CIZÎRA BOTAN, 6/5 2011 — Belê Seyda, ez dixwazim bipirsim ka evîn, eşq çî ye? Ya heqîqîya wê û ya mecazîya wê. Xweşiyên wê, nexweşîyên wê, xetereyên wê û encama mensûbên wê. Herweha ka çi cihêtî di navbera ya rastî (heqîqî) û ya mecazî de.
Hêjan min pirsa xwe xilas nekirî Seyda gotina min birrî û got:
“— Ez dizanim tu dê çi bipirsî. Lewra pirsên te tevî yên biqalîte ne û hêjayî bersivdayînê ne. Bila guman bo te çênebe ko ez ê wan pirsên te yên xweş yeko yeko bibersivînim. Çimkî min bixwe gotîye:
Tu j’ Melayî her bipirs esrarê ‘işqê hel dikit,
Vê mu’emmayê çi zanin sed mela û muste’îd.
Belê Seyda, hewe di çarîneke xwe ya di dîwana pîroz de jî xaqanîbûna xwe ya di işqê de holê anîye zimên:
Pir le’l û dur te j’ kilkê ‘işq
Anîne nezma silkê ‘işq
Der berr û behrê mulkê ‘işq
Me’lûm e xaqan î Mela.
Belê rast e; lêbelê hêj em neketîyîn nav wê deryaya xweş û bizewq ya işq û evînê de ez dixwazim tiştekî bo te bêjim. Lewra, piştî ko bigotina ehlê vê meşrebê mirov bû “fena fîl-işq”, ew hewaya xweş kişande hundurê xwe, ango mirov bi işqê re bû yek û tê de winda bû, êdî nexweş e ko mirov jê derkeve û têkeve nav dinê de.
Ji ber wê çendê min divê ez û tu bihev ra li şahrê û kolanên Cizîra Botan bigerin, da bibînin ka xelkê me yê sedsala bîstûyekemîn çawanin, çi dikin? Rewşa wan ya sîyasî, ya çandî, ya civakî çawane? Kurdîyeke çawa bikartînin? Lewra berîya ko ez xatirê xwe ji vê dinyaya xapînok bixwazim û biçim alema berzexê bisalekê ango hezar û şeşsed û sî û nehê da ew peymana nehs ya Qesra Şirîn hatibû mohrkirin û Kurdistana me ya delal cara pêşî di navbera dagirkeran de hatibû parve kirin. Paşê jî wek tê zanîn careke din hate parçekirin. Daxwaza min ewe ko zimanê wan gelên serdest bandoreke neyînî li ser zimanê me yê xweşik nekiribe.Lê ka em ê binêrin.
Vê pêşnîyara Seyda ya gera di nav kolanên Cizîrê de ji dil ez xemgîn kirim, ewqasê jî şermende... Lewra haya min jê hebû ko em ê bi kurdîyeke çawa re rû bir û bimînin. Ez ê wê demê bibim av û di erdê de biçim; bixwazim erd bikelişe û ez têkevm tê de. Digel vê çendê jî bersiveke neyînî ya vê pêşnîyarê ne hedê min bû. Min got: “Tewekeltû ‘elellah” û pêşnîyara wî erê kir.
Seyda bi wê weqara xwe ya gewre ve li pêşîyê, ez li pey wî em ji Medreseya Sor derketin ber bi Şahrêya Nû ve. Cara pêşî du zarok ketin pêşîya me. Ji cil û bergên wan, ji pirtûkên di bin çengên wan de û ji hal û hereketên wan dîyar dibû ko ew xwendekar in û ji dibistanê tên, ber bi mala xwe ve diçin. Seyda bi beşişîneke şêrîn ew pêşwazî kirin û li hêvîya wan ma. Dema gihan semta me yekî ji wan bo havalê xwe holê got:
“— Em îro bûn yazilî (1). Ji ber ko şevê dî ez gelik çalişmîş (2) bibûm, min bêş (3) stand. Kes nebibû yardimcîyê (4) min jî”
Min li rûyê mubarekê yê Seyda nihêrî mixabin ew beşaşa şêrîn jê çûbû. Xemgînîyekê cihê wê dagir kiribû. Sedem jî bê guman axaftina wî xwendekarî ya tejî tê de peyvên tirkî bû. Ketibû nav mitaleyên kûr û dûr Seydayê me. Da ko ez hîn fihêtkartir nebim berê xwe neda min. Me rêya xwe domand. Min ji şerma taqet nedikir serê xwe rakira. Em di xilasiya şahrêyê de liqayî sohbetekê hatin. Du kes li çayxaneyê rûniştibûn.
Yekî ji yê dî re behsa bûyereke ko hatibû serê wî vedigot:
“— Ezbenî, ez li saxê(5) xwe diçûm. Li ser doqsanê (6) bûm. Ez çi bibînim baş e? Erbeya qarşiyê (7) min de ‘yanliş sollemê’ (8) kir. Em çarpişmîş (9) bûn. Sisê yaralanmiş (10) bûn, yareya (11) dudoyan axir (12) e.”
