[CIZÎRA BOTAN, 6/7 2012] — Di dawiya beşa ewil de ji ber ko hinkê qala şeaîrê Îslamê hatibû kirin, di vê beşa dudoyê ya der heqê Remezana Pîroz ko di nav şeaîran de ya herî geş û ya herî muhteşem e de dê hin hikmetên wê werin bibîr anîn.
Ev Beşa Dudoyê “Neh Nukte”yên ko di nav gelek û gelek hikmetên Remezana Pîroz de neh hikmetan beyan dike ye.)
ÈöÓúãö Çááøåö ÇáÑóøÍúãäö ÇáÑóøÍöíãö
ÔóåúÑõ ÑóãóÖóÇäó ÇáóøÐöì ÇõäúÒöáó Ýöíåö ÇáúÞõÑúÂäõ åõÏðì áöáäóøÇÓö æó ÈóíöøäóÇÊò ãöäó ÇáúåõÏóì æó ÇáúÝõÑúÞóÇäö
Nûkteya Ewil: Rojiya Remezanê riknekî pêşî yê ji wan her pênc riknên Îslamê ye. Hem ji wan şeaîrên herî mezin yên Îslamê ye.
Vaye di rojiya Remezana Pîroz de gelek hikmet hene ko hem li Rubûbiyeta Xwedê dinêrin hem li jiyana komelî ya mirovan dinêrin hem li jiyana şexsî dinêrin hem li terbiyeya nefsê hem jî li şukra ne’metên Xwedê dinêrin.
Hikmetek ji wan gelek hikmetên rojiyê yên ji aliyê Rubûbiyeta Cenabê Heq ve eve ye ku:
Cenabê Heq rûyê erdê di sûretê sifreyeke ne’metê de afirandiye û her cûr ne’met di wê sifreyê de di awayê “ãöäú ÍóíúËõ áÇó íóÍúÊóÓöÈõ ” rêz kirine û Rubûbiyet û Rehmaniyet û Rehîmiyeta xwe ya tam bi vî awayî îfade dike. Mirov di bin perdeya xefletê de û di daîreya sebeban de nikarin wê heqîqeta ko ew îfade dike tam bibînin, car caran ji bîr dikin. Lêbelê di Remezana Pîroz de ehlê îmanê dikevin şûna artêşeke birêkûpêk. Nêzî êvarê herwekî ji bo mêhvaniya Sultanê Ezelî hatibin vexwendin, nêzî êvarê, bi awayekî ubûdiyetkarî nîşan didin ko li benda fermanê rawestiyayî ne ko bibêje “kerem kin!” li ber wê rehmaniyeta şefqetawer, heşmetawer û kuliyetawer bi bendetiyeke berfireh, mezin û birêkûpêk mukabele dikin. Gelo mirovên ko tevlî vê şerefa kerametê nebin layiqî navê mirovî ne?
Nukteya Dudoyê: Hikmeteke ji wan gelek hikmetên rojiya Remezana Pîroz ya ko li aliyê şukra ne’metên Cenabê Heq dinêre eve ye ku: Wek çawa di Peyva Ewil de hatiye gotin ko ew xwarinên ko teblevanekî ji pêşgeha padîşehekî anî bihayekê dixwaze. Digel ko bexşîş ji tablevanî re tê dayîn, eger ew ne’metên gelek qedirbilnd bêqîmet bêne zenkirin û yê ew ne’metana în’am kirî nas neke çi debengiyeyek e, mîna wê jî, Cenabê Heq ne’metên xwe yên cur be cur yên bêhed û hesap li ser rûyê erdê reşandine. Di bergîdana wan da, weke buhayê wan ne’metan şukrê dixwaze. Sebeb û xwediyên wan ne’metan di şûna teblevanî de ne. Em buhayekê didin wan teblevanan, em ji wan re minêdar dibin; heta em rêz û spasiyeke zêde ya ko ew heq nekirine ji wan re nîşan didin. Hal bi hal Mûn’îmê Heqîqî ji wan sebeban bêhed û hesap zêdetir bi wesiteya wê ne’metê layiqê şukrê ye. Vaye spaskirina wî (ewe ku) bête zanîn ko ew ne’metana rasterast ji wî ne, wan ne’metana teqdîr bike û hewceyiya xwe ya ji wan ne’metan re hîs bike.
