[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Teyrê xerîb
STOCKHOLM, 18/2 2009 — Serê sibehê dêya min şerpeze bûye. Çirekê li xaniyê malê dixe û yekê li ser tenûrê. Ew ê nanê tenûrî ji malbavanên xwe re bive. Ez li dêya xwe dinêrim, ew çûye û yeka din hatiye. Rişkên wê ew qasî jîr bûne ko rojên wê yên ciwaniyê di bîra min de tîne.

Ew her ji serê çendeyekî carekê diçû Diyarbekirê mala xalê min. Min jî dixwest ez teva wê herim. Hin caran wê ez bi xwe re dibirim, lê hin caran ew diket xetê û ez nedibirim. Wexta ko wê ez bi xwe re nedibirim, ez bi seetan li dû wê digiriyam. Ez diçûm heta bi ber otobusê û li hemberî wê, li ber pencereyê disekinîm ko zikê wê bi min bişewite û li min were rehmê. Heta ko otobus bi rê neketaya jî hêviya min hebû, lê gava otobus bi rê diket û ez li dewsa xwe dihiştim, min dest bi çêr, xeber û giriyî dikir. Hin caran jî ez bi keviran li ber otobusê pand dibûm. Min çand caran camên wê derizandine ko bavê min curma wê daye, êdî Xweda dizane.

Dêya min û birayên min biryara xwe dane, her çi qasî ez îsrar dikim ko em bi otobusê herin jî birayê min xwe aciz dike û dibêje:
— Ma çêdibe ko em bi otobusê herin? Ma xelk ê ji me re nebêjin çi?
Ez çend caran îsrara xwe dewam dikim, îcar dêya min xwe davêje navberê û ew du qatî birayê min ji min re dibêje.

Em bi texsiyê diherin, lê mîna ko mirov siwarê kerê be, bi ber serê min nare. Di hundirê texsiyê de, ne derûdor xuya dibe û ne jî dîmenên xwezayê. Ji bilindahiya otobusê mirov ew derûdor hemû didît û mîna ko mirov ta bi derziyê veke, ew çiya û giyarên bilind xuya dibûn.

Ez qet lê hay nabim bê me çawa Xêratik û Bilxêr derbas kirin; em kengî di Hizaz û Taşîtê re bihurîn. Ez hew dibînim ko dêya min destê xwe kiriye kulm û fatîheyekê dixwîne; wê gavê ez tê de digihêjim ko em gîhaştine Pîrxetapî; yan jî gundê Pîranê.

Em li ber apartmana Karacadagê peya dibin. Di wexta xwe de, ew yek ji bilindtirîn apartmanên bajêr bû. Mala xalê min li qatê pêncan bû. Bi tenê qatek li ser wan hebû. Wexta ez teva dêya xwe dihatim û min ji wî jêrî de hustuyê xwe bilind dikir ko ez li pencereyên mala wan binêrim, hustuyê min diqerimî. Mala xalê min hertim tije însan bûn. Ji xwe ew têra xwe hebûn, îcar gava omidiyên xalojina min jî li wan vedihewiyan, dibû terebhoşeke nedîtî; lê gava xalê min diket hundirî, mîna ko mirov kêrê bide seriyek penêrê di parzûnî de, gotin qut dibûn û herkes dibû kurkurk. Heta ko wî dest pê nekiraya, deng ji kesî çênedibû.
Di seriyê pêşî de wî li dêya min dipirsî û wî di çavên wê de derdixist ko bê ew bi xeyd hatiye, yan ji xwe... Heta ko wî bi çend gotinan rewşa dêya min fahm nekiraya, talbûna wecê wî reng nediguherî. Heger dêya min xeyidîbûya û ji ber wê hatibûya mala wan, xalê min dibû mîna xwiya ko mirov bavêje agirî; wî hezar çêr û xeber didan û hema xar dibir devançeya xwe û digot ko ew ê wê gavê here Dêrikê û wî (bavê min) bikuje. Lê gava wî fahm bikiraya ko dêya min ji acizî hatiye, wê gavê çavên wî yên mîna du fîncanên xwînê dikeniyan, rengên wan dibûn kulîlkên hîroyê û digot:
— Ez ê niha herim halê û serûpêyekê ji we re bişînim; bila Xemlê ji me re çêbike.

