1.
STOCKHOLM, 10/ 9 2008 — Başokeyekî pêtşewitî li welatê bavûkalan mabû û vê sibehê wî jî koça dawî kir. Ew ji bermayiyên sedsalan, ji dengê mîras û kultura ermeniyan, ji tahma şeraba kevnesalan û ji sembola motîf û nexşên wan çiyayên asê bû; ew temsîla xaça îsayî, nobedarê dêra sirgûn û fermaniyan, dengê zimîniya baloyozê Kawayî, gula li baxçeyê Mezopotamyayê û emanetê me dêrikiyan bû… Yanî ew kirêbê me Kêvo bû.
Hîna berî bi salekê bû ko ez lê qêriyabûm û li ber geriyabûm da ew weha bi hêsanî terka me neke. Min bi bergerînî temiya wî li hemşeriyên xwe yên dêrikî kiribû ko xatirê wî zanibin, lê ne rica min pere kir û ne jî dêrikiyan karîbû li ber vê koçê tiştek bikiraya.
Wî ne tenê ji Dêrikê koça ebedî kir, cendekê xwe jî teva xwe ji axa bavûkalan bir û çû li nav “heftgiran” xwe binax kir. Vê gavê ew çû û hêlîna başokeyî hustuxwar û vala ma.
2.
Rohnî di çavên min de nema bû. Wê şevê xew neket çavên min û heta bi sibehê ez li wan du gotinan digeriyam ko ez ê ji Remezan Kaparê serokê belediyeyê re bibêjim. Bi sedan gotinên nexweş di serê min de diçûn û dihetin û dû re ez bi xwe re dixeyidîm. Herî dawî min li ser van gotinan biryar dabû ko ez jê re bibêjim, ”Ha guh û pozê te hatine jêkirin û ha yên wan peykerên qerisî… Heger tu nikarî wan biparêzî, balo ji wê rastê rake, wan di wî halî de nehêle! Hurmeta te ji miriyan re tune ye, balo ji saxan fedî bikî!”.
Min xwe ji kuçeyê serberjêr berdida; ne dengên qorneyên makîneyan û ne jî dengên teqîna nalên hespan, fîzandina bayê xerbî, tiketika qondereya xanimên bajarî û ne jî nalîna dêya du gerîlayên ko wê şavê bi bextireşî li Xabê hatibûn kuştin ez ji hêrsa min vediqetandim… Hin caran ez ji wan gotinan bi dûr diketim û min du sîle dawdişand rûyê bêedebiyê, ez di hundirê xwe de diqêriyam û dengên hinavên min li bin guhê dîwarên bêbextiyê diket û li wê rasta çarçiya Dêrikê vedizeliyan.
Hew min dît ko dengek ket kerrika guhên min, ”Oxir be ji te re”. Ez piçekî veciniqîm û min serê xwe ji ber xwe rakir, min bala xwe dayê ko kirîbê Kêvo ye. Berî ko ew ji min bipirse bê ez bi kê derê de diherim, ez teqiyam:
— Zilam li vê Dêrikê neme ne, Kirîbo!
Ew li min ecêbmayî ma. Wî bi awirên xwe digot ko zilam çawa li Dêrikê nema ne? Bêyî ko ew tiştekî bibêje, min gotinên xwe dewam kir:
— Ev çawa wîcdan û merhamet e? Ev çawa dêrikanî û hevwelatîbûn e ko kes nikare li miriyên xwe bixwedî derkeve? Ka rewşenbîrên vî bajarî? Ka êşkêşên vî welatî?
Hîna wî qesda min fahm nekiribû, min jê re îzah kir ko hin qeşmeran peykerên li parka belediyeyê şikestandiye û ez dikim herim belediyeyê ko du gotinan ji serokê wê re bikim. Wî ez zêde varneqilandim û bi bêçaretî serê xwe bi vê hêlê û wê hêlê de hejand û serberjor bû.
3.
Hîna du roj berê em dûr û dirêj li ser demên berê, li ser hovîtî û kevneperestiya wê demê peyivîbûn. Me du çay li ser hevdu vexwaribûn. Wî xwe bi xwînekê avêtibû min ko ew ji min re teweyekê hazir bike, lê min soz dabû wî ko rojeke din ez ê bibim mêvanê wî.
Min daweta xwarina wî tarloq kir, lê min bi kêfxweşî ziyareta Dêrê qebûl kiribû. Ew vê re pengizî bû û çûbû ji mala xwe nifteyeke mîna balyozekî anîbû, yanî nifteya Dêrê.
Piştî 46 salan, min cara pêşî hundirê dêrê, nivîsa Încîla ko li ser kursiyê vekirî, peykerê Hezretî Îsayî û şopa lingên keşîşî didît. Ez wê gavê li ber xwe diketim ko ez ew qas sal li Dêrikê mabûm û qet rojekê jî min ew Dêr ziyaret nekiribû. Kêvoyî yek bi yek –mîna mîsyonerekî– ji min re qala quncik û qoziyên Dêra ko serbana wê qab bû dikir. Wî qal dikir bê çawa dewletê bi salan ew mîna axurê ker û hespan bi kar aniye û wan bi saya hin xêrxwazan bi pereyên xwe careke dinê ji dewletê kiriye.
