CIZÎRA BOTAN, 20/2 2011 — Berê jiyan ji ya vî demî gelik cihê bû. Belê, dema mirov jiyana berî niha bi pêncî salan datîne ber ya îro mirov pêrgî rewşeke sosret tê. Mirovî her çiqas bi arîkariya teknolojiyê ji aliyê rehetbûna jiyanê ve gavên girîng avêtibe û gihîştibe asteke bilind jî lê ne gengaz e ko yek karibe bibêje ko heman rehetî û xweşî ji aliyê giyanê ve jî mijara gotinê ye.
Ew mirovên ko temenê wan îro li ser pêncîyê re ne şahidên vê çendê ne. Ez bi xwe jî di wê qenaetê de me ko jiyana wê demê digel ewqas kêmasiyan jî ji ya îro gelik xweştir bû. Rast e îro beden û laşê mirov di nav xweşiyê de gewilî ne, lê giyanê wî ji ber diltengiyê dike qîr û hawar. Bi destûra we ez ê hinkê dabaşa jiyana wê demê bikim û carînan jî deynim li ber ya îro.
Li wî dîyarî hestên mirovatiyê pir û pir qewî bûn. Sedema qewîbûna wê jî ew bû ko ew dîwarên stûr yên maddî hêj mîna îro neketibûn di nav bera wan de. Mirovên wê demê qadir bûn ko ji bo tiştekî gelik hindik yên mirov û xizmên xwe dest ji serê xwe berdin; xwe bikin cangoriyê wan.
Li wî dîyarî ji ber ko enflasyon û devalûasyonan rûçikê xwe yên reş nîşanî wan mirovên saf nekiribû, bi navê “destgirtin” û “qerzê hesen” sîstemên aborî di nav civakê de rûniştibûn. Dibe ko li mirovên îro sosret were lê wê demê dema yek hewceyî perena dibû û diçû ev hewceyiya xwe pêşkêşî yekî halxweş dikir, bi tenê gotina “bila destgirtin be”, yan jî “bila qerzê hesen” be têrî bidestxistina hewceyîya wî dikir. Ya hêj sosrettir jî ew e ko ji ber ko sîstema “qerzê hesen” weke dûstereke Îslamî û Qur’anî dihate dîtin û di Qur’ana Pîroz de derbas dibû gelik xêrxwaz hebûn ko çavên xwe li xîzanan digerandin û dixwestin ko ew werin ba wan û perena ji wan bixwazin da ewana jî bibin xwediyê wê xêrê. Bes ev jî hebû ko, yên pere distandin jî li ser edakirina deynê xwe gelik hestiyar bûn û hay jê diman ko berî ko bimrin teqez deynê xwe eda bikin da deyndar û malê îbadî li ser wan heyî neçin dinyaya din.
Li wî dîyari ji ber ko barê jiyanê ne biqasî ya îro giran bû, her dem li ser rûyên wan beşişîn hebû. Kul û derdên wan kêm bû. Di pêjerojê de wê çi bihataya serê wan ne xema wan bû. Tewekkula wan ya li ser Xwedayê wan xema wan ya li ser paşerojê kêm dikir
Li wî dîyarî sohbetên xweş dihatin kirin. Ji ber ko wê hingê ev qotiya ko jê re dibêjin televîzyon hêj derneketibû, çav û dêhn û zêhna mirovî mîna îro nebûbûn dîlê nêrîna aliyekê tenê ko her dem li wê binêrin; serbest bûn, bi awakî ji dil li yê pêşberî xwe guhdarî dikirin. Hela şevan, şevên dirêj, şevên pehîz û zivistanê, ew çêrokên xweş ji aliyê çîrokbêjan ve dihate vegotin. Dema çîrokbêjî dest bi çîroka xwe dikir û digot: “Carek caran, rehmet li dê û babên hazir û guhdêran. Padîşahekî sê kurên wî hebûn: Yek Hesen Çelebî, yek Ehmed Çelebî yê dî jî Mîrza Miheme…” wê demê dinya dibû ya wan. Êdî wan ne dinêriya ka cihê rûniştina wan xweş e an na. Mîrza Miheme, her tim qehremanê çîrokan bû.
