CIZÎRA BOTAN, 15/4 2013 — Mirov dikare wan tiştên ko ew lê xwedî derdikeve, weke malê xwe hesab dike û nisbeta wan bal bi xwe ve dide di bin du grûban de binirxîne. Hin ji wan tiştan wehbî ne, hin ji wan jî kesbî…
Wehbî ew tişta ko ji zikmakî ji mirovî re hatîye dayîn e û keda mirovî ji bo bidestxistina wî nebûye. Kesbî jî ji bo wê tişta ko mirovî bi ked û hewildana xwe bidest xistî tê gotin. Mînaka tiştên wehbî aqil, jêhatin, afirandin, bedewî, derê ko lêhatî dinyayê; nijad, êl û eşîra wî û zimanê ko jê re hatiye dayîn. Mînaka tiştên kesbî jî meharet, xwendin û berhemên ko ji aliyê wî ve hatine afirandin in.
Mirov nikare bi wê tişta wehbî, ango bi wê tişta ko keda wî têde neyî pesnê xwe bide. Ji ber wê çendê her demî ez “pêşbaziya bedewiyê” şaş dibînim. Lewra ti keda wan ya di dayîna wê bedewiyê de tune ye.
Mirov dê li kîjan erdnîgarîyê ji dayik bibe, dê mensûbê kîjan neteweyê be, dê bi kîjan zimanî biaxive, evên hanê tev bêyî îradeyî wî hatiye tesbîtkirin. Ji ber wê çendê nabe ko yek bi zimanê xwe, bi nijada xwe yan jî bi welatê xwe ko di dayîna wan de ti keda wî tune ye, pesnê xwe bide û ji yên dî seretir bibîne, yan jî yên dî ji yên xwe kêmtir bibîne. Bes ev heye her mirov, her netewa dikarin bi kesayetiyên ko di nav wan de rabûne û ji bona welatê xwe û netewaya xwe xizmetên girîng kirine pesnê xwe bide. Wek çawa em di warê siyasî de bi Mele Mustefa Barzanî, bi Qadî Muhemed, bi Şêx Seîdê kal; di warê ziman û wêjeyê de bi Mewlana Cizîrî, bi Ehmedê Xanî û bi Feqiyê Teyran; di warê zanyariyê de jî bi Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî, bi Mewlana Xalidê Şehrezorî… pesnê xwe didin.
Di vê nivîsara xwe de ez dixwazim li ser zimên, xasma li ser zimanê kurdî, ko ew jî di nav beşa wehbî de cî digre, rawestim.
Wek tê zanîn ziman alaveke ragihandinê ye. Mirov bi saya zimên
dikare bi hemcinsên xwe re têkiliyan deyne, fikr û ramanên xwe diyar bike. Eger ziman nebûya, mirov nedikarî bi hev re biaxêve. Herweha wê demê di navbera wî û heywanan de tu cudahî nedima.
“Xwedê hemû nav (esma) fêrî Adem (as) kirine(1).”,
“Wî însan fêrî beyanê (axaftinê) kir (2)”,
“Newekhevbûna reng û zimanên we delîlên heyîna Wî ne (3)”.
Dema mirov berê xwe bide wan heqîqetên li jor yên Qur’anê, meriv dibîne ko ziman daneke Xwedê ye, yanê wehbî ye, ne kisbî ye. Xwedê tealâ her miletekê zimanek daye wan: Kurdî daye kurdan, tirkî daye tirkan, farisî daye farisan hwd.
Zimanê kurdî piştî damezrandina Komara Tirkî kete ber êrîşa zihniyeta neteweperest û hate înkarkirin û qedexekirin. Xwendegeh (medresey)ên olî ko xortên me bi kurd têde perwerde ditînin hatin girtin. Armanca sereke ew bû ko netewaya kurd bête asîmîlekirin û zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Ji bo ko bigihîjin vê encamê jî tişta ko ji destê wan hat, kirin; tişta ko nekiribin jî ji destê wan nehatiye.
