STOCKHOLM, 18/12 2008 — Ne ko dibêjin, Xeyda… Ez dibêjim; ez dibêjim ko tu xeyidî yî.
Û tu ji vir û heta bi mala Xwedayî, bi heq î…
Xelkê digot, ”Xeyda ji te xeyidî ye, qey rû sar û cemidî ye?”, min digot, ”Na! Xeyda ji min xeyidî ye û rû sar û pir, pirr û pirrr cemidî ye…”
Min got, wan got, te got… Her kasî tiştek got, ma giring e? Tu xeyidî yî û weselem…
Duhî dostekî ji min re helbestek şandiye. Hemû gotinên wê ne di bîra min de ne. Min jê re got ko ez ji helbestê fahm nakim, lê gotinên wê kevirên qoziyan in; wî got ko wer nebê!?
Min bi tenê ev du gotin jê hilbijartin; ka tu jî lê guhdarî bikî Xeyda, ”Saniciya te kûçik e ko teriya xwe badaya… siya min xwe dispêre dîwarên holika te, ji te hezdike…” û ”Pisîka te gotiye `rojbaş` di rêya binevşan re…”
Ka tu ji kerema xwe re ji min re vag gotinan rave bike, belkî tu ji min serwexttir bî û ronkahiyekê di taldeya perdeya Kalikoyî de li mezelê min biçûrisînî.
Û min jê re got ko de dostê ezîz, de; ji kerema xwe re van gotinên hîncirî bi kurmancî bilorîne, li me weha neke, kerb û êşa me di devê me de bihestî neke…
Û tu dizanî bê wî çi got, Xeyda_Xan?
Wî got, ”Heger min vê gavê Xweda zevt bikiraya, min ê bi çilikê hustuyê wî bigirtaya û min ê ew mîna cirdonekî ji nav çiravê hildaya…”
Û min got, ”Nexwe te ew zevt kiriye, li gora ko tu qala çiravê dikî”. Wî kir uf û kufînî, bû niçeniça wî û qêriya…
Got ko wî ew zevt kiriye, lê wî nedixwest ko ew wî bi mirîtî zevt bike, ew li pêy Xwedayekî zindî digere...
Û bi ser kerba xwe ve diponijî. Kirre kirrra hundirê wî ji çavîka kompîturê difûriya rûyê min; ew dikeliya, dipiçpiçî… Wî dixwst biteqe, bibe volqanekê û bi ser berîka Mêrdînê ve ferişe, wê deştê tije kevir û kuçikên reş yên qulikqulikî bike û her yek di hustuyê zerî û koçerekê de bibe morîk û kahrîban; dixwest bi pêşenîka zarokên di dergûşê de bibe destik û pîrozank û di bêrîka her fêrizekî de bibe qurnefîl û kahberihana jirêderxistina keçikên deştî…
Lê nedibû, ew kerb û hêrsa di hindirê wî de xwe li qirika wî digerand û di devê wî de dibû hestiyekî kul`ûbî. Diwerimî.
Min jê re got, ”De ka ji kerema xwe re li ser Xeydayê jî çend gotinan li hevdu bîne, ji dêvla min çend gotinên efsûnî li hevdu biedilîne ko ew ji min re bersivnameyekê bişîne…”, wî got ko çênabe, çênabe ezbenî… Ev ne Hec e ko mirov wê bi wesiyetan tewaf bike, divê tu birîna xwe bi destê xwe bixurînî!
Min pirsî, ”Ma Hec bi wesiyetan tewaf nabe?”. Wî destê xwe de ber rûyê xwe, li halê min nêrî û mîna meleyekî ko li futuyê bigere, çavên xwe bi ser hevdu de qulipandin û got, ”De ka du rojan xwe li min ragire, belkî Xweda li min rast were, heger ew li min rast bê, bi soz û qerarên mêrê ber… Bi wan soz û qeraran ez ê ji te re tiştekî li hevdu bînim…”
Û niha…
Niha jî ez li bende wî me…
Ew li bende Xwedayî ye…
Ez li bende te me… Li bende bersiva te/wî me.
Lê nizanim bê tu li bende çi yî?
Û tu divê çêran bikî, tu divê nifiran.
Tu divê duayan û tu divê ferz û selewatan bi ser hev de biqurêfe…
Tu divê îsyan bikî, tu divê porê xwe/min veçirî û tu divê roviyên xwe bi xwe re bikişînî.
Tu divê bîhna biskên xwe bikî, tu divê tahma lêvan..
Tu divê ji min biqehirî û tu divê hesûdiya zeriyekê…
Tu divê girmîniyê ji deriyê hesinî bînî û tu divê werî di ber pêxîla hovekî de bibe qumriyeke veciniqî
Û tu divê bi şêrînî bêjî, ”Hey lo dilo, hey lo lo dilo… Ne bi wêya te kiro û ne bi wîyê min (ne) kiro”, lê min bêbersiv nehêle, Xeyda_Xan!
|