[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

premarin discount coupon

premarin cream coupons
Ziman şerta heyînê ya pêşîn e
STOCKHOLM, 8/4 2006 — Serokê fransî Jacques Chirac roja 23/3 digel şanda dewleta xwe xeyidî û ji civîneka Yekîtiya Ewropayê derket ji ber ko serokê Unicesa ewropî Ernest-Antoine Seillière ko fransî ye di civînê de bi Ingilîzî peyivî. Serokê fransî got ko ji wî û ji şanda wî re xweştir bû der bikevin ji hindê ko guhê xwe bidin Seillière demê ew bi ingilîzî diaxive.

Jacques Chirac got ko Fransayê bi salan bizav û xebat kiriye bo ko zimanê fransî li ser astên navneteweyî bihêt bikaranîn û got îmkana avakirina cîhanekê li ser bingehê yek ziman û yek kulturê nîne.

Erê gelo eger ev reftara serokê yek ji dewletên herî mezin yên cîhana me ne helwêsteka neteweyî be pa mirov dikare çi navekî lê bike. Ew vê helwêstê di organeka Yekîtiya Ewropayî de digire ko ingilîz jî hêzeka wê ya bingehîn in û zimanê ingilîzî ne bes di nav wê de lê li ser astê hemî cîhanê zimanê senet û teknolojî û diplomasiyê ye. Ew berevaniyê ji zimanê xwe yê fransî û bikaranîna wî ne bes li Fransayê lê di wê organa ko dê di nêzîk de bêtir ji 25 dewletên endam di nav xwe de bigire de jî dike. Ew Pir ne rehet dibe ko fransiyek li wê derê bi zimanekê din yê wê organê dipeyive di wextê ko zimanê wî yê fransî jî zimanekê resmî yê Yekîtiya Ewropayê ye û mafê fransiyekî heye ko axiftina xwe bi fransiyê bike û yên nefransî bi zimanên xwe guhdariya wergervaniya wê axiftinê bikin.

Mirov weha şanaziyê bi zimanê xwe û giringiya bikaranîna wî dikin. Ew girigniya bikaranîna zimanê xwe û parastina kultura xwe û nasnameya xwe ya neteweyî bi mafekê xwe yê xwezayî û rewa dibînin û ew bi parastina wî mafê xwe yê netewperweriyê yê bikaranîna zimanê xwe şanaziyê dikin .

Celadet Alî Bedir-Xan di berperê yekê ji hejmara yekê ya kovara xwe Hawarê de weha erkê Hawarê dest nîşan dike:

— Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

Ew di hejmara sê ya Hawarê de ji kurdan dixwaze ko ew kurdiya xwe ji peyivên biyanî paqij bikin û dibêje:

— Vêca ji bo vejandina zimanê me divêt kurd hemî gava daxêvin an dinivisînin bala xwe bidin û pirsên nekurdî tevlî zimanê xwe mekin. Bi vî awayî zimanê me pirsên xwe ên jibîrkirî an windabûyî ji nû ve peyda dike. Ji milê din jî pirsnên nû dizê û halo zimanê me vedigere ser xurtiya xwe a pêşîn. Miletekî dîl ko zimanê xwe winda ne kiriye, wek girtiyek e ko mifta zîndana xwe bi xwe re hilaniye.

Miletê kurd ev bi dehan salan e li hemî parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide û di xebateka domdar de ye ji bo ko heyîna xwe wekî kurd li ser axa welatê xwe biparêze. Yek ji mercên ko heyîna me wekî kurd diparêze jî zimanê me yê kurdî û bikaranîna wî ya rojane ye li ser hemî ast û sewiyeyan. Dewleta trik jî ev rastî baş zaniye, lewma wê her ji destpêka xwe bi her awayî hewlên nehiştina zimanê me dane ji bo ko ew bi hindê me wekî kurd nehêle û me di nav xwe de bihelîne û eger ew me bi timamî jî neke tirk ew me bike kurdên tirk. Dewleta tirk zimanê xwe bi darê zorê li ser kurdên bakûrê Kurdistanê da sepandin û wê dest dane qirika zimanê me û tirk bi hindê dixwazin hebûna me ji nav bibin.

Niho ne bes peyivên biyanî lê zimanên biyanî cihê zimanê me girtine û bi taybetî li bakûrê Kurdistanê tirkî bi ser kurdiyê de zal bûye. Xelkê me li wê parçeya welatê me bi zimanê xwe naxwîne, nanivîse û kêm pê diaxive û weha bidome ew pê naaxive jî û weha hemî qad û beyav bo zimanê dagîrkerî dimîne û weha rêya fetisandina kurdînî û kurdbûn û kurdan hêsantir dibe. Xwe armanca siyaseta dewleta tirk jî her ji destpêka xwe û heya niha jî ev e ko kurd zimanê xwe û xwe bi biçûk û bê qîmet bibînin û ew bi hindê bikarin kurdên tirk biafirînin û di encamê de li dewleta tirk, tirk û tirkînî bi tenê bimîne.

