CIZÎRA BOTAN, 25/6 2011 — Yek ji mezintirîn delîla mezinahîya Yezdanê Dilovan ew e ko ji her mirovekî li ser rûyê erdê dijî re hezjêkirina li ser tiştekî daye. Ew kes li pey wê tiştê digere, hestên xwe yên ko dîsa ji aliyê Wî ve jê re hatine dayîn di rêya wî tiştî de dimezixîne.
Mirov dikare bibêje ko hemû xewn û xeyalên wî li ser wê tiştê ne. Xwedê Teala bi vî awayî jiyana civakî ya mirovan tenzîm kiriye. An na, ango her kesî ji heman tiştî kez kiribana, ti cihêtî di nav bera hestên mirovî de nebana, wê demê ne gengaz bû ko jiyana mirovan ya komelî mîna ya halê hazir birêkûpêk bana. Eva hanê pêkenîneka ramangîrê navdar ê tirk Mele Nesreddîn tîne bîra meriv:
Rojekê ji Nesreddîn Xoceyê tirkan pirsiyar kirin:
“— Ezbenî, çima di vê dinyayê de beşeke mirovan bi vî alîyî ve diçin, beşeke dî bi aliyê din ve… Mirov hemû di heman alîyî ve naçin?”
Bersiva wî ya tejî-hikmet dîsa amade ye:
“— Eger ne welê bana, mirov hemû bi alîkî ve çûbana, dê alîkî yê dinyayê vala bimaya, dengeya dinyayê xira bibaya û wê dinya ketibana.”
Belê hin kes hene ji sîyasetê hez dikin, li pey partî û lîderên xwe ne. Di sohbetan de hema dibêjin partîya min û lîderê min û ne kesekî din. Hen kes hene ji seyd û nêçîrê hez dikin, hemû mesaîya xwe didin wê. Hin kes hene mirîyê gerê ne; derfeta wan hebe, rojekê li mala xwe neskinin. Wê her tim bigerin. Hin kes hene ji dewlemendîyê hez dikin; ax pere û wax pere. Dema rastî mirovekî tên, gotin di cî de be dixwazin dil û mejîyê wî fetih bikin ka tê de çî heye û dikare çiqas pere jê derxînin. Hwd..
Lê hin kes jî hene ko derd û meraqa wan ew e ko xelkê bikenîn, kêfa xelkê bînin. Keyfa wan kesên qedirbilid di keyfanîna xelkê de ye. Ev kesana her tim di mejîyê xwe de dihizîrînin ka çi bibêjin dê kêfa xelkê were û wê pê bikenin. Mirov dikare holê bibêje, eger ew kesana nebana, gelo dê halê vê civaka me çawa bûya? Hela di vê serdema me ya ko mirov bûne êxsîrê maddeyê û hemû dema wan bo bicihanîna hewceyiyên wan derbas dibe de… Erê gelo civakê di hemberî êrîşa vê stersê de dê karibana çi qeder li ber xwe bidana?
Yek ji wan kesayetîyên ko hewceyîya civaka herêma Botan ya dilxweşkirin û dilrehetkirinê bi cih dianî bêguman Bercesê Simaîlê Oso yê gurbihişt bû. Ez dixwazim di vê nivîsara xwe de ji we re behsa vî mirovî bikim û wî bi we bidim nasîn:
Berces ko paşnava malbata wan Dindar e, bi eslê xwe ji Şirnexê, ji qebîleya Xalûmeran e. Kurê Simaîlê Oso’ye. Malbata wan di çerçeweya koça piştî Şerê Duyem yê Cîhanê li gundê Wehsidê yê ser bi Girika Emo ve ye nîştecîh dibe. Der barê jidayikbûn û wefata wî de mêjûyeke mîsoger di destê me de nîne. Bes bi îhtîmaleke mezin ew nêzî sala 1960 li gundê Wehsidê çûye ser dilovaniya Xwedê. Dema wefat kiribû jî temenê wî dor heftî salî bûye.
Berces di wê qabîlîyeta ko ew xwedîyê wê bû de mirovekî ender dihate hesabê. Lewra ew hem dengbêjekî hêl bû, hem jî hem henekvan… Ew di herdu xisûsan de jî di lutkeya herî bilinde bû.
Dikare were gotin ko Berces, yek ji serdarê dengbêjên herêma Botan bû. Li herêma Botan, nemaze li Girika Emo dema behsa stranan dihate kirin, teqez Berces dihate bîra mirovan; dema behsa Berces jî dihate kirin, stran...
Bercesê gorbiheşt wek me li jor jî îfade kir digel hunera xwe ya stranan, her wiha bi henek û yarî, bi meselok û kenokên xwe ve jî navdar bû. Di sohbetan de ştexalî şitexaliya wî bû û xelkê bi baldarî kenokên wî guhdarî dikir. Berces her tim hewl dida ko henekekê bike û xelkê bide kenandin.
Ez ê hinek henekên wî li vir deynim. Bê guman meselok û pêkenînên Bercesê gorbihişt ne ev bitenê ne. Nêteke min a lêkolîneke berfireh ya li ser jiyana wî heye. Piştî lêkolînê em ê dîsa wî bikin mijara nivîsarekê.
Ji henek û pêkenokên wî:
Tola şeva misîn:
Zemanê berê li gundan dema demsala havînê dihat xelk li ser holikan dinivistin.
