STOCKHOLM, 4/11 2005 – Di kurmanciyê de, gava mirov behsa bûyerekê ko dê di dema bihêt de biqewime bike, mirov, ji bilî forma lêkerê ya ko bi »bi-«-yê dest pê dike, peyiva dê, wê – carina yê – yan ê-yê berî lêkera serekî di hevokê de bi kar tîne. Di tekstên kurmancî de, dê û wê cida ji peyivên li pêş wan tên nivîsîn, lê ê carina xweser û carina bi peyiva – bi piranî cînavê – berî xwe ve nûsayî têt dîtin. Ji bo Amed Tîgrîsî, dê kevinbûyî ye û wê dişibe cînava wê-yê; ji lewre ew alîgirê ê-yê ye, lê, wek Zana Farqînî, dijî nûsandina wê bi cînava berî wê ve ye. Ev bihevrenivîsîn ji bo Mistefa Reşîdî şêweyê herî baş û dirust e.
Nakokî li ser pirsa ko wê û ê ji dê-yê çê bûne nîne. Peyiva ê-yê ji ketina »d«-ya dê-yê çê bûye û wê, bi îhtimaleka mezin, ji konsonanta /w/ ya ko du vokalan ji hev vediqetîne û »e«-yê, ne wek ko Farqînî dibêje ew ji »ew ê« ye, pêk hatiye. Bes, koka dê-yê bi xwe çi ye?
Di vî warî de, Samî Berbang, bi qewlê Tîgrîsî, »xwedî îdea û teoriyên nû û seyr e« dema texmîn dike ko ê-ya dê-yê ji nîşana îzafeyê – veqetandeka binavkirî – ê-yê û d-ya dê-yê ji d-ya kevin ya ko di hinek devokan de bûye nîşana pirhejmariyê ava bûye. Cemal Nebez dibêje ko mimkin e ev dê ji lêkera »viyan«-ê bi vî awayî hatibe:
Ez (yekî/tiştekî/xwezayê) divê bixwînim
Ez dê bixwînim
Ev îhtimal ne dûrî rastiyê ye ji ber ko têt zanîn ko peyivên dema paşerojê nîşan didin di gelek zimanan de ji lêkerên ko wateya »xwastin«, »viyan« û/yan »hêvîkirinê« çê bûne. Nebez dîtineka dî jî di vî warî de berçav dike. Ew dibêje ko maka dê-yê dikare lêkera »hatin«-ê be. Bo nimûne,
Ez (demek) dihêt bixwînim
Ez dê bixwînim
Kurmancên ko ji kurmanciya Behdînan nehaydar in, bi tenê dê-yê nas dikin. Lê, behdînî di derbirîna bûyereka ko dê bibûya de dê-yê bi kar naînin. Ew li şûna wê bi heman avahiyê hevoka dema bihêt lê bi alîkariya da-yê behsa wê bûyerê dikin. Binêre:
Ez dê xwînim (= Ez dê bixwînim)
Ez da xwînim (= Min dê bixwanda)
Gava mirov herdu dîtinên Nebezî li ser van herdu hevokên behdînî biceribîne, texmînên li ser eslê peyiva dema paşerojê xurttir dibin.
1. Ez divê (bi)xwînim --> Ez dê xwînim
Ez diviya (bi)xwînim --> Ez da xwînim
2. Ez dihêt (bi)xwînim --> Ez dê xwînim
Ez dihat (bi)xwînim --> Ez da xwînim
Ev nimûneyên ji kurmanciya Behdînan piçek alîkariya wê dîtina E. H. Resûlî dikin yê ko dibêje »d« nîşana dema domdar e yan jî zêde ye û »ê« nîşana paşerojê ye. Ev da-ya behdînî heta dereceyekê piştgiriya Tîgrîsî jî dike. Tîgrîs di wê baweriyê de ye ko dê lêker e. Di kurmanciya Behdînan de, wek nimûneyên li jorê diyar dikin, da demê hevokê ji yê neborî dike demê borî bê ko forma lêkera serekî »xwandin«-ê bêt guhortin. Ev demguhortin sîmayek e ji sîmayên lêkera kurdî. Ji sîmayên dî yên lêkerê hevguncîn di gel subjekt yan objekta hevokê – wek Ez dixwînim, Tu dixwînî – û dawîhatina wê bi paşpirtika »-(i)n«-ê ne. Bes, ev herdu sîmayên dawiyê ne di dê ne jî di da-yê de nînin. Herweha, hîç sîma ji yên li jorê hatine behs kirin di wê dê-ya ko Tîgrîs û kurmancên nebehdînî bi kar tînin de nînin. Binêre,
Ez dê bixwînim
Min dê bixwanda
Ya ko demguhortin, hevguncîn û lêkeriyê nîşan dide »xwandin« e lê ne dê ye. Vêca, vê dê-yê taybetmendiyên xwe yên lêkerî berdane û bûye hokerek, nîşanek, alavek, parkîtek, amrazek, peyivek hwd. ko bi alîkariya lêkera serekî dema daxwazkirî derdibire. Teoriya ko dibêje dê daçek e şaş e. Daçek di kurmanciyê de ew corepeyiv e ya ko di hevokê de yekser berî frasa navdêrî yan cîgira frasa navdêrî cihê xwe dike. Ev pîvan ji bo dê-yê derbas nabe.