Wî bi destên xwe du hijîrên zerik ji baxçeyê Dêrê jê kirin û dirêjî min kir; darên hinar û zeytûnên wê mîna konekî reş bi ser me de girtibû û wî berê xwe dida Firneya Gawiran, Textê Qîza Qirêl û Giyarê Bamiyê; ji min re yek bi yek îzeheta wan giyar û zinaran dikir. Mîna ko ez yekî xerîb im û ji welatekî dûr hatibim; wî bi kisire û fetheyê ji min re dipilpiland û min jî bi baldarî lê guhdarî dikir.
4.
Min bi wê hêrs û kerbê xwe li deriyê belediyeyê qewimandibû û mîna deveyekî hêçbûyî min li Remezan Kaparî dipirsî ko kesên ew kiribû ”mezinê Dêrikê” vê gavê ew bi sextekarî û îxanetê sûcdar dikirin. Du dostên kevin bi bergiya min ve rabûn û wan bi çavên naskirî li min dinêrî û bi xêrhatin li min dikir, lê li ber çavên min reş dihat û min bi kîjan awayî bersiva wan dida, min nizanîbû. Ji wan hebû ko min ew nas nekirine û wan bi dostayî di navbera qerepereya min de ji min re çayek dixwest. Sekina min bêfêde bû, ji ber ko ew ne hazir bû û ji xwe hazir bûya jî êdî mineta wî ji kesî tune bû, lê ew du gotin di min de hilnehatin û min ji dergevanê wî re got ko ew ji wî re bibêje.
5.
Dost û nas di gaziya me de hatin û wêneyên fedî û rûreşiyê, yên peykerên –birîndar– Qedrîcan, Reşîdê Kurd û Edîp Karahanî li dinyayê belav kirin.
Me bi hev re li dîwarên qesrên xerabe, li kevirên mezelan yên şikestî û li dara hinara li Baxçeyî temaşe kir. Em bi hev re li dora qelîsêlekê civiyan û me dewê cemidî bi ser kerb û kedera xwe dakir û me berê xwe da germa cehenemê ya Qosarê. Li tahziyeya birayê Bozoyî ez li Bulet Tekînî rast hatim ko wî ”Hêlîna Qertelî” dirêjî min kir û me li mala dostê qedîm, hevalê hevalê xwe Bedran Acarî qahweyeke ji destê kevaniyê bi dilgermî vexwar ko êşa dilê xwe puxte kir.
6.
Ez mîna firarekî, serê sibeheke tebaxê ji Dêrikê xeyidîm û bêyî ko xwe nîşanî kesî bidim, bi awayekî dilşikestî, min terka axa bavûkalan dikir. Nayê bîra min ko tu carî bi vê dilmayinê ji wê axê derketibim. Bi adetî perr û bazkên min şikestibûn. Ez tu carî ew qasî reşbîn nebûbûm. Gava ez gîhaştim ber dikana Kêvoyî, ew gotin dîsa di hafizeya min de nuh bûn, ”Zilam di Dêrikê de nema ne”.
Kirîbê Kêvo hîna kûreya agirê xwe sor nekiribû û kerb û heyfa xwe bi serê hesin û polayî de dernekiribû ko bi çakûçê xwe pirîskên xweşbîniyê bipijîqîne. Ew mîna ava gewimî li ber dikanê rûniştibû û kurrînî ji çaya xwe ya serê sibehê dianî. Ez sekinîm. Ez ketim dudiliyekê, bê ez lê bisekinim, yan na; lê divyabû min qewîtiya Yaşar Karadoganî bi cîh bianiya ko nimreya telefona wî jê re pêde bikim. Ji ber ko berî bi sê rojan ew di wan kuçeyên teng û bêdeng de liqayî hevdu hatibûn û li ser lingan selayî di hev de hilda bûn. Min deriyê erebeyê vekir û ez ber bi wî ve çûm, ew ji cîhê xwe piloz bû bi bergiya min ve hat. Hişk bi destê min girt û got, ”Tu nebêjî ko tu dikî herî, haa”. Hîna min tiştek negotibû, wî got, ”Heta ko tu taweyeke min nexwî, tu bi tu derê de neçû…”. Min nimreya telefona wî jê xwest û min tu soz nedayê ko ew daweta wî bimîne careke dinê û wî jî ji ber wê dilşikestina min israr nekir. Min xatir jê xwest û me li hevdu helal kir.
Me li hevdu helal kir, Kirîbo. Me li hevdu helal kir lê ez bawer nakim ko tu heqekê me li hêla te/we hebe. Divê tu/hûn li me helal bikin, heger hûn li me helal nekin dê cîhê me li wê dinyayê tune be, Kirîbo. Heger gazinek me hebe, ew jî ew e ko te jî terka me û welatê me kir.
Te Dêrika me ji filehên me bêpar kir û ew vê gavê hustuxwar e, Kirîbo. |