CIZÎRA BOTAN, 29/11 2012 — Di dîroka gelê kurd de gelik lehengên ko dinya hejandîn, dîrok nivîsandîn, dîrok guhorandîn, navên xwe bi tîpên zêrîn dayîn nivîsandin rabûne. Ji Kawayê Hêsinger, ji Rûstemê Zal, ji Selaheddînê Eyûbî bigre hetanî xwe biavêje Kawa û Rûstemên hemdem yên wek Qazî Muhemmed, Barzaniyê Nemir, Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza.. çendik ji wan qehremanan in.
Xasma ew lehengên ko di van dused salên dawî yên di şerê hebûn û serxwebûna vê xaka pîroz de pêşewatî ji gelê Kurd re kirîn, di wê riyê de giyanên xwe dayîn û gihayîn mertebeya pakrewaniyê heta hetayê nayên jibîrkirin. Herûher dê di dilê gelê xwe de bijîn.
Bes cihê xemgîniyê ye ko xasma piştî peymana Qesra Şirîn ya ko Kurdistana me ya delal di navbera Împaratoriyên dagirker yên wek Osmanî û Îraniyan de hat parve kirin gelê Kurd di warê azadiyê de kete nav rehawetekê. Ev rehawet bû sedem ko gelê Kurd êdî wê dilêrî û dînemêriya ko di hundirê wî de ye ne di riya azadî û paraztina gelê xwe û welatê xwe de, dijane bo şer û qirêna hundirîn ya eşîrtî û qebîletiyê de bikar bîne. Çi heyf e ko xweşmêrên mîna Emê Gozê, Bişarê Çeto, Emînê Ehmed Lawê Perîxanê, Felîtê Quto, Hesenê Fatimê, Silêmanê Mistê, ‘Elîkê Betê, Xelîlê Xelîl, Koçero, Hekîmo… ko mêraniya wan bûye mijara kilaman, di têkoşîneke herêmî ya eşîrtî û qebîletiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Ji xwe diyar e ko sedemeke ya ko ev kesana ji ramana welatparêziyê dûrkirîn û berê wan dayîn têkoşîna hundirîn, fen û fît û lîstikên dijminê gelê Kurd jî bin sedemeke din jî nezanî û nexwendin e. Lewra heke îro doza gelê me li her çar parçeyan bi pêş çûyî be, bêguman sedema wê xwendin û zanîn e.
Yek ji wan lehengên ko jiyana wî hemû li çiyayan û bi wan sifetên me li jor gotî derbasbûyî jî ji herêma Botanê ye. Navê wî xweşmêrî Haciyê Ferxo yê navdar e. Ka serê pêşî em vî camêrî nas bikin, paşê em derbasî hin taybetmendî û serpêhatiyên wî bibin.
Peşiyên Haciyê Ferxo di dema Împaratoriya Osmaniyan de rûniştvanên gundê Derkara ‘Ecem bûne. Ev gund bi navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji ber ko di navbera malbata Ferxo û xizmên wan de kuştînî rûdide ew malbat ji wir koçber dibin û tên xwe li mîrekên Girêçolya ya Girika ‘Emo (Silopya) digirin û li wir nîştecî dibin. Paşê jî mîrekên wir ji ber ko lehengî û mêrxasiya vê malbatê dibînin gundê Kirûn yê bi Şirnexê ve girêdayî dîyarîyî wan dikin. Ji wê dem û pê de malbata Ferxo (babê Hacî) li wî gundî rûdinin.
Haciyê Ferxo li gorî salnameya Rûmî 1286-yê de (lêbelê li gorî fermiyetê 1320) li vî gundî çavê xwe li dinyayê vedike. Navê babê wî Ferxo, navê diya wî Gûlê ye. Ferxo di sala 1980-ê de, di temenê xwe yê 110-dê diçe ber dilovaniya Xwedê.
Piştî jiholêrabûna mîrekan serê malbata Ferxo, bi axa û feodalên herêmê re dikeve teşqeleyê. Ev malbat li hemberî hemû zext û zoriyên axa û feodalan yên herêmê radiweste û ji wan re serî natewîne. Di vê çerçeveyê de tiliya wî dikeve hin kuştinan de. Ji ber wê çendê dibe kaçax û mehkûmê dewletê. Êdî çiya dibin navnîşana duyemîn ya vê malbatê. Dema dibêjin çiya malbata Haciyê Ferxo tê bîra mirov, dema dibêjin Haciyê Ferxo jî çiya...
