CIZÎRA BOTAN, 8/4 2011 — Miletê kurd ji serîhildana Bedirxanê mezin û vir ve di encama têkçûna hemî serîhildanan de bi helwesteke dij-mirovane re rûbirû maye. Geliyê zîlan, Dêrsim, Agrî, Enfal, şewata sînemayê ya Amûdê, 33 gule, bidarvekirinên Komara Îslamî ya Îranê, kuştinên kirdar-nedîyar yên di navbera salên 92–96-ê… Çi dema miletê kurd ji boyî bidestxistina mafê xwe yê rewa rabûbe ser pîyan di pêşberî xwe de helwesteke dijwar dîtîye.
Doh çawa bû, îro jî eynen welê ye; ew zordarî bênavbir didome. Di vê dinyaya geş û xweş de kuştin, xwîn, zilm û zor bûye para me rebenên Xwedê tenê. Hewildana xelk û alemê ji boyî jiyaneke hîn bextewartir e; lê ya me ji boyî xilaskirina ji girtinê ye, ji êşkenceyê ye, ji mirinê ye. Di nav çar dûgelan de nalenala me ye. Dilê tu kesî bi me naşewite. Bi gotina kevin “em kurê jinbabê ne”.
Piştî ko ev rastiyên he li jor hatin rêz kirin ez dikarim holê bêjim: Bi sedan çavên me hebin û ji boyî barandina rondikan heftbehran bibe hêstir û paşê jî bi şev û roj serhev em bigirîn têra me, têra belengazîya me nake. Madem rastî eve ye, çima em ji boyî xelkê digirîn? Bi sedan zimanê me hebin û her zimanekî me bi sedan awayî kul û kovan û derdê me vebêjin xilas nakin. Madem rastî ev e çima em dema xwe bi vegotina derdê xelkê derbas dikin? Bi sedan destên me hebin têra dermankirin û vepêçana birînên me yên kûr nakin. Madem eva hanê ji aliyê her kesî tê zanîn, çima em bi dermankirina birînên xelk û alemê ve mijûl in?
Erê birayên delal, dibe ko hûn wan îfadeyên min yên li jor wek mibalexe binîrnîxinin. Lê belê dema hûn bixwe jî bi awakî hûr û kûr li me, li rewşa ko me di dîrokê de derbas kirîye û ya îro em tê de ne temaşe bikin hûnê bixwe jî mafî bidin min.
Eger ji min were pirsîyarkirin ka sedema herî mezin ya bindestî û kambaxbûna miletê kurd çî ye û ze’fa wî ya ko bûye sedema vê kambaxiyê di kûderê de ye ez ê bersiveke bi vî rengî bidim: Hestên wî yên ko ne di cî de têne bikaranîn e. Ez ê hinkê vekim. Miletê kurd berê û pêş de her tim ji xwe bêhtir li ser derdê gelên dî rawestiya ye û hestên xwe yên ko Yezdanê dilovan ji bo parastina jiyana wî dayîne wî, ne ji bo xwe, belkî ji bo gelên dî bi kar anîye. Bi kurtasî her dem ji xelkê re xizmet kiriye. Ew bixwe di çi rewşê de ye, li xwe nenêrîye, enerjîya xwe daîma ji bo xelkê mezixandiye. Duh holê bû, îro jî holê ye, eger di vê mijarê de em neyêne hişyarkirin bawerim dê herûher jî holê be.
Di dema xwe de em bûne serwerê welatên mîna Misir, Surî, Yemen û Filistînê lê ne ji bo xwe. Me bi şerê Melazgirê deriyê Anatolîyayê vekir lê ne ji boyî xwe. Me bi navê “Şerê Rizgarîyê” Anatolîya ji dagirkeran rizgar kir û em bûne “qehreman” û em bûne “şanlî” û em bûne “gazî” lê ne ji boyî xwe. Eva he jî dijê zagona Xwedayî ya ko li ser civakan tecellî dike ye. Lewra Xwedê teâlâ gotiye: “Heta neteweyek xwe negihure ez wî naguhirim.”
Tişta ji hemî hemî tiştî nexweştir, kambaxtir û dibe sedem ko dil û hinavên me tejî xwîn bike jî ew e ko ew gelên ko em xwe li ser wan dişewîtênin û diperitînin haya wan jî ji perîşanî û bindestîya me nîne. Xwezî ev tenêbaya! Min bibexşinin lê belê di nav wan de yên neyartîya me dikin jî hene.
