CIZÎRA BOTAN, 5/9 2011 — Neteweya kurd ne tê de, li cem hemû netewayên ko îro li ser rûyê erdê xwedî-dûgel û xwedî-nav in berjewendiya netewaya wan û berjewendiya welatê wan armanca wan ya bingehîn e. Bi gotineke din ev netewe hemû nirxên mirovî, olî û wijdanî gorî berjewendiya neteweya xwe û welatê xwe dikin.
Hertim bi vî berçavkî li dinyayê û li bûyerên ko di dinyayê de rûdidin dinêrin. Hemû pêwendiyên xwe yên bi dûgelên nêzî xwe û dûrî xwe re li ser vî esasî didin rûniştandin. Çi dema berjewendiya welatê wan bûbe mijara gotinê, gotin di cî de be avên rûbaran radiwestin. Ev rasteqîniya hanê aşkere ye. Ji xwe her kes vê bi dengekî bilind dibêje, ti hewceyiya veşartinê jî nabîne.
Wek min di serî de jî got netewaya kurd bi tenê ne bi vî hawî hewl dide. Kurdan her tim ji berjewendiya welatê xwe û netewaya xwe bêhtir berjewendiya şexsê xwe, ya eşîra xwe û herêma xwe daye pêş. Bi hestên netewebûnê bêhtir bi hestên olî, mezhebî, eşîretî û herêmî tevgeriyane. Dijminên wan jî hertim ji vê bikaranîna çewt ya hestên wan sûd wergirtine û malik li wan xirab kirine. Di dawiyê de ol jî, mezheb jî, eşîret jî, welat jî xistine di bin kontrola xwe.
Ji dema rikeberiya Êzdînşêrî û Bedirxan Begî ve ev adet didome. Her çiqas mirov dikare bibêje ko bi zêdebûna xwendin û bi saya serê xwendevanan yên di demên dawî de ev rewşa çewt û kambax ber bi erêniyê ve seyr dike jî, ango hejmara yên ko di vê mijarê de bi awayekî erênî dinêrin zêde bûbe jî, lê belê ne kafî ye. Ne kafîyê wê çendê ye ko bandora xwe li çarenûsa gelê kurd bike.
Belê, di mijara ko her kes hizra berjewendiya welatê xwe dike li hemû dinyayê eynî ye; lê ez dixwazim mînakekê ji Îranê bidim. Mînakek ji vê sedsala ko em tê de ne, yek jî ji dîrokê:
Di sala 1979-ê de li vî welatî qaşo şoreşa Îslamî çêbû û hat angaşt kirin ko zagonên Qur’anê ketin mer’iyetê û pergaleke îslamî hate damezrandin. Li gorî felsefeya wê pergalê xelkên wan çi misilman bin, çi ne misilman bin, çi dûgelên ko zagonên Qur’anê tê de ne serwer bin ew dûgel wek darûl-kufir tê bi nav kirin, ji ber wê çendê divê muameleya kufrê bi wan re bêt kirin. Lê belê em dibînin ko pêwendiyên vê dûgelê yên bi dûgelên din re ne li ser esasê Qur’anê dimeşe, dijane li ser esasê berjewendiya welatê wan dimeşe.
Mînak: Biserketinê soreşê Îslamî ya (!) Îranê ya di sala di sala 1979-ê de tavilê pêwendiyên germ bi pergala Sûrî re hate danîn. Hal bi hal, hêj di germ germa wê de, ango wê dema ko xortên wan ji bo îxraca şoreşê ji hemû dinyayê re meydan dixwest de dûgela Sûrî ya Be’sî ya dijminê ola Xwedê ko di bin serokatiya Esedê yekemîn de bû, fermana misilmanan derxist, qira endamên cemaeta “Birayên Misilman” anî, bajarê Hemayê kir erd û ax. Digel evqas wehşetê jî deng ji vê pergala qaşo Îslamî derneket.
