CIZÎRA BOTAN, 4/11 2012 — Bawerî afirîşî ye, bi gotina berê fitrî ye. Ango di afirandina mirovan de bawerî heye. Mirov herhal baweriya xwe bi tiştekê tîne; heq ne heq. Heta tê gotin ko kesê ko baweriya wî tunebe jî wî baweriya xwe bi “bêweriyê” anî ye, ango ew jî cûreyeke baweriyê ye.
Di nav wan tiştên ko Rebbê me ji me xwastiye ko em bi cî bînin de bawerî ciheke girîng digre. Heta mirov dikare bêje ko maka wan hemû tiştan bawerî ye. Bes Xwedê Teala di wê peyama ko bi wasiteya pêxemberê xwe bo me şiyandî de xurtî û zorî li tu mirovî nekiriye ko îlle divê ew îmanê bîne. Yanê di 6666 ayetên Qur’ana Pîroz de mirov rastî yek ayetê bi tenê jî ya baweriyê ango îmanê mecbûr bike nayê. Lewra Xwedê Teala di darê vê dinyayê de mirov ji aliyê baweriyê ve serbest berdaye.
Yê bixwaze wê baweriya xwe bîne, yê nexwaze jî qet û qet naîne, di vî karî de xurtî û zorî tune ye. (Sûreta Kehf, ayet-29) Lewra jiyana dinyayê ezmûn e. Wek çawa di ezmûnê de zorî tune ye, mamoste pirsên xwe dike û paşê jî bersivdayînê bi îradeya azad ya xwendekarî ve dihêle. Bazara dîn jî welê ye. Xwedê Teala ji me xwestiye ko em baweriyê, ango îmanê bînin, lê ne bi zorakî. Xwedê ji me re diyar kiriye ko eger em baweriyeke layiq (ya ko bi emelê salih hatî teqwîyekirin) bînin di jiyana pey mirinê de em ê herin Biheştê; eger em îmanê neînin em ê herin dozexê. Lê qet negotiye hûn mecbûr in ko baweriyê bînin. Yanî jî Resûlê xwe nexwestiye ko ew mirovî mecbûrî baweriyê bike.
Heta Xwedê Resûlê xwe jiber azweriya wî li ser neanîna îmanê rexne jî kiriye: “Ji ber ko ew îmanê naînin gelek nemaye tu xwe bikujî. (Şuera-3)
Dîsa di Qur’ana Pîroz de diyar kiriye ko hîdayet di destê Wî bi tenê de ye. Erka Resûl bi ragihandin e/teblîx e. (Sûreta Enkebût, ayet,18)
Li vir tiştek heye ko gelik girîng e: Li gorî Îslamê pêwîst e ev peyama dîn dûr-nêzîk ji hemû mirovan re were ragihandin. Bawermendên misilmanan di wê bêgaviyê de ne ko herhal ev peyam ji hemû mirovan re here. Dema di mijara gihandina peyama Îslamê ya ji bo mirovan re astengî derket, wê demê şer ango bi gotina Îslamê cîhad derdike holê. Yanê raza cîhada Îslamê ev e; bi astengbûna vê peyama navborî ve girêdayî ye. Eger astengî tunebe, şer jî wê tune be. Her çiqas hinek nezan angaşt dikin ko Îslam bi şûr belav bûye, lê ev angaşt ji rastiyê gelik dûr e. Şûr bûye navgîna ragihandina peyamê. Jixwe di dema cenabê Muhemmed de jî yên ne misilman li navenda Îslamê, li bajarê Medîneya Mûnewwere hebûne. Ev jî vê angaşta wan pûç derdixîne.
Ez dixwazim vêya bînim ser wê çendê ko rayedarên dewletê her dem dînê pîrozê Îslamê di eleyhiyê tevgera kurdan de bi kar tînin. Berî niho bi panzdeh-bîst salan dema diketan di nav tengiyê de hema serî li wê bangeşeyê didan ko “tevgera azadiya kurd ermenî ne” û ew bi wê ramanê tawanbar dikirin. Lêbelê dema dîtin ko yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest didin Elî ye, Welî ye, Ehmed e, Mustefa ye, Osman e.. hemû navên misilmanan e, êdî dev ji vê bangeşeyê berdan. Îca çi qewimî be em nizanin, lê di van salên dawiyê de ji aliyê serokwezîrê qaşo Îslamîgir ve ser hev behsa Êzidîtiyê, Mecûsîtiyê û Zerdûştiyê tê kirin.
Ev dîn û ramanên navborî çi ne, bingeha wan li ser çî ye, rêya wan heq e yan ne heq e ev ne mijara vê nivîsê ye.
