[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Îsmaîl Heqiyê Bûrseyî û dijminahiya kurdan
CIZÎRA BOTAN, 29/4 2012 — Tevgera çepgir ya Tirkiyeyê di dawiya salên şêstan de serê xwe rakir û hetanî derbeya leşkerî ya 12-ê îlonê berdewam kir. Di nav van tevgeran de cûrbecûr rêxistin derketin ko armanca wan ya bingehîn ew bû ko li Tirkiyeyê li ser esasê marksîzm û lenînîzmê dûgeleke nû ava bikin.

Li Kurdistana bakur jî çepgirên kurdan îlhama xwe ji wan standin, lêbelê ji aliyê rêxistinê ve bûne du birr. Birreke wan di rêxistinên tirkan de cî girt, birreke din bi awakî serbixwe tevgeriyan. Pêşî DDKO, paşê jî DDKD rêxistinên legal yên kurdan bû. Paşê jî yên îllegal derketin.

Di wan deman de tevgera faşîstan jî hebû ko li ser esasê nijadperestiyê tevdigeriyan û li hember rêxistinên çepgir çek bi kar dianî. Di navbera wan herdu tevgeran de tevgereke sisêyê hebû ko xwe oldar dihesibandin û li gorî gotinê wan esasên Îslamê dişopandin. Oldarên kurd jî di nêvê de mabûn. Ji ber ko çepgirên kurdan behsa netewatiyê û gelê kurd dikirin hinekan “kerhen” destek didane wan. Yên ko haya wan ji feelsefeya wan ya marksîzmê hebana xwe ji wan dûr dikirin.

Helbet armanca min ne ewe ko ez analîza tevgerên li Tirkiyeyê bikim. Bes tevgera oldaran bala min dikişand. Çepgirên tirkan yên baweriya wan bi Xwedê, bi roja Qiyametê neyî bêyî îstîsna hemûyan heyîna gelê kurd qebûl dikir, behsa wê zilma ko li ser dihat meşandin dikir û di rêziknameyên xwe de behsa hinek mafên ko divêt ji kurdan re werin dayîn dikir. Lêbelê oldarên wan naskirin û mafdayîna gelê kurd deynin aliyekê, behsêkirina ji wan jî ji xwe re weke xiyanet qebûl dikir.

Bi salan vê xisûsê serê min diêşand. Min ji xwe re holê digot: Ev Îslama evqas paqij, evqas dûrî nijadperestiyê, di nava xwe de evqas heq û hiqûqan dihundirîne çima yên wê dişopînin derheqê kurdan de evqas bêgane ne, heta neyar in? Paşê jî ji ber ko bersiveke maqûl bi dest min nediket min dixwest bersiveke holê bidim xwe û serê ji wê pirsgirêkê rizgar bikim: “Tevgera kurdan ji ber ko li ser esasê bêoliyê dimeşe, oldarên tirkan xwe ji wan dûr dikin.” Lêbelê bi carekê pirs ji serê min dernediket.

Heta haya min ji melayê tirk Îsmaîl Heqî Bûrsewî û tefsîra wî ya bi navê Ruh-ul Beyan çêbû û min neyartiya wî ya derheqê gelê me de dît, nûka min zanî ka çima oldarên tirkan neyarê kurdan in.

Ka em serê pêşî bi kurtî wî nas bikin û gotinên wî yên derheqê kurdan de bibînin, paşê em ê hewl bidin ko ramana wî ya neyînî bi yên vê sedsalê ve girê bidin.

Îsmaîl Heqî Bûrsewî bi eslê xwe xelkê Stenbolê ye. Lêbelê di sala 1652-ê de li Aydosê li Bulxaristanê ko babê wî paşê lê cî bibû de ji dayik bûye. Li nik Ebdulbaqî Efendiyê ji terîqeta celwetiyeyê maweya heft salan ilmê olî xwendiye. Paşê ji aliyê şêxê xwe ve weke xelîfe tayînê Bûrsayê bûye. Li Stenbol, Edîrne, Bûrsa, Uskub, Şam, Qahîre, Mekke û Medîneyê geriyaye û terîqeta celwetiyeyê belav kiriye.

Di dema Sultan Mustefayê Duwem de ji bo ko we’z û şîretan li leşker bike digel padîşah tevlî sefera cengê bûye. Çendîn car din jî bi heman mebestê tevlî cengê bûye. Sih û sê berhemên wî hene. Berhema wî ya herî mezin tefsîra “Ruh-ul Beyan” ya ko mijara vê nivîsarê ye ye. Di sala 1725-ê zayînî de miriye.

