CIZÎRA BOTAN, 10/10 2011 — Di serî de zarok û ferdên mala me, hemû haval û dostên ko têkiliya me bi hev re heye û em bi hev ra sohbetê dikin dizanin ko ez li ser zimanê kurdî çi qeder hestiyar im. Dema em sohbetê dikin, da ko xwe ji tîrên rexneyên min biparêzin hay ji devê xwe hene; hewl didin ko kurdiyeke zelal biaxivin û peyveke biyanî di nav gotinên xwe de bi kar neînin.
Xasma zarokên min dema di tv-yên kurdî de gotineke ne li gorî giyana zimanê kurdî yan jî biwêjeke “qalik-kurdî” lê belê “wate-tirkî” seh dikin tavilê berê xwe didin min, da zanibin ka berteka min ya di hember wê şaşiyê de dê çi be, dê çawa be. Heta di sohbetên malbatî de bêhtirîn mijar li ser vê hestiyariyê ye. Ko yek ji me di jiyana rojane de, li derekê, di sohbetekê da rastî bikaranîneke çewt ya zimên hatibe ew dibe mijara sohbeta me û em bi xiyabî rastiya wê ji hev re vedibêjin.
Di tv-yên kurdî de şaşî ewqas zêde ne ko êdî ji hedê jimartinê gelek derbas bûye. Carcaran ez ji xwe re holê difikirim, dibêjim ko ji dêl ko em şaşiyan jê bigrin û binivîsin ya baştir ew e ko em rastiyên wê bidin alîkî. Wê demê yên şaş dê derkevin holê. Her şaşbikaranîneke têgeh yan jî biwêjeka kurdî welê min diêşîne, wekî ko tîrek li dilê min bikeve. Ji ber wê çendê dema ez li tv-yên kurdî guhdarî dikim pênûs û lênûsa xwe ji xwe dûr naxim, berdest datînim. Dema ez rastî şaşiyekê têm hema ez qeyd dikim. Ez dixwazim ji deryaya wan şaşiyan hin dilopan nîşan bidim.
Ji “Şêrê min!”a ko ji wergera “aslanim!” tirkî bû û pêwist bû ko “berxê min!” bûya bigire hetanî “silavên wî hene”ya ko ji “selamları var” ya tirkî hatiye wergerandin, ko diviya “selaman li te dike” ya kurdî bûya. Hela “Rêya te vekirî be”ya ko ji “yolun açik olsun” ya tirkî hatiye wergerandin, ko di kurdî de ji bilî “oxira te ya xêrê be!” û “bixêr û selamet!” nayê bi kar anîn…
Bes du şaşiyên din hene ko xew li min herimandin. Wê şeva ko min ew bihîstin bi carekê ji mitaleya min dernediketin. Di nîvê şevê de ez ji xewê şiyar kirim. Dîsa hate bîra min. Her çiqas min dixwest ji bîra min çûbûya, lê n e qabil bû..
Belê yek ji wan ya bûyî sedema nerehetiya min û xew li minherimandî “Lawikê keçel” bû. Ev terkîba hanê wek tê zanîn ji wergera “Keloğlan” ya tirkî têt. Dema min ev seh kir tavilê ez ber bi rabirdûya xwe ve beziyam, hem jî bi çargavî... Hetanî ez çûm dema zaroktiya xwe. Min di arşîva bîra xwe de lêkolînek berfireh kir. Ewqas min hêre kir, hêre kir, min ji çîrokbêjên wê demê jî pirsiyar kir, lê bi carekê ez rastî gotineke ya “lawikê keçel” nehatim. Li her derê “Keçelok-a” me hebû. Ez dîsa bêgav mam ko destîvale vegerim serdema xwe.
Ya dudoyê, “te xwe qediyand” ya ko ji “kendini bitirdin” ya tirkî dihat bû. Bi qasî ko ji hevokên pêşî û paşiya wê biwêja şaş tê fêhmê, yek ji yê pêşberî xwe de ye gazindan dike ko ew ji ber meseleyekê xwe zêde diqehrîne ko ev qehra wî dibe ko rê li ber xetereke canî vebike. Min li serlêkera “qedandin”ê lêkolînek xeyalî kir, rakir û danî; lê mixabin ji bilî xilaskirinê ez rastî tu wateyên din nehatim. Hele bikaranîna wê ya di wateya mecazê de. Min her dîtiye ko di rewşek ewusa de “te xwe kuşt!”, “ne te xwe kuşt!”, “de bes e, ne te xwe kuşt!” hatiye bi kar anîn.
Belê min ji xwe re got, gelo çima vî camêrî ji dêl “keçeloka” me ya delal ve “lawikê keçel” ya sarûbar ya tirkan anî? Camêrekî din jî jidêl “te xwe kuşt!”, “ne te xwe kuşt!”, “de bes e, ne te xwe kuşt!” yênkurdî de “te xwe qedand” ya tirkan bikaranî?
Gelo ew kesê ko di zaroktiya xwe de li ber ranê pîrika xwe rûneniştibe, yan jî di civata çîrokbêjên gund yan jî ya taxan de, li ser kulav û merşikên hişk û biring, li ber lembeya dunimre ya gazê, hinek dema xwe derbas nekiribe; mejiyê xwe ji kurdiya zelal tije nekiribe, gelo mafê wî heye ko di saziyeke zimên de cî bigre ko heta ko bûbe sedema xirabkirina ziman.
Belê di dawiyê de ez dikarim vêya bibêjim ko ji bo bikurdîaxaftin û bikurdînivîsandin û bikurdîvegotineke zelal xwendin bi tenê ne bes e, pirtûk bi serê xwe têr nakin; pêwistî bi jiyana di nav kurdan de jî heye. Hele, yên li Ewropayê hînî ziman bûyîn û haya wan ji kurdiya resen neyîn dema pozê xwe têxin di nav vî karê pîroz de, bawer im ji feydeyê pitir dê zerarê bidin paşeroja zimanê me yê delal. |