CIZÎRA BOTAN, 10/2 2012 — Ez di nivîsara xwe ya “Keçelok-a kurdî yan jî Lawikê keçel ya tirkî” de li ser şaşbikaranîna hin biwêj û têgînên kurdî rawestiyabûm û li gorî zanîna xwe min rastiya wana derpêş kiribû. Ji bertekên erênî yên hatibûne nîşan dan diyar dibû ko wê nivîsarê bandoreke baş li ser kesên pêwendîdar kiriye.
Bes ji ber ko dawî li wan şaşiyan nehatiye ez dixwazim di vê nivîsara xwe de jî li ser hinekên dî bisekinim.
“Bejayî”: Ev gotin xasma di tv-yeke kurdî de ji bo diyarkirina cihê ko bûyer lê rû dayî de tê bi kar anîn ko wergera “kirsal-a” tirkiyê tê. Her çiqas wateya wê û “kirsal-a” tirkî eynî be jî lê awayê bikaranîna wê şaş e. Wek mînak: “Di bejayiya….de…bûyer rû da…” Dîyar e îlhama xwe ji gotina tirkî ya “…kirsalinda meydana geldi-yê” standiye. Hal bihal di kurdî de diviya holê baya, ”di navbera filan û filan gundî/bajarî/deverê de”, yan jî ”nêzî filan derê” ew bûyer qewimî…
“Bi erdê re bûne yek.” Ji “yerle bir oldu-ya” tirkî têt. Kurdiya wê bi xwe heye: “Bû erd û ax.”
“Bila li vir bimîne.” Ji “burada kalsin-a” tirkî têt. Hal bi hal di kurdî de ji bo rewşeke wisa bi vîhawî holê tê gotin: “Bila di neqeba me de be.”
“Birînan bipêçe.” Ji “yarasini sarmak-a” tirkî têt. Ev lêkera “pêçanê” di kurdî de weke wecaz nayê bi kar anîn. Ji ber wê çendê şaş e. Ya nêzîkê rastiya wê eve ye: “Ji derdê wî re bûbe derman”
“Bo pênc qurîşan.” Ev gotin wergera “beş kuruş için-a” tirkî ye, lê belê di nav kurdan de ji bo rewşeke holê her kes gotina “ji bo çar qurîşan..” bi kar tîne.
“Canê min!” ji “canim-a!” tirkî têt. Her çiqas di navbera wan de cihêtiyeke zêde tune be jî lê belê di nav kurdan de “ruhê min!” tê gotin.
“Cih cih.” Ji “yer yer-a” tirkî têt. Hal bi hal di kurdî de gotineke holê nîne. Ji dêl vê ve dikare holêwere gotin: “li hin deran…”
“Çi dibe?”, “çi diqewime?” Ev gotina hanê jî “neler oluyor-a!” tirkî têt. Em di kurdî de gotineke holê bi kar naînin. Ji boyî heman wateyê “xêr e!”, “mesele çî ye?” yan jî “çi mesele ye?” Lêkera qewimandinê ji dema niho re nayê bi kar anîn, ji dema bihorî re têbikar anîn. Wek mînak: “Çi qewimî?”, “çi qewimî ye?”
“Çareserkirin.” Her çiqas “çozûm-a” tirkî di kurdî de weke “çareserkirin” tê wergerandin, bes li Cizîrê car dibe “safî/saf kirin” tê bi kar anîn. Wek mînak: “çozeriz” wek “em ê çareser bikin” tê wergerandin. Hal bi hal li Botan holê tê gotin: “Em ê safî bikin.”
“Debara mala xwe derdixin.” Eva hanê jî wergera “evinin geçimini saxliyorlar-a” tirkî ye. Lê di rewşeke holê de “mala xwe xweyî dikin” çêtir e.
“Destê xwe dirêjî …(yekî) kir.” Li gorî giyanê kurdî ev şaş e; mirov destê xwe “dirêjî” xelkê nake, mirov destê xwe “dide” xelkê. Wek mînak: “Min destê xwe da wî, wî destê xwe da min…”
“Dibe.” Ev peyv jî ji dêl “olur-a” tirkî de tê bi kar anîn. Lê belê di kurdî de li şûna vê “baş e” were gotin çêtir e.
“Dirêjî wî kir.” Ji “uzatti-ya” tirkî têt. Holê dibêjin “Mîkrofon dirêjî wî kir.” Ev şaş e. Rastiya wê “Me mîkrofon da ber devê wî …”
“Ez ji efendîyê xwe re bêjim.” Ev ji biwêja “efendîme soyleyeyim-a” tirkî hatiye wergerandin. Bes hewceyî bi wê tune ye, lewre di kurdiya me de biwêja ko bi heman wateyê tê bikar anîn heye: “Ezbenî, serî.”