Belê çawa wê demê rayedarên Îranê çavê xwe li hember wê wehşeta ko pergala Sûrî anibû serê Birayên Misilman girt, bertekek nîşan neda; îro jî li hember qetlîama Esedê dûyemîn ya xelkê sivîl dengê xwe dernaxe. Dernexistinê deynin aliyekê, piştevaniya wê jî dike. Heta piştevaniya xwe ji raya giştî ya cîhanê re jî aşkere dike û hewl dide ko ji tevgerek muhtemel ya ji aliyê hêzên navdewletî ya li hember vê dûgelê çêbibe re jî bibe asteng û xwe ji gefxwarina di vî warî de jî dûr naxe.
Ji her kesî bêhtir pergala Îranê dizane ko partiya Be’sê ya îro serweriya dûgela Sûrî dike ji hêla Mîşel Eflakê xirîstiyan (Hin dibêjin esil-cihû ye) yê nijadperestê ereb ve hatiye damezrandin. Dûgela Sûrî di vê sedsala me ya ko mafê mirovan esas têt girtin û dinya alem di nav ne’metên dîmokrasiyê de kêf kêfa wan e de hêj bi dîktatoriyeke dijwar têt îdare kirin.
Li Sûrî serî bûye pîvazek, xwîn kelaşî di ber xwe dibe. Gelê Sûrî ji hemû mafên mirovî û dîmokratîk bêpar e. Gelo ma mafê Îranê heye ko bi navê Îslama ko em hemû mensûbên wê ne, piştgiriya zulmê, dîktatoriyê, qetlîamê bike? Ma ev helwesta wê derfetê nade dûgelên nemisilman ko ew jî bi çavekî xirab li Îslamiyetê binêrin û Îslamiyetê (haşa!) weke hevkar û parêzvanê zulmê qebûl bikin?
Gelo çima Îran vê polîtîkaya dij-Îslamî dimeşîne? Çima hember vê hovîtiya li Sûrî ya ji aliyê hemû cîhanê ve têt tel’înkirin de dengê xwe dernaxe. Yek sedem heye: Lewre, berjewendiya dûgela wê û ya netewaya wê di pergala Sûrî de, di dewama wê pergalê de heye. Ango dema berjewendî yan jî xetereya pergala wan bikeve holê ew li tu tiştî nanêrin.
Ev helwesta Îranê ya neteweperest û dûgelperst bêguman ji dîrokê jê re mîrate maye. Lewre hêj di Esra Seadetê de, di dema Xelîfeyên Raşîd de xwediyê heman helwestê bû. Wek têt zanîn Îran di heyama xîlafeta Cenabê Omer de hate fetih kirin û xelkê wê ketin Îslamê. Belê ya ketinê ketin, bes ti cara serxwebûna xwe, netewaya xwe ji bîr nekirin. Her çiqas ketibûn nava wê Îslama ko ji neteweyê bêhtir umetê esas digre jî, lê ew derbeya ko ji aliyê fermandarê Cenabê Omer ve li wan ketibû û bibû sedema xirabûna dûgela wan kînek welê xiste dilê wan ko dema ew kîn kete pratîkê şehadeta Cenabê Omer encam da. Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî di der barê vê çendê de holê dibêje:
“Xasma, ji ber ko xurûra netewî ya hinekan bi derbên Hezretê Omer bi awakî dijwar hatibû birîndar kirin, ew ji alîyê rewiştê ve li benda firseta tola xwe bûn. Lewra, hem ola wan ya berê hatibû betal kirin hem jî hikûmet û selteneta wan ya berê ko sedema rûmeta wan bû hatibû rûxandin.”(*)
Dema mirov pêwendiya vê dûgelê (Îranê) ya bi dûgeleke laîk (Tirkiye) ko li hemberî şervanên kurd yên bakur dimeşîne jî deyne ber çavên xwe dê ev rastî bi awayekî hê zelaltir xuya bibe.
Kengî netewaya kurd jî bi awayekî gelemperî ev hestiyarî bi dest xist wê demê mafê wê heye ko doz bike ko di malbata netewayan de ciheke wê çêbibe û ew jî bibe xwedî-nav.
(*) Rîsaleya Nameyan, nameya panzdehê, meqamê didoyê, rûpel, 55 |