Îsmaîl Heqî Bûrsewî di tefsîra xwe ya bi navê Rûh-ul Beyan, di sûreta Enbiya, di ayeta 68-ê de, hedîsa Îbn-i Omer ji xwe re dike jêderk û di derheqê gelê me yê misilman de holê vedireşe:

— Ez li ser temenê xwe sond dixwim ko kurd niha jî eziyet û cefayê bi mirovan didin kişandin, dest ji vê bernadin. Mirov ji exlaq û kirinên dînê Îbrahîm Xelîl ko Îslamiyet e tiştekê di wan de nabîne. Exlaqê kurdan talankirina malan e, karê kurdan zilm e, dizî ye, kuştina mirovan e, rêbirîn e, şelandina însanan e. Wellahî ew (kurd) ne misilman in. Xwedê wan di nav mirovan de zêde neke! Hay ji xwe hebin ko hûn bi qencên wan re jî havaltiyê mekin. Di bajarê wan re jî derbas mebin.

Ev helwesta wî ya neyînî ya derheqê netewaya me ya misilman ya kurd de hetanî îro bûye sedema nerazîbûna gelik rewşenbîrên kurd. Gelik kesayetiyan bersiva vî şexsî dane, heta pirtûk jî nivîsandine. Pirtûka Mûftî Mehmet Çaxlayan ê gorbiheşt a bi navê “Şark Alîmlerî- Zanyarên Rojhilatê” ko di vê derbarê de weke rexne hatiye nivîsandi bi rastî hêjayî bibîranînê ye. Ji ber wê çendê her çiqas hewceyî bi min nake ko ez di vê derbarê de pênûsê bixebitînim jî, lê ez dixwazim ji aliyên din ve bersivekê bidim.

1. Ev şexis di çerçeveya zema kurdan de “…îyyake wel musahebetî bieslehîm…” dibêje. Ango bi salihên wan re jî havaltiyê meke! Peyva “esleh”ê bala min kişand. Ev peyv tête wateya “yê herî salih.” Salih jî têgeheke Qur’anî ye, Xwedê Teala bawermendan teşwîq dike ko ew bibin “salih”. Herweha ev “têgeh” di Qur’anê li pey şehîdan re têt: “Weşşûhedaî wessalîhîn..” Ev şexis dibêje ko bi salihên kurdan re jî rûnenin. Ango kesên salih yên Xwedê Teala pesnê wan dayî, eger kurd bin tu qîmeta wan tune ye. Mirov bi rehetî dikare bibêje ko ev kes gotina Xwedê ya derbarê salihan de tune dihesibîne.

2. Ev şexis dema dibêje “wellahî kurd ne misilman in” gelo ma ji Xwedê qet natirse. Gelo di serî de ji du sehabiyên kurd (1), ji du Muceddînên (2) kurd yên van herdu sedsaslên dawîn, ji lehengekî mîna Selaheddînê Eyûbî ji 565 (3) kesayetiyên namdar yênkurd yên di pirtûka navborî de derbasbûyî ko yegane armanca wan bilindkirina ala Îslamê bû re çi dibêje?

3. Ev şexis dema dibêje “Îbnî Omer gotiye ko ‘pêşniyara cezakirina cenabê Îbrahîm ya bo avêtina di nav êgir de ji aliyê ecemên ereb ango kurdan ve hatiye kirin” lêkera “qale-gotiye” bikaraniye, hal bihal di tefsîrên din de ji vê rîwayeta zeîf re ne “qale-gotiye”, “qîle-hatiye gotin.” (4)

4. Ev şexis ji aliyekê ve heyîna kurdan digihîne beriya Zayînê ya bi hezaran salî. Hal bi hal, dewleta ko li ser esasê nijada wî ye hetanî salên dawî jî heyîna kurdan înkar kiriye, ji kurdan re “tirkên çiyayî” gotiye. Mirov dikare rastiyeke holê jê derxîne, çi dema bixwazin derheqê kurdan de tiştekî neyînî bibêjin wê demê ji wan re kurd hene, lê dema nexwazin, li cem wan kurd nînin. Ma ne welê ye? Ew yê di dema Nemrûd de karibe biryareke holê mezin ya avêtina pêxemberekî di nav êgir de bide kurd be bê guman Nemrûd bixwe jî kurd e. Lêbelê behsa kurdbûna Nemrûdî nakin. Eger behsa kurdbûna wî bikin, wê demê divê qebûl bikin ko dîroka dewletbûna kurdan ji ya wan kûrtir e.

