CIZÎRA BOTAN, 29/9 2012 — Xwidê teala dema mirov şande vê mêhvangeha ko navê wê dinya ye, çi cîhaz û aletên madî û manewî ko di jiyana wî de pêwîstiya wî pê çêbibe jê re şandiye. Herweha daku mirovî ji ajalan veqetîne ew bi hinek hestên hêja û qedirbilind xemilandiye. Wek mînak: Aqil, evîn, hezjêkirin, meraq…
Yek ji wan hestên ko di jiyana mirovî de pêwistiya wî pê heye jî “tirs” e. Sedema heyîna tirsê parastina jiyana mirovî ye. Eger di mirovî de hesta tirsê nebûya, neqabil bû ko jiyana wî ya vê dinyayê berdewam kiriba. Wek mînak xwe ji wan tiştên ko jiyana wî têxe di nav xetereyê de nedida alî. Ji agirê ko dişewitîne, ji ava ko dixeniqîne, ji ajalên dirinde yên mirovî perçe dike, ji nexweşînên kujer pakî nedikir.
Bes dîsa Xwedê teala da ko hin bendeyên xwe yên xalis û muxlis ji yên ewam û elelade veqetîne bangî wan kiriye ko ew vê hesta xwe ya tirsê bi tenê di riya Wî de bikar bînin. Bi fermana xwe ya di Qur’ana pîroz ya “Wela texafûhûm, wexafûnî- Ji wan netirsin, ji min bitirsin (1) de ji wan xwestiye ko ew kesên qedirbilind ji kesî netirsin. Dema em li jiyana hin weliyên bijare dinêrin, bi rastî em dibînin ko mirovên bi vî hawî hene.
Yek ji wan kesên ko ev hesta tirsê di rêya Xwedê de bikar anî û ji Wî pê ve ji tu kesî û ji çi tiştî netirsiyayî bê guman Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Dema mirov li jiyana wî dinêre dibîne ko mîna gelek mijaran ew di vê mijarê de jî di nav kesayetên sereke de ye. Di jiyana wî ya nêzî sedsalekî berdewam kirî de bi gelek rewşên xeternak re rûbirû maye û liqayî gelek kesê zordest hatiye, lê tu caran tirsê nikaribû serê wî li ber wan kesan bitewanda. Di vê derbarê de ew bixwe holê dibêje:
“Ez ji zikmakî tehemmûla zillet û heqaretê nakim. İzzet û şehameta Îslamî bi tundî men’a min ji vê rewşê dike. Gava ez têkevim rewşeke halo, di hemberî min de kî be bila be; welew cebbarekî zordest be, an jî fermandarekî dijmin ê xunxwar be ez tezellûlê nakim. Ez zordarî û xunxariya wî li devê wî dixim. Ew ê min bixe girtîgehê, an jî wê min bibe sêpiya îdamê… qet ne girîng e. – Çawa ko wisa çêbû jî- Min evne hemû dîtin. Heke dil û vicdana wî fermandarê xunxar (2) çend deqîqeyên din zordarî ragirtiba, Seîd îro hatibû dardekirin û ketibû nav refên bêsûcan .” (3)
Ez ê di vê nivîsarê de xwe de mînakekê ji jiyana wî bidim ko behsa pêwendiyên di nav bera wî û Mistoyê Mîrî de rûdayîn dike.
Mustefa Paşa ko di nav gel de weke Mistoyê Mîrî dihate nasîn serokê eşîra mîran bû. Sultan Evdilhemîdê didoyê ew kiribû paşayê Hemîdiyê. Tê gotin ko Mistoyê Mîrî Sala 1902-yê ji aliyê eşîra Şirnexiyan ve di nêvbera Cizîrê û Şirnexê de hat kuştin.
Mistoyê Mîrî ji ber ko pişta wî ji sultanê Osmaniyan Evdilhemîdê Duwemîn germ bû, gelê herêmê bi zordestiyeke gelik dijwar birêve dibir.
Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî di wê dema ko li Tilloyê bû şevekê di xewna xwe de Cenabê Şêx Evdilqadirê Geylanê dibîne. Geylanî jê re holê dibêje:
— Mela Seîd! Here ba Mustefa Paşayê serokê eşîra Mîran û wî vexwîne bo riya hidayetê. Herweha şîretê lê bike ko ew dest ji zordestiyê berde û dewama li ser nimêjê û emrê qenciyê bike. Heke na wî bikuje.
Mela Seîd çawa vê xewnê dibîne hema amadeyiya rê dike û ji Tîloyê dikeve ser rê û rasterast diçe konê Mustefa Paşa. Ji ber ko paşa ne li kon de bû, hinkê bêhna xwe vedide. Pişt re Paşê dikeve hundir. Yên li wir hemû ji ber Paşê ve radibin, lê ew xwe ji cihê xwe naleqîne. Piştî ko ev rewş bala wî dikişîne, gazî Fetah Beg yê serdarê (bînbaşî) eşîretê dike û jê dipirse ew kî ye? Fetah Beg jê re dibêje ko ew Mela Seîdê Meşhûr e. Halehale Paşê ji aliman hez nedikir. Bêguman li ser vê çendê gelik hêrs bibû jî lê neda xuyakirin. Dema ji Mela Seîd pirsiyar kir ko ew ji bo çi hatiye wir, Mela Seîd holê bersiva wî da.
