SWÊD, 23/3 2013 — Di destpêka sedsala 20an de li hemberî Siltan Evdilhemîd (1842-1918), çawa li welêt, her wisa jî li welatên Ewropayê bi her cureyî gelek tevgerên protestoyê pêk tên. Zordestî û êrişên dewletê yên li dijî hêzên muxalîf tên rexne û rûreş kirin. Di sala 1900î de 25 saliya padîşahtiya Evdilhemîd bi şahîyan hatiye pîroz kirin. Swêdê jî bi fermî ew pîroz kiriye, lê belê ev pîrozkirin bûye bayîsê bilindbûna hin protestoyan.
Dema mirov li çapemeniya wan salan, kovar û rojnameyan mêze dike, mirov rastî gelek nivîsên balkêş tê. Yek ji van jî kovareke bi navê Kasper e ko di van salan de li serbajarê Swêdê, Stockholmê derdiket. Ev kovara mîzahî û pêkeniyê di navbera salên 1869-1930 hatiye weşandin. Kasper nêzî 60 salan wek “Kovareke hefteyî bi wêne” (Illustrerad veckotidning) her derketiye. Dema em hin hejmarên wê yên ko di destpêka sedsala 20an de derketine dinêrin, em rastî hin karîkatûrên ko tinazê xwe li Siltan Evdilhemdî dikin, wî rexne dikin, tên.
Van karîkatûran hertim ligel hin notên gelek kurt di rûpela pêşîn a kovarê de cîh girtine. Rûpelên pêşîn ên kovara Kasper hertim wek dikên (sahne) şanoyekê bi pergal hatine dîzayn û tanzîm kirin. Li jêra rûpelê pêşîn yê kovarê hertim komek jin û mêr wek temaşevanan cîh girtine. Mirov xwe di saloneke şanoyê de dihesibîne. Li jêra her hejmarekê îfadeya “Şanoya Kasperê” (Kasper-teater) cîh girtiye.
Navê kovarê Kasper jî bi xwe tê wateya tehrekî hunera şanoyê, şanoya bebikan. Bi bebikên destan tê lîstin. Leyistvanê şanoya bebikê destê xwe dixin hundirê bebikê, mijarên cihê cihê pêşkêş dikin û xwe jî xuya nabin. Ev tehrê şanoyê bi hin aliyan ve dişibîne şanoya kuklayê ko bebik bi bendikan tên manipulekirin. Angorî kovara Kasperê jîyan ji bo me mirovan şano yan jî lîstikek e.
Em ê li jêr jî bibînin ev karîkatûrên kovara Kasperê hertim Evdilhemîd qels û bêhal nîşan didin. Di her hejmarê de perde vebûye, li ser dikê wek mînak Evdilhemîd yan tenê bi serê xwe yan jî ligel hin kesan xuya dibe. Evdilhemîd di van karîkatûran de ketiye dilqê kesekî komîk ko kêfa temaşevanan tîne. Bi alîkariya van rastiyan min heyşt karîkatûr hilbijartine û her karîkatûr bi nimre, bi şiroveyan wek şanoyeke ko ji heyşt perdan pêkhatî li jêr rêz û pêşkêş kiriye. Hêvî dikim ko ev şanoya kêfa we jî bîne!