Vaye rojiya Remezana Pîroz mifteya şukreke rastî, xalis, mezin û gişkî ye. Lewre, di demên din de gelek mirovên mecbûr nemayîn hene ko dema bi bîrçîbûneke rastî re rû bi rû nemînin qîmeta gelek ne’metan nizanin. Mirovekî têr xasma dewlemend be dereceya ne’meta ko di pariyek nanê hişk de ye fêm nake. Hal bi hal di dema fitarê de ew nanê hişk, li ber çavê bawermendekî sehkera çêjkirinê şehdebûnê dike ko ne’meteke Îlahî ya gelek qîymetdar e. Ji padîşehekî bigre heta bête yê herî xizan her kes, di Remezana Pîroz de, bi fêmkirina qîmeta wan ne’metan digihije şukreke manewî. Hem ji aliyê ko di rojê de xwarin qedexe ye, holê dibêje: “Ew ne’metana ne milkê min in. Ez di xwarin û vexwarina wê de ne azadi im; nexwe malê hinekî din in û în’ama wan e. Ez li benda fermana wî me.” û bi awayî ne’metê ne’met dizane; şukreke manewî dike. Eve bi vî awayî rojî dikeve şûna mifteya şukra ko ji gelek aliyan ve erka mirovî ya heqîqî ye.
Nukteya Sisêyê: Rojî ji aliyê ko li jiyana civakî ya mirovî dinêre ji gelek hikmetên wê hikmetek jî eve ye ku: Mirov ji aliyê debarê ve di avayekî têvel de hatine afirandin. Cenabê Heq ji ber wê cihêtiyê dewlemendan vedixwîne bo alîkariya xizanan. Hal bi hal, dewlemend ancax bi birçîtiya rojiyê dibe ko rewşa dilsoj ya xizanan û bi birçîtiya wan bihesin. Eger rojî nebe, dibe ko gelek dewlemendê nefîsperest hebin ko nezanibin ka birçîtî û xizanî çi qeder nexweş e û ewana çi qeder hewceyî piyarîyê ne. Ji vî aliyî be piyariya hemcincs ya di mirovayiyê de esasa şukreke heqîqî ye. Kîjan ferd be bila bibe dibe ko yek ji wî xizantir hebe. Ew binbarê wî çendê ye ko piyariyê jê re nîşan bide. Eger ne ji ber mecbûriyeta birçîhiştina nefsê be, nikare wê qencî û alîkariya ko bi wesiteya piyariyê binbarê muawenetê ye, bike; bike jî tam nake. Lewre wê rewşê bi awayekî rastî di nefsa xwe de hîs nake.
Nukteya Çarê: Hikmetek ji gelek hikmetên rojiya Remezana Pîroz ya li terbiyeya nefsê dinêre eve ye ku: Nefs dixwaze ew azad û serbest be û xwe welê qebûl dike. Heta, bi awayekî fitrî Rrubûbiyeteke mewhûm û hereketek wek dilê xwe (keyfe ma yeşa’) dixwaze. Naxwaze bihizrîne ko ew bi ne’metên bêhed û hesap hatiye xwedîkirin. Xasma, di dinyayê de xwediyê serwet û îqtîdara wî jî hebe û xefletê jî alîkarî kiribe, bi carekê ne’metên Îlahî bi awayekî xespî û mîna dizan û mîna heywanan dixwe.
Vaye di Remezana Pîroz de ji yê herî dewlemend bigre hetanî yê herî xizan nefsa wî fêm dike ko ew ne xwediyê (xwe ye), kole ye, ne azad e, evd e. Ferman jê re neyêt dayîn nikare tişteke herî ji rêzê û herî rehet jî bike, nikare destê xwe biavêje avê; bi vî awayî Rubûbiyeta wî ya mewhûm dişikê, xwe li evdîtiye datîne, dikeve şukrê ko erka wî ya rastî ye.
