MÊRDÎN, 22/4 2009 — Min dixwest ko ez berê ji sipasan dest pê bikim, lê bi rastî jî ko ez li vê derê navên wan kesan bilêv bikim ko di van çend rojan de alîkariya me kirine û li hemberî vê çalekiya me ciwanmêrî kirine, divê ez rûpelekî seranser ji navên wan dostan dagirim. Ez ev çalekiyên hanê bi îmkanên şexsî hatin lidarxistin û tu sponsor û fînansor li pişt wê tune bûn; loma jî ez bi yek gotinê dibêjim ko ez sipasiya wan kesan dikim ko keda wan, alîkariya wan, mazûbanî û silaveka wan a bi rûgeşî di vî karî de derbas bûne.
Gelek kesên eleqedar jê haydar in ko bi însiyatîfa Elî Fikrî Işikî sê konferansên bi navê ”Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahanî û çîroknivîskariya wî” li Stenbûl, Diyarbekir û Mêrdînê hatin lidarxistin. Her çi qasî di destpêkê de Qosar jî di programê de bû, di hundirê wextê de qeneeteke weha li me hasil bû ko Qosar û Mêrdîn bi ser hev ve ye û loma jî hewcedarî tune ye ko mirov li herdu ciyan konferansên cûda çêbike.
Hîna ko qala Mêrdînê bûya, hema ez ê ji konferansa dawiyê dest pê bikim ko li wê çêbû û dû re ez ê vegerim ser herduyên dinê.
Konferansa me ya dawiyê li Mêrdînê, li Cafeya Leylanê, bi însiyatîfa Hesenê Dewrêş û bi mazûbaniya xwediyê cefeyê kekê Tahsînî hate çêkirin. Hesenê Dewrêş ne bi tenê li Mêrdînê, lê li Stenbûl û Diyarbekirê jî bi me re bû û wî ji serî û heta bi dawiyê xweditiyeke baş li konferansan kir ko ew yeka hanê bibe qewineyeke xurt ji bo dostaniyeke pêşerojê. Her çi qasî di seriyê pêş de ciyê konferansê Cafe Leylan hatibû diyarkirin û li dû konferansa li Stenbûlê birêvebirên Egitimsena Mêrdînê xwest ciyê civînê li lokala wan çêbibe û hevalên organîzator di navnîşana li ser afîşan Egitimsen nîşan da jî, dû re birêvebirên Egitimsenê ji ber fikarên siyasî ciyê konferansê di du sê rojên dawiyê de îptal kir û ji xelkê re jî email şandin ko konferans ”betal” bûye jî, beşdarên konferansa li Cafe Leylanê em bi tenê nehiştin û guh neda fitne û genfîskiyên siyasiyên bixwenebawer.
Ez ê dû re qala Diyarbekir û Stenbûlê bikim, lê bi rastî jî germayî û henûniya ko me li Mêrdînê dît, tam em xistin nava atmosfereke edebiyatê. Min cara pêşî his kir ko ez nivîskarekî edebiyatê me û ji xwendevanên xwe re kitêbên xwe îmze dikim. Kekê Tahsînî têkilî bi weşanxaneya min a kevin re danîbû (teva ko xwediyê wê dest veguheriye jî) û du kêtêbên min li ser maseyê danîbûn ko ji terefê weşanxaneya Elmayê ve hatibûn weşandin. Çi mixabin ko ne di konferansa Diyarbekirê û ne jî di ya Stenbûlê de kitêbên min tune bûn. Min ji bo konferansa li Stenbûlê ji hersê berpirsiyarên weşanxaneya DOZê re jî got ko ew maseyekê vekin û kitêban li wê derê pêde bikin, lê wan ew yeka hanê pêk neanî. Yanî ne ji bo min, hema ji bo kara xwe jî ew yeka hanê nekir. Nêzîkî 200 kesên nas, dost û heşeriyên me hatibûn wan deran, ji fediyan jî bimaya wan dê kitêb bikiriya, lê ciwanmêrên xwediyê weşanxaneya ko heta bi vê gavê jî ez bi wan re karî dikim, ew yeka hanê nekir. Di halê normal de weşanxaneyên xelkê çalekiyên weha ji bo nivîskarên xwe li dar dixin, lê yê me, teva ko ciwanman ev organîze kiribû û anîbû li ber devên wan sekinandibû jî wan tenezula wê yekê nekir ko kitêbên me bigihêjin xelkê. Min heman daxwaz ji berpirsiyarê weşanxaneya DOyê jî re kir ko wî mîrasa weşanxaneya Elmayê dewir sitendiye, lê ew jî ne het û ne jî kitêb şandin. Îcar, ma mirov dikare çi bêje? Hema Xweda hezar xêrî bi wan bike û yekê bi me bike.
