CIZÎRA BOTAN, 6/4 2012 — “Şeva destrecê” bi giştî şeva şemîyê bû. Ango şeva di navbera şemî û yekşemê de bû. Wê şevê li gorî emr û fermana ola pîroz ya Îslamê û urf û adeta wê demê jin û mêran cuda cuda dîlan dikirin. Lê belê mirov dikare bibêje ko dîlana şeva desrrecê bi giştî ya mêran bû. Roja dudoyê dîlanê, ango roja duşemê ji ber ko zavê bi minasebeta seyranê ji mal derdiket, gotin di cî de be mal ji jinan re dima. Êdî ew roj roja dîlana jinan bû, ew jî têr û bertêrên xwe direqisîn (em ê paşê werinser wê).
Xarik: Xarik ji wan holên ko li navenda bajêrin re tête gotin. Cizîr ji ber ko serbajarê herêma Botan bû û navenda mîrekan bû şaredariya dema berê ji bo ko xelkê bajêr di şîn û şahînetên xwe de bi kar bînin bi navê “xarik”an erdne vale dihiştin.
Dîlan bi giştî li van xarikan dihate kirin. Hêj beriya êvarê alavên ronîkirinê ango likûs (piştî koelektrîk hat yên elektrîkê) dihatin amade kirin. Mala zavê yekî çayçêker digirt. Çayçêkerî maweya sê rojan li ser hesaba mala zavê çay dida dîlanvanan. Heçî dîlanvanên hatibana dîlanê çay belaş vedixwarin.
Di govendê de bi giştî yên xort direqisîn, yên navsere û dîlanvanên ko ji mala zavê hinkê dûr nedireqisîn, li ser kursiyên derdora govendê dirûniştin û tenê li wan temaşe dikirin.
Du awayên reqsê hebûn:
1) “Dicihde” yan jî “hilavêtin.” Di awayê “dicihde” de reqaskeran mil digirtin, di cihê xwe de direqisîn û xwe dihilavêtin.
2) Qilîçkê: Di reqsa qilîçkê de jî reqaskeran tiliyê hev digirtin û digeriyan.
Besteyên ko di dîlanê de dihat bi kar anîn:
Hêjîra Latêwa,
Hêjîra latêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, hêjîîîra latêêêwoooo,
yar hêjîroookêêêê, xemrevîîînoookê,
Ser destê yarêêêwooo, lê lê lê lê lê lê lê, ser destê yarêêêêwooo,
yar hêjîrooookêêê, xemrevîîînoookêêêê,
Qumrîkê:
Qumrîkê eez Romî me, delalê ez Romî me,
Kumsor û efendî me, kumsor û efendî me,
Xulam çavê reş-belek aşqê keçka gundî me
De yar yar yar, de yar yar yar, de yar yar yar, deyar yar,
De yar yar yar, de yar yar, bê te xewka mi nayê.
Lê lê Lê Hinnê:
Lê lê lê lê lê hey lê lê Hinnê, gul û gulşengal’ber bêhna minê,
Terka te nakim heyya mirinê, her kes ser dînê xwetu yara minê.
Xwestî me,
Xwestî me, xwestî me, lê yadê li yadê lê yabo min navê.
Xwazgînîkê min kî ne, lê yadê li yadê, lê yadê min navê.
Ev milkê Kurdan
Ev milkê Kurdan tev xêrûbêr e alîk me'den e, yekzîv û zêr e
Îro em çi b’kin ma ye ji xelkê re Îro em çi bikinma ye ji xelkê re
Kejê
Kejê tu Kej î, welleh billeh tu Kej î,
Çavê min l’te ket dilê min ketî te jî.
Çûkê min şkestin neşêm bêm mala te jî
Şukrayê,
Eman eman Şukrayê,
Rê dûr e, xeber nayê.
Bê te sebra min nayê.
Eman eman Şukrayê,
Esmerxan
Were were Esmerxan,were were stûmercan,
Ezê te birevînim, bibim Cizîra Botan.
Çelebî,
Çeleebîîîî haaay çelebîeeew kîîye zaaaava, çeleebîîîî haaay çelebî, sed carî malî aaava!
Hewdikaaa me b’rîhan eeeew kîîye zaaaava , hewdikaaa me b’rîhane, sed carî malî aaava
Ez Xelef im.
Ez Xeeelefim Xeeeleef im hawaaree mîr haaawaaare mîr haaawaaare mîîîr
Ez Xeeelef im Xeeeleef im Êêzdîn-Şêr begêêê Botaaan e
Xweyê şûrê sedeeef im hawaaree mîr haaawaaar e mîr haaawaaar e mîîîr
Xweyê şûrê sedeeef im Êêzdîn-Şêr begêêê Botaaan e
Rehîma Sofî Emşe
Rehîma Sofî Emşe, dest û tilî meeenteşe, weeere Reeehîm were, were çavreş were.
