STOCKHOLM, 3/2 2009 — Me ne zanîbû tunebûn çi ye û ne jî bêîmkanî. Em li te dibûn mêş, dibûn kurmê Eyubî û diketin hestiyê te. Tu li ber me digeriya, te destê xwe li sere me datanî û rûyê me bi merhemet maçî dikir, lê xelasiya te ji destê me tune bû. Her gava ko kirîna tiştekî di me derketaya, em miselitî te dibûn û ew tiştên ko ji bona tu me îqna bikî yek jî ber bi serê me ve nediçû. Ji me hebû ko tu me dixapînî, bavo.
Her çi qasî te wek bavên xelkê nikarîbû her sibeh mesrefên zêde bidaya me jî lê te em tu carî îhmal nedikirin. Ez niha tê digihêjim û bi bîr tînim bê di wan gavan de çavên te çawa dizewirîn, tu melûl dibûyî û te di ber xwe digot, “Hela bi vêya îdare bikin, heta sibehê Xweda mezin e”. Erê, Xweda mezin bû, lê roja dinê tu tiştek di taqê re nedihat hundir, bavo. Tu li ber xwe diketî û te li xwe danetanî ko karê xelkê bike; ji xwe nema kar jî ji te dihat. Me qet nizanîbû ko tu ji hebûnê ketiye tunebûnê û me tiştek ji wê gotinê dernedixist ko digot, “Xwedê mala mezin piçûk neke û ya piçûk jî mezin neke”.
Ew çend qurişên te hebûn ko ji ber firotina pezî mabûn, roj bi roj dimehiyan û tiştek lê zêde nedibû. Her ko pêwîstiyên me zêdetir dibûn û te nikarîbû alîkariya me bikiraya, te digot, “Lawo, qul mezin e û pîne piçûk e!”. Lê me gelek caran li vê çîrokê guhdarî kiribû û me niznîbû bê tu çi zahmetiyan dikişînî, bavo. Te ew pereyên xwe ji ber me dikir hezar qul û pilan, lê ew ji ber me xelas nedibû. Ez dibêjim, “Me” belkî neheqî be, lê îlhes jî ji ber min. Her ko min bi şaqûlê, yan jî hêtikê dilîst û pere ji min diçû, ez dihatim malê û li xapên pereyên te digeriyam ko te ji bona debara kufletî hiltanî. Piştî ko tu lê hay dibûyî ko pere ji bêrîkên te derdikevin, êdî te ew dixstin hin cîyên dinê, lê ne xelasiya wan û ne jî ya te ji ber min hebû. Te ew dixistin kîjan qewêrên asê jî miheqeq piştî demeke kin ez li wan rast dihatim. Herî pir jî min di wê xapa te de zahmetî kişandibû ko te pereyên xwe di hundirê wê radyoya xerabe de veşartibû, bavo. Min ne di veşartina di bin qaba şewqeyî de û ne jî ya di nav delîxêrat û Quraanê de zahmetî kişandibû.
Tu dizanî, bavo? Bê min çi qasî dixwest ko tu di wê zaroktiya min de ji min re piskilêtekê bikirî; piskilêteke sor. Ji ber ko ya kurê xalê min hebû û rengê wê şîn bû, min dixwest ya min jî sor be. Her cara ko ew li wê kuçeyê, li piskilêta xwe siwar dibû û porê wî yê di nav çavên wî de bi xezeba ajotinê re li ber bayî diket û me hemû zarokan bera pê wî dida ko ew me jî carekê li piskilêta xwe bike û wî jî gunê xwe li ser serê me diwerimand, wê gavê ez ji te diqehirîm û di hundirê xwe de aciz dibûm ko bê çima tu jî ne mîna bavê wî memûrê dewletê bûyî.
De tu dizanî bavo, vê gavê, yanî di çelûsêsaliya min de piskilêteke min a sor heye û her cara ko ez li wê siwar dibim, ez li wan rojan vedigerim. Rojên derbasbûyî mîna dewsa birîna xencerê ne, bavo; tu carî ji bîra mirovî naçin. Hîn ko min ji bîra nekiriye ez bibijim ko pisîkeke min jî heye, bavo. Pisîkeke reş. Te dît, tu ji pisîkan gelekî diqehirî –yan jî te xwe ji ber wê kirina xwe efû nedikir-, ez baş nizanim.
