CIZÎRA BOTAN, 28/2 2012 —
Dîlan-dawet
Cem: Yek ji wan erkên kupêwist ko diviya mala zavê pêk bîne “cem” bû, ango çûna cem bûka wan ya paşerojê. “Cem” bi giştî ji aliyê jinan ve pêk dihat. Beriya ko bûka xwe bianîna mala zavê diçûn serdana mala bûkê. Xeber dişandin bo hemû xizm û mirovên xwe û ji wan re digotin ko filan rojê “cem”a bûka wan heye.
Wê rojê jinên xizmê mala zavê hemû li mala zavê kom dibûn û bi hev ra diçûn mala bûkê. Bûkê xêrhatin li mêhvanên xwe dikir, destê xesûya xwe û yên temen-mezin maç dikir. Xesûyê yan gustîlek zêr yan jî sêkuçkek zêr bi bûkê ve dikir. Yên dî her yekê “pênctilyokazêr” pê ve dikir. Jinên ji mala zavê hinkê dûrtir jî li gorî hêza xwe ya darayî tiştek îkramî bûkê dikir. Mala bûkê biskivît, çeqolat û şerbet îkramî mêhvanên xwe dikir. Pişt re her kes diçû mala xwe.
Bes eger di navbera nîşan û dîlanê de bibûya eyd, ango eyd li ser wan de hatiba, wê demê “cem” û “eyd” dibûn yek. Ji bilî jinan zilam jî diçûn eyda bûkê. Mala zavê roja dudo yan ya sisêyê eydê gazî hemû xizm û dost û mirovên xwe dikir û zilam li mala zavê kom dibûn û bi komî diçûn mala bûkê. Piştî pîrozkirina eydê tepsî li ber mêhvanan ango li ber zilamên mala zavê dihate gerandin. Her kesî li gorî quweta xwetiştek pere diavêtin tepsiyê. Diya bûkê ew pereyên hatî radikir da di paşeraşê deji bo qîza xwe bimezixanda.
Herweha di sibeha eydê de mala zava dîsa du sînî beqlewat û du sînî xurabî û di ser de jî gustîlkek zêrwek “eyda bûka xwe” dişande mala bûkê.
Mehr:
Beriya ko dîlan çêbibûya bi çend rojekê bûk dihat mehr kirin. Li gorî baweriya wê demê gelik girîngî didan cihê ko mehr lê çêbibûya. Ji aliyê mala zavê ve cihê mehrê gelek veşartî dihêlan. Heta dema melê mehra zavê û bûkê dikir, zilamekî yê gelik nêzîkî mala zavê dormedarê mala ko tê de mehr çêdibûya digeriya; ji bo ko nexêrxazên wan lîstikekê an jî zerarekê nigîhînin zavê. Lewra welê bawer dikirin ko eger wê dema ko melê mehrê dike neyarekî mala zavê li melê guhdarî bike, dikare zavê girêbide.
Di encama wê girêdanê de jî zavê “nemêr” dibe. Piştî ko mehrkirin diqediya bi navê “çeqolatên mehrê” hin çeqolat li xizm û nas û dostan digerandin. Ewên ko çeqolat ji wan re diçûn jî di dema wergirtin û xwarina wan çeqolatan de duaya “mirad-xwestinê” dikirin: “Biheşt û îman, mirad û meqsed. Xwedê çawa murada wan kiriye, welê murada min jî (yan jîyekî din re dua dikir) bike.
Di mehrkirin û anîna bûkê du baweriyên batil diketin pêşberî wan. Ya mehrê: Welê dihat bawer kirin ko di navbera herdu eydan de mehr nayête kirin. Ji ber wê çendê, eger anîna bûkê ya di navbera herdu eydan de di bernameya wan de heba, teqez berî eyda pêşî, ango ya remezanê bûk dihate mehr kirin. Ya dawetê jî dîsa baweriyeke holê hebû di meha nîsanê de bûk nayêt anîn. Lewra ji ber ko ev meh bixwe bûk e, bûkan li ser xwe qebûl make û diheside.
