CIZÎRA BOTAN, 8/1 2012 — Bîstûheştê meha derbasbûyî li gundê Robozkê yê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve ji aliyê artêşa tirk ve komkujieyeke wehşîyane pêk hat. Di encama vê komkujiyê de pirrêwan zarok 35 kurdên bêguneh ko ji bo çar qurîşan li ser tixûbî ticaret dikirin canê xwe dan. Vê bûyerê dil û hinav bi me ve nehişt. Ji wê rojê û vir ve ne şev şeva me ye, ne roja me ye. Kîn û hêrsa me ya di hember vê bûyerê de zêde ye.
Bes vê bûyera dilsoj, vê komkujiya zalimane em hînî hin tiştan jî kirin, tiştên welê ko bêagahîbûna me ya derbarê wan de astenga herî mezin ya bipêşdeçûna têkoşîna gelê me bû.
Belê, vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko zîhniyeta kurd-kuj ya ko ev serê dused salan e xwîna kurdan dirijîne hêjan ji vê xwînrijandinê têr nebûye, kengê bara xwe bibîne û fersend jê re derbike, “avê li me venaxwe” û wê komkujiyên xwe bidomîne.
Vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko kurdek dema înkara gelê xwe bike û di refên dijê gelê xwe de cî bigre di dawiyê de dikeve rewşeke welê ko ji kuştina 35 xortên masûm yê gelê xwe re şîroveya “eger di kuştina wan de qusîr hebe…” dike. Paşê jî dibêje ko “gerçî di kuştina wan de qusîr tuneye…”
Vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko çapemeniya ko erka wê ya bîngehîn bi kurtasî “ragihandina bûyeran ya bi awayekî zelal bo welatiyan” e çavê xwe ji vê komkujiya kurdan re girt û erka xwe terikand. Heta ko ji efendiyên xwe destûr wernegirt di vêderbarê de devê xwe venekir.
Vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko dema mijar bibe kurd êdî bawermendên wan jî hemû nirxên olî, exlaqî, wijdanî, mirovî û civakî didin aliyekê û di hemberî kurdan de milê xwe didin milên bêolan yên hemnijadên xwe.
Vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko ew zîhniyet cudahiyê naxe di navbera kurdên alîgirên xwe de û kurdên dijberê xwe de; kurd her kurd e. Kurdê herî baş jî kurdê mirî ye.
Vê komkujiyê careke din nîşanî me da ko tv-yên qaşo oldar ko di berteknîşandayîna hember bûyerên kuştina sivîlan yên li Sêrt û Êlihê de bi rojan ekranên xwe dixemilandin, sed heyf û mixabin di hember vê bûyerê de xwe şirr kirin. Halbihal ev bûyer hem dilsojtir e hem jî qat bi qat ji ya din mezintir e.
Vê komkujiyê careke din nîşanê me da ko yên ji kuştinên li Filistîn, Sûrî û Lîbyayê re xemgîniya xwe dianîn ziman û di hemberî zulma wan dewletan bertek nîşan didan, dema heman zulm li kurdan hate kirin, deng ji wan derneket. Ji wê jî derdikeve holê ko ew “dilpêvemayîna” wan sexte bû, ne ji dil bû.
Lê belê ez dixwazim ji wê zîhniyeta ko ev komkujî pêk anîye û armanca wê ew e ko kurdan biqelîne û dîl bigre ye re bibêjim ko:
Belê dibe ko îro hêza hewe hebe; hûn karibin bi wê hêza xwe ya zêde mezlûman hîn bêhtir biperçiqînin, biêşînin. Lê belê ma garantiya hewe heye ko teqdîra Xwedayî hetahetayê ji wê zulma we re nebêje “êdî bes e!” û hesaba wê ji we nexwaze?
Ka werin berê xwe bidin dîrokê, kanî ew Fîr’ewnê ko digot “Ene rebbûkûmul-e’la”(1) û lawên Benî Îsraîliyan dikuşt û qîzên wan sax dihişt? Ka ew Nemrûdê ko cenabê Îbrahîm (a.s.) avêtî di nav êgir? Ka ew Seddamê xwînxar yê xwediyê tevgera Enfalê ko destê wî yê qirêj di kuştina milyonek kurdên bêguneh de heyî?
Ka ew Sedam bi kû ve çû? Kî hat welatê wî dagir kir, ew ji wir rakir û yekî din li dewsa wîd anî? Hûn zen dikin ko ev dinya bê xwedî ye û zordest çi bixwazin wê bikin û wê ew i wan re bimîne? Eger hûn nezanibin, ez ê bi we bidim zanîn ko Xwedayê vê gerdûnê li gorî “raza îmtîhanê” hevsarê zaliman heta derekê sist dike. Lê paşê dema ko hêrs dibe û ew hêrs digihîje radeya “felemma asefûna”(2) yê, wê demê hema pê re pê re zagona xwe ya “înteqemnamînhûm”(3)ê dişîne, “Înne bettşe Rebbîke leşedîd”(4) ê dixe dewreyê. Lewra ji encama bûyerên derbas bûyî û yên di dema me de xuya dike ko Xwedê “îmhal” dike lêbelê “îhmal” nake. Ango mûhletê dide, lê dest jê bernade.
Belê dema eciz dibe artêşa Fir’ewnan di Nîlê de dixeniqîne, mal û milkên wan ji reben û perîşanan re dihêle. Dema hêrs dibe zalimekî din ko ew wî weke şûrê xwe bi nav dike dişîne ser Seddaman, wî dixe çalê de, bi rojan di wir de dihêle, paşê dide daleqandin û Telebaniyan datîne cihê wî. Dema hêrs dibe Qedafiyê dîktator dixe qenalîzasyon de û paşê jî bi destên mezlûman dide lînç kirin.
Belê em dikarin hêj dirêj bikin, lê bawer im ji ew kesên ko bixwazin hişyar bibin re ev mînak bes in.
Di dawiyê de ez ê ji mezlûman re jî holê bibêjim ko hetanî sancên pîreka dûcanî zêde nebe zayîna wê nêzîk nabe, hetanî şev tarîtiya herî zêde nejî, sibeh rûyê xwe nîşan nade. Eger ev komkujiyên hanê sanc bin nexwe sibeh nêzîk e.
Mizgîn ji we re!
(1) Nazî’at-24
(2) Zuxrûf-55
(3) “ “
(4) Burûc-12 |