[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kêvo
STOCKHOLM, 1/8 2007 — Kêvo, filehê dawiyê ye ko li şûna warê ermeniyên Dêrikê maye...

Gava qala Dêrikê dibe, di seriyê pêşî de Qedrîcanê rehmetî tê bîra mirovî. Ji ber ko wî gelek caran li ser Dêrikê bi hisret lorandiye. Reşîtê Kurd jî yek ji ronakbîr û helbestvanê dema xwe ye ko li kêleka Qedrîcanî, li sirgûnê, bi hev re êş û kedera Kulêbe û Xabê kişandine. Û Edîp Karahan, helbet…

Û dîhnên Dêrikê… Îlhes jî Xeto û Remo. Ev du dîhnên bira nin ko sembolên Dêrikê nin, lê tê gotin ko Remoyî rehmet kiriye û vê gavê Xeto bi tena serê xwe xwîkiya Dêrikê dixwe.

Heger em di nav dîhn û baqilên Dêrikê keve, zahmet e ko mirov xwe bi rehetî ji nav û navdarên wê xelas bike, loma jî em mijarê biguherin, baştir e...

Berê, qîzên Dêrikê bi bedewî û bi bejin û bala xwe li ser zar û zimanê xelkê bûn, lê niha nizanim…

Û helbet qumarbaz, araqvexwir û dizên wê meşûr in/bûn…

Hinarên Dêrikê, hijîr, tirî û îlhes jî zeytûnên wê bi nav û deng in/bûn. Av û kaniyên wê mekanê keç û xortên bermirad in ko bi dengên serxwînk û bilbilan re dixuşxuşin.

Û filehên wê, helbet û helbet… Kirîbê Gaso, Ohan, Çêço, Bêso, Xemo, Qafo û Yaqûb. Ma kî ji wan ma? Hemû jî ciwanmêr û meriv bûn, lê cîhê Yaqûbî cuda bû, helbet.

Ma wî diranê me kê –bê pere- ranekir û çayek îkramî me nekir?

Lê bêwîcdanan di ronkahiya rojê de ew li nav sûka Qosarê li erdê ramedan.

We nikarîbû filehekî me bihefidandaya, qosarînooo! We nikarîbû xwe bidaya ber guleyên mizawiran ko ew xwîna fêrizên nola Seydo û Yaqûbî nerijînin. We nekir, ji ber ko we nikarîbû; we nikarîbû, ji ber ko ew devbixwînên hanê ”Eskerên Xwedê” bûn.

Û niha neman… Ji bilî yekî.

Di dema xwe de fermana wan rabû. Dêrikiyan ew parastin, lê ne hemû dêrikiyan. Rûtî û Salikî bûn yên ko xwedîtî li wan kir.

Wan jî ji bîra nekir, heta ko ew li Dêrikê bûn wan xwe bi van herdu eşîran girt, bi mervantî...

Ew pir bûn. Bi sedan bûn. Qîz û xort, jin û bûk, mêr û fêriz û zarok… Wek me bûn. Bi kurmancî dipeyivîn.

Dikandar, tucar, hedad, terzî, koçkar, nalbend, necar û cildirû bûn. Hemû seneetkariya Dêrikê li ser pişta wan bû.

Ez gîhaştimê ko yek ji grûpên meslekan di destê misilmanan -kurdan- de tune bû. Em hemû mecbûrî wan bûn. Loma jî ew gotina hanê “kirîbo/kirîbê” pizika serê zimanê me bû.

Min nedît ko ew rojekê jî bi ermenîkî peyivîn, lê bi kurmanciyeke piçekî şikestî diperpitîn…

Bijî ji me re, xelkê em asîmle dikirin, me jî “filehên xwe”… Helbet ê me bêhemdî bû. Ji xwe di qetilkirina wan de jî hin misilmanan “bêhemdî” zilam xistibûn rêzekê û devê tivinga xwe dabû ser sînga yê pêşî, bê tivinga wî çi qasî baş bû û bê çend laş werdigerandin. Eynî mîna bedena Yaqûbî bi ser deviyên hizîzk û benîştokê de diqulipîn...