Dema melê mehra bûk û zavê kir, zaa datîna hemberî xwe û derbarê usûl û qaîde û caiz û qedexeyên herdu aliyan yên cînsî yên ji aliyê olî ve zanyariyên girîng didanê. Bi wê minasebetê yên şahid jî ji wan şîretan sûdwerdigirtin.
Amadeyiya anîna bûkê:
Dema mala zavê biryara anîna bûka xwe da xeber dişand bo mala babê bûkê ko ew dixwazin di vê hefteyê de bûka xwe bînin. Dema mala bûkê jî ev rewş erê dikir, êdî amadeyîya dawetê dest pê dikir.
Cilê bûkê:
Amadeyiya dîlanê bi dirûtina cilên bûkê dest pê dikir. Mala zavê bûk dianîya mala xwe, gazî jinika terzî jî dikir û destik cil jê re didan qetandin. Di ber qetandina cilan re stran digotin û keyf dikirin. Jinikên lêzimê zavê di neqeba xwe de pere kom dikirin û heqê jinika terzî didanê. Eger bûk ji bo cilqetandinê nehatiba mala zavê, wê demê fîstaneke xwe dişand bo mala zavê û digot bila li gorî vê qeysê be.
Hine û sabûn:
Beriya dîlanê heftiyekê ji aliyê mala zavê ve xeber bo mala bûkê dihate şandin ko ew dixwazin werin serê bûka xwe hine bidin. Merasima serhinedana bûkê jî holê çêdibû: Mala zavê 10 kg hine û 8-10 torbe sabûn distandin û yan pêşiya xwe dişandin yan jî bi xwe re dibirin û diçûn mala bûkê. Li mala bûkê tejî tiştê (tepsiyê) hine dicebilandin. Pêşî serê qîzekê, pey re serê bûkê, paşê jî serê wan jinên li wir, çi yên mala zavê, çi yên mala bûkê tev da hine didan. Bi hinedanê re jî “narînkê” digotin, keyf dikirin û direqisîn.
Destqutank:
Ji şeva şemiyê ango şeva di navbera roja înyê û şemiyê de re “şeva destqutank”ê dihate gotin. Li Cizîrê ji çepikan re destqutan dibêjin. Di şeva destqutankê de dîlaneke hindik dihate kirin. Di dîlana şeva destqutankê de yên biyanî nedihatin, bes yên gelik nêzîkî zavê û cîranên wan tevlî şahiyê dibûn.
Anîna cihêz:
Rojê şemiyê roja anîna cihazî bû. Mala zavê du-sê hemal, du dewarên hespî, birek zarok digel dihol û zirneyê qesta mala bûkê dikirin. Perçeyên mezin yê cihazî, yên mîna text û sindoq û bûro hemalan bar dikir. Doşek, lihêf, balgî û mehfûr bi dewarên ko bi kefiyên rengîn hatîn dixemilandin dianîn. Tiştên din ên biçûk ên mîna boxçe, firax, şîşe dixistin sîniyan de û datînan ser serê zarokan. Paşê pereyên wan didane wan. Bi vî awayî beriya anîna bûkê rojekê cihaz dihat mala zavê.