Herçiqs bi saya serê zimanzanên birûmet yên kurd yên mîna Celadet Alî Bedirxan ev niyeta wan ya hovane li gor dilê wan encam nedabe û zimanê me îro li ser lingan mabe jî lê ew zihniyeta ko zimanê me înkar dike hêjan ji holê ranebûye. Carcaran hin mirovên peyrewê vê zîhniyeta nijadperest zimanê me wek “ne zimanê şaristaniyê” bi nav dikin, Ji ber vê çendê min xwest ko bersiva wan bidim. Ez ê hin taybetmendiyên zimanê kurdî bibîr bixim. Dema ez vê bikim jî ezê zimanê kurdî bi zimanê tirkî re muqayese bikim, da ferqa di nav bera wan de derbikeve holê, ka zimanê kurdî dewlementir e, yan jî yê tirkî? Bes ez dixwazim vêya bînim bîra hewe ko mebesta min ne ewe ko ez bi zimanê xwe pesnê xwe bidim, mebesta min ewe ez hewl bidim ko zimanê kurdî ji heqaretê ko lê hatiye kirin rizgar bikim.
Di vê rêzenivîsare de sê beş hene. Beşa ewil ji dewlemendiya zimanê kurdî ya di hemberî tirkî ko ji aliyê peyvan de ye pêk tê. Ango dê bêt diyarkirin ka di pêşberî her peyveka tirkî de çend peyvên kurdî hene. Di beşa dudoyê de dê peyvên kurdî yên ko di tirkî de pêşberê wan nînin bêt aşkerekirin. Beşa siyê jî ji peyvên kurdî yên ketîn zimanê tirkî de pêk tê.
Beşa Ewil:
— Tamên Xwarinê: Hit, kelî, tamxwê, şor, kar.
“Hit”. Wek tê zanîn dema xwê qet tevlî xwarinekê nehatibe kirin di zimanê Kurdî de jê re “hit”, yan jî “hitkelî”, “hirkelî” tê gotin. “Kelî”: Dema xwê lê hatibe kirin lê ew xwê nekafî/têr be “kelî” tê gotin, “Tamxwê”: Dema hinkê xwêya wê zêde be, lê negihîştibe sînorê “şor”ê wê demê jê re “tamxê” tê gotin. “Şor”: Dema xwêya wê zêde be navê wê “şor” e. “Kar”: Eger xwêya wê ji heddê der zêde be jê re “kar” tê gotin.
Di tirkî de navekî bi tenê jî yê têkeve muqabila van peyvan tune ye. Tê gotin “tuz’lu”, “tuz’suz”. Ji xwe em jî dikarin li nik ewqas navan du navên din jî bibêjin “bixwê” û “bêxwê.”
— “Westiyayî”, “qerimî”, “bertilî”, “kefte”, “kesîre”. “jikarketî”
Ev her pênc peyvên hanê jî ew in ko di herêma Botanê de tên bikaranîn. Li nik wan yên wek “teibî”,”mandîbûn”, “kasbûn” û “qefilî” jî henin lê ez wan hesap nakim. Wateya “westiyayî” û “qerimî” nêzî hev in, “bertilî” ji wan bêtir e, “kefte” hê bêhtir e, ya herî bêhtir jî “kesîre” û “jikarketî”ye.
Gelo, di tirkî de ji bilî “yorulmak”ê heye?
— “Li cem min”, “li nik min”, “li ba min”, “li kêleka min”, “li tenişta min”, “li rex min”, “li def/v min”.
Di Tirkî de ji bilî “yanımda” yê heye gelo?
— “Bêvil”, “poz”, “kepî”, “difin”. “şirne” (şirne mecaz e)
Di tirkî de “burun” bi tenê heye.
— “Berdilik”, “taştê”, “firavîn”, “şîv”, “paşîv”.
Wek tê zanîn “berdilik” sibehê hê gelik zû tête xwarin. Taştê jî di dema demjimêr 8-9’ê de tê xwarin. “Firavîn”: xwarina nava rojê ye. “Şîv”: ya şevê, “Paşîv”: di derengê şevê jibona rojiyê tê xwarin.
