CIZÎRA BOTAN, 29/1 2012 — Yekî ji xwe re kiribû edet ko dema yek dimir û dihate veşartin hema radibû diçû gora wî vedikir, kifinê wî jê dikir û dibir, diçû. Ev bûyer bibû sedema nefreta xelkê. Xelkê nav lê kiribû: kifindiz.
Sal çûn zeman di ser de borî mirinê bi qirika wî jî girt û ew jî mir. Dema ev zelam mir, kurê wî mêze kir ko vaye xelk bi neqencî behsa babê wî dikin. Ev rewş bû sedema ecizbûna wî. Ji ber vê çendê ewî biryarek holê girt: Pêwist e ew tiştek welê bike da ew tişta babê wî kirîye li ber ya wî kêm bimîne û da î’tîbara babê wî bi şûn de were.
Hema dest bicihanîna biryara xwe kir. Dema mirîyek mir çû mirî ji gora wî derxist û hem kifinê ji ber xist û bir, hem jî termê wî perçe kir. Îca dema xelk bûn şahidê vê bûyerê ji hev re holê gotin: “Rehmet likifin-diz”
Partiya ko îro li Tirkiyeyê desthilatdar e, herçiqas min dengê xwe nedabiyê û ji wê jî wêdetir dengdana wê di eqilê min de jî derbas nebûbe lê bi rastî ji ber hin sedeman, hindik jî be kêfa min ji serkeftina wê ya di hilbijartina pêşî de hat:
Ew sedem ev in:
Ji ber serokê wê partiyê bi xwe şiqama herî mezin ji destê pergalê xwaribû û seba xwendina helbestekê maweyeke temenê xwe di zîndanan de derbas kiribû. Min got madem wî zilm û zora dewletê dîtiye yê herî zêde derd û elema kurdan fêm bike ew e. Ji ber ko gelê kurd ji damezrandina komarê ve hetanî niho wê zilm û zorê dikişîne.
Serokê wê partiyê û havalên wî yên ko li derûdora wî cî girtîn temsîla ramaneke nû û cihê dikir. Angaşt dikirin ko jêderka ramana wan ji dînê pîrozê Îslamê ye. Ji ber ko pirtirênê gelê kurd mensûbî heman dînî ne, min ji xwe ra digot ko dibe ko ewana li gorî esasên dînî nêzî me bibin û di çerçeveya wan esasan de pirsgirêka kurd çareser bikin.
Axaftina serokê wê partiyê ya sala 2005-ê ya li Amedê kirî ko li xwe mukur dihat ko pirsgirêka kurd heye û ew pirgirêk ya wî ye û wê dîsa ew çareser bike hêvîyên me zêdetir kir. Xasma pêvajoya têkoşîna wî ya di hember hêza kûr ya dewletê ya piştî 2007-ê, ko welê dihat qebûl kirin ko ji çareserkirina pirsgirêka kurd re astengiyê derdixîne, kêfa me gihandibû lûtkeya herî bilind. Min got eve çeng û perê hêza kûr ya ko naxwaze pirgirêka kurd çareser bibe hate şikandin, îca dora aşîtiyê ye
Lê belê; gelê kurd yên ko mîna min kêfa wî jê re hatî û yan jî yên dengê xwe dayiyê careke din xapiya. Ango derheqê xapandina me de dîrokê, nemaze dîroka kurdan careke din dubare dikir.
Lewre:
Zîhniyeta ko ew partî temsil dike tu carî li gorî esasên Îslamê nêzî gelê kurd nebû, rêyên ko wê biratiyê çêbikin venekir,
Bi navê “vebûna demokratîk” behsa hin bernameya kir, lê belê hê di serî de gav bi gav bi şûn de hat, heta ko êdî ji bilî navê wê diholê tiştek nema. Di demeke kurt de derket holê ko armanca wan ya ji wê pêvajoyê xapandin bû.
Digel gotina wê ya “asîmîlasyon nema ye” jî di pratîkê de gavên ko wê rast derxîne nehatin avêtin.
Derheqê kuştina jin û zarokên masûm de lêpirsîneke ko rê li ber wan bigre û êdî dubare neke, nekir. Failên wan bê ceza man.
Ji qîr û hawara gelê kurd ya li ser miriyên xwe yên di encama vî şerê qirêj de derdiket holê re guhê xwe girt, şewata wan nikaribû dilê wî nerm bikira.
Digel ko ew bixwe ji ber azadiya ramanê ketibû zîndanê, lê wî azadiya ramanê ji gelê kurd re gelek dît û di serî de şaredar bi hezaran kurdên sivîl tenê seba aşkerekirina ramana xwe xiste girtîgehê. Adeta welê çêbû ko her kes ji binçavnekirina xwe ya berê sibê emîn nebû. Tirs û xofkete nav gelê kurd. 12-yê îlonê anî bîra me
Ji bo rakirina bendava zalimane ya ko li ber siyaseta legal ya gelê kurd hatibû deynan tu hewildanên wê çênebûn. Dijane, ji ber ko rê li ber zêdekirina dengên wî dikir, li hesaba wî hat.
Di her navberekê mizgîniya “wê tiştên xweş çêbin” da gelê kurd. Lê belê ew tiştên xweş qet neketin pratîkê, piştî her mizgîniyê tiştên nebaş çêbûn. Welê çêbû ko em ji mizgîniya çêbûna “tiştên baş” tirsiyan.
Serê pêşî heyîna pirsgirêka kurd qebûl kir, paşê jî sed û heştê dereceyan fitilî û got ko “pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka hemwelatiyên wî yên esil-kurd” heye.
Di berdewamiya şerê qirêj de gotineke ko hetanî niho ti siyasetmedarî nikaribû bigota bi kar anî: “Jin jî be, zarok jî be, kî be bila ew be hêzên me yên ewleyiyê tişta ko pêwist be wê bikin.” Bi vî hawî rijandina xwîna bêgunehan xiste fermiyetê.
Di dema desthilatiya wî de 34 xortên kurd bi awayekî hovane hatin kuştin. Hetanî îro derheqê kujerên wê bûyerê de tişteke berbiçav ya dilê mirovî rehet bike nekir. Tişta kirî ew bû ko spasiya wî ya bo hêza çekdar bû.
Wî bixwe bi devê xwe got ko “me got çi? Me got ‘yekmilet’, me got çi? Me got ‘yek welat’, me got çi? … “ û çendîn caran ev gotina xwe ya ko dilê gelê kurd birîndar dikir, kir. Bi vî hawî xwest ko kurdên ne li gorî zîhniyeta wî tevdigerin welatê xwe yê ko ev serê hezaran sal e cihê bab û bapîrê wan e, biterikînin.
Belê ji ber ko ev kirinên wî ji yên berî wî gelek û gelek dijwartir derketin û em li yên berî xwe gerandin, heq e ko jê re were gotin: “Rehmet li kifindiz!” |