STOCKHOLM, 1/11 2008 — Ev serê du salan e ko em li bende weşana TVyeke nuh in ko navê wê Kurd1 e. Ji roja ko wan mizgîniyeke weha daye temaşevanên kurd, bivê–nevê bêsebriyek bi meriv re çêdibe û îlhes jî wexta ko me bihîst Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li dû vî karî ye, baweriyeke wê ya ekstra jî li ba raya giştî ya kurdan çêbû.
Heta niha gelek gotin, galgal, spekulasyon û paşgotinî di derbarê vê TVyê de çêbûn/çêdibin, lê bi rastî jî em bi meraq li bende nin ko ew ê kengî dest bi weşana xwe ya asayî bike?
Li gora rewşa weşana wê ya ceribandinê û tiştên ko di derbarê xebata wê de tên guhên mirovî, ew hêviyê dide ko dê TVyeke xwedî kurdiyeke paqij, bêteref û cihêreng be. Hêvî ew e ko ew bikare xîtabî her beşên civatê bike; ji zarokan heta bi mezin, heta bi jin, ciwan, yextiyar û kesên bitenê jî bike ko ew xwe tê de bibînin. Mirov hêvî dike ko ew ê ji TVyên heyî cûdatir be. Hûn dev ji me temenmezinan berdin, êdî zarokên me jî naxwazin deriyê TVyên kurdî yên heyî vekin. Ji ber ko tiştekî ew xwe tê de bibînin yan jî bala wan bikişîne tune ye; tiştekî bala temaşevanan bikşîne di wan de tune ye, loma jî hin ji wan bi hemû hêza xwe êrîşî vê xebata Kurd1ê dikin û dixwazin wê tecrît bikin. Ev êrîşên dijwar jî ji derûdora PKKyê û Roj TVyê tên.
Helbet derengmayina weşana Kurd1ê, bipaşdexistina demên weşanê yên cûda û giraniya tempoya wê, mirovî piçekî jî bêhêvî dike ko ew ji heq vî karî dernekevin. Di vê derengmayinê de rola tehdît û çavsoriyan çi qasî heye, em nizanin, lê tiştek heye ko bi vî awayî here dê hêviya însanan ya di vî warî de ji binî de bişkê û ew ê bê wê wateyê ko tehdîdên PKKyê cîhê xwe girtiye.
Helbet ev tehdîd û çavsoriya PKKyê li dijî hemû qaîdeyên pirdengî û demokrasiyê ye û ne tiştekî qebûlbar e, lê rayedarên Kurd1ê jî ji despêkê de hemû giraniya xwe daye ser derûdorên ko wan demekê di Roj TVyê de kar kirine û heta bi demekê jî karê xwe li ser pişta wan kesan meşand.
Ji ber vê yekê jî gava derûdora PKKyê dît ko raqîbeke cidî ji wan re çêdibe, wan jî giraniya xwe da ser kesên ko diranên wan pê de çû/dihere û nehişt/nahêle karên Kurd1ê bikin; çi bi xweşî û çi jî bi zorê... Ew ji xwe re karê xwe dikin, heta bi derekê (teva ko qet ne qebûlbar e) mirov wan fahm dike, lê ya ko nayê fahm kirin helwêsta berpirsên Kurd1ê ye. Bi dehan xebatkarên wan hatine tehdîtkirin, birrek nivîs li ser wan hatine nivîsîn ko ew perçeyekî “komplo” û lîstikên dewletan in, molotof kokteîl avêtin bîroya wan a Diyarbekirê, hunermend û dublêrên ko ji wan re kar dikir hatin tehdîtkirin, programên merivên wan kesan, nasên wan, jin û dergîstiyên wan yên festîvalên belediyeyan hatin îptalkirin, lê heta bi roja îroj qet dengekî piçûk jî ji Kurd1ê û berpirsiyarên wê deneketiye. Gelo ev tiştekî normal e?
Ev rewşa hanê rewşeke bêbaweriyê û bêîstiqrariyê ye ko Kurd1 tê de ye/ketiyê. Em ji ber vê hewildayina wan a pîroz xwediyê şanaziyeke mezin in, lê em li hemberî vê sistî, tiralî û bêhelwêstiya wan jî di tasewaseke mezin de ne.
Berî bi çand salan derûdora PSKyê jî bi hevkariya Şivan Perwerî hewildayineke bi vî rengî kir ko TVyekê ava bikin. Wan xelk li hevdu civandin û di bin navê “aksiyeyan” de pere ji xelkê kom kirin, lê ew roj û ev roj e kes nizane bê çi ji wê TVyê û wan pereyên aksiyeyan hat. Ne rojekê qala tiştekî ji kurdan re kir û ne jî TV hat avakirin.
Her çi qasî rewşa Kurd1ê ne wek wê hewildayinê be jî mirov hêvî dikin ko aqîbeta Kurd1ê wek wê nebe û vê hewesa xelkê di qirika wan de nehêlin. Wextî TRTya kurdî dest bi weşana xwe ya kurdî bike, lê Kurd1 hîna jî di kozika xwe de ye. |