Li wî dîyarî mîna îro girîngî ne didan xwarinan, çi biketaba ber wan dixwarin. Piştî xwarinê jî spasiya Yezdan dikirin ko ew ji birçîbûnê rizgar kirine. Wek mînak taştêya serê sibê mîna ya îro ne ewqasî rengîn bû, bi gotina pêşiyan ne “sîniya tiam tiam” bû, di sînîyê de penîr, sîrik, zeytûn, hêk, rîçol, hingiv nebû. Kevaniya malê serê sibê tiştekî tejî nîska xweş datîna nava menzelê. Hûr-gir hemû ferdên malê li ser kom dibûn, pê kevçikên dar diketin ser de û gurm û hey gurm, dixwarin. Bi kêf û zewq dixwarin. Kesî nedigot “bila firaqa min cihê be, ez ê cuda bixwim, dilê min naçe bihevrexwarinê.” Mirovê îro her çiqas sînîya tiam tiam li ber de be jî lê bawerim ji wê zewqê dûr e.
Mirovên li wî dîyarî ji ber ko her tim di nav tevger û libate de bûn û mîna yên vî demî bi dirêjahiya saetan li ber tv.rûnediniştin pirsgirêgeke wan a zêdebûna kîloyan jî nebû û ji nexweşînên biqelewbûnê re eleqedar pir û pir dûr bûn.
Li wî dîyarî ji ber ko her tişt siruştî bûn, ne bi bandora dermanan çêbibûn, xwediyê tameke cipcihê bûn. Nan, goşt, fêkî, hingiv, duhnê esîl… hemû li gorî esliyeta xwe hebûn. Lê îro em ji wan taman bêpar mane. Bi rastî wê demê ko yekê nan dipeht bêhna wê ya xweş bi sed, bi dused metreyan dûr diçû. Ew bacan, ewe xiyar, ew bih, ew karçîn… nema ne. Dema çavê mirov li yên îro dikeve xweşik û tamxweş xuya dikin, lê dema mirovî dixwe, mirov çi tamî jê seh nake. Herweha kî dikare bibêje ko ewî hin hingiv kirriye û yeqîn jê re çêbûye ko ew hingiv yê esîl e, ne yê sexte ye? Ji xwe hingivfiroş bi xwe jî di dema bazarê de vê çendê dide hîskirin: “Ev hingiv yê esîl e, evê he yê hê esîltir e, lê evê dî yê herî esîl e.” Ji ber wê çendê êdî bawerî nemaye. Lê dema berê ev nebû.
Li wî dîyarî di nav bera berikên mirovan û pereyan de pêwendiyeke baş tunebû. Di sê demsalan de berîk vala bûn, tenê pahîzê bo demeke kurt pere lê dibûn mêhvan û pêre pêre jî xatir dixwestin û diçûn. Belê berîk valabûn, lê bextiyar bûn, kamiran bûn, neyîna pereyan bandoreke nebaş li ser giyanên wan çênedikir ko rûyên xwe biqurmiçînin.
Li wî dîyarî hewceyiyên malê mîna yên vî demî ne ewqas zêde bûn. Ne ewqasî zêde bûn, ji ber wê çendê mijûlahî jî kêm bû, dema wan ya zêde hebû. Dema xwe ya zêde bi lehîstokê, bi sohbetan derbas dikirin. Lê hewceyîyên vî demî ewqas zêde bûne, ji ber wê nikare serê xwe bixwerîne; ewqas giran bûye ko nalenala mirove ji ber giraniya wê. Ma hêdî hîletê wî yê zewqê maye.