Wî navê dêya min hilnedida, her bi wî navî (Xemlê) bang li wê dikir. Li dû diyaloga bi dêya min re jî di bin çanav re li min dinêrî û destê xwe davêt bêrîka pantorê xwe. Destên wî di bêrîka wî de heta bi ser çîpa wî dadiket û gava dengê pereyên kaxetî dihat, heyecanek bi min re çêdibû. Mîna ko ez qet li hêla wî nanêrim, min li erdê dinêrî. Wê gavê wî destê xwe teva pereyan dirêjî min dikir û min jî dikir, ”niçînî”. Min dixwest ko ew çand caran îsrar bike, lê wî weha nedikir, ew baxnota şîn davêt ser min û derdiket.

Wî teva serûpêyê jî bi kîs û sindoqan fêkî dişandin malê. Gava ko ew êvarê dihet jî miheqeq qedayifa teze bi xwe re dianî, ji ber ko dêya min ji qedayifê hez dikir. Û diviya qedayifa badayî bûya ko wan salan nuh pêde bûbû.

Em diherin ber deriyê mala xalê min û birayê min ê piçûk li zengilê deriyî dixe. Eynî wek salên berê, dîsa keça xalê min deriyî vedike. Ew êdî dageriya ye û porê wê him gewr bûye û him jî firk... Em derbasî hundir dibin, lê deng tune ye. Eynî mîna ko xalê min nuh ketibe hundir û herkes li bende destpêkirina gotineke wî be. Em derbasî salonê dibin, heman qoltix û dîwan li cîhê xwe ne. Ew piçekî temisî ne, lê dîsa jî têra xwe kubar in. Em li çavên hevdu dinêrin, lê çavên dêya min li dîwarî ye. Ew ziq li wêneyê xalê min temaşe dike. Ew teva taximek kincên lacîwert, qutikekî sipî û qerewateke mohr e û ziq li hêla me dinêre. Yan jî li dêya min dinêre. Min ew teva wî kincî di dawete birayê xwe ê mezin de dîbû. Wêneyê xalojina min jî li tenişta yê wî ye ko wê jî berî bi sê salan wefet kiriye. Ew jî li dêya min dinêre, lê dêya min qet li aliyê wê nanêre. Keçxala min tebaxçeya qahweyê teva çar fîncanên ko wêneyê teyrê tawizî li ser e û qedehek av li kêlekê ye, li ber me digerîne. Gava ko ew xwe ditewîne ko em rahêlin qahweyên xwe, destê xwe yê çepê dide per qelîşteka sînga xwe. Dêya min radihêle qedeha avê û hêsirên wê tev li wê avê dibin û ew lêvên xwe di wê sûravkê dadike.

Çavê min her li derî ye û guhê min li ser dengê zengilî ye. Ji min heye ko wextî xalê min teva wê heybeta xwe têkeve hundir û bibêje, ”Wehhh, ev teyrê xerîb ji ko tê?”.

Bi esira teng re em ji mala xalê min radibin. Keça xalê min mîna salên berê, xwe bi xwînekê davêje dêya min ko em wê şevê li wira bimînin, lê dêya min qebûl nake. Gava ew sofa xwe ji dêya min dike, li çavên min dinêre û bi awirên xwe alîkariyê ji min dixwaze. Ez jî piçekî bi dil im ko em bimînin. Ji min heye ko em bimînin êvarê, dê dîsa xalê min teva bêcemeyê xwe yê şîn li ser dîwanê rûne û civata wî ya ji kufletên malê dê bigere. Ez dengê xwe nakim û bi tenê li hêla dêya xwe dinêrim. Ew digindire û em jî bera dû wê didin.

Em bi hustu Pira Dehderiyê dikevin û ez carekê li dû xwe dinêrim ko bedena bajêr di çavên min de dibe marekî ziyaretan û fitlekên wî li dû min dikişkişin.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-02-18
Xwendin: 10145
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org