“Goristan nehatin ji bîr kirin.” Ji “Mezarliklar unutulmadi-ya” tirkî hatiye wergerandin. Di kurdî de holê tê gotin: “Xelk çûn ser ziyaretan, xelk çûn ser miriyên xwe.”
“Ha ji te re!” Diyar e ko ji “al sana-ya!” tirkî hatiye wergerandin û dema yek bi kulman li yekî din dixevê gotinê bi kar tîne. Bes di nav kurdan de dema rewşeke holê kete holê yê lêdanker ji yê lêdanxwer re “de bixwe, de bixwe!” yan jî “te xwar, te xwar!” dibêje.
“Hate fêm kirin.” Ev gotina hanê jî ji “anlaşildi-ya” tirkî hatiye wergirtin. Lêbelê di nav kurdan de ji dêl wê “me/min fêm kir…” tê gotin.
“Hûn çi diqîrin.” Ev gotin berteka li hember qîrdanê de ye û ji “ne bagiriyorsunuz-a!” tirkî hatiye wergirtin. Di kurdî de ji gotineke holê re “Çi qîra hewe ye!” tê gotin.
“Ji min re çi?” Ji “bana ne-ya!” tirkî têt. Rastiya wê “Min çi îş pê heye”, “çi îşê min pê heye”, “ji min re ne lazim e.”
“ji nedîtî ve dibîne.” Ev jî “gormezlîkten geldî/gelîyor-a” tirkî têt. Şaş e. Di kurdî de jê re: “Xwe li nedîtinê qewimand.”, “heçko nedîtî, nebînandî…”
“Keyfa xwe derdixin.” Ji “keyfini çikariyorlar-a” tirkî hatiye wergerandin. Di kurdî de holê ye: “Keyf keyfa wî ye, Keyfa xwe dikin.”
“Kîjan bayê tu avêtî vêderê?” Dîyar e ko ev ji “hangî ruzgar seni buraya atti-ya” tirkî têt. Hal bihal biwêjeke kurdî ya heman wateyê îfade dike heye ko gelek jê xweştir e: “Bayê tu anî, bagerê tu anî?”
“Li ber derî ye.” Ev jî lişûna “kapida-ya” tirkî tê gotin, ko şaş e. Ya rasta wê “nêzîk” e, “gelek nêzîk e” ye.
“Li xwe baş binêre/binêrin.”Ji “kendine iyi bak-a!” tirkî têt. Di kurdî de gotineke bi vî rengî nîne. Lê eger bixwaze were gotin, holê dibe: “hay ji xwe hebe, bi Xwedê kî hay ji xwe be, te hay ji xwe hebe ha!”
“Mehê salê carekê.” Ev jî “ayda, yilda bîr-a” tikî hatiye wergerandin. Di kurdî de biwêjeke holê tune ye.“Gelek kêm” yan jî “kêm caran” dikare li şûna wan were bi kar anîn.
“Pirs neke/nepirse!” Ji “sorma-ya!” tirkî têt. Hal bi hal di kurdî de ji bo vegotina rewşeke holê “deyneke!” tê gotin. Wek mînak: Ji pirsa “Te ji ber nê rewşê gelek şerm kir?” re wekî bersiv “Deyneke! Ma hêdî min şerm kir! Min got bila erd biqelişe û ez têkevim tê de.” têt gotin.
“Qezayek nedîtî.” Ev jîşaş e, ji “gorunmez kaza-ya” tirkî têt. Di zimanê kurdî de, tu wateyê îfade nake. Hela kurdên ko bi tirkî nizanin çi tiştî jê fêm nakin. Di rewşeke wisa dedikare holê were gotin. “Qezayeke welê çêbû ko heta niha ne kesê dîtiye ne jî bînandîye.”
“Rê li ber mirinê vekir.” Ji “olume yol açti-ya” tirkî hatiye wergirti. Şaş e. Rastiya wê: “Bû sedema mirinê.”
“Salane.” Ji “yillardir-a” tirkî têt. Di kurdî de “Ev çend sal in” yan jî “ev serê çend salan e.” yan jî “Ev çendik û çend sal in.” tê gotin.
“Saet hate …..” Ji “saat onbire geliyor-a” tirkî têt. Şaş e. Lewra di zimanê kurdî de saet “nayê”, saet “dibe.” Wek mînak “Saet bû yanzdeh.”
“Sersaxî jê re xwest.” Ji “baş sagligi diledi-ya” tirkî têt. Şaş e. Rastiya wê eve ye: “Sersaxî lê da.”
“Te pê derxist.” Ji “sen çikardin-a” tirkî têt. Şaş e. Rastiya wê “Te lê da!” ye
“Terkî mirinê kirin/kir.” Ji “olume terk etti-ya” tirkî têt. Şaş e. Rastiya wê “Bi hêviya mirinê ve hişt.” |