Mirovên wî dîyarî mîna yên îro li ser paqijî û tendurustiyê ne ewqas zîz û peljen (xessas) bûn, lê belê dîsa jî nexweşî nebû. Yê karker, yê pale dest diavêt şerbikê avê û datîna ser devê xwe û qurt û hey qurt vedixwar paşê jî ya mayî dida havalê xwe, wî jî devê xwe datîna ser cihê devê wî û vedixwar. Mîna îro nedigotin bila her yekî me qedeha me ya avê cuda be, dilê me naçe şûndevê wî, dibe ko ew bimîkrob be falan bêhvan…
Belê li wî diyarî nexweşî nebû. Kitûmatên êşa zirav derdiketin meydanê lê ew jî gelik kêm. Tansiyon, şekir, kolesterol navê wan jî nehatibûn sehkirin. Mîna îro çûna bijîjkan jî nebû. Ji xwe ma nexweşxane û bijîjk hebûn! Dema yek nexweş diket di nav xelkê de dibû ecêb. Ko yekî dabaşa nexweşiya wî kiriba der heqê wî de holê digotin: “Weyla rebenî! Nexwe te got nexweş e ne!!!” Îca ka em li mirovên îro binêrin. Ji pitikan bigre heta mirovên kal, her kesî teqez du-sê nexweşiyên wî hene. Nexweşxane tejî ne, rê nadin. Hinde nexweşxaneke tê avakirin kêfa me tê em dibêjin wê barê nexweşxaneyan sivik bibe, lê belê sivikbûn li kû, em li ku!
Me got nexweşî zêde bûne. Erê heke derbarê “mijarên ko di nav mirovan tê kirin” de îstatîstîkek were kirin bawerim “mijara bi nexweşîyê re eleqedar” wê di cihê sereke de be. Lewra du-sê mirov bigihin hevûdû, piştî xêrhatin û xêrdîtinê teqez dabaş dibe dabaşa tendurustiyê. “Welleh şekerê min evqas e”, “tansiyona min elhemdu lîllah ber bi başiyê ve diçe”, “dohn li ser pişa min heye”, “babê min ji dilê xwe emeliyat bû” hwd.
Li wî dîyarî sos soz bû. Dema gotinek ji devê yek derdiket êdî şûndehatin nebû. Serê wî jî di wê rêyê de çûbûya ne xema wî bû. Hela zilam li ser soza xwe bêhtir hestiyar bûn. Dihate gotin ko dema zelamekî soz dabûya yekî ko ew tiştekî bike wî zilamî mûyek ji simbêlê xwe vedikir û weke rehîn di dida wî kesî. Lê îro yek hemû mûyên simbêlê xwe weke rehîn bide dîsa bawerî nîne. Ji xwe ew bixwe, bêyî yek jê were xwestin simbêlê xwe diqusîne û diavêje.
Mirovên wî dîyarî mîna yên îro ne ezperest û berûxwe bûn. Piştgirî û piştevanî li cem wan esas bû. Helê dema barê xizanekî, belengazekî ketiba erdê… Wê demê destên ko dirêjî rakirina wî barî dibûn zêde bûn. Ji avakirina xêniyan bigrin heta kelandin, qutan û gêrûsekirina savar û danhûrkî. Ji rakirina cenazeyan bigrin hetanî zewcandin xort û qîzan, di hemû warên jiyanê de arîkarî derdiket pêş.
Li wî dîyarî dema yek dimir, mirovên wê taxê (heke gund bûya yên wî gundî) hetanî ew heq nekiriban (veşartin) deriyên dikanên xwe venedikirin, ne diçûn ser karê xwe. Piştî wê jî hetanî demekê dibûn hevparê şîna wan. Ew tişta ko adeta şînê binpê dikir hetanî ji wan dihat xwe jê dûr dikirin. Mîna îro di heman kolanê de hem şîn hem şahînet nebû.
Li wî dîyarî şer û pevçûn çêdibûn, lê kuştinî nebû. Serê hevûdin dişikênandin, hevûdin “kirêt” dikirin, seba tiştekî pûç dibû ko du tax ketibana nav hev de lê kuştin esla. Derbê kuştin bizanîn danetînana hevûdin. Her weha di demek kurt li hev jî dihatin.
Belê xwezika û heft xwezika bi dema berê û jiyana wê ya xweş. Lê ka hûn çi dibêjin? |