STOCKHOLM, 17/1 2009 — Ji demekê û vir de ye ko di warê nivîsa kurdî de navekî nuh, mirovekî maqûl û navsereyekî edebiyatê derketiye piyaseyê ko navê wî li serê vê tekstê ye. Teva hin kêmaniyên wî yên di warê rastnivîsînê de jî ew xwediyê asoyeke fireh û bîreke kûr ya di derheqê edebiyatê de ye. Mirov di her halî de tê derdixe ko ew di warê xweîfadekirina bi kurdî de hin zahmetiyan dikişîne; kirrekirek ji nava wî tê û gotinan li hustuyê hevdu siwar dike ko bikare girrê nava xwe derxîne.
Alî Fikrî di warê edebiyatê de bi îdea ye, lê ew di heman demê de li hemberî berhemên kurdî xwedî tolrerans û xweşbîniyê ye.
Miheqeq bala we jî kişandiye ko piştî wî dest avêtiye nivîsên li ser berhemên nivîskarên kurd, di edebiyata kurdî de livandineke berbiçav çêbû ye. Bi wî re du navên din jî derketine piyaseyê, yek jê Hesenê Dewrêş e (ew jî nivîsên kirîtikê dinivîse) û ya din jî Aylin Unek e. Hesen ji destpêkê de bi kurdî dinivîse, lê Aylin xanim? Bi qandî em zanin, ew bi kurdî nizane û di binê nivîsên wê de jî nayê diyarkirin bê ew werger in, yan na? Bi baweriya min heger ew bi xwe, bi kurdî nanivîse û hin kes tekstên wê werdigerînin, divê ew bê diyar kirin. Heman nimûne di dema ”Peyama Kurd”ê de jî li ser navê Eren Keskînê dihat kirin. Mirov digot qey ew bi xwe bi kurdî dinivîse, lê dinya û alem dizane ko ew rojekê jî bi kurdî nepeyiviye.
Heger em ji bo bîstikekê vê meseleyê li hêlekê dînin û bala xwe bidin uslûba Aylînê, ew ê derhal Susan Tamaro bê bîra mirovî. Ez bi xwe gelekî ji wê teknîk û sitîlê hez dikim û ew jî wê baş bi kar tîne.
Di warê afirandin û bipêşdexistina berheman de nivîskarên kurd di nav hewildaneke xurt de ne, lê ew kêmaniya ko bi caran di warê tunebûna rexnegiran de hatiye bilêvkirin, bi beşdariya Alî Fikriyî ya cîhana nivîsê re, atmosfera xweşbîniyek nuh çêbûye. Belkî jî heger mirov qala kêmaniyeke wî bike, ew jî nezaketa wî ya li hemberî berhem û nivîskarên kurd e.
Alî bi fikrên xwe, bi helwêstên xwe û bi tevgêrên xwe qîmeteke mezin dide berhemên kurdî ko xwediyê wan berheman ecêbmayî bihêle. Ew li hemberî berheman ew qasî bi îtina tevdigere ko nivîskaran jî mecbûr dike ko berhemên wan li ber dilê wan şêrîntir bibe. Ew bi wê samîmiyeta xwe dike ko xwendevan ji berhemên kurdî re pêde bibin û bala xelkê here ser berhemên kurdî. Bi gotineke dinê, di cîhana edebiyata kurdî de qîmetek pêde dibe.
Helbet ew îsal li edebiyata kurdî germ bûye ko ev yeka hanê ji bo kurdan şansek e, lê bi qandî xuya dibe, ew bi tenê li dora berhemên nivîskarên ko di vê sala dawiyê de derketiye dihere û tê. Çi bi nivîskî be û çi jî di programên TV û radyoyê de be, ez wî taqîp dikim ko li dora çend navan dihere û tê; di eslê xwe de gelek navên dinê di edebiyata kurdî de hene ko berhemên wan layiqî nirxandin û rexneyê ne –belkî jî hîn dor nehatiye ser wan– û ev yeka hanê jî dihêle ko perspektîva wî ya di derbarê edebiyata kurdî de piçekî teng bimîne; lê ew bi hal û hereketên xwe, bi giraniya fikrên xwe, hêviyekê dide mirovî ko di rojên pêş de, gava qala berhemeke edebî bête kirin, mirov li bende fikrên wî bimîne û meraq bike bê Alî Fikrî çi dibêje.
Hêviyeke din jî ew e ko minaqaşeya fikrên li ser berheman hebe. Rexnegir hêdî hêdî pêde dibin, ji niha û pê ve divê mirov li hêviyê be ko rexnegirên heyî jî li ser tesbîtên di vî warî de fikrên cûda, destnîşankirinên cûda û perspektîfên cûda bi pêş de bixin ko xwendevan, weşanger, mediya û nivîskar jî ji xwe re parekê jê werbigirin.
Heger ev tempoya di warê bipêşdeketina rexneyê de piçekî weha dewam bike û meseleyên kurdiyê li Tirkiye û Kurdistanê hebekî din jî bîhnekê bistîne, dê di çend salekî de nivîskarên kurd û berhemên wan jî cîhê xwe di nav cîhana edebiyata dinyayê de bigire. Ji ber vê hewildayin û dilsoziya Alî Fikrî Işikî jî ez sipasî wî dikim. |