Neteweyeke ko em ji ber wê ax û xweliyê li xwe dikin û serê xwe li dîwaran dixin Filistîn e. Erê, ji ber ko herî kêm ev serê dused salan e em di bin zulm û zorê de ne, mezlûmbûnê û kul û derdê wê herî zêde em fêm dikin û bi vê ve girêdayî yên dixwazin li ser rûyê erdê zulm nemîne jî em in. Herweha em doza Filistîn û filistînîyan jî mafdar dibînin. Û em bawer dikin ko gelê Filistînê mezlûm e, mafê wan bi darê zorê ji destê wan hatiye standin. Ji ber wê çendê aştiyeke mayînde ya li wê herêmê ancax bidawîanîna dagirkirina axa wan û bi avakirina dewleteke wan ya serbixwe gengaz dibe.
Lê belê ka em hinkê mitale bikin û gelê Filistînê deynin alîkî yê şihînê û miletê xwe jî deynin aliyê din yê şihînê û paşê em berê xwe bidinê ka ji aliyê mezlûmî, bindestî, rebenî û belengazîyê ve kîjan girantir e. Gelo li pişt me kî heye, li pişt wan kî heye? Li pişt wan ji bilî dewletên cîhanê yên ko doza wan diparêzin bîst û yek dewletên birayên wan yên ereb jî hene û ji aliyê sîyasî û aborî ve her cûr arîkariyê didin wan. Lê li pişt me rebenê xwedê? Fîlîstînîyek tête kuştin dinya radibe ser hilopepana, li Îsraîlê dikin qîr û hawar. Lê em belengazê Xwedê…
Me got em ji wan gelik gunehtir in. Erê ji aliyê her kesî ve tête zanîn ko gelê Filistînî bi zimanê xwe dikarin bixwînin, binivîsin, perwerde bibin, çi navên bixwazin li zarokên xwe bikin lê em ? Ji her çar aliyên dinê bi keştîyan ji wan re arîkarî diçe, lê ji bo me? Ez dikarim vê berhevdanê gelik dirêj bikim û bipeyitînim ko em sed qatan ji wan mezlûmtir, gunehtir, rebentir, bêxwedîtir in.
Ji ber wê çendê baweriya min li wan kesên ko di sohbetan de ji dil û can ji Filistînîyan re digirîn û dikin hawar nayê. Lewra ez bi qasî misqalê zerre hestên netewî di nav ramana wan kesan de nabînim; virtî vala ne. Behsa kurdan jî nakin. Dikarin bi dirêjahiya saetan ji “çavên Zehra” re bigirîn lê çavên wan ji Ceylan û Dîren û… re girtî ne.
Berî niha du-salan bû; di wê dema ko Başûr dihate bombebaran kirin de çavê min li nûçeyeke derbarê Batmanê de ket. Di nûçeyê de dihate dîyar kirin ko xwenîşandan û meşek li vî bajarî hatiye li dar xistin. Serê pêşî min zen kir ko bombebarana Başûr têt şermezar kirin. Lê tişta ko min di berdewamiya nûçeyê de bû dît bû sedem ko ez di cihê xwe de bicemidim. Lewra tu nabêjî zulma Îsraîlê ya li ser filistînîyan dihate şermezarkiri. Belê mixabin welatê wî dihate bombebaran kirin ew diçû dewleteke dî şermezar dikir, gelê wî dihate kuştin ew diçû ji bo gelekî dî dikete kolanan. Nizanim ji vê re çi bibêjim? Gelo ev xeflet e, yan îxanet e?
Ew kesana qaşo xwe oldar dihesibînin. Ew zen dikin ko oldarî ew e ko yek hizr û mitaleya xwe neke, ya havalê xwe bike. Gelo haya wan jê nîne ko heçî pêxemberên hatine di teblîxa xwe ya pêşî de behsa qewmê xwe kirine û gotine: “Ya qemî, ya qewmî-gelê min gelê min!”
Gotina min ya dawî ji wan kesana re ev e: Xwedê neke îro jî li Iraqê neo-sedamek derbikeve û êrîşî kurdan bike ew filistînîyên nijadperest yên ko tu ji wan re hêstiran dibarînî dê li nik wî cî bigirin û dê ji paş ve te û birayên te bikujin. |