Nukteya Pêncê: Hikmetek ji gelek hikmetên ko rojiya Remezana Pîroz li aliyê xweşkirina sincê û li destjêberdana muameleyê serkêşane dinêre eve ye ku: Nefsa mirov bi xefletê xwe jibîr dike. Nikare ecza bêhed û hesap, xizaniya xwe yê bênîhayet û kêmasiya xwe ya zêde bibîne û naxwaze bibîne. Hem nahizrîne ka ew çi qas zeîf e û bi zewalê re rûbirû ye û hedefa karesatan e û ji goşt û hestiyê ko zû xira dibe û belav dibe pêk tê. Welê xeyal dike û welê xwe bi dinyayê ve digre ko herwekî ew xwediyê laşekî ko ji polayê çêbûye ye û ew ebedî ye. Bi azwerî û temaheke pir û bi eleqe û hezkirineke zêde xwe diavêje dinyayê. Xwe bi her tişta ko lezeta wê û menfeeta wê heye ve girê dide. Hem Afirînerê xwe yê ko wî bi piyariyeke tam xwedî dike ji bîr dike. Hem encama jiyana xwe û jiyana axreta xwe nahizrîne; di nav sinca xirab de digewile.
Vaye rojiya Remezana Pîroz ji yên herî xafil û herî serhişk re qelsiya wan û ecza wan û xizaniya wan bi wan dide hîs kirin. Bi wesiteya birçîtîyê hizra mîdeya xwe dike. Hewceyiya ko di mîdeya wî de ye fêm dike. Laşê wî yê zeîf çi derece petot e. Fêm dike ko hewceyiya wî çiqas bi dilovanî û piyariyê heye. Daxwazeke holê hîs dike ko dest ji fir’ewniya nefsê berde û bi ecz û xizaniyeke tam penahê dergehê Îlahî bibe û xwe amade dike ko bi destê şukreke manewî li deriyê rehmetê bixe. Eger xefletê dilê wî xirab nekiribe…
Nukteya Şeşê: Yek ji wan hikmetên gelek ya rojiya Remezana Şerîf ya ji aliyê ko li nuzûla Qur’ana Hekîm dinêre û ya dema nuzûla herî girîng ya Qur’ana Hekîm e eve ye ku: Qur’ana Hekîm hemin di meha Remezanê de nazil bûye, ji bo ko xwe ji dema nazilbûna wê re û amade bike û bi pêşniyazeke baş wê xîtaba semawî pêşniyaz bike, di Remezana Pîroz de xwe ji hewceyiyên suflî yên nefsê û ji rewşên malaye’nî bide alî û xwarin û vexwarinê biterikîne û xwe bişibîne weziyeta ferîşteyiyê û di wî sûretî de Qur’anê herwekî nû nazil bûyî bixwîne û guhdarî bike û xîtabên Îlahî yên tê de herwekî di wê dema nizûlê de ye guhdarî bike û wê xîtabê herwekî ji Resûlê Ekrem (e.s.w.) seh dike guhdarî bike, belkê herwekî ji Cenabê Cebraîl, belkê ji Mûtekelimê Ezelî guhdarî dike xwe mezherî wê rewşa pîroz bike. Û ew bixwe wergeriya wê bike û bi hinekên din bide guhdarîkirin û dereceyekê hikmeta nuzûla Qur’anê nîşan bide.
Belê di Remezana Pîroz de alema Îslamê herwekî têkeve şûna mizgeftekê; mizgefteke welê ko bi milyonan hafiz di quncikên wê mizgefta mezin de wê Qur’anê, wê xîtaba semawî li xelkên dinyayê didin sehkirin. Her Remezan ayeta “ÔóåúÑõ ÑóãóÖóÇäó ÇáóøÐöì ÇõäúÒöáó Ýöíåö ÇáúÞõÑúÂäõ “ di awayekî nûranî û geş de nîşan dide. Remezan dipeyitîne ko meha Qur’anê ye. Ferdên din yên wê cemaeta mezin, hinek bixuşû’ li wan hafizan guhdarî dikin. Yên din jî ew bixwe ji xwe re dixwînin. Di mizgefteke pîroz ya di rewşeke holê de yek li pey daxwazên (hewes) sûflî yên nefsa xwe here û bi xwarin û vexwarinê ji wê rewşa nûranî derbikeve çiqas sik be, çiqas dibe hedefa nefreta manewî ya cemaeta di wê mizgeftê de; eynen welê jî di Remezana Pîroz de yên dijayetiya rojîgiran dikin jî wê dereceyê hedefa nefret û tehqîra manewî ya hemû wê alema Îslamê ye.
