CIZÎRA BOTAN, 26/3 2011 — Ji ber girîngîya wê ya navendî, di dîrokê de gelik kesayetîyên navdar ji Cizîra Botan rabûne. Lê belê mîna gelik kêmasîyan kêmasîyeke me ya dî jî ew e ko em li navdarên xwe xwedî dernakevin, jîyana wan nanivîsin û wan derbasî nifşên pêşîya xwe nakin da ko gel ji jîyana wan sûdê wergire û wan ji xwe re bike mînak.
Lewra eger çarenûsa gelê kurd îro di rewşeke xirab de derbas dibe, bêguman paya îhmalên bi vî rengî nayê înkar kirin. Yek ji wan navdaran jî bêguman Evdî Axa, bi gotineke dî Serokê Xortan Evdê Evdilqadir e. Em dê di vê nivîsarê de jîyana wî û hin taybenmendîyên wî raxin ber çavan.
Gênçler Reîsî / Serokê Xortan
Navê wî Evdê ye, ko jê re Evdê Axa an jî Evdê Evdilqadir dihate gotin, di sala 1858-ê de li Cizîra Botan ji dayik bûye Ev zatê han kesekî herî navdar ê Cizîrê bû. Ji ber ko wî xwe tim weke xort qebûl dikir leqeba “Serokê Xortan” jê re hatibû dayîn. Bi nuktebazî, zerafet, axaftina xwe ya xweş û bi lixwekirina cilên spehî yên reng bi reng dihate nasîn. Bi bazirganiyê ve mijûl dibû. Di sala 1939-ê de li Cizîrê çû ser dilovaniya Xwedê.
Hinek taybetmendiyên wî ev in:
Qet xwe nedixwerand.
Qet pala xwe nedida tiştekî.
Di rojekê de carekê yan jî du caran cilê xwe diguhert.
Gelek nuktebaz bû.
Qet xwe kal qebûl nedikir.
Wî bi xwe leqeba “Gençler Reîsî / Serokê Xortan” li xwe kiribû.
Mirovekî cesûr, merd, sebirker û biezim bû.
1. Lihevnekirina sînor:
Di sala 1930-ê de di navbera dewleta Tirkiyê û dewleta Sûrî de îxtîlafekê rûdabû. Di neqeba nûnerê Tirkiyê, nûnerê Fransayê û hekemtiya Danîmarkayê de îxtîlafên mezin çêbibûn. Nûnerê Fransayê dixwest ko Cizîr û herêma Hespistê ya Hezexê têkeve di bin rêvebiriya wan de; bes nûnerê Tirkiyê dixwest ko sînor di derdora Bafid û Eyndîwarê de derbas bibe. Nûnerê Danîmarkayê yê hekem jî ji ber vê çendê ketibû rewşeke dijwar de û nedizanî ka çawa biryarê bide. Hema ji Cizîrê yekî pêzan (ehlê wiqûf) dixwaze. Qeymeqamiya Cizîrê jî xwenda û dinyadiyê wê demê Evdî Axa weke hekem dişîne ba wan.
Evdî Axa ko xwediyê zekayeke kûr bû û zanaştexalî bû hema li ser vê mijarê kurteçîrokekê dibêje û bi vî awayî têkilî meseleyê dibe:
Rojekê mêrik û jina xwe bi hev re sohbetê dikin. Di vê sohbetê de pirsa hezjêkirinê ji hev dikin.
Jinik:
— Mêrikê min, tu çiqasê ji min hez dikî?
Mêrik:
— Jinika min, ez ji serê te hetanî lingê te bixwim û te xilas bikim, dîsa jî ez têr nabim. Îca ko tu bibêje, tu çiqasê ji min hez dikî?
Jinik:
— Ez ji lingê te hetanî serê te bixwim û te xilas bikim, dîsa jî ez têr nabim.
Mêrik li ser vê bersiva jina xwe holê dibêje:
— Ya baş ew e ko em (nîvekî) rawestîn.
Piştî ko desteya nûneran ev çîrok bihîst, bi taybetî nûnerê Danîmarkayê holê got: “Ev zat çi bibêje, em dê nêrîna wî qebûl bikin.
Bi vî awayî ji Cizîrê hetanî Hespista Hezexê evqas erd bi letîfeyekê ji Tirkiyeyê re ma.
