CIZÎRA BOTAN, 27/8 2011 — Ahmet Altan kesayetiyek e ko ev çend saleke di raya giştî ya Tirkiyeyê, xasma di raya giştî ya kurdan de navê wî pir derbas dibe. Mirov bi awayekî rehet dikare bibêje ko eger îro hindik û hêdîka jî be li vî welatî hin gavên demokratîk hatibin avêtin û mîlîtarîzm û sîstema wesayetê şemaqeke mezin xwaribe, bêguman bandora vî mirovê hêja û ramana wî ya bê tawîz heye.
Ev zat li kû derê û ji aliyê kêve xwehriyeke ko zerarê bide demokrasiyê bibîne, bêyî tirs li hemberî wê xwehriyê de xwe dike sîper. Ew xwehrî bivê ji aliyê serokwezîr ve bêt, bivê ji aliyê PKK-ê ve bêt, cudahiyê naxe di navbera wan de û wê xwehriyê di raya giştî de teşhîr dike.
Bawer im heta vêdê hema hema her kes hevbeş e. Mebesta min ne ev e, tiştekî din e.
Qasê ko em ji nivîsên vî cuwanmêrî hîn dibin tu pêwendiya wî ya bi îman û Îslamê ve nîne. Ji ber ko ewî bixwe eva hanê îqrar kiriye loma ez di aşkerekirina wê de tu zerarê nabînim. Ev gotina min nabe xîbet, nabe paşgotinî. Lewre baweriya kê hebe ya kê nebe, yan jî kî baweriya xwe bi çi tîne serbest e, ew pirsgirêka wî bi xwe ye. Mafê kesî tune ko têkilî ramana wî ya azad û îradeya/vîna wî ya ko ji aliyê Yezdan ve hatiye serbest kirin bibe. Lewre Yezdanê Dilovan di Qur’ana xwe ya pîroz de, di çerçeweya ramana azad de holê ferman kiriye: “Kî bixwaze bila îmanê bîne, kî bixwaze bila kufrê bike (Sûretê Kehf, ayet: 29) Mebesta min ne ev e jî, tiştekî din e.
Ez dixwazim vê xizmeta bêtawîz ya vê kesayatîya qedirbilind û wêrek ya ji demokratîzekirina Tirkiyeyê re û ya bo rawestina şerê di navbera gelê kurd û tirk de dike, bixim nav çavê bawermendên tirk û rexneyên xwe rêz kim:
Ey bawemendino! Ev xizmeta ko ev zatê heqşînas dike, ma ne diviya berî wî hewe kiriba! Ew Qur’ana pîroz ya ko em û hûn biîftîxar xwe pê digirin û bawer dikin ko ji aliyê Sultanê Gerdûnê ve bo mirovan hatiye şandin gelo hişmendiyeke welê nedaye we ko ji dêl vî kesayetî ve hûn wê peywirê bi cî bînin? Gelo çima we ev nekir?
Ew Îslama ko ji navê wê jî diyar e ko armanca wê ya bingehîn aştiya di navbera netewayan de ye, gelo ew dilovanî nedaye we ko hûn holê bifikirin û bibêjin ko:
— Netewayeke ko navê wê kurd e heye û nîştecîhê esîl yê vî welatî ye. Hêj em nehatîn vir jî ew li vir bûn. Dema em ji Asyaya Navîn bo welatê Rûmê hatin koçber kirin vê netewaya esilzade em weke bira pêşwazî kirin û herweha di şerê me yê digel Bîzansê da bi sih-çil hezar leşkerî ve hatin hawara me û di serketina me ya di hemberî kafiran de roleke girîng lehîstin, rê dane me ko em di ser wan re derbas bibin, biçin xaka ereban bistînin. Biratiyeke dilxwaz bi me ve girêdan û ji wê rojê vir ve çi dema serê me êşiya be, wana netewayîya xwe dane alîkî û hatine hawara me; li Mereşê bûne qehreman, li Dîlokê bûne xazî, li Rihayê bûne navdar (şanlî) … Belê ev netewaya evqas hêja ev serê dused salan e, xasma ev sed sal in ji hemû mafên xwe yên mirovî, netewî bêpar mane. Çi dema ko ji bo bidestxistina wî mafê xwe yê rewa rabûne ser piyan jî li Dêrsimê, li Gelîyên Zîlan, li Helepçeyê… şeqameke dewletê ya bixwîn, ya zalimane ya ko bi dehan salan ji bîr nekin xwarine.
Gelo birastî jî Îslamê ew hişmendîya ko vê îtîrafê bi we bide kirin nedaye we, yan jî daye we lê ew şeytanê ko di nava we de ye, ew nijadperestiya ko hûn îbadetê wê dikin çavê we tarî kiriye, ji dîtina we re bûye asteng?