***
Stranên meqamê di cih de: Qurmila, Lê lê Kinê bûn.
Şabaş yan jî rakirina sergovendîyê:
Şabaş ew pere ne ko ji aliyê kesûkarên zavê, yan jî ji aliyê dîlanvanan ve bi mebesta ko coşa dîlanê zêdetir bike yan jî kêfa mitribî bîne bo mitriban tête dayîn. Ji bil van herdu mebestan mebestên din jî ya “şabaş”ê hene bêguman. Hinek hene ko bi vêyekê dixwazin bi dost û neyarên xwe bidin nîşan dan ko ew dewlemend in yan jî merdemêr in.
Kesê ko bixwaze hinekan rake sergovendiyê û şabaşê bike, diçe milê du kesan digire û tîne sergovendiyê. Kefiyeke sêgoşe ko ji boyî vê çendê hatiye amade kirin di destê yê sergovendiyê de ye. Ew kes du aliyên wê kefiyê dixe destê wan herdukan de, goşeya din ya kefiyê di destê yê sergovendiyê de dimîne. Paşê jî ew kesê ko ew herdu şexs rakirîn reqsê hin pere dixe destê mitribî de û li pey wan herdukan disekine, destan diqute û kêfa xwe ji wan re diîne. Mitrib jî wî pereyê şabaşê li ser serê wan herdu şexsan digerîne û holê dibêje: “Şabaşa filan kesî ye, şabaş… li ser serê filan kesî ye şabaş…
Di govendê de strana herî popûler strana “Çelebî” ye ko hetanî îro jî berdewam e. Ji ber wê çendê dema mitribî dît ko yek zava radike reqsê, hema dev ji wî meqamê ko lêdixist berdide û dest bi “Meqamê Çelebî….” dike. Lewra yê mitrib dizane ko rakirina zavê ya bo sergovendî û reqsê tê wateya şabaşeke têr-pere. Dema xizmên zavê jî ev rewş ango rabûna zavê bo sergovendiyê dîtin tavilê li derdora wî kom dibin û bi çepikan kêfxweşiya xwe bo zavê diyar dikin. Wê demê kêfa zavê derdikeve lutkeya herî jor. Bi gotina kurdan “şûr simbêlê wî nabire.”
Eger zava bi dilê xwe zewicî be ew dem dema wî ya herî xweş ya temenê wî ye. Lê belê ji ber ko di kêf û zewqê de mest bûye, haya wî ji fenabûnê tune ye. Nizane piştî her kemalê zewalek heye û ji ber ko bextewariya wî gihîştiye kemalê êdî di pêşiyê wî dezewal heye. Lewra ev hemû fanî ne. Em li helbestvanî guhdarî bikin:
Ev îşwe û sefa, işret û şadan û surûrê,
Dê biçne hemî wekî badê xezanî.
Min dî ko xîyal e, ne şerab, eynî serab e,
Ev nîmet û lezzet bi heqîqet hemî fanî,
Qet zewq û sefa, keyf û surûr nîne ser’encam,
Mademkî qebir mal e, me ev kurtik e xanî.
Carcaran da ko û coşa govendê zêde bibe û kêfa zavê û ferdên malbata wî bêt ji aliyê hin hezjêkerên zavê ve dirûşmeya “Kî ye zava, kî ye zava!!!?” tête qêrîn. Bêguman li pey vê qêrînê jî bi hevra navê zavê tînin ziman: “Ehmed e zava, Ehmed e zava!!!” (1)
Ew xortên ko hîn negihîştîn dildara xwe, yan jî derbarê gihîştinê dildara xwe de gumana wan hebene tê de, li ser rûyê her kesî kêf û coşeke zêde hebû. Lewra yên bi derdê evîn û hîcranê birîndar bûyîn di rojên holê de zêdetir xemnak dibin. (2)
Desthinedan:
Mala zavê du sînî hine amade dikirin; yek ji bo zavê, yek ji bo bûkê. Hinek find di wan herdu tepsiyên hinê de diçikilandin, vêdiêxistin û digel dihol û zirnê berê xwe didan mala bûkê. Di rê da dihol û zirne lêdidan û di ber ronahiya likûsê de diçûn. Jinên mala zavê bere diçûn û bere jî di pêşiya diholê de direqisîn. Di heman demê de tilîlîî jî didan, heta digihiştin mala bûkê. Piştî ko çûn hewşa mala bûkê de, tepsiya hinê didan dest jineke mala bûkê û ew bixwe di hewşê da direqisîn.