Gelo serokwezîrê ko dewleta wî bixwe li ser esasê kufrê ye, bi kîjan mafî, li gorî kîjan exlaqî li ser navê Îslamê û bi vî sifetî heqaretê li van dîn û baweriyan dike? Wek çawa em jî naxwazin kes heqaretê li ola me bike. Gelo di nav tevaya gelê kurd de hejmara zerdûştparêzan ji sedî çend in? Bi gotineke din gelo di nav kurdan de zerdûştîparêzekî bi tenê jî heye? Ew rastî wî/wê hatiye? Netewaya kurd ji sedî çend misilman in, çend êzidî ne? Em ferz bikin ko beşa mezin jî êzidî be ma mafê wî yê biçûkxistinê heye? Halehale pirtirîn misilman in.
Xwedê Teala bixwe li vê dinyayê mirov serbest berdaye ko kîjan olê bibijêre, lêbelê serokwezîrê Tirkiyeyê dixwaze vî mafî ji dest wan derxîne. Ev ji axaftina wî ya li Elezîzê kirî diyar e. Di vê axaftina xwe de heqaret li olên Mecûsî û Êzidî kir û di şexsê wan de heqaret li kurdan jî kir. Holê got:
— …Ti pêwendiya wan a bi Xwedê re tune ye. Cihê van terorîstan diyar e. Ew zerdûştî ne. Ew bixwe dibêjin. Behsa êzîdîtiyê dikin. Êzidî jî bin, hetanî tevlî terorê nebin, ji ber ko mirov mirov e, dîsa em ê qîmetê bidin wan.
Gotina wî ya “êzîdî jî bin…” ji hêla heqaretê ve gelek watedar e.
Gelo kiryarên Erdoxanî yên hetanî îro kirine, xasma yên derbarê kurdan de kirine qey gelik Îslamî ne hetanî ew rabe li ser navê Îslamê heqaretê li olên din bike? Gelo serokwezîr hetanî îro bi kiryarî (fîîlen) kîjan exlaqê Îslamê temsîl kiriye ko hetanî neteweyên din jî li wê tevgera wî binêrin û nêzî Îslamê bibin? Divê serokwezîr gotina Bedîuzzemanî ya “Eger em kemalata heqîqetên îslamê bi kirinên xwe nîşan bidin wê pêgirên olên din birr bi birr têkevin Îslamê” seh kiribe.
Yê cara pêşî dirûşmeya “yek welat, yek al, yek netewa” qîrayî û ji kurdan re gotî yê nexwaze bila ji vir here ew e.
Yê gotî “Jin jî bin zarok jî bin kî bin bila ew bin, hêzên me yê ewleyiyê tişta ko pêwist be dê bikin” û bi vî hawî rê li ber kuştina kurdên sivîl vekirî ew e.
Di dema wî de bi dehan zarokên bêguneh bi çek û bombeyên polês û leşkeran jiyana xwe ji dest dane, lê hetanî îro kiryarên wan siza nexwarine. Xasma li Robozkê sih û çar zarokên bêguneh yên kurd bi awayekî hovane hatin bomberan kirin, lê hetanî îro bikujên wan aşkere nebûne û hesap ji wan nehatiye xwestin. Halehale Xwedê gotiye: “Kî yekê bikuje herwekî mirov hemû kuştibe, Maîde-32” Pêxemberê me jî ferman kiriye: “Hûn hemû şivan in û ji şivantiya xwe berpirsiyar in. Buxarî, Muslim” Gelo ev e şivantî?
Çendîn caran aliyê kurd ji bo aştiyê biryara agirbestê daye û rê li ber aştiyê vekiriye, lê ew wek serokwezîr her dijê wê aştiyê derketiye, daxwazên gelê kurd yên rewa û însanî bi rêya xwînê bersivandiye. Hale hale Xwedê gotiye “Es-sulhû xeyrûn-Aşitî çêtir e, Nisa-128”
Çendîn caran serokwezîr li xwe mikûr hatiye ko pirgirêka kurd heye, pirgirêka kurd ya wî ye, ew ê çareser bike; lê paşê jî sed û heştî dereceyan bi şûn de ziviriye û gotiye pirgirêka kurd tune ye.
Wek dawî di Qur’ana Pîroz de Xwedê Teala dibêje: “Ey bawermendan hûn! Çima hûn wê tişta ko hûn bixwe nakin, dibêjin.?” (Sûreta Saf, ayet:2) Madem tu bixwe bi tu tevgerên xwe ve nûnertiya Îslamê nakî, tu çima heqaretê li dîn û baweriyên din dikî?
Gotineke tirkan bixwe heye: “Yê ko dijûnan dide dînê min jiqeneve bila bmisilman bûya!” |