Nukteya Heftê: Hikmetek ji gelek hikmetên rojiya Remezanê ya li qezenca mirovê ko ji bo çandinî û bazirganiyê hatiye dinyayê dinêre eve ye ku: Di Remezana Pîroz de xêra emelan yek bi hezaran e. Bi nessa hedîsê her tîpeka Qur’ana Hekîm deh xêrên wê hene; deh hesene tên hesabê, deh fêkiyên Biheştê tînin. Di Remezana Pîroz de her tîpek (herf) ne deh in, hezar in û her tîpeka ayetên mîna Ayet-ûl Kursî hezaran û di înyên Remezana Pîroz de hîn pitir in. Û di Leylet-ûl Qedrê de sih hezar xêr tên hesabê. Belê Qurâna Hekîm ya ko her tîpeka wê sih hezar fêkiyên mayînde dide dikeve şûna dareke tûbayê ya welê nûranî ko di Remezana Pîroz de milyonan fêkiyên mayînde ji bawermenadn re dide qezenckirin. De ka were li vê bazirganiya pîroz û ebedî û bifeyde binihêre, seyra wê bike û mitale bike ko yên qîmeta van tîpana teqdîr nakin di xusareteke çi derece bêhed û hesap de ne, fêm ke!
Vaye Remezena Pîroz herwekî pêşangeh û pazareke gelek bikar ya ji bo bazirganiya axretê ye. Û ji bo ber û dahata axretê zemîneke gelek berdar (mûnbît) e. Û ji bo gihîştina (neşwûnema) e’malî meha Nîsan a biharê ye. Di hember Selteneta Rubûbiyeta Îlahî de şûna cejneka herî geş û pîroz ya kirina rê û resma ubûdiyeta beşerî ye. Û ji ber ko welê ye, bi rojiyê binbar (mukelef) bûye daku nekeve nav hewceyiyên bixeflet û heywanî yên nefsê yên mîna xwarin-vexwarinê û daxwazên nelazim û hewaperestane. Herwekî bi awayekî demdemî ji heywantiyê derbikeve yan jî ji ber ko ketiye nav bazirganiya axretê, hewceyiyên xwe yên bi dinayayê re eleqedar bi awayekî demdemî bihêle û têkeve rewşa merivekî axretê û giyaneke ko bûyî cesed û xuya bûyî; bi rojiya xwe biawayekê ji Semediyetê re neynikdariyê bike. Belê remezana Pîroz di vê dinyaya fanî de, di nava vî temenê fanî de û di vê jiyana kurt de temeneke mayînde û jiyaneke baqî ya dirêj dihundirîne û dide qezenckirin.
Belê Remezaneke tenê dikare semereyên (berên) temeneke heştê sal (ji mirovan re) bide qezenckirin. Lêbelê Leylet-ûl Qedr bi nesa Qur’anê ji hezar şevî xêrtir e, eva hanê delîleke qet’î ya vê razê ye. Belê wek çawa padîşahek di maweya selteneta xwe de, hema bêje her sal, yan bi navê cilûsa hûmayûn yan jî ji bo gihiştina cîlweyeke şe’şe’eya selteneta xwe hin rojan dike cejn. Hemwelatiyên xwe di wê rojê de neku di daîreya zagonên giştî de, belkê digihijîne qenciyên xwe yên taybet, hizûra xwe ya bê perde û îltîfata xwe ya xas, îcraeta xwe ya fewqelade; û wî gelê xwe yê layiq û sadiq rasterast digihîjîne tewecûha xwe ya xas. Eynen welê jî: Padîşehê Zûlcelalê hijdehezar aleman ko Sultanê Ezel û Ebed e; Qur’ana Hekîm ko fermana alîşan