— Ez hatime vir daku te bînim ser rê. Yan tu dê dest ji zordestiyê berdî û nimêj bikî yan jî ez ê te bikujim! (*) Piştî ko evya got, paşê hêrs dibe û derdikeve derve. Piştî ko hinkê digere dîsa vedigere binê kon û dîsa ji Mela Seîd pirsiyar dike ko ew ji bo çi hatiye wir. Mela Seîd:
— Ne min ji te re got! Ez ji ber wê çendê hatime vir. Mustefa paşa destê xwe îşaretî şûrê Mela Seîd yê bi stûna kon ve bû kir û got:
— Bi vî şûrê pîs (tu yê min bikujî)?
Bedîuzzaman di bersiva xwe de got:
– Şûr nabire, dest dibire.
Mustefa Paşa dîsa derdikeve derve, hinkê digere û paşê tê hundirê kon. Ji Bedîuzzeman re holê dibêje:
— Li Cizîrê gelik alimên min hene. Ege tu karibî wan alimana zix (îlzam) bikî, ez ê her tişta ko tu bibêjî bikim. Eger tu wana zix nekî ez ê te bavêjim çemê Dîcleyê. (4)
Mela Seîd:
Wek çawa ne hedê min e ko ez wan hemû aliman zix bikim, eynen welê ne hedê te ye jî tu min biavêjî çemê Dîcleyê. Bes eger ez bersiva aliman bidim ez ê tiştekî ji te bixwazim ew jî tifingeka mawzer e. Şayet tu li ser soza xwe nesekinî ez ê bi wê te bikujim.
Piştî vê axaftinê ew û paşa li hespan suwar dibin, diçin Cizîrê. Paşê di rê da qet bi Mela Seîde re naaxive. Piştî ko tên Banê Xanê, Mela Seîd ji ber ko westiyabû hinkê radizê. Çawa çavê xwe vedike, dibîne ko alimên Cizîrê hemû li derdorê wî kom bûne û di destên wan de kitêbên wan hene. Piştî hevdîtineke kurt çayê îkramî wan dikin. Alimên Cizîrê ji ber ko şohreta Mela Seîd seh kiribûn, welê behitî li benda pirsên wî mabûn û haya wan ji çaya wan jî nebû. Mela Seîd piştî ko çaya xwe vexwar, çaya alimek, dudo yên li derdora xwe yên matmayîn jî vexwar, ko ewana ev ferq nekir. Mustefa Paşa berê xwe da meleyan:
— Ez ne xwenda me, bes ez hêj niho dizanin ko hûn ê di mucadeleya xwe ya bi Mela Seîd re têk biçin. Lewra ez dibînim ko hewe ji ber mitaleyê çaya xwe ji bîr kiriye, lê Mela Seîd piştî ko çaya xwe vexwar du-sê qedeh çaya hewe jî vexwar. Li ser vê çendê hinek henek kirin, paşê Mela Seîd ji melayan re holê got:
— Ezbenî! Xulamê hewe (behsa xwe dike) min soz daniye ser ruhê xwe, ez pirsa ji tu kesî nakim, ji ber vê yekê ez li benda pirsên we me.
Melayan qederê çil pirsan jê dikin. Mela Seîd piştî bersiva wan hemû pirsan da, her çawa çêbibe bersiva pirsekê xelet dabû, lê haya wan jî ji vê xeletiyê çênebibû û ew jî weke rast erê kiribûn. Piştî ko civat difişkile, tê bîra Mela Seîd, hema dikeve pey wan û holê dibêje:
— Li min megirin, min bersiva pirseka we xelet dabû jî lê hûn tênegihiştîn, û bersiva wê pirsê sererast dike.
Melayan holê dibêjin:
— Vaye niho te em tam zix kirin!
Paşê hinek mela tên ba Mela Seîd da dersê jê werbigirn.
Piştî vê çendê Mustefa Paşa ew mawzera ko soza wê jê re dabû diyariyî wî dike û dest bi nimêjê dike. (5)
(*) Yê karibe di hemberî Mistoyê Mîrî de vêya bibêje, divê cegerek ji pola hebe.
1. Alî Îmran-ayet 175
2. Ev fermandarê ko Ûstad behsa wî dike Nîkolay Nîkolayevîç yê xwarziyê Çarê Rûs yê duwemîn Aleksandr e. Di wê dema ko Ûstad li Rûsyayê êxsîr bû de herdu rastî hev tên û di nav bera wan de bûyereke balkêş rûdide.
3. Tarîxçeya Heyat, rûpel: 629
4. Herçiqas di jêderkê de behsa çemê Firatê dike, lê ya rast ew Firat e, Dîcle ye. Lewra Dîcle di ber Cizîrê re derbas dibe
5. Tarîxçeya Heyat: 40-42 |