Hustuyê me bişkê, em jî zarok bûn… Qey hin kesan di guhên me de gotibû ko me zor dida Naîl û Sêropî da ew eşiheda xwe bînin…
Lê ew rojekê jî ji ya xwe daneketin. Wan lêxistin xwar, pereyên wan ji wan hatin şelandin û wan her got, “Xaç”!

Ew “filehên me” bûn… Wan ji me re cilên herî xweşik dirûtin ko em di dawet û dîlanan de pê bireqisin, ji me re destîbivirên herî saxlem zembere kirin û tevrî û dasên ko seqa kirin ko em bedena wan darên mazî û berû di erdê rakin ko ew mîna ziyaretan bûn. Wan ji me re tas û satilên sifir sipî kirin ko em tê de dew û çeqilmastê mîhan di serê sibehan de bi ser qirika xwe dakin û ji me re şeraba di kûpan de meyandin ko ew di rojên “Hêkesorê” de îkramî me bikin.

Wan ji me re solên me pîne kirin ko em bidin ser şopa xerabeyên bavûkalên wan û li xizneyan bigerin, ji me re sînema anî ko em Arzu Okay û Melek Gorgunê nas bikin û bi xeyalên xortikiya xwe re vegevizin û helbet Yilmaz Guney… Em wî nas bikin û di bin tesîra filmên wî de bimînin ko li hemberî neheqiyê derkevin. Mêr bin. Merd bin…

Wan diranên me zêr kirin û taxim kirin devê yextiyaran, zeyta zeytûnên xirxalî û zoncin ji me re kirin mîna hêsirên çavan û xirreka wan jî kir sabûna şîn ko em qilêr û gemara xwe pê bişon… Lê nizanim, bê em paqij bûn, yan na?

Û dêrên wan hebû. Heft dêr… Yek ma. Ma/nema, divê mirov ji Kêvoyî bipirse. Ma kî dizane, belkî navê “Dêr-ik”ê jî ji bermayiyên mîrasa wan be, kes dikare xwe bide ber vê kefaletiyê?

Û ew çûn. Yek bi yek, dudu bi dudu û ref bi ref. Hin ji wan çûn Stenbûlê û hin ji wan çûn Parîsê, çûn Berlînê, çûn Hannoverê, çûn Londonê. Çûn û çûn û çûn çûn.

Kes nema. Bi tenê Kêvo bûye mîna pepûkekî û li dewsa warê bavanên xwe maye…

Wan kuçe û sikakên vî bajarî ji dengê teqîniya çakûtan, ji çikeçika makîneyên dirûnê, ji kupekupa lêxistina kurtanên ker û qantiran, ji virçevirça kîsên zeytê xalî kirin.

Em û ew fêrî hevdu bûbûn. Ew tu carî bi dilê xwe neçûn. Her yek ji wan çû, me dirêj dirêj li dû wan nêrî û ew jî di ser hustuyê xwe re fitilîn û li deriyê hewşa xwe nêrî, li ezmanê şîn nêrî, li darên tûyên li çarçiya bajêr nêrî û li tasa ava ko li dû wan hate rijandin nêrî. Du dilop hêsirên wan teva herikîna avê bû û bi ser Kanîbîrkê de herikîn. Û miçiqîn…

Û ew çûn. Roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal çûn.

Û niha, kes nema. Vê gavê Kêvo bi tenê maye. Ew ji zaroktiya xwe de hedad e û hîna jî wî karê xwe dewam dike. Bi xêra yekdengên teqîniya çakûtên wî, bîhna nanê tenûrê tê, taweyên firneyê tên îkram kirin û bîhna wan kuçeyan fireh dibe.
Ew him emanetê filehên me ye, him zêrevaniya Dêra Sorê dike, him nobedarê mîrasa sed salan e û him jî temsîla dost û biratî û kirîbaniyê ye.

De hela bê ew û zarokên xwe dê bi vê hejarî û mexdûriyê heta bi kê derê îdare bikin.

Dêrikîno, ji kerema xwe re qedrê kirîbê Kêvoyî bigrin. Ew emanetî me/we ye.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-08-01
Xwendin: 4583
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org