[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rojîn
STOCKHOLM, 16/1 2009 — Min di meha dehan a sala 2008an de ev nivîs di kolumna xwe ya Nefelê de belav kiribû. Di wan rojan de hin nivîsên rexneyî di derbarê Rojînê de hatibûn nivîsîn û min jî ev nivîs di netîceya wan rexneyan de nivîsîbû. Di wê demê de ne bîh û berateya TRT 6ê û ne jî ya programçêkirina Rojînê hebû. Di van rojan de jî heqaretên nemayî li Rojînê tên kirin ko li gora min wê ew heq nekirine, loma jî ez ji bo piştgiriya wê vê nivîsa xwe careke din belav dikim.

***

Ji bo her mirovekî/ê hilbijartina reng, deng, xwarin, vexwarin û ecibandina mirovên naskirî tercîheke şexsî ye. Kes nikare bibêje ko ev xweş e, ev baş e û ev rast e… Herkes li gora xwe xwediyê jêhezkirina reng û deng û zewqekê ye. Mafê mirovî tune ye ko yekê jî ji wan tiştên ko ew jê hez dike yan jî diecibîne li ser kesî dinê ferz bike yan jî bixwaze ew jî wek wê/wî ji wan hez bike û hurmetê nîşan bide.

***

Li Dêrikê nêzîkî deh-donzdeh dînên dema me hebûn. Dîhnekî bi navê Hupo hebû ko xuya wî –bêîstisna– bi hemû dêrikiyan ne xweş bû, lê min ji wî hez dikir. Gelek caran ji ber wê helwêsta min hin kesan xwe ji min aciz dikir ko çima ez ji Hupoyî hez dikim. Îfadekirina li hemberî pirdengiya tevahiya civatê –hin caran– zahmet e ko mirov xwe li ber bigire, lê min ji ber çend gotinên Hupoyî jê hez dikir û ez ji ya xwe danediketim.
Hupo pir ji cixare û çayê –wek gelek dîhnan– hez dikir. Her gava ko ew bihata cem min rûniştaya, min ew herdu tişt îkramî wî dikirin. Hin caran min ji nêzîk de li gotinên wî guhdarî dikirin. Her çi qasî gotinên wî bi xelkê ne xweş bûna jî min ji xwe re hin ders jê derdixistin. Ji ber ko gotinên dîhnan her gav ne beradayî nin.

***

Ez bi dengê Mahmûdê Hesê, Fadilê Kufragî, Necmedînê Dêrikî, Şêxmûsê Olaqî mezin bûm. Dû re jî Aramê Tîkran, Eyşe Şan, Kawîs Axa û Hesen û Mehmed Arifê Cizîrî xwe dan ser. Gelek ji wan kesan çûn ser dilovaniya xwe, lê xwezî ev ên sax jî weha li ser şerefa bimana ko wek ew di bîranînên me de xwedî cîhekî qewîn bûn.

Îroj jî gava ko ez li wan dengan guhdarî dikim, ez şewqa Qorixê, zîwirandina Komik û Mêzînê, banga êzêngvaniyan, teqûreqa bêrên kerexan, bihevdulîstina jin û mêrên xabiyan û terebhoşa xortikên Tilbisim û Qetaroyê di awazên wan de dibînim. Cîhên wan di mejiyê min de hêlîn çêkirine, ew di guhên min de azana meleyên muxurbe û eşayê, di bîranînên min de mîna kevirê di kilsêdeçikandî nin; di her bang û qêrînên dûrişimên salên heftêyî de şopa lingên şoreşeke serqot, di pêxîla awirên hezkirinên min de şûna dewibandina humikeke li hewasekinî û di ramûsanên lêvhungivînîn de tevziyeke naşîtiyê ye. Ne dengên kederên ”Weleh nestînim, bavo nastînim”a Eyşe Şanê û ne jî ”Çemê Çetelê”ya Kawîs Axayî; ne ”Ez nexweşim gewra min were ser min”a Hesnê Cizîrî û ne jî ”Eliyê Daman begê”ya Mahmûdê Hesêyî ji bîra mirovî derdikeve û ji xwe rêzkirina lorînên Fadilê Kurfragî mîna hebên tizbiya kahrîbanî ye ko bi ser hev de diherikîn…

Şoreşgerî û telebetiya me dengên gelek ji wan dengbêjan tefandin. Me ew xistin bin axa welatê xwe ko li ser wê berhemên kultureke bêjî li me peyda bû û me li ser zikên wan dîlan digerand.

***

Sal di ser re derbas bûn û hunermend û dengbêjên nuh ketin jiyana me ya muzîkê. Dengên tahl û henûn li lat û birrekên me bezikîn. Di siya qondax û mîferên eskerî de pêlên dengên Şivan Parwer, Tahsîn Teha, Mihemed Şêxo û Erdewanê Zaxoyî bilid bûn.

Dû re bera dû hevdu dan dengên keleş û tivingan… Yek li dû ya dinê. Dahol û zirneyê dengê xwe bi ser yê ribaba Mûradê Kinê û Ekremoyî xist, bi dehan kom û grûpên muzîka ”nûjen” çêbûn. Dawiya dawiyê, her kesek li ser kok û asasekî mexel hat û kayîna xwe kir.

Ew hemû deng û reng û awazên lorînên me bûn/ne û li gora xwe pifî guhên guhdarên xwe dikin.

***

Niha keçek heya ko navê wê Rojîn e. Ez esl û fesl û koka wê nizanim; lê zanim ko ji derûdora Nisêbînê, ji malbateke kurd e û heger ne şaş bim keça ”Ahmed Kurdî” ye.

Berî bi dusalûnîvan bû ko ez li perava Bakirkoya Stenbûlê, li Retauranta bi navê Ziyayê bi awayekî zindî bûm guhdarê dengê wê…

Keçeke bejinbilind, bi mêranî û bi rabûnûrûniştineke maqûlî; heger hûn bibêjin deng û awaz, ew xwedî zengelokeke kurdî, hûn bipirsin li têgihiştin û marîfeta wê, ew jineke bajarvanî û nûjen; tewazu û marîfet, ew li her cimeet û civatê xwedî gotineke başwala û dobra; ew bi awirên xwe bersiva duayên Xwedayî ye ko em nikarin di kar û barên wî de xeber bidin û em ne li ber bêvila tukesî ne da ji gula ber hilma wan bîhnekê bikin.

Ew hunermendeke dengdawidî ye ko di gelek rêzefîlman de dengên qêrîn û hewarên wê bilind dibin, bi sewteke tahl û bi awirên şanhbanûyî dilgermeke ciwanik e; di awirên wê de lîrandin û henûnî heye û ew bi lorîn e, nazelîn e.
Ew bi tenê Rojîn e, ne tiştekî din e ko hûn li dûçika kitan û hiçikên wê temaşe bikin, di nêrîn û awirên xencerînî de şêrîniyeke bedew e.




-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-01-16
Xwendin: 10434
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org