Divêt kurd qebûl nekin ko zimanê wan bêt bê hurmet kirin, ew di rastiyê de bêhurmetkirina mirov û xelkê kurd e û çi miletek li ser rûyê cîhanê vê ji çi miletekê din qebûl nake. Divêt em baş bizanin ko bingehê kurdbûna me kurdan kurdî ye û çawa kurdek dikare ji kurdbûna xwe şerim bike, çawa kurdek dikare ji giringiya zimanê xwe û bikaranîna wî li bakûrê Kurdistanê xafil bibe.

Diviyabûya tirkan ji xwe şerim bikira ko ew nahêlin neteweyên din yên mîna kurdan bi zimanê xwe biaxivin û wî mafê xwezayî yê me li me heram dikin û mafên hevwelatîbûna hevbeş heta niho di destûra xwe de hêjayî kurdan nabînin. Tirk bi dewleta xwe ve neteweperês in demê ew li Tirkiyê bes mafê bikaranîn û resmîbûnê didin zimanê xwe yê neteweyî bi tenê û zimanê me li me qedexe dikin. Diviyabûya hêzên siyasî yên kurdî yên ko li pişt van xwenîşandanên vê dawiyê li bakûrê Kurdistanê radiwestin xelkê Kurdistanê li ser van daxwazên weha neteweyî hişyar bikira û ew bo xebateka armancbar û armanceka hêjayî xebat û liberxwedanê amade bikira. Diviyabûya kurdan û divêt ew bê ko li benda erêkirina tirkan û dewlet û desthilata wan ya siyasî û qanûnî bin bi awayekê rêxistî û neşidetbar zimanê xwe her roj û her gavekê û li her derekê, li kolan û mal û bazaran û li cihên fermî û giştî bikar bînin. Eger dewleta tirk pê ne xweş e bila kerem bike her kesê bi kurdiyê diaxive bêxe zîndanê?

Erê gelo hizir bikin di 20 milyon kurdên bakûrê Kurdistanê de bi sedan hezar kurd li şûna ko ew der bikevin ser cehdeyan û gazî bikin >bijî serok< ew li her cih û derekê û li ser astên jêk cida bi kurdî, li ser babetên başqe başqe diaxivin û dewleta tirk wan digire û zîndanan ji wan pir dike. Hûn dizanin dê ew çi serhildaneka mezin ya azadîxwaz be? Hûn dizanin ko diyalog di navbera miletan de li ser bingeha kirêzên ektuel de çê dibin. Gelo ma mirîdên serokê girtî nizanin heta rewş li bakûrê Kurdistanê li ser bingeha daxwzên neteweyî mîna mafê resmîkirina zimanê kurdî weha gerim û dijwar nebe, diyalog û danûstandin dê passîv bin û maf bi axiftinê tenê nahên standin.

Temaşa bikin ka serokê fransî bi çi serbilindî û şanaziyekê berevaniyê ji zimanê fransî li hember ingilîziyê dike û man û pêşketina miletê xwe pê ve girê dide. Hema berê xwe bidinê ka tirk çi aşiqên zimanê xwe ne û ew bi hindê pir serbilind in. Evca çima em jî wekî wan nebin? Erê gelo ma me bêtir ji Jacques Chiracî û dewleta wî ya fransî, ji tirkan pirtir bo parastina hebûna xwe ya neteweyî pêwîstî bi zimanê xwe nîne? Ma kê ji kurdan bêtir di rêya rizgarî û azadiya welat û miletê xwe de xebat kiriye û qurbanî dane û zerer û ziyan pê ketine?

Hêj miftiya zîndana me di destê me de ye û divêt hêzên siyasî û siyasetmedar û rewşenbîrên bakûrê Kurdistanê û hemî kurdên wê weha bikin ko ew miftî ji destên me der nekeve û winda nebe. Bila em gotina Celadet Alî Bedir-Xanî »ziman şerta heyînê ya pêşîn e« bikin guhark û bikin guhên xwe. Zimanê kurdî û bikaranîna wî li her derê û di her sewiyeyekê de îro ji kurdên bakûrê Kurdistanê re çekê bihêztir e ji tivengê û ji serokê girtî û mirîdên wî jî.

-----------------------------------
Nivîskar: SIDQÎ HIRORÎ
Weşandin: 2006-04-08
Xwendin: 4712
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org