e û li wan hijdehezar aleman dinêre û tewecûhê wan dike, di Remezana Pîroz de nazil kiriye. Helbet pêwistiya hikmeta wî ye ko ew Remezan bibe cejneke Îlahî ya taybet û bibe pêşangeheke Rebbanî û mecliseke rûhanî. Hemin ew Remezan cejn e; helbet ji bo ko mirovan ji meşxeleyên suflî û heywanî bikêşe dê emrê rojiyê bêt kirin. Û ekmela wê rojiyê jî: Mîna mîdeyê bi hemû hestan, bi hemû cîhazên însanî yên mîna çavî, guhî, dilî, xeyalê û fikrê jî bi awayekî rojiyê bide girtin. Ango, ji heramî û ji tiştên nelazim bikêşe û her yekî ber bi ubûdiyeteke mexsûs ve bajo. Wek mînak: Zimanê xwe ji derewan, ji nekamiyê û ji gotinên xirab bide alî û bi vî awayî rojiyê pê bide girtin. Û wî zimanî bi tiştên mîna xwendina Qur’anê, zikr û tesbîh û selewat û îstîxfarê mijûl bike… Wek mînak: Çavê xwe ji nezera heram û guhê xwe ji sehkirina tiştên xirab bide alî û çavê xwe di îbretê de û guhê xwe di guhdarîkirina gotinên heq û Qur’anê de serf bike, texlîteke rojiyê bi cîhazên (orxan) din jî bide girtin. Jixwe ji ber ko mîde karxaneya herî mezin e eger bi rojiyê navberê bide kar (tatîlê eşxal) dezgehên din yên biçûk bi hêsanî dikare bide tebaiyetkirin.
Nukteya Heştê: Hikmetek ji gelek hikmetên ko Remezana Pîroz li aliyê jiyana şexsî yê mirovî dinêre eve ye ku:
Ji mirovî re, parêzeke madî û manewî ya ji cûreya dermaneke herî girîng e û ji aliyê tibê ve jî hîmye ye ku: Ko nefsa mirovî der barê xwarin û vexwarinê de awayê wek dilê xwe (keyfemayeşa’) tevbigere, hem ji aliyê tibê ve zerarê dide jiyana madî ya şexsî, hem ko nebêje ‘helal e-heram e’ êrîşî her tiştî bike herwekî jiyana manewî jehredar bike. Êdî îtaeta qelbî û rûhî li wê nefsê nexweş tê. Bi serkêşî dezgîna xwe dixwe destê xwe. Êdî mirov nikare lê siwar bibe, ew li mirov siwar dibe. Di Remezana Pîroz de, bi wesiteya rojiyê bi awayekî dielime parêzê; hewl dide riyazetê bike û hîn dibe ko li fermanan guhdarî bike. Li mîdeya reben jî bi wê xwarina berî hezim û gibirînê xwarin li ser xwarinê danagre, nexweşînan nakişîne serê. Û ji aliyê ko bi wesiteya fermanê helal terikandiye, qabîliyet pê re çêdibe ko li fermana ko ji aqil û şerîetê tên yên xwejêdûrkirina heraman guhdarî ke. Hewl dide ko jiyana manewiya xwe xirab neke.
Hem pirtirînên mirovan gelek caran bi birçîtîê re rûbirû dimînin. Birçîtiya ko ji boyî sebr û semaxê bedenparêziyekê dide, hewceyiya wê bi riyazetê heye. Rojiya Remezana Pîroz maweya birçîtiya ko panzdeh demjimêran, eger bê paşîv be bîst û çar demjimêran dewam dike sebr û semaxek e û riyazet û bedenparêziyek e. Nexwe dermaneke bêsebrî û bêsemaxiya ko karesata mirovan dike du qat, rojî ye.
