CIZÎRA BOTAN, 17/3 2011 — Heta niho gelik mirovan li ser cejna nevrozê, li ser dîrokê wê û li ser girîngîya wê ya ji boyî gelên li Rojhilata navîn, xasma ji boyî gelê kurd pênûsên xwe xebitandine, serê xwe êşandine.
Bi boneya vê roja girîng ez dixwazim berê xwe bidim du lehengên kurd Mewlana Cizîrî û Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî, ka van kesayetiyên ko rûmeta gelê kurd in, di berhemên xwe de qala vê rojê kirine an na? Lewra behsêkirina wan ya vê rojê bo me gelik girîng e.
Belê her çiqas mesleka bingehîn ya Mewlana Cizîrî evîn be, eşqa îlahî be, wehdetûl wicûd be; ya Mela Seîdê Kurdî jî rizgarkirina îmana xortan ya ji kufrê be, lê dîsa jî van herdu qehremanan xwe ranegirtine ko behsa vê rojê nekin.
Mewlana Cizîrî:
Ev narê sîqala dil e
Da’im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac (1)
Ev agirê vîyanê ye, dilê mirovî paqij dike, dicelîne. Fikr û mitaleya dil, behs û qala wî her dem li ser wê ye. Dema agir vêket û ronahîya wê geş bû wê demê dibe newroz, dibe sersala dil.
Mewlana di herdu risteyên dawî yên di wê çarîna li jor de bi awakî vekirî behsa newrozê, hilketina agirê wê û sersalê dike.
Herdu îlanên te dî min toqa gerden kir medam
Da mi her bêtin tebessum wek gula Dehhak-i rûh.(2)
Min herdu kezîyên te yên mîna du marên reş li gerdana xwe alandî ye, da ko herdu mar wek gula geş (Dehhak) bikenin.
Mewlana di risteya pêşî ya di vê malikê de di bin navê kezîyên dilbera xwe de îşaretî herdû marên li ser pişta Dehaq dike. Di risteya dawî de jî bi awakî vekirî behsa Dehaq dike. Her çiqas dehaq bête wateya “yê zêde dikene” jî lê dema em peyva Dehaq û peyva herdu maran li pey hev bibînin êdî di derheqê vê çendê de dudilî ji me re namîne ko Mewlana dixwaze peyama Newrozê bide gelê xwe.
Ûstad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî:
1.
De were îro newroza Sultanî ye. Dê guherînin çêbibin. Dê karên sosret derbikevin. Di vê roja xweş ya biharê de em herin çola kesk ya tejî kulîlkê spehî; em herin geştê bikin. Vaye binêre xelk li vî alîyî ve jî tên…
2.
Mirin roja newroza me ye. (El mewtû yewmû newrozîna)
Ûstad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî dema dibêje “Mirin roja newroza me ye” hem hestên xwe yên derbarê newrozê de tîne ziman hem jî bi awakî keramet dîroka mirina xwe îşaret dike. Lewra wek tê zanîn ûstad di 23-yê adara 1960-ê de wefat kiriye ko du roj li pey newrozê re ye.
Piştî vê çendî ez jî dixwazim hestên xwe yên di derbarê newrozê de bi helbestekê bînim zimên:
Dîsa hat newroza kurda
Dîsa hat newroza kurda,
Ji hev ra bidne mizgîn e,
Bînit dawya kula derda,
Gelê kurd gelkî keyfîn e.
Du sêsed sal (*) berî Îsa,
Rojek wek ya îro dîsa,
Li Medyayê şemal îsa
Bo kurdan xweş dibû jîn e
Dehaq êdî nema sax bin,
Dil û mêlak nema dax bin,
Welat tev dê gul û bax bin.
Xilas bit nefret û kîn e.
Gul û simbil vebûn tev de,
Kulîlkê sor û zer dev de,
Qîz û xortên me govend e,
Li kolanan de danîne.
Li her der keyf û hem yarî,
Înayet er bikit Barî,
Ji bo qewmê me yê Arî.
Dê azadya welat bînê.
Divêt her kes ji dil rabit,
Pîrozkirnek nebaş nabit,
Kesek nînin ne dilşa bit,
Ji bil yê cehş û xayîn e.
Pîroz kin rewşekî ser ve
Bi aştî lê nekû şer ve,
Dê her kes derkevit derve,
Ji xeynî yê eqil nîne,
Pîrozbahîyê hêj zû kin,
Cil û kincên xwe tev nû kin,
Yê kesk û sor û zer l’xo kin,
Biçin qada bîranîne.
Di her rewş û di her halan,
Nerûnit kes li nav malan,
Bo Kurd derdê hezar salan,
Ji qelbê xo derêxîne.
Emê tev dest bidin destan,
Pîroz kin şubhê sermestan,
Ji xo memnûn bikin hestan,
Heta ko em dikarîne.
Dehaq bimrin, bijîn Kawa,
Nemînit zilm bi her awa,
Ji bo xort û qîz û lawa,
Çêbit dinyakî şêrîne.
Dê agrê Newrozê geş kin,
Rûhê Kawa’yî hem xweş kin,
Dilê yên xêrnexaz reş kin,
Bila ew her bikin şîn e.
Bibîr bînin Memo û Zîn,
Çeko û Arif û Tajdîn,
Mîrê Botanê Mîr Sêvdîn,
Ku ev rêç bo me hiştîne.
Ji Kawa ta vê roja me,
Didomit de’w û doza me,
Dê dengê “Ey Reqîb”a me,
Biçit ta Çîn û Maçîn e.
Li Dêrk û Şirnex û Wanê,
Cizîr û Muş û Batmanê,
Li Amed hem Li Tatwanê,
Hilînin ala Rengîn e.
Li Midyad û Nisêbînê,
Li Bedlîs û li Mêrdînê,
Dikin hawar û qêrînê,
Ji bo vê têdikoşîne.
Di salên heştê û notî,
Ji Amed bigre ta Botî,
Ji bo vê roja dil sotî,
Xwîna pembe rijandîne.
Yê vê rojê me kit jar e,
Mîna pêrar û pêrar e,
Nifîna Dikulê jar e,
Xwedê stûyê wî bişkîne.
1. Şerha Dîwana Mewlana El’eqdûl Cewherî, berg-1, rûpel: 178,
2. Şerha Dîwana Mewlana El’eqdûl Cewherî, berg-1, rûpel: 191.
3. Sozler (Rîsaleya Peyvan), rûpel, 58 (Weşanên Yenî Asya)
4. İçtimaî dersler. Rûpel. 126 (Weşanên Zehra)
(*) Ango şeşsed sal |