Her care ko pisîka min tê li ber min vedikeve û ez pişt û serê wê miz didim, ew çîroka te tê bîra min û ez li wan rojan vedigerim ko te weha digot: ”Ez hîna di zikê dêya xwe de bûm ko bavê min wefat kiribû. Min ew qet nedît. Yanî, rismekî wî jî tune ye ko ez zanibim bê ew yekî çawa bû.”
Di vir de girî dikete qirika te û tu di ser re derbas dibûyî… ”Bi tenê tiştek di derheqê bavê min ê rehmetî de di serê min de maye, ew jî sekmanbûyina wî ye. Ji me re digotin ko gava qîzên gundî diçûn kaniyê û kûzên xwe li ser milên xwe dikirin da bên malê, ew jî li ser girê gundî rûdişt, xwe li ber wan diediland û bi tivinga xwe ya modilî bera çemilên kûzên li ser milên qîzan dida û ew ji ser milên wan difirandin; bêyî ko kûz bişkên û ava wan birije. Bi gotineke dinê, çemil bi kûzên qîzên gundî ve nediman.” Û tu vedigeriyayî ser me û te digot, ”A ev e, mîrasa ko li dû wî maye…”
Her çi qasî te dixwest ko tu bi vî awayî qala meseleya şewitandina pisîkê neke jî tu ji destê me xelas nedibûyî. Te em nedişkenandin û te gigot: ”Welhasil, ez dirêj nekim. Piştî wefata bavê min, apê min dêya min mahr kir û ez û birayê xwe di qesra jêrîn de man. Dêya me hilkişiya qesra jorîn ba apê min. Piştî ko em piçekî mezin bûn û me bîr bir, êdî ew kirina dêya min bi zora min diçû ko ew bi apê min re zewicî ye. Her sibeha ko em ji xewê radibûn, ne sobe û ne jî êzing; ne taştê û ne jî firavîn hebû. Em diçûn ber deriyê qesra apê xwe, dêya min derî li me venedikir û digot ko apê we raketiye. Ew meseleya ”raketina” apê min, piştî demekê ez aciz kirim. Her çi qasî birayê min ji min mezntir jî bû, wî dengê xwe nedikir. Ji ber ko ew milahîm bû…
”Rojekê dîsa bi sermaya bayê kur re, ez û birayê xwe çûn ber deriyî û dêya min derî venekir, wek hercar got ko apê we raketiye. Dêya min derew dikir, ji ber ko şireşira dengê avlixwekirina apê min dihat û me jî êdî bîr dibir bê ‘avlixwekirin’ tê çi maneyê. Ez ji dînê xwe derketim û vegeriyam qesra jêrîn, bîstikekê ponijîm û ji nişka ve fikrek hat bira min. Ez li pisîka xwe peydar bûm û min pişo pişoyî wê kir. Ew wek hercar hat di nav şeqa min de rûnişt û çavên xwe girtin. Min jî şûşeya gazê danî ber xwe û bi kefa destê xwe pisîk serapeng gaz kir. Ez teva pisîka gazkirî hilkişiyam ber deriyê qesra apê xwe û min careke dinê li deriyî xist. Dêya min derî li hêlekê xist, serê xwe di ber deriyî re derxist û bi nîvxeyid ji min re got ko min hîna gavkek berê ji te re got ko apê te raketiye, ma tu peyvê fahm nakî? Gava ko wê weha got, dinya li dora min zîvirî, li ber çavên min rewrewk çêbûn û min bêyî hemdê xwe çaqmaq ji bêrîka xwe derxist û çelpand. Silorî ji çaqmaqî bilind bû û min ew ber bi pisîkê ve bir. Di nav şaşmayina awirên dêya min re, pisîk bi derbekê re bû gilokeke agirî û min ew di ber deriyî re bera hundir da. Apê min û dêya min nîvtahzî ji hundir baz da. Bi hewar hewara wan re, heta ko ruh di pisîkê de hebû wê bi vir de wê de baz da û hemû zahfûzêçên meheleyê bi ser serê wan de anî xwarê.”