Peyiva dê-yê ji aliyekî ve dişibe gihanekên wek heger, gava û hwd., çunkî ew jî lêkereka bi »bi-«-yê dixwaze û herdu jî bûyereka ko mimkin e biqewime – yan mimkin bû biqewmiya – dinimînin. Bo nimûne,
Ez dê bixwînim…
Heger ez bixwînim…
Min dê bixwanda…
Heger min bixwanda…
Ji aliyekê dî ve, ev dê xwe wek hokereka demê nîşan dide. Karê vê hokerê jî ew e ko »paşerojê« – di dema borî û neborî de – diyar bike. Lêbelê, ew ne wek gihanekan e ji ber ko di hevoka serekî de têt bi kar anîn û herweha ne wek hokeran ne ji ber ko forma lêkerê ya bi »bi-«-yê daxwaz dike. Berî mirov teoriyên ji vî rengî û teoriyên Nebezî yan xeyrî wî yên di vî warî de piştrast bipejirîne, divê mirov li belgeyine dîrokî bigere û li awayê derbirîna demê paşerojê di zimanên îranî de bikole da mirov gotinên bêbingeh û seyr û ecêb pêşkêşî xelkê neke.
Lê, mirov kîjan awayî ji awayên peyiva dema paşerojê, dê, ê û wê, di zimanê nivîsandinê de bi kar bîne? Wek Reşîd, Tîgrîs û Farqînî jî diyar dikin, tevlihevî û şaşî ji ê û wê peyda dibin. Hersê camêr jî hemfikir in ko alozî ji bikaranîna dê-yê dernakeve. Ji bilî ko dê di berhemên klasîkan de têt dîtin, ew di kurmanciya îro de jî belav e. Xarpêtî behsa nivîseka S. Biçûkî dike ko tê de bê bingeh îdîa dike ko hersê form divê bihên bi kar anîn çunkî her formek ji wan wezîfeyeka cida di hevokê de pêk tîne. Herçend Xarpêtî dîrekt nabêje ko forma dê-yê ji bo zimanê nivîskî ya herî saxlem e, hesta wî û ya gelek kesên dî jî bang dike ko sergêjî û aloziyên ji bikaranîna ê û wê-yan tên pêş sedemên hêja ne ko mirov terka van herdu forman bike. Gava mirov dê-yê di nivîsînê de bi kar bîne, vekîta teksta mirovî DÊ serrast be û xwandevan jî DÊ hewceyî dersokê nebe.
---------------
Têbînî
Dîtinên Amed Tîgrîs, Zana Farqînî û Samî Berbangî di www.amidakurd.com de belav bûne.
Dîtinên Mistefa Reşîdî di hejmara 13-ê ya 2002-ê ya kovara Nivîsê li vê derê belav bûne:
http://www.amude.de/amude/
kurdi/nivis/nivis13/index.html
Dîtinên Cemal Nebezî di rûpelê 46-ê yê pirtûka wî Zimanî yekgirtûy kurdî ya sala 1976 de belav bûne.
Dîtinên E. H. Resûlî di rûpelê 120-ê yê tesa wî Morfîme rêzimaniyekanî kar ya 1995-ê de hene.
Nivîsara M. Xarpêtî ev e: »Lêkera alîkar dê«, Welat, h. 6, r. 12. |