Hem gelek xizmetkarên wê karxaneya mîdeyê hene. Hem gelek cîhazên mirov yên bi wê ve pêwendidar in hene. Nefs eger di wextê rojê yê mehekê demdemî de nekeve betlaneya şuxulan, îbadetên xusûsî yên wan xizmetkarên wê karxaneyê û wan cîhazan bi wan dide ji bîr kirin, bixwe re dide mijûlkirin û wan di bin zordestî û fermanên xwe de dihêle. Wan cîhazên din ên mirovî jî bi qerebalix û dûxana wan çerxên karxaneya manewî tevlîhev bike. Her tim bala wan dide ser xwe. Erka wan ya ulwî bi awayekî demdemî dide ji bîr kirin. Ji ber wê çendê ye ku; berê û pêş de ehlê welayetê ji boyî tekemûlê, xwe hînî riyazetê, kêmxwarin û kêmvexwarinê kirine. Bes, ew xizmetkarên wê karxaneyê bi rojiya Remezana Pîroz fêm dikin ko sirf ji boyî wê karxaneyê nehatine afirandin. Û cîhazên din ji dêl kêf û zewqa sûflî ya wê karxaneyê, di Remezana Pîroz de di kêf û zewqa ferîşteyî û giyanî de lezetê distînin, berê wan dide wan. Ji ber wê çendê ye ko di Remezana Pîroz de bawermend li gorî dereceyên xwe digihijin nûr û feyz û surûrên cihê cihê yên manewî. Di wê meha bimbarik de, bi wesiteya rojiyê gelek bipêşdeçûn û jêfeyîzgirtinên wan hestên mîna dil, giyan, aqil û sirê hene. Tevî ko mîde digrî jî ew (hestana) bi awayekî mesûmî dikenin.
Nukteya Nehê: Hikmetek ji gelek hikmetên rojiya Remezana Pîroz ya ji aliyê rasterast şikandina Rubûbiyeta mewhûm ya nefsê û ya nîşandayîna ecza wê ya danzanîna ubûdiyeta wê eve ye ku:
Nefs naxwaze Rebê xwe nas bike, mîna fîr’ewn Rubûbiyeta xwe dixwaze. Çiqas were ezabdan ew demar di wê de dimîne. Bes bi birçîtiyê ew demara wê dişikê. Vaye, rojiya Remezana Pîroz rasterast derbeyekê li eniya fîr’ewniya nefsê dide, dişikêne. Ecza wê, qelsiya wê û xizaniya wê nîşan dide. Dide zanîn ko ew bende ye.
Di rîwayetên hedîsê de heye ku: Cenabê Heq ji nefsê re gotiye ku: “Ez çi/kî me, tu çi/kî yî?” Nefsê gotiye: “Ez ez im, tu tu yî!” Ezab dayiyê, avêtiye Dozexê, dîsa pirsiyar kiriye. Dîsa gotiye: "Ene ene, ente ente." Çi cure ezab dayiyê dev ji xweperestiyê bernedaye. Pişt re bi birçîtiyê ezab dayiyê, ango birçî hiştiye. Dîsa pirsiyar kiriye. "Men ene vema ente?" Nefsê gotiye: “ÇóäúÊó ÑóÈöøì ÇáÑóøÍöíãõ æóÇóäóÇ ÚóÈúÏõßó ÇáúÚóÇÌöÒõ ” Ango “Tu Rebê min ê Rehîm î, ez bendeyekî te yê aciz im.
Çóááøåõãóø Õóáöø æóÓóáöøãú Úóáóì ÓóíöøÏöäóÇ ãõÍóãóøÏò ÕóáóÉð Êóßõæäõ áóßó ÑöÖóÇÁð æó áöÍóÞöøåö ÇóÏóÇÁð ÈöÚóÏóÏö ËóæóÇÈö ÞöÑóÇÆóÉö ÍõÑõæÝö ÇáúÞõÑúÂäö Ýöì ÔóåúÑö ÑóãóÖóÇäó æó Úóáóì Âáöåö æó ÕóÍúÈöåö æó Óóáöøãú
ÓõÈúÍóÇäó ÑóÈöøßó ÑóÈöø ÇáúÚöÒóøÉö ÚóãóøÇ íóÕöÝõæäó *æóÓóáÇóãñ Úóáóì ÇáúãõÑúÓóáöíäó *æó ÇáúÍóãúÏõ áöáøåö ÑóÈöø ÇáúÚóÇáóãöíäó Âãöíäó
Lêborînxwestin: Ev beşa dudoyê ji ber ko bilez, di çi xulekan de hatiye nivîsandin û ez û katibê ko reşbelek nivîsandîye em herdu nexweş bûn, helbet dê tê de hin tevlîhevî û kêmasî hebin. Em ji birayên xwe daxwaz dikin ko bi çavekî musameheker lê binêrin. Wê dera ko munasib bibînin destûr heye ko sererast bikin.
Ji tirkî bo kurdî: Abdulkadîr Bîngol |