PERDE I
Ev karîkatûr di sala 1900î de ji ber şahiya pîrozbahiya 25 saliya hatina Evdilhemîd ya li ser tex hatiye weşandin. Çawa tê zanîn Evdilhemîd di sala 1876an de hatiye li ser text. Di vê hejmara pêşîn a Kasperê de wek mînak em dibînin ko Evdilhemîd li hespekî hişkolek û kulek ko dişibîne kerekê, sîyar bûye, li ber nûnerên welatên ewropayî xwe nîşan dide. Kovara Kasper bi vî karîkatûrî xwestiye rûreşiya serek û berpirsên welatên Ewropayê ko alîkarî û piştgiriya Evdilhemîd dikin, derxe pêş. Li binê karîkatûr van gotinan cîh girtiye: “Padîşahê xwînkar ko ji aliyê nûnerên neteweyên medenî de tê silav kirin, dest bi meşa xwe ya serketinê dike”. Kovarê dema xwestiye tinazê xwe bi vê sîyaseta durû û şaş a van welatên ewropayî bi vekirî nîşan bide, aniye bi zanetî gotina “medenî” bi tîpên xwar (kursiv) nivisiye. Dem mirov bi baldarî li aliyê rast dinêre, li wir cote jin-mêr li ser pêya bi hurmetkar sekinîne û jineke belengaz jî li ser çokan melisiye, destekî xwe li ser Evdilhemîd de ba dike û bi destê din hestiyê serê mirovekî kuştî girtiye, nîşanî Evdilhemîd dide. Ev hûraliyên karîkatûrê gelek menedar e. Bi îhtîmaleke mezin ev cota Şerîf Paşa û xanima wî ne, ew jina ko wisa melisiye jî komkujiya ermeniyan protesto dike (Kasper, 22/12 1900).
PERDE 2
Di van salan de ji ber paştaçûyîna welêt û zêdebûna deynên dewletê, Împaratoriya Osmanî bi navê “Mirovê nexweş” (Den sjuke mannen) dihate nasîn. Di Kasperê de, wek mînak dema Evdilhemîd dixwaze bipeyîve, kovar navê wî nade, li dêvla wê tenê îfadeya “Mirovê nexweş” bi kar tîne. Herdu doxtorên bi navê Franz Josef û Nicola: “Dermanên me niha kêm bike, wekî din wiha...”. Mirovê nexweş: “ Soz didim...(ji xwe-xwe re) wek hergav we dixapînim”. Navên van doxtoran Franz Josef û Nicola bi temsîlî Ewropayê û Rûsyayê nîşan didin (Kasper, 18/4 1902).
PERDE 3
Di çend karîkatûran de temaşevan Evdilhemîd ligel xanimekê, jineke bi navê “La France” dibîne. Ev figura feminin ko di van karîkatûran de bi navê “La France” (Jineke Frank, Alafranga) hatiye navandin di Harema Evdilhemîd de bi rehetî tevdigere. Di dewra osmaniyan de hinek ji wan jinên ko di şer de dihatine dîl girtin, ew dibirin Qesra Osmanî, wan li wir kar dikir. Ji wan re bi zimanê osmanî odalik hatiye gotin. Ev peyva paşê ketiye nav tûrikê peyvên gelek zimanên ewropayî jî. Di zimanê swêdî de wek odalisk derbas dibe. Ev odaliska ko di di vê karîkatûra jorîn de bûye babelîsk û toz dûmaneke mezin radike, canê Evdilhemîd dixwe! Evdilhemdî lê hêrs bûye, di ser de diqîre: “Eva jina şîret a here xirab e ko ez rastî wê hatime!”. Lê belê ev jina frank jî destê xwe radike û dengê xwe bilindtir dike: “Eger dixwazî ez te bibaxşînim, zû teslîm be, tu tirkê pîs!” Navê karîkatûrê wiha ye: “Zimanekî ji zimanê Haremê cihêtir” (Kasper, 7/9 1901).
PERDE 4
Di karîkatûreke bi navê “Lihevhatin” (Försoning) de Evdilhemîd û jinika frank vê carê destê hev girtine. Jinik wiha dibêje: “Evdilhemîdê ezîz, niha êdî tu ê zêde xemgîn nebî...Ez bi vê, teqandina topan ên pîrozkirinê li Mîdîlîyê nafkirim!” (Kasper, 23/11 1901).
PERDE 5
Di karîkatûrekî din de Evdilhemîd di nav cî-nivînan de ye. Ew jina frank ko di dêst de saksafonek û li ser pêya sekiniye bi Evvdilhemîd re dipeyîve: “Li vî alî mêze bike, kaleminê piçûk, niha ez ê ji te re soloyekê lêxim, bêjim”. Evdilhemîdê ko orxan li xwe alandî ye, serê xwe bi zorê radike û wiha bersîva wê dide: “Min ji serfiraziyên soloyên xwe biparêze”. Ez wê konserta ewropayî ya giştî tercîh dikim” (Kasper, 7/12 1901).
