wezareta xwe de beyanata xwe ya ko bi dehan salan peyra li ser devê xelkê bigeriya û dijminên gelê kurd qehr bikira kiribû: “Li Tirkiyeyê kurd hene û ez kurd im.” Vê beyanê welat hejand. Çawa dibe li Tirkiyeyê kurd hebin? Di tevgera faşîst ya 12-ê îlonê de hesaba vê gotinê jê xwestin û sih meh ceza jê re hat birrîn.
Belê eger li gorî fikr û ramana min ya olî ne qedexe bûya min ê ji rayedaran re pêşniyar kiriba ko li navenda Cizîra Botan peykereke Şerafettîn Elçîyê gorbiheşt çêbikin û li ser vê nivîsa hanê binivîsin: “Vî kesayetiyê hêja ji ber ko got ‘Li Tirkiyeyê kurd hene û ez kurd im’ sih mehan li girtîgehê ma.” Da nesla paşerojê zanibe ka nesla berî wan çi êş û azar kişandine.
Çarenivîsê sê caran bi tenê derfeta hevdîtinê ya bi Elçîyê gorbiheşt re kire nesîbê min. Di hevdîtina cara pêşî de min pirtûka xwe ya werger ya Evdilahê Mînyeyî teqdîmî cenabê wî kiribû, gelik keyfa xwe ji min re anibû û destûra çûnê neda min heta me bi hev ra xwarin jî xwar.
Çiqas behsa wî were kirin hêj kêm e, xilas nabe. Em ji Yezdanê dilovan dixwazin ko cihê wî Biheşta Fîrdews be. Di serî de malbata wî, xelkê Cizîrê û herêma Botan, serê hemî kurdan sax be. Em hêvîdar in ko ev gel dê gelik Elçiyên nû ji nav xwe derxîne.
Elçiyê milletê kurdî yê xebatkar bê sekan
Ecelî îro şeraba mirnê da yek îstekan
Bo gelê xo her xebat kir bêyî tirs û bê fikar
Rehmeta Rehman li ser bit, Cenneta Fîrdews mekan
(Sûreta Mulk, ayet: 2) |