Heta cihaz dihat, jinên mala bûkê bi rêyeke din û bi awayekî zû, beriya ko cihaz bigihê, xwe digihandin mala zavê û cihazê bûkê di odeya wê de rast dikirin. Wê dema ko jinên mala bûkê bi rastkirina tiştan ve mijûl bûn, zelamê mala zavê derve di ber dihol ûzirneyê direqisîn. Jinên mala bûkê di çerçeveya rastkirina cihazî de, kendirek bi odeyê dikirin. Hemû cil, neqş û sen’etê ko ji aliyê bûkê û malbata wê vehatibûne kirin ji xelkê re, ji dîtina wan re teşhîr dikirin. Di dema veguheztina cihazî de xelk, xasma qismê pîrekan derdiketin kolanan ya jî di pencereyên xwe de seyra cihazî û mîqdara wê dikirin. Kesên ko ew derfet nedîtibûna yan jî di dema xwe de haya wan jê çênebibûna di dema teşhîrkirinê de dihatin li cihazî dinêriyan. Piştî ko teşhîrkirin û rastkirina cihazî qediya mala zavê şerbet û çeqolat îkramî jinên mala bûkê dikirin. Pişt re deriyê odeya bûkê digirtin ûmifterya wê radestî porspî (porspî)yê dihate kirin.
Piştî ko cihazê bûkê hate rastkirin û jinên mala bûkê vegeriyan mala xwe, mala zavê dikete kelecana xwarina roja dîtir, ango xwarina mewlûdê. Ji ber ko xwarin zêde dihate çêkirin gazî jinên xwarin-çêker dikirin. Hêj di roja şemiyê birinczer, eger birinczer çênekiribana jî xoşava xwe çêdikirin û dixistin nav kasikan de û ji bo roja dinre amade dikirin. Her weha dolmeyên pîvaz, kulind, hîçhar û bacanan jî vedikirin, qîme û belgên silkan amade dikirin û bi vî awayî barê roja dîtir hinkê jî be sivik dikirin.
Kirîna cilên xizman
Amadeyiyeke din ya mala zavê dikir standina cilan ya bo jinên lêzimê wan bû. Eger zava kurê pêşî yê malê bûya ji her jineka xizmên xwe re, da ko di dîlanê de lixwe kin fîstanek distand û didane wan. Taybetmendiyeke din ya van cilan ew bû ko hemû fîstan ji heman rengî bûn. Bi vî hawî biyaniyên ko hatibana dîlanê dê ji van cilên yek-reng zanibana ko ew jin xizmê mala zavê ye.
Di wan deman de ji ber ko salekê sax ji miriyan re şîn dihate girtin, eger di nav xizmên mala zavê de yên hêjşîna wan neqediyayî hebana “şîn rakirin” jî dibû erka mala zavê. “Şînrakirin” holê çêdibû: Mala zavê kîloyek hine û fîstanek distandin û wek diyarî dibirin bo mala şînê û şîna wan radikirin, bi vî hawî rêya wan ya beşdarbûna dîlanê vedikirin.
Piştî wê, ferdên mala zavê û xizmên wan ser hev kom dibûn, nêrînên xwe ji hevûdin re vedigotin û di derbarê şeva “desrec”ê (destreşê) de biryar digirtin. Di wê biryarê de aşkere dibû ko ka wê dîlanê li kûderê bikin, wê gazî kîjan çayçêkerî bikin, wê kîjan kes kîjan erkê bi cî bîne; hemû ev xisûsên hanê di wan kombûyîn û civînan de zelal dibû.
Herweha biryareke din ya mala zavê ya derbarê awayê dîlanê bû. Ango wê dîlana xwe bideng bikin yan bêdeng. Eger bideng be, wê dihol û zirne be, yan erbane be, yan wê bidev be. Di vê mijarê de bawerî û rewşa madî ya malê diket dewreyê. Eger mala zavê halxweşbana û ferdên wê malê ehlê zewqê bana dihol û zirne dianîn. Eger xizan bûnayan jî derbarê dîn de xwediyê hestiyariyeke zêde bûna xwe ji lêdana diholê dûrdixistin. Heta eger bêyî fermana xwediyê mala dihol û zirne hatiba, xwediyê malê qasê ko dîlan didomî nedihat malê, li derve dima.
Êdî xort ji bo ko xwe têr û têr bihejînin li benda êvarê bûn, nedizanîn ka wê kengê êvar bêt.
[dê bidome] |