CIZÎRA BOTAN, 11/11 2010 — Nezîre ji erebiyê têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike ji bo wê helbestê “nezîre” tê gotin. Nezîre ji wêjeya farisî derbasî wêjeyên dî bûye.
Nezîreyên ko ji boyî tinazê, tinazpêkirinê jî hene. Ji nezîreyên bi vî rengî re “tehzîl” yan jî “hezl” tê gotin. Her çiqas ne heddê min jî be ko ez di der barê qesîdeyên Mewlana de behsa nezîreyê jî bikim, lê ji ber evîna min ya di der barê wî de bêhemdê xwe weke “nezîre” hin peyv ji devê min derketin.
Heke ev peyvana wek nezîre bêne navdan pêwîst e wê hingê ez lêborîna xwe ji giyanê cenabê Mewlana bixwazim û jê re bibêjim ko:
“Seyda, ji ber ko ez gelik ji te hez dikim, destûrê bide min ko hin peyvên min yên bêqedr li cem yên te bin, dibe ko Xwedê min bide xatirê te.”
Ez ê serê pêşî qesîdeya Mewlana Cizîrî pêşkêş kim, pişt re nezîreya xwe ya ko min li ber wê amade kiriye.
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dêm nedîrê bo ‘ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir, dil ji min
Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir, dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan ‘eql û hiş man
Sa’eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir, dil ji min
Serwinazê serferazê
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir, dil ji min
Bejn û bala tûx û ‘ala
Min kirin vêk ra mutala
Çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir, dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j’ xeflet ve gazî
Dil ji min bir, dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir, dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir, dil ji min
***
Nezîreya min
Wê delalê, çaf-xezalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Hûrîya sahib-cemalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Ez vebestim, girtî destim,
Wê dema bo dîtnê xwestim,
Teşbîhê dûpişkê gestim,
Dil ji min bir, dil ji min.
Berzelingê, zîvî-singê,
Dil-kuça hişkûbiringê,
Wê bi bimba û tifingê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Şubhê şêran, tevr û bêran
Mal li min wê kirye wêran,
Hem bi şûr û tîr û kêran,
Dil ji min bir, dil ji min
Xwîn-şirînê, l’şaneşînê
Zulf bi helqe çîn bi çînê,
Ez kirim Mem ew xwe Zînê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Min ji meylê, kirye weylê
Rondikên min şubhê seylê,
Dilbera teşbîhê Leylê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê emîrê, zulf-herîrê,
Sahiba text û serîrê,
Em neanîn qet li bîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Ya bisawir, şubhê lawir,
Nêrî min herwekî gawir,
Ew dema da min wê awir,
Dil ji min bir, dil ji min.
Bêhnî-mawer, ew dilawer,
Kuştim û hêj nake bawer,
Rû wekî şemsa di xawer
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê ji kerbê, danî derbê,
Hem bi talîm û bi cerbê,
Wek ketî nav ceng û herbê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê cebînê, reng-qinînê
Kirme şubhê har û dînê
Wê kena wek hingivînê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Xuy-firingê, sing bi singê,
Hate min her wek pilingê
Wextê şûr rakir wê hingê
Dil ji min bir, dil ji min.
Nav ziravê, kim silavê
Nayêt ew zêr û diravê.
Bêhn ji mawerd û gulavê.
Dil ji min dil ji min.
Dêm ji nûrî, ez bigorî,
Sen’eta wî Rebbê Jorî,
Ya qirik mercan û morî
Dil ji min dil ji min.
Bejn û balê, ket xiyalê
Xunçe-leb hem dêm-bixalê,
Ya bi umrî çarde salê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê kubarê, cilwedarê,
Din-bira dîtin-hezarê,
Kuştim û nabêje “jarê!”
Dil ji min bir, dil ji min.
Ku bi rêket, ew milêket
Gul bi deste deste jêket,
Wê dema çavê mi pêket
Dil ji min bir, dil ji min.
Xanûmanê, bêîmanê,
Qadirî xist êş û janê,
Dilkulî da ber nîşanê,
Dil ji min bir, dil ji min. |