5. Ev şexis ji ber ko zanyar e divêt haya wî jê hebaya ko kirina tawanî bes kiryarê (fail) xwe tenê eleqedar dike, kesekî din bi heman tawanî nayê cezakirin. Ev zagoneke xwedayî ye ko di Qur’ana Pîroz de hatiye gotin: “Wela tezîrû wazîretûn wîzre uxra-Ti gunehkar gunehê yekî din hilnagire.” Di vê çerçeveyê de;

Em bibêjin ko yê pêşniyar kirî ko cenabê Îbrahîm bê avêtin di nav êgir de kurd e. Gelo ma mafê te heye ko seba tawana şexsekî tu miletekî hem jî bi hezaran salî li pey wî re hatî bi heman kirinê tawanbar bikî? Gelo ma yên cenabê Uzeyr û kurê wî Yehya şehîd kirîn ne Yahûdî ne? Ma yê kar kirî ko cenabê Mûsa pêxember bikuje ne Fîr’ewnê qibtî ye? Ma yên bîst û sê salan bi pêxemberê vê umetê re têkoşîn kirîn, sehabiyên wî kuştîn, karê kuştina wî kirîn, bûyîn sedema terikandina wî ya ji welatê wî , xwîna cenabê Hemze yê serdarê şehîdan rijandîn ne gelê ereb e? Yê li pey pêxmberê me re doza pêxemberiya sexte kirî ne ereb e? Yê li başûrê welatê me li hember kurdên misilman çekên kîmyewî bikaranîn û bûyî sedema şehîdbûna ji pênc hezarî zêde bawermendî ne Sedamê ji nijada ereb e? Gelo yê di serî de li Dêrsimê, li Geliyê Zîlan li gelik deverên welatê me komkujî pêkanîn ne nijada vî şexsî ye? Belê ev hemû rastiyên dîrokî ne. Lê tu kes ji ber kirinên neyînî yên hin kesan ew nijada ko ew kes mensûbê wê ne tawanbar nekirine; mafê tawanbarkirinê jî tune ye. Çima ev tawanbarkirin ya me kurdan tenê be?

Tê gotin ko sedema ko ev şexis ji kurdan eciz e ne ji ber cenabê Îbrahîm Pêxember e; ji ber ko di bûyerekê de bavê wî ji aliyê kurdekî ve hatiye kuştin û diya wî jî hatiye revandin. Vêca ecz û kîna xwe di bûyera Cenabê Îbrahîm de daye der.

Ev tefsîra wî ya ko tê de zema kurdan tê kirin, maweya sêsed salî di hemû medreseyên osmanî de weke pirtûka dersê hatiye xwendin. Ango her melakî tirk di çerçeveya xwendina dînî de hînî wê ramana wî ya nijadperestane bûye. Herweha ev şexis Ji ber ko hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê zanyarên wan ve di ilmî de weke otorîter dihate zanîn, gotin û raman wî bêyî ko li moxila wijdanê bê dayîn dihate qebûl kirin.

Belê sedema bingehîn ya ko oldarên tirkan bi çavekî evqas neyînî li kurdan dinêrin, nijadperestiya Îsmaîl Heqî Bûrseyî ye. Li gorî qaîdeya “es sebebû ke’l faîl-yê bûyî sedem jî mîna yê kiriye” ji dema wî û vir ve derheqê kurdan de çi kiryarên neyînî hatibe kirin, beşeke wî gunehî li bazinê stûyê wî ye.

Xwedê me û hemû misilmanên ehlê wijdanê ji şerê nijadperestiyê biparêze, amîn!

(1 ) Meymûn el-Kurdî, Caban el Kurdî (*) Dibê ko navê vî zatî “Gavan” be ji ber ko di zimanê erbî de tîpa “g”yê tune ye, ji dêl wê ve tîpa “c”yê têt bikaranîn.

(2) Mewlana Xalidê Şarezorî û Ustad Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî

(3) Şark Ulmemas Mehmet Çaxlayan. Hejmara kurdên ko ji dînê Îslamê re xizmet kirîn helbet bi vê hejmarê nayê sînorkirin.

(4) Berhema Navborî, rûpel, 27

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-04-29
Xwendin: 4853
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org