STOCKHOLM, 29/5 2009 — Berî ko ez dest bi qala konferansa Diyarbekirê bikim, ez dixwazim bersiveke piçûk bidim Cemîl Oguzî ko wî di nivîsa xwe ya bi navê ” Li ser rojeva kurd çend not”, di 04-05-2009an de weha nivîsîbû:
”Helîm Yûsiv û Enver Karahan”
”Di meseleya rewşenbîriya kurdan, TRT 6 de hin nîqaş hatin kirin. Kesên wekî Helîm Yusiv, Bûbê Eser, Envar Karahan tiştin gotin li ser vê. Min xwest tiştek li ser Karahan bibêjim: Helbet mafê Karahan e neçe beşdarî televîzyoneke kurd nebe. Lê dema neçe beşdar nebe û biçe beşdarî televîzyoneke dewletê bibe bêşik dê mirov jî li gor vê tiştinan bînin bîra xwe.
Ger televîzyonê kurdan nîn ba gelo dê televîzyonê dewlete çêbiba?
Çiqas mirov ji hev hez neke jî mirov neçe li cem birê xwe rûnene (ku ew bir zerarê wî ji bo mirov heye nîn e jî dîsa mijara nîqaşê ye) here li cem xelkê rûne dê çawa be?
Em bibêjin birê te li ser rêya şaş be jî ger tu qîmetê nedî û wî venegerînî ser rêya rast dê xelq çiqas qîmetê bidin birê te û dê çiqas qîmetê bidin te? Dê nepirsin tu bi kêrî malbata xwe nayê, tuyê çawa bi kêrî min bê?
Wê rojê Karahan min li Stenbolê dît, li ser lingan me silav li hev kir. A rast min bi mijara ko Helîm Yûsiv (2) qal kir nedizanî, min bizanibiya minê pêre li ser xeber bida, sohbet bikira.”
*
Min li ser vê nivîsa Oguzî jê re e-mailek şand û min pirseke weha jê kir:
”Merheba kekê Cemîl,
Ez hêvî dikim ko tu baş bî. Weha xuya ye ko di rojeve te de gelek tişt hene û te di nav wan gelektiştan de firsend diye ko qala min û Helîm Yûsivî jî bike. Ew tiştên ko te gotine, bîlaxere ez karim minaqaşe bikim, lê tiştekî bala min kişand ko te bi gotinekê jî qala konferansên me nekiriye. Ne tenê di vê nivîsa xwe de, ji serî de te di malpera xwe de yek gotin li ser van çalekiyên me nenivîsî, gelo ev ji bo te qet ne balkêş e?
Bi silavên dostaniyê...
Enwer”
*
Ez ê bersiva Oguzî li vira belav nekim, ji ber ko hin tiştên prîvat tê de hene. Wî bersiveke ko qet ne tatmînkar bû da min û di bersiva xwe de qala rewşeke trajedîk dike ko ez gelekî pê êşiyam, lê bi rastî jî ew ne bersiva wê yekê bû ko ew qet qala çalakiyên me yên di derbarê konferansan de neke, ji ber ko di wê pêvajoyê de, wî di malpera xwe de weşandina nûçeyan nesekinandibû û bi aktîfî karê xwe yê weşanê didomand. Mirov dikare wî fehm bike ko ew nikarîbû bihataya konferansa me ya li Stenbûlê, lê di pêvajoya hersê konferansan de jî wî qet bi gotinekê jî cîh neda çalekiyên me.
Îcar piştî ko Cemîl Oguz weha bike ko hîna ew ji kevneşopiya tradîsyoneke hêleke siyasî tê, ji xwe êdî hesab li ba we ye ko ew derûdorên siyasî dikarin li hemberî çalekiyeke weha tekekesî bi kîjan awayî tevbigerin.
