STOCKHOLM, 4/6 2005 — Ev serê çend salan e mijara tewanga navdêran di kurmanciyê de bûye babetê minaqeşeyên germ û gur di nav nivîskarên kurd de. Ez ne yê yekê û ne jî yê dawiyê me ko li ser vî babetî dinivîse. Gelek ji me, yên ko bi kurmancî dinivîsin, nizanin, şermê dikin yan jî hema qet naxwazin navdêrên nêr di wan cihên ko tewang tê de şert e bitewînin. Ev hersê birên nivîskaran serê xwandevanên xwe bi hevokeka wek »yê mirov dibîne Xwedê ye«-yê tevlihev dikin. Ji ber ko nivîskarên »nêrnetewîn« peyiva »mirov«-ê wiha bê zêdekirina parkîta tewangê dihêlin, xwandevan ji hevokê nizane ka »mirov Xwedê dibîne« yan jî berevajî wê. Ji bilî vê nezelaliya ko netewandin çê dike, ew awarteyekê di qaîdeya tewandina navdêran de zêde dike. Ji dêvla ko qaîde hêsan û giştî be û bibêje: »Navdêrên nêr di ciyên xwe yên diyarkirî de bi zêdekirina -î-yê tên tewandin«, yên ko navdêrên (yan hinek navdêrên) nêr natewînin neçar in »Navdêrên nêr nahên tewandin« yan »Navdêrên ko ne xwediyên vokalên /e/, /ê/ yan /a/ ne nahên tewandin« bi ser qaîdeyê ve zêde bikin.
Kurdên ko rêzimna kurdî li dibistanê nexwandibe, pirtûkên rêzimana zimanê xwe peyda nekiribin, beşdarî kursên zimanê xwe nebûbin û guh nedabe şarezayên zimanê xwe, nizanin ka destûr û qanûnên zimanî çi ne û hizir nakin ka qaîdeya tewandina navdêran di kurmanciyê de çend giring e. Yên ko bi rêzika tewangê dizanin û haya wan ji corê tewandina navdêrên nêr bi parkîta »-î«-yê heye lê naxwazin wê di nivîsên xwe de bi kar bînin du sinif in. Sinifek ji wan her li mala xwe. li gel dost û hogirên xwe û di civaka xwe de fêr bûne ko navdêrên nêr netewînin. Ew, dema dinivîsin, şermê dikin ko dilê hevalên xwe bihêlin û fikir dikin ko tewandina nêrenavan dê wan ji civaka wan û xeberdana hevwarên wan bi dûr bixe. Sinifa din jî bi xurtî dijî tewandina bi »-î«-yê ne û şîretan li xelkî dikin ko dev ji vê tewangê berdin. Behaneyên wan jî ew in ko netewandin adetê piraniya kurmancan e û ev tewang herêmî ye û çê nebe mirov wê bike qaîdeya giştî.
Çi mirov ji wan be yên ko ji qaîdeyên tewangê, û rêzimanê bi giştî, bêagah in, yan ji wan be yên ko ji ber lome û gazindên xelkî ditirsin zimanê xwe rêkûpêk û standard bikin yan jî ji wan be yên dijtewang in, mirov nikare wê rastiyê veşêre ko navdêr di kurmanciyê de li gor erkên ko ew di hevokê de dikin tên tewandin. Ciyên ko tewang tê de pêwîst e kifş in:
a. objekta lêkera têper (transitîv) di dema niho de (bn. ez mirovekî dibînim)
b. subjekta lêkera têper di dema borî de (bn. mirovekî ez dîtim)
c. objekta lêkera ditransitîv (bn. min av da mirovekî)
d. objekta daçekan (bn. wan li mirovekî xist)
e. di fraza îzafeyê de (bn. destê mivovekî)
f. li gel peyivên îşaretkirinê (bn. vî mirovî)
Ya rast, pirsgirêk ne ew ko hinek nivîskar navdêrên nêr yekcar natewînin. Nimûneyên li jorê li nik, hema bibêje, hemû nivîskaran qebûlkirî ne. Ya ko hinekan dilteng dike ew e ko mirov »-î«-yê bi ser navdêra binavkirî jî, ji bilî yên piştî vî û wî-yan, zêde bike; anku, mirov bibêje: »yê mirovî dibîne Xwedê ye«. Lê, ya mirovî diheyirîne ew e ko ew bala xwe nadin wê yekê ko ew bi xwe jî qebûl dikin »-î« bi »vî mirovî« û »mirovekî« ve hebe.
Heger em bixwazin rêzimaneka standard pêk bînin, rêya herî saxlem ew e ko em qaîdeyên bêawarte yan kêmawarte tê de bi cî bikin. Awarte di qaîdeyên wan kesan de yên ko navdêrên nêr natewînin heye ji ber ko ew li aliyê din navdêrên mê û yên pirhejmar di ciyên pêwîst de ditewînin. Herweha, qaîdeya wan nivîskaran jî yên ko bi guhartina vokalên /e/, /ê/ yan /a/-yê nêrenavan ditewînin biqisûr e, çunkî ew neçar dimînin peyiveka wek »mirov«-ê di hevoka »yê ko mirov dibîne…«-yê de bê tewang bihêlin. Vêca, bikaranîna »-î«-yê ji bo tewandina navdêrên nêr hem me ji sergêjiyên qaîdeyên biawarte û biqisûr rizgar dike û hem rêzimana kurmanciyê ji tesîra zimanên cîran û guhorînên demkurt û lez bi dûr dixe. |