Di tirkî de ji bilî “sahûrê” yek bi tenê jî nînin. Ew jî ne tirkî ye, Erebî ye.
— “Axaftin”, “peyivîn”, “ştexilîn”, “qisekirin”, “qezîkirin”, “şorkirin”, “deynkirin”, “xeberdan”, “mijûlbûn”, “galgalkirin”.
Di tirkî de “konuşmak” bi tenê heye.
— “Navsere” “pîr”, “kal”, “dagerayî”, kalendar, “hejale”, “hejhejok”, “kokim”, “rîspî”, “biumir”, “kalemêr”, “navsale”.
Di tirkî bi tenê “yaşli” heye, ji ber ko “ihtiyar” ne tirkî ye, erebî ye.
— “Xêzan”, “meriv”, “lêzim”, “xizm”, “qunêt”.
Di tirkî de bi tenê “akraba” û “hisim” hene, lê ewan jî ne tirkî ne, erebî ne.
— “Mir”,”tehl”, “zerender”.
Ji boyî tehliya hindik “mir” tê gotin, dû re “tehl” tê, ji boyî ya herî tehil jî “zerender” tê gotin.
Di tirkî de “acı” tenê heye; lê ew jî hem ji tehlê re tê gotin hem jî ji tûjê’re jî… ango navekî xweser yê wê nîne.
— “Fekirin”, “nêrîn”, “mêzekirin”, “temaşe”, “dîq”, “zîq”.
Di tirkî “bakmak” tenê ye.
— “Paşê”, “pişt re”, “şûn de”, “dû re”, “pey re”, “jo”
Di tirkî de ji bilî “sonra” yê tune.
— “Rût”, “tazî”, “riprût”, “eşmet” “şelûf”, “şilf”, “şilf û tazî”
Di tirkî de ji bilî “çıplak” û “çirilçiplak”ê tune ye.
— “Temîz”, “paqij”, “tosin”, “merês”, “pak”.
Di tirkî de “temîz” bi tenê heye; lê ew jî bi erebîye, ji “temyîz”ê tê.
— “Bejn”, “bal”, “qam”, “endam”, “qed”, “qamet”.
Di tirkî de “boy” bi tenê heye.
— “Hacîreşk”, “peresêlke”, “hechecik”, “xecxecok”, “dûmeqesk”, “pilsteng” “qerneqûçik”, “meqesork”, “çoleke”, “dûbîra”
Di tirkî de tenê “kırlangıç”.
— “Kîbrît”, “niftik”, “kifrît, “spîçke”, “derbik”, “çixat”, “pêtik”, “zilûke”, “şemçe”, “kirkût”, “newtik”, “bitik”, “ezwaz”, “şixatik”.
Di tirkî de “kibrit” tenê ye, ew jî ne tirkî ye erebî ye.
— “Birçî”, “birsî”, “nêz”, “xurînî”.
“Birçî” û “birsî” eynî ne. “nêz” ew birçîbûna ko mirovî diêşîne. “xurînî” ji yê sibehê ve xwarin nexarî tê gotin.
— “Nivîn”, “nivistin”, “razan”.
Di tirkî de “uyumak” tenê heye.
— “Lehî”, “lesar”, “laser”, “cilfû” “lefaf” “lemate” “lêmişt”, “şêlav” “seylav”.
Di tirkî de “sel” tenê heye ew jî erebî ye.
— “Ber”, “kevir”, “kuç”, “ferş”, “yeklepe”, “sipate”, “lak”
Di tirkî bi tenê “taş” heye
— “Mûmar”, “tîjik”, “mar”, “ziha”, “tûlemar”, (kobra) “koremar.”
Di tirkî de tenê “yılan” heye. ”Çıngıraklı yılan” hebe jî navê wê yê kurdî xişxişok e. ”Ok yılanı” jî tîremar e.
Wê bidome…
(1) Sûretê El-Beqere, ayet- 31
(2) Sûretê Rehman, ayet- 4
(3) Sûretê Rûm, ayet- 30 |