CIZÎRA BOTAN, 9/5 2012 — Zatê zûl-Celal, ji boyî dewama jiyanê û dewama nesla mirovan ya li ser vê dinyaya kevnare pêwistî bi çi hebe ew tişt bê kêmasî amade kiriye. Ji alema derve bigrin hetanî alema hundirîn ya mirovî ev rêzeqanûn berdewam e.
Yek ji van zagonên ko pêwistiya dewama jiyanê pê heye jî hesta şefqetê ye. Şefqet tiştekî welê ye ko dema mirov gavekê bi tenê jî wê ji nan jiyanê rake jiyan wê raweste. Eva hanê realîyet ye, nayê înkarkirin.
Nûnerê herî hêja ya vê hesta şefqetê jî bê guman dê ne. Dêyan kesên welê bimbarik in ko ji jiyana xwe bêhtir jiyana zarokê xwe dihizrînin. Jiyana xwe bêyî teredût gorîyî zarokên xwe dikin. Ew dilê wan yên nazik her dem ji zarokên wan re lêdixin. Hezjêkirina dêyan hezjêkirina herî biixlas e. Hezjêkirina dêyan ya bo zarokên wan ne ji bo berjewendiyeke dinyayê ye. Jixwe ya vê hezjêkirinê biqedir dike û ji yên din vediqetîne jî ev xisûs e. Ev xisûs ne ko xasî bi mirovan tenê ve ye. Di cîhana ajalan de, heta mirov dikare bibêje ko di cîhana riwekan de jî ev zagona şefqetê serwer e. Mirîşka reben ji bo ko zaroka xwe biparêze xwe diavêje seyî.
Ji bo ko ev şefqet û hezjêkirina xalis ya dêyan bê berdêl nemîne Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de bi pênc fermanan bala misilmanan kişandiye:
“Rebbê te holê ferman kiriye: Ji bilî Wî ji tu kesî re bendetiyê nekin û qenciyê li dê û bavên xwe bikin. Eger yek ji herdukan yan ji herdu li cem te kal bibin, newebit tu ji wan re ‘of!’ bibêjî. De’ka wan neşikêne û xeberê xweş ji wan re bibêje. Ji boyî rehmetê baskê xwe yê zelîliyê ji wan re daxe û ji wan re holê duayan bike: “Rebbê min! Wek çawa dema ez biçûk bûm evana ez xwedî kirim, Tu jî welê merhemetê li wan bike.” (*)
Dê û bav nemaze dê mirov çiqas qenciyê li wan bike ne qabil e ko qenciya wan ya li ser mirovî rabe.
Mirovek hebû ko gelik qedrê dêya xwe ya pîrbûyî digirt. Piştî dêya wî gelik pîr bû ko êdî nedikarî di rê de bimeşe, vî mirovî dest bi hilgirtina dêya xwe kir. Heft salan diya xwe hilgirt û gerand. Paşê hate cem zanyarekî olî yê wê demê û jê re holê got:
“-Seyda, ev serê heft salan e ko ez dêya xwe li ser pişta xwe digerînim. Diya min dema ez biçûk bûm du salan bi tenê ez gerandibûm. Ez dibêjim min heqê wê bi zêdeyî jî pêk aniye, êdî tu mafên wê li ser min nemayîne.”
Bersiva Seydayî gelik balkêş e:
“Na. Mafê dêya te li ser te xilas nebûye. Lewra dema dêya te tu li ser milê xwe hildigirtî, bi ûmîda mezinkirina te tu dihilgirtî, ango bi wî çavê li te dinêrîya. Lêbelê te bi çavê mirina wê ew hilgirtiye. Di navbera hestên we de cudahiyeke gelik mezin heye.”
Ez roja hemû dêyên dilbikul pîroz dikim û helbesta xwe ya ko di vê derbarê de min amade kiriye pêşkêş dikim:
Dayê….
Ku destê xo bidî dest min ji bo ez maç bikim dayê!,
Neqabil ez wê bighûrim bi zêr û malê dinyayê.
Dema ez te dikim hembêz çi bêhnek ya Biheştîn tê
Bi Yezdan sond dixwim ew bêhn ji rîhan û gulê nayê.
Xweda çendî qedir da te, di derbarê te da ho got:,
“Lî walîdeynî îhsanen” di bîst û sêyê Îsrayê.
Bi rengê xo wekî Yusûf, di hîcranê de Yaqûb î,
Nefes şubhê Nebî Îsa bo derdan tîne şîfayê.
Ji ber wê şefqeta zêde di bin lingê te bû cennet,
Wî lingî naguhûrim ez bi Tor û hem bi Sînayê
Tu hêjayî mirov her dem, li ber emrê te raweste,
Çi îmkanek qewî baş ev ji bona ehlê teqwayê.
Heyata xo te kir gorî bo ewladê xwe yek carê
Bi şefqet her te parastim, ji germ û hem ji sermayê.
Eger yek xwaze mafê te ji ser xo rake yek carî,
Heta mirnê bikit xizmet di der heq mafî dernayê
Divêt ez her ji gotna te nebim dûr qasî mîsqalek,
Ji bona xo bikim mînak wî şêxê erdê Bexdayê
Bila her dem tu nêzîk bî, li ber ranê te ez rûnim,
Ji rûyê te nebim mehrûm, ne havîn û ne şîtayê. (**)
Ji bîr nakim ewan rojan li ber mehda mi rûniştî,
Digota Cembelîkê min li ber wê da jî hay hayê.
Bila rûyê te her ken bit, ji huzn û qehrê pirr dûr bî
Di roja heşrê daxwazim: Melek bên bo te lîqayê.
Kesê ko bo te got “offîn” we de’ka te şikandîbit
Bila her reş be rûyên wan li dinya û li uqbayê
Kesê tu jê na razî bî nika bêjit ez însan im
Heyata wî çû bê fayde wekî toza li ber bayê.
Ji Dilkul ev dua têtin li ber dergahê Yezdanî
Bila rehmet bibarit ser te qas pêlên li deryayê,
(*) Sûreta Îsra: ayet, 23, 24
(**) Şîta. Zivistan e. |