CIZÎRA BOTAN, 26/11 2010 — Melayê mizgeftê mîna her îniyên dî wê înê jî di mîhrabê de cihê xwe girtibû, rûniştibû. Li noqteyekê dinêriya û berê xwe jê nedida alî. Ko dema rabûna wî hat rubû ser piyan. Di destê wî de kaxezek hebû. Ew kaxeza ko ji saziya fermî ya ko ew bi wê ve giradayîbû gihiştîbû ber destê wî, daku talîmata pergalê bi ehlê cemaetê parve bikira.
Hetanî vir her tişt weke ji rêzê dihate hesap kirin. Haya kesî jê nebû ko wê çi rûbidaya. Melayî çavê xwe hinkê li kaxezê gerand, lê ev çavlêgerandina wî ya kaxezê ne mîna yên rojên dî bûn. Diyar bû ko sariyek ketibû navbeyna wî û van kaxezên bi vî rengî de. Mirov ji nêrîn û girtina wî ya kaxezê tê dertdxist ko ew êdî naxwaze vi zimanê kaxezê bikarbîne.
Melayê me hinkê bi xiroş (heyecan) bû. Paşê jî berê xwe da cemaetê û got:
“— Gelî birayên misilman!”
Bi gotina “Gelî birayên misilman!” re hûr-gir cemaeta li mizgeftê hemûyan pêkve berê xwe dane wî. Ji lewra ev gotina ko ev heştê sal in li hêvyê bûn, bab û bapîrên wan bi kul û hesreta wê serê xwe danibûn, nû dibihîztin. Ewana her îniya Xwedê gotineke ko ji wan re, ji xelkê wê axê re biyanî ya “azîz cemat!” dibihîztin. Belê ev gotina xweş, ev gotina ko li gorî fitreta wan bû, nû dibihîztin. Ji ber vê çendê gelik dalşad bûn. Dilşadiya wan jî ji wê beşişîna ko li ser rûyê wan û di baldariya wan ya melayî de diyar dibû.
Melayî jî hem xutbeya xwe dixwend hem jî di bin berçavkê xwe re li rewşa cemaetê dinêriya. Ji lewra ewî dixwest bizanibaya ka berteka cemaetê ya di hemberî vê helwesta wî ya nû de çawa ye. Dema melayî jî dilşadiya ehlê cemaetê bi çavê xwe dît, hîn bêhtir xwe şidand û gotin di cî de be xutbeya xwe bi tecwîdî xwend.
Bi gotina “gelî birayên misilman!” re ev li wir rûdidan lê di heman demê de li bajareke dûr, li navendê welêt de dîwareke dihilweşiya. Dîwarê wê zîhnîyeta kevneperest ko hîm û bingeha wê li ser neteweperestiyê bû, hilweşiya. Lewra ev heştê sal bûn vê zîhniyetê dom dikir.
Hetanî gihişte radeyekê. Hetanî gihîşte radeya ko ji zimanê me re hate gotin “zimanê ko nayê zanîn”, wê demê Xwedê fereca xêrê vekir. Lewra ev xwendina xutbeya bi Kurdî ko pey wê biryara dadgehê hatî ne tesadûf bû. Ji xwe ti caran baweriya min bi “t”ya tesadûfê jî nehatîye. Wek zatekî mezin gotî: “Di kaînatê de mirov tesadûfî “tesadûf”ê nabe. Ango di darê vê dinyayê de tesadûf tune ye.
Belê di dadgeha Amedê ko siyasetmedarên Kurd lê dihatin darizandin de di der barê vî zimanê me yê şêrîn de hate gotin ko “zimanê nayê zanîn.” Xwedayo! Ev çi wehşet e! Zimanê çil milyon mirovî, bi gotina Teshîn Tahayê gorbihişt çil hezar hezarî çawa dibe zimanê neyê zanîn. Haya wan kesên ko holê digotin jê nebû ko xwediyê wî zimanî heye. Ev ziman nîşaneya hebûn û yekbûna Wî ye:
“We mîn ayatîhî xelqûssemawatî wel erdî, we îxtîlafû elsînetîkûm we elwanîkûm-Afirandi ezmanan û erdê û newekhevbûna zimanên we û rengên we ji ayetên Wî ne.” (1)
Belê wan hêj nedizanbû ko Ew wê rojekê eciz jî bibe. Dema eciz bibe jî wê tolê xwe jî hilîne:
“Felemma âsefûna înteqemna-Dema ewan em eciz kirin me tola xwe ji wan hilda.” (2) Tolhildana Wî jî zor dijwar e:
“Înne bettşe Rebbîke le şedîd-Bêgûman girtina rebbê te gelik dijwar e.” (3) Astronotê Emrîkî Neîl Alden Armstrong gava lingê xwe avête ser heyîvê holê gotibû: “Ji bo mirovekî ev gavekî biçûk e, lê ji mirovahiyê re gavekî mezin e”
Erê xwendina wê xutbeya bi Kurdî jî dibe ko ji bo wî melayî gavekî biçûk be, lê ji zimanê Kurdî re gavekî mezin e. Ji ber wê çendê wê xutbeya Kurdî ji bo paşerojê hêviyên me xort kirin, her çiqas bayê asîmîlasyonê hêjan berdewem bike jî…
Hêviya rojên hîn xweştir… rojên ko zarokên Kurdan jî di dibistanê welatê xwe de gotina “zarokna!” bibihîzin.
Axx, xwezî hêj em nemirîn me ew roj jî dîtibana!
Ji ber ko kêfa min gelik ji xutbeya Kurdî re hat, min di der barê vê çendê de helbesteke amade kir. Ev beşeke wê helbestê ye:
Faîlatûn/ Faîlatûn/ Faîlatûn/ Faîlat
Xutbeya Kurdî çi xoş e, ê dixwînit destî sax,
Bêhisab xweş tê li goş e, wek gula bostan û bax.
Min divê her în bi wî bit, ê dixwînit heskê kî bit,
Ne bi tirkî erebî bit, ez bê wê nakim semax
Bê wê ez nakim tu hedr e lew li ba min pir biqedr e,
Rohniya wê şubhê bedr e, bo rêya min ew çirax
Ew zimanê min esîl e, bo heyîna min delîl e,
Lê mixabin maye dîl e, sed hezar hesret û ax.
Ew zimanê min ê Kurdî, dûrî min kir wî zigurdî
Xistim ez nav êş û derdî, lew gerandim ez nesax
………..
Dilkul im hêj hêvîdar im, min ne gotye çarneçar im
Dê neseknim, erkedar im, hîn bikim wî tax bi tax
1. Sûreta Rom, ayet- 22
2. Sûreta Zuxrûf:, ayet-55
3. Sûreta Burûc , ayet-12 |