Îcar dinya xera nebû ko Helîm Yûsivî di hemû jiyana min a nivîskariyê de carekê ez dawet kirim û ez jî neçûm. Baş e, gelo kes pirsekê ji xwe dike û dibêje ko ji bo çi Helîm Yûsivî serê ew qas sal Enwer Karahan dawet nekir?
Helîm Yûsivî piştî ko kitêba min a çaran ”ÇÛ” derketiye, ez dawet kirime. Heta bi vê tarîxê jî ne rojekê Roj TVyê û ne jî yekî ko di wê TVyê de programan çêdike, ez dawetî programeke xwe nekirime. Ehmedê Huseynî ji vê derê dide rê û heta bi Diyarbekirê dihere, hema yekî ko bêhemdê xwe dawa wî/wê û nivîsê li hevdu ketibe jî bi wan re programan çêdike. Yanî giyarê hanê dibîne, lê kelemê li ber çavên xwe nabîne. Ji xêndî wê jî heta bi niha, bi dehan programên wan ên li ser kitêb û edebiyatê çêbûne, lê rojekê jî, qet… Roj TVyê rojekê qala kitêbek me nekiriye û heta ji destên wan hatiye, nehiştiye kitêbên me belav bibin. Yanî kitêbên me yên çîrokan, haa… ne tiştekî din. Ji bo ko di weşanên vê derûdora siyasî de navê min û yên mîna min derbas nebe, çi ji destên wan tê dikin. Yanî ”Birayên me” ne.
Di sala 2003yan de, ji bo kitêba min a bi navê ”Duaya êvarê”, li Diyarbekirê çûn pêşiya weşangerê min (wê wextê Muslum Yucel bû) û xwest li wî bixin û heqaretê lê bikin, ji bo çi bû? Ji ber ko kitêba min a çîrokan çap kiribû! ”Birayên me”.
Serê ew qas sal in ko li seranserê Kurdistanê festîvalên belediyeyên wan çêdibin, rojên edebiyatê çêdibin, rojên çîrokan çêdikin û çê dikin û hey çê dikin, gelo rojekê jî ”Birayên me” em dawetî çalekiyeke xwe kirine?
Helîm Yûsivî çawa rêya xwe şaş kir û ez dawet kirim, bi rastî jî min heta bi niha jî fahm nekiriye. Ji xwe belkî min qebûl bikira jî (heger komîser pê bihisyana) wan qebûl nekiraya.
”Birayên me” bi salan e ko rojname, kovar û weşanên bi kurdî derdixin, bi dehan malperên wan hene, gelo rojekê ew tewazû nîşan daye ko nivîseke me di deverekê de belav bikin?
Îcar ez karim çend rûpelên weha di derbarê ”Birayên me” de dagirim ko vê dorhêla siyasî çavsoriyên weha li me kirine û hîna jî dikin. Gelo sebeb çi ye? Helbet sebeb (li gora xwe) hene. Ji ber ko ez wek wan nafikirim. Ji ber ko ez hin caran wan rexne dikim û bi nivîsên xwe li dijî kirinên wan yên nelirê derdikevim; ji bilî vê, ne tiştekî din e. yanî ji ber vê yekê gazinan nakim, lê bi tenê, ji bo kekê Cemîl zanibe ko ”Birayên me” wek wî nafikirin, loma dibêjim.
”Birayên me” heman helwêsta xwe li hemberî konferansa me ya Diyarbekir û Mêrdînê de jî domand. Ez ê di nivsa bê de qala kirinên wan û nivîskarên di bin îpoteka wan de bikim, lê ne ”Birayên me” tenê li hemberî çalekiyên me helwêsteke weha xerab danî, derûdorên din jî heman tişt kir. ”Birayên me” em li ser hin kesan hesabandin û li hemberî konferansên me helwêst danîn, lê min fahm nekir bê van derûdorên dinê ji ber çi weha pingurîn û helwêst wergirt? De qey ew jî li ber bayê ”Birayên me” ketin.
Ez ê di nivîsa bê de qala konferansa Diyarbekirê bikim. |