STOCKHOLM, 15/11 2009 — Zêdeyî du sal û nîvan çêbû ko ez di vê quncikê de ji hefteyê yan jî ji deh rojan carekê (ev pênc-şeş mehên dawî ye ko min kêmtir kiriye ) dinivîsim. Li gora xwe min hin fikir û helwêstên xwe bi we re par ve kirin.
Ji ber nivîsên min, hin caran pîrozbahî, hin caran pesin, hin caran jî çêr û neheqî li min hatine kirin. Ez hemû wan e-maîl û nameyan wek reaksiyonana xwendevanên xwe qebûl dikim û sipasî wan hemûyan dikim ko ez bi tenê nehiştim.
Di vê dema ko min di Nefelê de nivîsî, bi tu awayî rê li ber fikir û helwêstên min nehatiye girtin û teşebûseke weha jî çênebû ye. Min jî Nefel wek platformekê diye ko ez karibim xwe bi awayekî azad lê îfade bikim û ez di vê baweriya xwe şaş derneketim.
Medyaya kurdên bakurê Kurdistanê (nemaze, malperên înternetê) hema hema ji sedî 95ên wan bi awayekî îdeal karî dikin û Nefel jî (heta bi niha) yek ji wan bû. Gelek caran hin kesan rasterast û hin kesan jî di bin re ji min re gotiye ko ez di Nefelê de bi pereyan dinivîsim. Bi qandî ko devê min geriyaye, min bersiva wan kesan daye. Û ez li vê derê careke din eşkere dikim ko min heta bi niha di Nefelê de bi pereyan nenivîsiye û min binivîsiya jî ev heqê min e, tu tiştekî ko ez veşêrim tune ye.
Baweriya min ew e ko êdî kurdî hatiye cîhekî û qonaxa ko gîhaştiyê jî ne qonaxeke xerab e. Nivîskarên kurd jî ne wek berê ne, îroj bi sedan nivîskarên kurd çêbûne û xwendevan jî li gora xwe, dikare ji xwe re hin nivîs û nivîskaran hilbijêrin. Dîsa baweriya min ew e ko divê nivîsa kurdî ji bin bandora fedekariyê derkeve û ew ber bi profesiyoneliyekê ve here.
Ez ji niha û pê ve, nema wek kolomnîst di Nefelê dinivîsim. Ji ber ko ez di nav karê edebiyatê de me û vê gavê romanek di nav destên min de ye û nivîsîna quncikê ya hefteyî konsantreya min xera dike, loma ez dev ji nivîskariya di Nefelê ya daîmî berdidim.
Heta careke dinê, bimînin di nav xêr û xweşiyê de.