2. Tiroziyê Tehl:
Tahîr Axayê zavayê Mistefa Paşa digel sedan mirovan li koçkê rûniştibû. Di vê heynê de dixwazin Evdî Axa biceribînin. Xulaman tembîh dikin ko da sê heb tiroziyên herî tehil bibijêrin û danin ber Evdî Axa. Lê yên dî tiroziyên şirîn danin ber wan.
Her kes dikeve ser tiroziyên xwe û dixwe. Bes Tahîr Axa di bin dûvkê çavê xwe re li Evdî Axa dinêre, ka dê di hemberî van tiroziyên tehl de çi helwestê nîşan bide. Dema Evdî Axa dest diavêje tiroziya pêşî û dibîne tehl e, di dilê xwe de holê dibêje: “Ez bibêjim tehl e, dê ew bibêjin (Hema ya te tenê tehl e) ji ber vê çendê naaxive û dixwe. Dema dibîne ko ya didowan jî tehl e êdî dizane ko ew bi komplokê re rûbirû maye, hema wê jî û ya sêyemîn jî dixwe û qet li eynê xwe dernaxîne.
Tahîr Axa dema dibîne ko Evdî Axa her sê tiroziyên tehl bêyî ko mehdê xwe tirş bike xwar, hema gazî xulaman dike û bi wan re aciz dibe. Xulam jî ser û binê wan tiroziyên tehl kom dikin û jê re tînin. Tahîr Axa jî wan tiroziyan diceribîne û qenaeta wî jî tê ko tirozî tehl in. Bi vî awayî Evdî Axa di vê ceribandinê de sebrê dike û bi ser dikeve.
3. “Mamo” tu bi xwe yî:
Rojekê dostekî wî yê bi navê Hacî Mihemed Selîmê Zêringer tê ber derê mala wî û destê xwe li derî dixe. Evdî Axa:
— Ew kî ye?
Dostê wî:
— Ez im, mamo! Hacî Mihemed Selîm.
Evdî Axa ji bersiva “Ez im, mamo” yê gelek aciz dibe û holê dibêje:
— Hişê xwe bide serê xwe! Tu dibêjî kê mamo? Mamo tu bi xwe yî!
4. Te got qey ez mêş im
Tê gotin ko 36 dest cilê Evdî Axa hebûn. Her destekî cilan hetanî qilifê seetê jî yekreng bû. Her wiha ev cilên wî yên spehî û adeta wek ûniformeyan bala xelkê dikişand.
Rojekê dîsa destekî cilê xwe yê spehî li xwe kiribû û bi wê bejna xwe ya gir û bilind ve li ber devê dikana xwe rûniştibû. Di vê navberê de leşkerek ko xwarin dibir qereqolê, destê xwe dihejîne û di ber de derbas dibe. Evdî Axa gazî dikiyê:
— Leşker, te çima silav neda?
Leşker:
— Ezbenî, min tu nedîtî.
Evdî Axa:
— Çi dibe? Te got qey ez mêş im! Ma tu vê qelafeta min a gir û bilind nabînî?
Leşker li ser vê gotina wî lêborînê jê dixwaze û diçe.
5. Lêdana jinan
Neyar û nexêrxazên wî gelik dixwestin ko lêdanekê lê bikin û wî kirêt bikin, lê qet nediwêrîn bikevin pêşberê wî. Lewra tê gotin ko wî derbek li kê bixista ew diket êdî ranedibû.
Rojekê neyarên wî biryareke gelik balkêş didin. Hinek jinên şerker peyda dikin û datînin ser rêya ko ew tê re derbas dibe. Û ji wan re dibêjin ko dema Evdî Axa derbas bû hema bê pirs û pirsîyar lêbixin.
Jin jî kemîna xwe datînin. Dema Evdî Axa tê semta wan bi hev re êrîşî wî dikin. Lê deng ji wî dernakeve. Bi gotina leşkerî dikeve rewşa rawesta amadeyî.
Dema hinek kes di wir de derbas dibin û vê rewşê dibînin ji Evdî Axa re dibêjin:
— Axa ev çi hal e? Tu çima deyn nakî?
Bersiva Evdî Axa gelik balkêş e:
— Ne ez nizanim çi bikim. Ez li wan bixim, dê bibêjin (Evdî Axa xwe kir havalê jinan û li wan xist) Ez baz bidim dê bibêjin (Evdî Axa ji ber jinan revîya). Hema ya baş ew e bila ew li min bidin.
Çavkanî:
Abdulkadîr Bîngol, Kulîlkên Baxê Botan
Butun Yonleriyle Cizre, Abdullah Yaşin.
Sohbeta Mela Evdilkerîm Ozervarli |