”Ji wê rojê û pê ve, nema serê sibehan deriyê qesrê ji ber me hate girtin…”.
De tu dizanî, bavo? Teva ko min pîrika xwe tu carî nedîbû jî gava qala wê dibû, min ji wê nefret dikir. Çawa dilê wê bi ber wê ve dihat, ez hîna jî fahm nakim. Ji xwe, li gora ko tê gotin, te jî tu qîmet nedaye wê. Gelek caran hatiye guhê min ko gava wê ji te re gotiye, ”Lawo, min tu mezin kirî û ew qas şîrê xwe daye te”, te lê vegerandiye û gotiye, ”Heger te elbek şîr dabe min, a ji te re sê elbên şîrî. Ker û kûçik jî şîrî didin çêlik û dahşikên xwe.”
Erê bavo! Te mal û milk ji me re nehişt, em li dû heval û hogiran man, lê em ji te ne aciz in, yan jî ez ji te ne aciz im. Te dilê xwe li dinyayê rehet kir û te zêde meraq bi xwe re nehiştin. Te ne Serxet û ne jî Binxet hiştin. Te zir gundek firot û bi hespekî kumêtî da. Tivingeke almanî li milê te bû û tu li çol û çepelan, li dû heyf û dijminatiyê geriyayî. Li ko û li kîjan erdî te jineke li gora dilê xwe dît, te tepa xwe lê xist. Te nav û nîşan û mêrxasî li dû xwe hiştin, mala te ava be û seeta te xweş be. Lê me tu fahm nedikirî, bavo. Bi tenê tiştek ji wan kirinên te kêfa min anîbû û tu li ber dilê min şêrîntir kiribû; gava ko hûn di hewara Wecdîn Begê mala Cemîl Paşayî de çûbûn da gundê wî yê bi navê Zoravayê ji destê xelkê derxînin û te ez jî teva wê zaroktiya min bi xwe re biribûm. Ew şeva ko şer di ortaya we û gundiyan de derketibû tu carî ji bîra min naçe.
Ez û tu li odeyekê raketibûn. Ya rasî tu raketî bû û ez şiyar bûm. Ji ber ko zilaman êvarê qal kiribû ko ew ê wê şevê şer derkeve, ez ji tirsan raneketibûm. Lê yê te ne xema te bû, te tivingeke çapilî danîbû ber serê xwe (ji ber ko te ji sîlehên otomatîk fahm nedikir) û te ji êvarê de serî avêtibû xewê. Piştî ko deng bi sîlehan jî ketibû, tu bi xwe nehisiyabû, heta ko guleyek li ampûla florosana di ser serê te re ketibû û hûrikên wê pengizîbûn serçavê te, dû re tu bi xwe hisiyabû û te devê tivingê di pencereyê re derxistibû û pakêtek di wan de vala kiribû. Min xwe di quncikê de melisandibû, lê gava ko te halan di xwe de hildida û te digot, ”Ez ferxê mala filankes im, ez ji Dêrika Çiyayê Mazî me…”, tu di çavên min de bûyî mîna çiyayekî. Ez wê gavê hatibûm li tenişta te rûniştibûm û min bi mereq li wê hêlê nêrîbû bê tu guleyan bera çi didî.
Gava ko roja dinê eskeran girtibû ser gundî, tu ketibû tatola min bê te dê çawa ez bişandimaya malê.
Teva hemû tiştî jî, te ne li fermanên eskar û qumandanan guhdarî kir û ne jî li fortên çavsorên qeşmer, te ne hefs û firarî bi pênc pereyan hesibandin û ne jî xapandin û devlêguherîn; te her tişt bi kurd-kurmancî hal dikirin.
Xelkê bihîstibû ko gazî ji Çiyayê Maziyê di hewara mala Cemîl Paşayî de hatiye, roja dinê erdên Wecdî Begî bi şûn de danê. Ew jî xatirê dostaniya bi salan bû û ciwanmêriya we ji we re mabû.
Belê bavo, ev ne cara pêşî bû ko we hefadî di ber dostan de dikir, lê nizanim kesî şêkirand, yan na? |