Seyda wekî bixwaze bibêje “ev çi kurdî ye ?” li rûyê min nihêrî. Min jî berê xwe da erdê û jê re got:
“— Ezbenî ev mirovê he ji havalê xwe re behsa bûyereke çûnehatê ya wî jîyayî dike. Ew bixwe ajovan e. Dixwaze bibêje ko di wê dema tirimbêla xwe diajot de ew li gorî rêzika çûnehatê, li aliyê xwe yê rastê diçû. Lê ajovanê tirimbêla pêjber, ew rêzika çûnehatê binpê kir û şaş tevgerîya. Ji ber wê çendê herdu tirimbêl li hev qelibîn. Di wê bûyerê da sê kes birîndar bûne. Birîna du kesan xedar e.” Min lê derxist ko rûyê Seyda hinkê dî jî qurmiçî. Herweha di ber xwe de, bi awakî hêdî tiştin digot, lê min fêm nekir ko ew çi dibêje.
Em ji wir jî derbas bûn, çûne Şahrêya Şaredarîyê. Me dît ko li ber derîyê dikanekê hin mirov kom bûne. Em nêzî dikanê bûn. Di dikanê de rojname dihatin firoştin, xelk jî ketibûn dorê de. Li ser daxwaza Seyda me çavê xwe li rojnameyan geran. Rojnameyekê bala me kişand: Hûrrîyet. Seyda got “ka bixwîne, binêre çi dibêje?” Berîya ko ez derbasî xwendina nûçeyan bibim çavê min li nivîsa “Tûrkîye ya tirkan e.” ket. Seyda ji nivîsê gelik eciz bû. Hejmara van rojnameyan gelik zêde bûn. Ji zêdebûna hejmara wê dîyar dibû ko ev rojname gelik têne firoştin. Paşê jî me li kenarekê rojnameyeke kurdî ya wek sêwîyan jî dît: Azadîya Welat. Li ser daxwaza Seyda min ji dikandarî pirsîyar kir ko ji vê rojnameya kurdî rojê çend heb tên û çend heb têne firoştin. Bersiva ko ji yê dikandarî hatî gelik balkêş bû:
“— Rojê du rojname tên. Carînan yek tê firoştin, carînan jî dudo.”
Berteka Seyda tund bû:
“— Ê baş e; ev rojnameya ko li ser de “Tûrkîye ya tirkan e.” Nivîsandî çend heb?
“— Sed, sedû pêncî heb.”
Seyda berê xwe da min got:
“— Zagoneke Xwedayî heye ko jê re ‘sunnetûllah’ tê gotin: ‘Milletek heta xwe neguhere, Xwedê wî naguhûre.’ Binêre, ev rojnameya ko ne zimanê we yê dayikê, heyîna welatê hewe înkar dike, milleteke dî ji welatê we re ‘weke xwedî’ nîşan dide sed-sedû pêncî heb tê firoştin. Lêbelê rojnameya zimanê we, ya derdê we û pirsgirêka we vedibêje hebek, du hebek… Ev tiştekî gelik sosret e.”
Me dikana rojnamegerî li pey xwe hişt û em ketin ser rê. Qasî deh-panzdeh xulekan em çûyîn qerebalixeke zêde ket pêşîya me. Mirovek çûbû ser dereke bilind û ji qerebalixê re diaxivî. Li ser pirsa Seyda min got:
“— Ezbenî ev kesê diaxive sîyasetmedarekî partîya Kurda ye.”
“— Te got partîya Kurdan?”
“— Belê ezbenî partîya Kurdan.”
“— Baş e, lê bi zimanê bîyanî diaxive. Ev çi kurd e holê. Ma zimanê xwe bi xwe nizane?”
“— !!!”
“Ellah, Ellah!!!
Em ji wir jî çûyîn. Me dît ko hinek mirov li ber televîzyonekê sekinîne û bi kelecan guhdarî dikin. Bo me jî bû meraq. Em jî çûne nika wan û me jî li wê nûçeya televîzyonê guhdarî kir. Tu nabêjî hêzên ewlehîyê (!) li ser hin deran de digirtin û hinek kes dixistin bin çavan. Paşê jî dîyar bû ko dijî hin şaredarên operasyonek pêk dihat. Paşê jî me dît ko şaredarek di destê polêsan de ye, ji mal derxistine ber bi tirimbêla xwe ve dibin. Zaroka wî ya kiçik ji dil û mêlak gazî bavê xwe dikir:
“Baba!!!”
Lêbelê ji ber ko gazîkirina lawik ya bo babê wî ne gazîkirineke bi kurdî ango bi awayê “yabo!”, “habo!”, “bavo!” bû, bi ya tirkî ya “baba!” bû, raza awayê axaftina navmala wan dida dest, ango ew şaredarê ko ji ber doza kurdî hatibû binçavkirin di nava mala xwe de, digel hevser û zarokên xwe bi tirkî diaxivî. Evya jî bû sedema hêrsbûna Seyda:
“— Hûn…
Mixabin berdewam nekir, xewna me bi dawî hat. |