Berces şevekê di nav gund de digere, li ber derê gundiyekê radiweste, dibîne vaye mêrîk û jinik li ser ciyê xwe nivistine. Haya wan ji bayê felekê nîne, pixepixa wan e.Berces li ber holikê disekine, dest diavêje misîne tejî av û berê lûlika misînî dide jinik û mêrik û pif dike devê misîn. Di lûlikê de av bilind dibe û mêrik û jina wî şil dibin. Jinik ji xew hişyar dibe û gazî mêrê xwe dike:
“— Kurê Simo, rabe te bi xwe ve mîst!”
Berces jî li wan guhdarî dike û dawiyê qehqeheyekê diavêje:
“— He he heeeee!!!”
Jinik ban dike Beces:
“— Berces te ev kir, na... Bila bila, li ser destê min nivîsandi be.”
Di ser vê bûyerê de dem derbas dibe. Rojekê Berces di ber mala wê jinikê re dibore. Bi hev re sohbetê dikin. Xeberek ji vir, yek ji wir. Jinik jê re dibêje:
“— Berces, tu tasek ava cemidî venaxwî!”
“— Belê welle, zehmet nebe, ez ê vexim.”
Jinik diçe aliyê malê û tasek ava cemidî tîne û îkramî Berces dike. Berces jî avê li ser can û cesedê xwe de berdide.
Jinik:
“— Ava me çawa bû Berces?”
“— Wele gelek xweş bû, lê ez dibêm qey hinkê şûr bû, ne welê?.”
“— Erê ma çima ne şûr be; ma tu dizanî îdrara kê di nav wê avê de bû.
“— !!!!..
“– Erê erê, bi serê babê te kim Berces, ev tolê wê şeva misînî bû.”
Telaq û bertelaq:
Berces rojek ji rojan dîsa tê Cizîrê. Lê belê tu nabêjî wê rojê li Cizîrê şer û pevçûn dest pê kiriye, heydedan e, dê xwe li weledê xwe nake xweyî. Berces ji nişka ve xwe di nava şer de dibîne. Ji vî alî, ji wî alî xelk dibezin hev. Berces li wan dinêre. Di demekê de Berces dibîne ko vaye yek ji wê ve dibeze tê nav şerî. Bere jî dijûnan dike û agir ji devê wî dibare:
“Hey… telaq û bertelaqê hewe…”
Peyvek ya di nav dijûna wî de bala Berces dikêşe: “Bertelaq…” Berces dest xwe de diçe bi pistûka wî digre û jê dipirse:
“— Birayê ezîz, li qisûra min nenêre. Te dijûnek kir, min fêm nekir. Ji min re bû meraq. Te got ‘telaq û bertelaq’. Ez dizanin telaq çi ye, lê ez nizanin bertelaq çi ye. Ka ji kerema xwe re ji min re bibêje.”
“— Kura, ka min berde, birayê min kuştin!”
“— Bi serê xwe û te, ev ne pêkan e, heta tu nebêjî min, ko “bertelaq” çi ye, ez te bernadim.”
Yê Cizîrî dema dibîne ko Berces cidî ye û ew wî bernade jê re holê dibêje:
“— Xwelîserê gundîyê ehmeq, bertelaq diş e, diş!… Te fêm kir!”
”— Erê min fêm kir; de here îca!”
Em dîn kirine wê hewe jî dîn ke:
Berces dîsa rojekê tête Cizîrê. Wê şevê li wir dinive. Dema dibe sibeh ji bo yî nimêjê diçe mizgeftê. Wê demê xelkê pê dewlê av ji bîrê derdixist. Yên ji bo yî nimêjê hatibûn, ketibûn rêzê da ko avê ji bîrê bikêşin.
Berces dest diavêje kûzîyê (misînê wî zemanî bûn) xwe û ji yên rêzê de rawestiyayî re dibêje:
“— Ka ji kerema xwe re rê bidne min, da ez kûziyê xwe ji vê kaniyê tejî av bikim.”
Yên di rêzê de nizanin ko Berces ji bo yî henekê vêya dibêje. Jê re holê dibêjin:
“— Kura kurmancê ehmeq, ma ev kaniya gundê babê te ye; ev bîr e, bîr.
“— Na na, ez dizanim ew kanî ye; ka xwe bidin alîkî.”
Ew dîsa gotina xwe dubare dikin. Berces jî wan re dibêje:
“— Nexwe hûn nahêlin ez nimêja xwe bikim. Ezê jî herim, nimêj nakim”. Kar dike ko ji mizgeftê derbikeve. Di ber deriyê mizgeftê bi zilamekî re rû bir û dimîne. Jê re dibêje:
“— Xala bi Xwedê kî, rast e li vê mizgeftê nimêjkirin qedexe ye?”
“— Na kê ew gotiye?”
Berces wî tîne ber mizgeftê yên di rêzê de rawestiyayîn nîşanî wî dide û dibêjiyê:
“— Van mirovan gote min ‘Nimêjkirin li vê mizgeftê qedexe ye.’
Dema wî zilamî ji wan re got ko “Çima hûn holê dibêjin?”
Wan holê bersiva wî dan:
“— Kuro dev ji wî berde. Ewî em dîn kirine wê te jî dîn ke.” |