Haciyê Ferxoyê ko mijara vê nivîsê ye li herêma Silopya, Şirnex, Beyşebap; herweha li Başûrê Kurdistanê pir dihate nasîn. Ev camêr bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Mêranî û qehremanî di kesayetiya Haciyê Ferxo de mûcessem bibû. Di dema zaroktiya min de ko wê demê em li gundê Wehdisê ya ser bi navçeya Silopya ve ye bûn min carekê ji pişt ve ev camêr dît. Xelkê îşaretî wî dikirin û ji hev ra digotin “ewê hanê Haciyê ferxo ye.”
Hêj em derbasî taybetmendî û serpêhatiyên gorbiheştî nebûyîn, pêşiyê ez dixwazim temasî xaleke girîng bikim. Armanca min ya ji naveroka vê nivîsê û nivîsên bi vî rengî ne ewe ko ez pesnê van kesan bidim. Yan jî kiryarên neyînî yên tên angaşt kirin ko ji aliyê wan ve hatiye kirin erê bikim, weke tiştekî baş bibînim. Na. Helbet weke evdekî û wekî mirovekî xetayên wan jî çêbûne, dibe ko xetayên wan ji başiyên wan bêhtir bin jî. Bes li gorî hedîsa Pêxemberê me ya “qenciyê miriyên xwe bêjin, lê xirabiyên wan na” ez kiryarên wan yên ko nelirêde ne û ne li gorî pîvanên oldarî û mirovahiyê ne bibîr naxim. Mebesta min ya ji van nivîsan:
— Ez bidim zanîn ka çiqas leheng û mêrxas ji nav gelê kurd rabûne. Bila navê van kesana wenda nebin, nesla paşerojê wan nas bikin. Di nav tirkan de bi navê Koroxlu qehremanek rabûye hema tim behsa wî dikin. Bawerim her yek ji wan mêrxasên ko li jor me behsa wan kirî ye kêma kêm Koroxlûyek e. Bila em jî li wan xwedî derbikevin.
— Çima kurd ewqas ji welatparêziyê dûr bibûn û ketibûn bextreşiyê de ko hetanî ew kesana wê mêrxasiya xwe di riyeke tune de bimezixînin?
— Eger welatparêzî û netewaperwerî jî ji wê qehremaniya wan re bibûya haval, ango ew kesayetana bi van sifetan jî hatibana xemilandim, bawerim wê welatê me îro ne holê parçekirî û gelê me jî wê ne holê bindest û kole bûya.
Hin taybetmendî û serpêhatiyên wî:
Ez bixwe nebûme şahid lê welê dihate gotin ko xelkê wê herêmê ji zarokên xwe yên biçûk re holê digotin: “Hişşş! Eve Haciyê Ferxo hat hewe!” û bi wê tirsê zarokên xwe dirazandin.
Di navbera gundên Kulya û Kûkîtê yên Silopya de bi navê Şêx Yûsifê Kûzavî qûba şêxekî hebû ko sonda eşîra Spêrtiyan bi vî şêxî bû. Dema bixwestana sondek bixwarina holê digotin: “Wî şêx Yûsifê Kûzavî, Wî şêx Yûsifê Kûzavî….” Wê demê rêzgirtin û sehma di hemberî goristan, qub, mizgeft û ziyaretan de ne wek ya vê dema me bû. Xelkê nediwêriyana bişev çûbûna goristanekê, qubekê.. Haciyê ferxo ji ber ko qaçax bû dema ko li wê deverê bûya şevan diçû xwe dixist quba Şêx Yûsif, ko xelkê bi roj nedikarîna çûbûna tê de.