Di vê navberê de mala bûkê jî amadeyiya hatina jinên mala zavê dikirin. Di vê çerçeveyê de bûk dixemilandin, dizemilandin, li nava hewşê de li ser kursî didan rûniştandin. Destmaleke ko bi miskê hatî bêhnxweş kirin dixistin di destê wê de. Şerpeyeke sor berdest dikirin. Keçikên berendamên zewacê li derdora bûkê, li ser kursiyan dirûniştin û bi vî hawî li benda hatina jinên mala zavê diman.
Jin û qîzên mala zavê diketin pêşbirka wê çendê ko desmala bûkê ji d estê wê birevînin. Piştî ko desmal direvandin, dibirin didan zavê û bexşîşa xwe ji zavê distandin.
Eger diya zavê ne jinebî bûya ewê bixwe gustîlkeke zêr dixist destê bûkê de. Eger diya zavê jinebî bûyaev gustîlêxistina destê bûkê de ji aliyê jineke bextewar ve dihate pêkanîn. Piştî ko gustîl dixstin destê bûkê de, jina ko gustîl xistî destê wê de milê bûkê jî digirt û dianî nava govendê. Mitrib jî di zirneya xwe de “narînkê” digot û şefqeya xwe raserê bûkê digirt. Xelkê jî weke şabaş pere diavêtin şefqeya wî de. Piştî reqsa biqasî deh xulekan êdî jinên mala zavê vedigeriyan mala xwe. Bes dema vedigeriyan jî li gorî urf û adeta wê demê jinan kar dikirin ko hin tiştên mala bûkê bidizina. Mala bûkê jî ji ber ko haya wan ji vê çendê hebû, tiştên mala xwe diveşartin û nobedariya mala xwe dikirin.
Digel ewqas hayjêmayîn û nobedariyê jî dîsa jinên mala zavê hin tişt didizîn. Di dema vegerê de her yekê ew tişta ko dizîbû radikirin hewa, mîna mendîlê pê direqisîn û ew dizî ji xwere weke jêhatîbûn û îftîxarê qebûl dikirin. Eger ew tişta hatî dizîn tiştek berketî ba dotira rojê ji aliyê mala zavê ve bo mala bûkê dihate vegerandin.
Piştî hinedana bûkê û vegerana jinên mala zavê, êdî dor dihat hinedana destê zavê. Birazava û hinek xortên nêzîkî wî dihol bi xwe re dianîn û dihatin aliyê jinan. Eynen mîna ya bûkê, dîsa hinek findên vêxistî di tepsiyê de diçikilandin û dibirin cem zavê. Di hatinê de jî û di vegerê de jî di dihol û zirneyê de meqama “Çelebî…” lêdidan. Kefa destê zavê dihat hinedan. Yên derdora zavê jî heçî bixwestana tiliya xwe yan jî kefa destê xwe hine didan. Piştî wê, hineya mayî bişûnde dianîn aliyê malê.
Kesûkarên mala zavê wê şevê hetanî sibehê ranedizan; razan weke şerm dihate qebûl kirin. Yê wê şevê razabûya gengaz bû ko bi henekeke ecêb re rûbirû mabûya. Ew henekana jî ev bûn:
— Girêdana dest û lingan: Dest yan jî lingên yên razayî bi hev ve girêdidan. Jixwe haya wan jî ji bayê felekê tunebû. Dema ji xew şiyar dibûn nû haya wan ji wê tişta ko hatibû serê wan çêdibû. Yek bi vî alîyî ve yê din bi aliyê ve diçûn, bi vî hawî rewşeke ko mirovî bikenîne derdiket holê.
— Tenîdan. Yên razayî ji ber ko haya wan ji wan nebû, yên hişyar diçûn tenî dianîn, bi rûyê wan ve dianîn, rûyê wan reş dikir. Dema hişyar dibûn her kes jî bi wan dikeniyan. Sedema danîna van cezayana ew bû ko da di wê şeva şahînetê de kes ranezê.
Têbînî:
(1) Ji ber ko lawekê min yê navê wî Ehmed berendamê zavatiyê ye, min navê wî deyna.)
(2) Carînan ez raweya dema bihûrî bikar tînim carînan jî ya dema niho. Sedema wê jî eve ye. Eger ew adet di dema bihûrî de be û di dema niho de nebe, ez dema bihûrî bi kar tînim. Eger di dema niho de jî heman adet berdewam be ez dema niho bikar tînim.”
[dê bidome] |