Li Mêrdînê di bin pistîniya dengên dîwarên kevirî de Berken Bereh, Elî Fikrî û Hesenê Dewrêş li mêlavên lehengên çîrokên min geriyan, wan li wê beriyê guhê xwe dan ser qedera jinên porveçirî û ji ser keleha Mêrdînê, ji Tûrcelê û Êrgrbabayî berê dûrbînên xwe ji dêvla Melûl ê ko di çîroka Rojbûyinê de ye dan Amûdê. Ez û ew bi hev re li mekanên wan çîrokan geriyan û min yek bi yek cihê têkçûyin, bêbextî, bextewarî û dilşikestiyên lehengên çîrokên xwe bi wan re par vekirin û wan jî bi ezameta xwe yek bi yek ji hev veçirîn û di her gotinek wan de min tiştekî nuh dît; min xwe li ser esasê destnîşakirinên wan, li hemberî hûrgilî û tesbîtên wan di ber çavî re derbas kir. Di pencereyên qesrên kevirî re, em derketin geşteke destbiraktiyê û me li ber deriyên Deyrul Zahferanê, li şaneşînên Erdobayê û li medreseya Qasimiyeyê xwe kir mêvanê dîroka medeniyetan. Me bi dostên kevnare re du qedeh şeraba suryaniyan noş kir û bi Îrfan Amîda û Çiya Mazî re çayeke qaçax, bi tahma çîrok û helbestê vexwar; me bi hev re henûniya dostan di awirên hezkiriyên edebiyatê de dît… Papaxanê rahîbên bîzansiyan di ser Cafe Leylanê re firiyan û muxbîriya edebiyata kurdî li gel cîhangîr û çiyanan kir; dengê qêrîna dêya seydoyan di qaba qesran de bilind bû û heta bi Qosar û Darayê olan da; Zînê ji mezelî rabû serxwe û berê xwe da Zeytûnistanê da xwediyê qevdeya gulên xwe bibîne û silavekê li ser pişta teyran bike da bigîhîne Stockholma xopan û di odeya Hesenê Metê de, li tenişta wêneyê Ahmedî Xanî bibe mêvana kurepistîniya nebextewariya nivîskarên derketî.
Û êvar bi ser keleha Mêrdînê de bi du bazikan mexel dihat; ji gerdaniya qîzeke berîvanî xelas dibû û dibû keştiyeke eshabeyên rêwendakirî… Û me di bin pêla qelserohkahiya heyveronê de gazinên edîban dikir. Bi dengê qahremanên çîrokan re em li aşxaneya Emo Ridoyî dibûn mêvan û me lezeteke nostaljîk di binê sênîkên tûtiya de dialast. Min bi tiliya xwe ya eşihedê mekanên şopên kevnare nîşanî dostan dida û birekên li binya seheya fotbolê nîşanî wan dida ko min di wexta lîstikvaniya xwe ya fotbolê de bi dehan topên fotbolê di wan deran de werikiribûn. Em li maqûliya Berken Berehî dibûn mêvanê helbesta nûjen û me ji rîhsipîbûna wî werdigirt hestên dostaniya kevnare. Du gotinên bi serê xencerê çirandî di guhên min de dibûn pistîniya şerefnameya ji destbirakiyê ko di nav rêzên herikîna cihokên konferansê de bibin ebedî. Elî Fikriyî bisk û guliyên xwe bi çend dostan re, li mala Bedranî bi ser siyasetê de hebhebî kir û nostaljiya xwe ya kevnare (bi mêvanî be jî) jiya. Wî dost û helalên xwe dîtin, di qermînçankên rûyên hevdu de mikurhatineke liberbêketî dît û li ser dîwarên bedene Diyarbekirê dûrişimên şewibî bi dizîka li wan temaşe kir.
Di serê sibehan de me bi dengê helbestê re xwe li Qonaxa Hesen Paşayî girt û eniya xwe da tava tûj û em bi ser hêkên qelandî de, bi ser hunguv û qîmaxê mîhan de kulmişîn; dotira rojê me xwe da ber awirên kevirên reş û me ceger û fatreşka biraştî di nav nanê şikeva de pêçan; bîhna xwîna kizirî xwe li firnikên me girt û nahne û pungê em ji atmosfera xeman bi dûr xistin.
Bi kinayî, em li Mêrdînê bûn mêvanê çîrok û helbestê û li Diyarbekirê me xwar qelîsêl û gurçikên beranan. Em ê careke din vegerin paytextê Kurdistanê, navenda ”edîb û rewşanbîran”.
Ew ê dewam bike...
|