Şevekê dîsa hewa şilî ye, ew jî ji ber baranê baz dide diçe qubê de. Qub tarî zulûmat e. Çawa rûdine ji nişka ve dengek ecêp ya “firrr!!!” ji qubê derdikeve. Li ser vî dengî Haî dest diavêje tifinga xwe û baz dide, ji qubê derdikeve. Piştî ko çend gavekan ji qubê dûr ket radiweste û ji xwe re holê dibêje: “Ez haciyê Ferxo bim û ji wî dengî bitirsim..” û dîsa diçe qubê de. Dîsa eynî deng, dîsa baz dide. Cara sisêyê soz û ehdê datîne ser canê xwe ko vê carê çi bibe bila bibe ew ê baz nede û wê perdeyê rake ka ew çi deng e… Dîsa diçe mal de, çawa ew deng tê hema dest diavêje perdeya qubê û radike, dibîne ko tirbedarê qubê çayê vedixwe, ew dengê firêniyê dengê firêniya çayvexwarima wî bû. Ew serhatiya wî bibû mijara sohbeta xelkê wê deverê.
Serhatiyeke din a balkêş:
Haciyê Ferxo di wê dema xwe ya ko mehkûm û firar bû de ew digel hin havalên xwe diçin Îranê. Piştî maweyekê li wir dimînin biryara vegera welêt didin û dikevin ser rê. Dema tên jî li gorî adeta eşîrtiya wê demê li terş û talanê wan didin û qedera 30-40 dewarên hespî bi xwe re tînin û tên. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj li wan dibe şev. Ji ya wan ve ew gihîştine welêt û xetere nemaye. Ew jî gelik westiya bûn, pêwistiya wan ya bêhnvedanê hebû. Hema dewaran berdidin wir û her yek ji wan li derekê serê xwe datîne û dikeve xeweke giran. Tu nabêjî ew dever nêzîkî gundekî ye û derdor jî hemû ziyanên wî gundî ne. Dewarên wan jî nemerdiyê nakin hema dikevin ziyanên xelkê.
Li wan dibe sibe hêj ew di xew de ne. Dema haya yekî xelkê wî gundê nêzî jê çêdibe ko hin dewar ketine ziyanên wan, hema dike hawar. Li ser hawarê gundî dest diavêjin çekên xwe û tên cihê bûyerê û berê xwe didin wan û dest bi sixêfan dikin. Dema Haciyê Ferxo çavê xwe vedike, haya wî ji wê rewşê çêdibe, xetereyê ferq dike û di serê xwe de li çareyekê digere. Lewra eger gundî ew bigirtana wê radestî hikûmetê kiribana, wê sizayek giran xwaribana. Hacî hema ji havalekî xwe dixwaze ko ew dilê xwe biborîne. Havalê wî xwe dixe dilqa yekî mirî de û ew jî li derdora kom dibin, kefiyekê li ser rûyê wî de dikin û xwe jê re xemgîn dikin. Gundî nêzîk dibin bi qîrînê ve. Hacî ji wan re dibêje:
“Biborin me hay ji xwe nema bû, va hûn bixwe jî dibînin ko havalê me dilê wî borî ye, em nizanin ne miriye, ne sax e. Ka çi xusara we bûyîbe, eve dewar li ber we ne, ji dêl wê xusara xwe ve dewaran ji xwe re bibin.” Baweriya yekî ji wan bi vê plana wan nayê, dixwaze kefiya li ser rûyê wî rake ka ew rewş raste an na. Hacî û havalên xwe herçşiqas dixwazin jê re bibin asteng jî lê belê zilam israrê dike û tê kefiyê li ser rûyê wî radike. Bi rakirina kefiyê ya ji ser rûyê wî re tiştekî gelik ecêb û sosret çêdibe. Lewra ew mirovê ko xwe xistibû dilqa miriyan de bi rastî jî miribû.
Vê carê gundî lêborîna xwe ji Hacî û havalên wî dixwazin û di karê mirîyî de arîkariya wan dikin.
Ehmed Axayê Wehsidî (ji malbata teteran), ko gelik caran havaltiya Hacîyê Ferxo kiriye, di çiyayan de pê re geriyaye û bûye nêrevanê (şahid) mêraniya wî, bi armanca ko zarokên wî jî mîna Hacî mêrxas bin bi xwîşkeke wî re zewicî û bû zavayê wî.
Dilovaniya Xwedê lê be. |