CIZÎRA BOTAN, 12/9 2011 — Li navenda Cizîra Botan şêxek hebû. Qedera Îlahî ne’meta çavî nedabûyê, ango ji dîtina dinyayê bêpar bû. Digel vê çendê jî şêxîtiyeke hêl dikir. Ji beşên cihê cihê yên civakê mirov li derdora xwe kom kiribû. Mirîdên wî ewqas jê re dilsoz bûn û baweriya xwe pê dianîn ko ji dêl ko biçûbûna mizgeftê nimêja xwe li wir bikiraban, li mala wî diciviyan û nimêja xwe li pey şêx, bi cimaet dikirin û sohbetên xwe yên tesewûfê pêk dianîn.
Rojekê dîsa hemû mirîd li mala şêxê xwe kom bibûn û li benda wî bûn ko nimêja xwe bi cemaet eda bikin. Bes bi carekê şêx xwiya nekir. Dem hinekê derbas bû, mirîd ketin meraqa şêxê xwe. Di dawiyê de ji aliyê malê fermaneke şêx giha mirîdan:
— Şêx hinkê nerihet e, gotiye bila Hesen li dewsa wî pêşiya wan cemaeta bike.
Hesen di nav mirîdan de yekî bijare bû. Mirovekî jîr, zana-ştexalî, têbir û niktedan bû.
Hesenê min û te nemerdî nekir, derket pêşiya mirîdên şêxê xwe û cemaeta xwe eda kirin. Piştî nimêjê jî tesbîhat û li pey tesbîhatê jî wek her carê sohbetê dest pê kir. Xasma dixwestin ko der barê rewşa şêxê xwe de agahiyekê werbigrin paşê belav bibin.
Di dawiyê de şêx ji derî ve xuya kir. Yên li wir helwesteke layiqî mirîdan nîşan dan, ji pey ve rabûn, kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina şêx destnîşan kirin. Hesenê mirîd yê ko li dewsa şêx de pêşiya mirîdan nimêj kiribû li tenişta şêx cihê xwe girt û sohbetê dîsa berdewam kir.
Şêx ko di nav berekê da destê xwe peland, destê wî li secadeya wî ket. Hayê wî jê çêbû ko dema ko Hesen wek îmam li pêşiya wan nimêj kiriye, secadeya wî bi kar aniye. Şêx aciz dibe, gotin di cî de be diçe ser hezarê. Berê xwe dide Hesen:
“— Kura Hesen, dema te nimêj kir, te li ser secadeya min nimêj kir, ne wusa?”
“— Belê ezbenî, wele min li ser secadeya şêx nimêj kir.”
Şêx vê carê dengê hîn bilindtir kir:
“— Kura Hesen, te çawa li ser secadeya min nimêj kir? Ma qey te nedizaniya ko ez ê aciz bibim.”
“— Wele ezbenî min nizanibû ko cenabê şêx dê ji ber vê çendê aciz bibe.”
“— Kura te çawa nezanî? Tu bûyî çi, heta ko tu karibî rabî, li ser secadeya min nimêj bikî?
Gazindên şêx yên bi qîr û hawar li ser serê Hesenê mirîd dewam dikir. Lê her ko diçû semaxa Hesenî ya li hember vê helwesta şêxê wî kêm dibû û hestên berxwedanê serê xwe radikirin. Di dawiyê de Hesen berê xwe da şêxê xwe û bersiveke welê dayê ko gelê Cizîrê sed salan di sohbet û civatan de jê behs bike:
“— Ezbenî, min li ser secadeya te nimêj kiriye; me qumar nelîstiye, me mey venexwariye û me haşayî vê civatê zina nekiriye!”
Dema min gotina futbolvanê tirk Ardayî seh kir, bivê nevê ev kenoka şêx û Hesen ya ko bi rastî jî çêbûye xwe da ber çavê min. Lewre gelek aliyên wê dişibin hev. Bes cihêtiya ko di navbera wan de ev ye: Di ya Hesen û şêx de heqaret tenê li şexsekî tê kirin, lê di ya Ardayî de li miletekî… Di ya Hesen û şêx de xwîn tune ye, rondikên çavan tune ye, lê di ya Ardayî de rijandina xwîna xortan heye.
Belê gotina Ardayî ya ko li pey maça Tirkiya-Kazaxistanê de bi kar anibû bo sedema acizbûna nijadperestên tirk. Wan nijadperestan ya nemayî anîne serê Ardayê reben. Xiyanet, gefxwarin… Heta Arda mecbûr ma ko daxuyaniyeke ko “malbata wî jî şehîd dane, ew bixwe jî mirovekî welatperwer e û divê gotina wî bi şaş neyê şîrove kirin.” bide da ko xwe ji tîrên rexneyan biparêze.
Welê dixuye ko ev nijadperestana çi gotina ko tê de behsa xwînê nebe nikarin rabigrin. Hele behsa heyîna gelên din bike, yan jî navê gelê kurd bête his kirin bi carekê neku ji dîn û îmanê tenê derdikevin, ji mirovahiyê jî derdikevin û çi jehra ko di hundirê wan de heye dikin der.
Werin em berê xwe bidin gotina vî camêrî ka tiştekî ko were rexne kirin yan jî ya bûbe sedema acizbûnê tê de heye? Holê gotibû:
“— Ez vê gola ko min avêtiye dikim diyarî bo zarokên şehîdbûyî yên hemî xelkên Komara Tirkiyeyê dikim.”
Belê, min çiqas dixwest ko bersiveke mîna ya Hesenî ko ji şêxê xwe re dabû ji van nijadperestên xwînxar re jî hatiba dayîn û ji wan re hatiba gotin ko:
“— Gelo di axaftina wî de çi xirabî heye? Gelo ma kuştina mirovan heye? Gelo ma binpêkirina namûsa wan heye? Tenê di axatina wî de tê his kirin ko li vî welatî ji bilî tirkan netewayakî din jî dijî. Di navbera wan gelan de rijandina xwîneke bêwate heye. Û ji bilî wê jî di nav rêzên wê de temeniya rawestandina vê xwînê tê his kirin.”
Lê vê bûyerê derxist holê ko ew zîhniyeta ko Leyla Zana nedayî axaftin, kefçik û çetel li hûnermendê kurd Ahmet Kayayî werandî û ya bûyî sedema di linîvîdehiştina konsera hunermenda kurd Aynûr Doxanê hêjan li ser kar e. Heta ko li ser kar e jî ewrê reş û tarî dê heyîna xwe ya barandina barana bixwîn bidomîne.
Ango, mixabin paşeroja me hêjan jî tarî ye… |