Gelo we Sûreta Hucûrat, ayeta nehê nexwediye û haya we jê nîne ko Zatê Zûl-Celal mirov şûbe şûbe, qebîle qebîle afirandine û sedema vê jî ji bo naskirina hevûdin e, ne ko ji bo înkarê ye. Netewaya kurd jî netewayek ji wan netewayan e. Herweha di heman sûretê de destnîşan kiriye ko “li nik Xwedê yê herî biqedr yê teqwaya wî bêhtir e, ne filan, bêhvan netewa ye. Dema du qebîleyên misilmanan şer kirin pêwist e misilmanên din ji boyî aştiyê têkevin nava wan; eger yek ji wan nêzî aştiyê nebe, pêwist e ji aliyê din re bibe alîkar, ta ko aliyê aştînexaz mecbûrî aşîtiyê bibe.” Gelo çima hûn dijê vê fermana Xwedê tevgeriyan û we şerê azadîxwaz yê gelê kurd yê digel pergala laîk de nexist vê çerçeweyê de û we helwesteke Îslamî ya ko ji we dihat xwestin nîşan neda?
Pergala ko netewaya kurd înkar kiriye, zimanê wê qedexe kiriye, desteka herî bihêz dîsa ji we wergirtiye?
Tu caran we bi çavê biratiyê li vî gelê sadiq ne nihêrtiye. Hûn her dem bûne hevparê zulma dewletê ya li ser gelê kurd. Yên bê ol, yên baweriya wan bi axret û heşr û hesabê neyîn jî kurd nas kirine, lê we esla… Heçî navê kurdan anîye holê jî we bi çavê cidaxwaz lê nihêriye. We ramana pergalê ya li ser esasê înkara gelê kurd bi helwesta xwe erê kiriye. We peyva netewî deynaye li ser navê hemû partî û rêxistinên xwe (Partîya Selametê ya Mîllî/MSP, Yekîtiya Xwendekarên NetewîYên Tirk/MTTB). Bi kurtasî hûn serê pêşî xwe tirk, paşê misilman qebûl dikin. Ango hûn tirkbûna xwe li pêşiya Îslamê datînin. Çima gelo?
Bi dirêjayîya heştî salan pergalê netewaya kurd weke “tirkên çiya, tirkên ji ber ko di nav berfê de çûne û dengê kard-kurd derxistine ev nav li xwe kirine” qebûl kirin, we dengê xwe dernexist, we ew erê kir. Çima gelo?
Hûn ji dabaşkirin û xwedî-lêderketina pirsgirêkên Bosna-Hersek, Fîlîstîn, Efxanistan û hwd têr nebûyîn. Qaşo hûn li ser pirsgirêkên misilmanên bindest radiwestin. Lê we pirsgirêka vê netewaya bindest û belengaz ko ev serê çarsed salan e cîranê we ye qet û qet neanî bîra xwe. Ev rewşa we vêya dipeyitîne: Yan hûn me misiliman qebûl nakin, yan jî hûn …Vê biryarê hûn bidin.
We têgeha şehîd û şehadetê jî kire aleta ramanên xwe. Tevî ko hûn dizanin şehîd kî ne, hûn dizanin ko şehîd ew in yên bi daxwaza bidestxistina razîbûna Xwedê tenê têdigoşin û di vê rêyê de giyanê xwe yê pîroz didin; ne ji boyî mebesteke dinyayê. Digel vê çendê jî heçî kesê ko li welatê kurdan jiyana xwe ji destdayîn we mîna şervanên şerê Bedr û Hûneynê nîşan da. We hewceyiya pirsê nedît ko gelo yên hatîne kuştin li ser çi fikr û ramanê bûn, gelo wana mercên Îslamê bi cî dianîn an na? Gelo ew kes tevlî kiryarên zilm û zordestîyê bûne an na?
Hûn li ber sirûdên ko nijadperestî jê dipijiqin mest bûyîn. We zewqa nijadperestiyê li ser zewqa olî girt.
We zanyarên me yên qedirbilin jî ranegirtin. We got “Çawa dibe ko zanyareke bi vî rengî navdar kurd be!” We ji ber ko nekariye Ûstad Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî bikin tirk û wezaniye ko ev ne gengaz e, tişta ji we hatîye we kir seyîd, da ko hûn bibêjin ew ereb e, ne kurd e. Lewre hûn tehemûla navê kurdan jî nakin. Di dawiyê de jî we ala xwe ya ko hûn perestiya wê dikin xiste destê vî lehengê kurd yê ko yegane armanca wî rizgariya ûmetê bû, ne netewa û netewayî bû de (kovara Sizinti) û bivî hawî we nijadperestiya xwe aşkere kir.
Erê ey bawermendino! Dîsa heke em werin serî, ez ê bipirsim: Ma heqşînasî û hevalbendiya mezlûman û hemberderketina zulmê bêhtir mafê yê xwedênenas e, yan jî mafê yên xwedênas e? Gelo ma hûn nizanin Xwedayê dilovan wê vê hesabê ji we bipirse. Eger di dinyayê de nepirse, teqez dê di axretê de bipirse.
Eger di vê mijarê de gumana we hebe li rewşa îro ya ko Iraq û Sûrî ketine nav de binêrin, hûn ê wê demê zanibin ko heçî ko zulim li kurdan kirî cezayê xwe dîtine. |