PERDE 6
Di vê karîkatûrê de Evdilhemîd dîsa di nav nivînan de ye, berdestîyek tê, wî hişyar dike û jê re van gotinan dibêje: “Jîyana şexsî ya mezinahiya we eva cara sêsiyan e li jora Welatê Hirçê belav bûye”. Bi îfadeya Welatê Hirçê, li vir Swêd tê îfade kirin. Evdilhemîd ji ber van gotinan gelek aciz dibe, tavilê sefîrê osmanî - Şerîf Paşa ko di van salan li Swêdê kar dike, tê bîra wî yan jî tê ber çavên wî û wiha dibêje: “Eger Şerîf li vir bûya, bi Xwedê min ê bigirta, gûhên wî jêkira!” Şerîf Paşa jî ji sîyaseta Evdilhemîd ne razî ye. Eger mirov sernivîsa karîkatûrê “En björntjänst” gotin bi gotin wergerîne kurdî tê wateya xizmeteke hirçê, xizmeta mezin. Lê belê li vir bi wateyeke din cîh girtiye, wek mînak dema mirov dixwaze tiştekî baş çêbike, carina dêvla wê xirab dike, hatiye bi kar anîn. Di kurdî de ev biwêja (îdîyom) heye: “Biriyê min şe dikî çavên min derdixî!”. Li jora karîkatûr wek hûn jî dibinin îfadeya Welatê Hirçê derbas dibe. Ew kesê ev karîkatûr çêkiriye xwestiye li vir hinekî bi peyva hirçê (björn) ve bilîze. (Kasper, 20/7 1901).
PERDE 7
Di karîkatûreke din de em Evdilhemîd tenê dibînin. Lê belê vê carê jî kêfa wî ne di cîh de ye. Wî rojnameya swêdî ya navdar Dagens Nyheter daye destê xwe, lê mêze dike û bi şaşmayî stûrika xwe dixûrîne. Di rojnameyê de telgrafeke nûçeyan heye, wiha dibêje: “Komkujî li Tirkiyê, zordestî û kuştin...”. Piştî vê nûçeyê Evdilhemîd berxwe dikeve û di dawiyê de wiha dibêje: “Eva, nîşana tiştekî baş nîne....Rojnemeyên kafiran min derdixin li hemberî kesên ko gilî û xeybên min dikin, dema çûyîna min nêz e!” (Kasper, 19/9 1903).
PERDE 8
Di vê karîkatûra dawî de hêrsa Evdilhemîd dîsa hatiye, jin û mêrek daye ber xwe, berî wan dide û wiha dibêje: “Eva ne ew zavayê ko min xeyal dikir e!” Bi van gotinan û bi vê karîkatûrê Evdilhemîd careke din Şerîf Paşa û jina wî Prenses Emîne Xanimê dike hedefa êrişên xwe. Dema Evdilhemîd, li vir Şerîf Paşayê kurd kiriye “xizmê xwe” êdî mecbûr maye stîla kincên xwe jî bi kurdewarî guhartiye. Sernivîsa karîkatûrê jî xirabiya xizman nîşan daye: “Xizm xirabtirîn in” (Kasper 4/6 1904).
Dawî
Ev kampanya li dijî Evdilhemîd di salên 1900an de dema hêzên fermî (resmî) yên dewleta Swêdê xwestine ji ber 25 saliya li ser text rûniştina Evdilhemîd, wî pîroz bikin yekser fireh bûye. Kovar, rojname û rêxistinên sîvîl û nealîgir li hemberî vê yekê bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan dane. Vê yekê heta sala ketina Evdilhemîd (1908) her domandiye. Tiştekî balkêş jî di van salan de hin rojname û saziyan li Swêdê bi tehrekî fermî Evdilhemîd parastine.
***
Temamiya şanoyê bi formata pdf li vêderê ye. |