STOCKHOLM, 4/7 2005 — Di babetê Birca Babelê ji beşê Afirandinê yê Tewratê de, ev têt gotin: »Niha cîhan hemî heman ziman û heman peyivan bi kar tîne. Wan ev bi mişextbûna xwe ber bi rojhilatê ve û bi akincîbûna wan di çolistana warê Şinarê de bi dest xwe xistiye. Wan ji hevdu re got: Werin em qermîtan çê bikin û baş bi agirî bisojin. Wan qermît kirin kevir û asfalt kir hevîr. Wan got: Werin em ji xwe re bajarekî û birceka ko serê wê bigehe esmanan ava bikin û werin em ji xwe re navekî peyda bikin da em li ser rûyê erdî belav nebin. Xwedê hat jêr da li wî bajar û wê birca ko nifşê mirovan ava dikirin mêze bike. Xwedê got: Binêre, ew yek gel in û xwedî yek ziman in. Wan dest bi vê yekî kiriye û ji niha pê ve çi karê ko ew bixwzain bikin dikarin bikin. Werin em biçin jêr û li wê derê zimanê wan tevlihev bikin da ew ji xeberdana hevdu fêm nekin. Vêca Xwedê ew ji warê wan belavî ser rûyê erdî kirin û êdî wan dest ji avakirina bajarî berda. Navê cihê wan bû Babel çunkî Xwedê li wê derê zimanê cîhanê hemî tevlihev kir û Xwedê ji wê derê ew belavî ser rûyê hemî erdî kirin«.
Ji me kurdan jî hene ko, wek çîroka Tewratê, bawer dikin zaravayên me yên cida arêşeyeka (problemeka) giran e di nêzîkbûna kurdan de û ji bo ko em, wek babeliyan, bibin xwedî neteweykê yekgirtî û navê me li cîhanê hebe û em li ser rûyê erdî pirtûbelav nebin, divê em ji bo çêkirin û peydakirina zimanekê yekgirtî yê ko li seranserî welatê me bête bi kar anîn û fêm kirin tê bikoşin. Hinek ji wan, wek, kurdên Sovyeta berê û mamsotayên kongreya Şeqlaweyê, dixwazin wî zimanê neteweyî bi rêya dasepandina zaravayekî li ser zaravayên dî bînin holê. Hinek jî dixwazin zimanekê super yê ji têkilkirina hemî zaravayan hevîrkirî çê bikin. Heger rêya yekê rojekê mumkin be jî, rêya duyê dijî siruştê zimanî ye çunkî zaravayên kurdî ew qas ji hev dûr ketine ko êdî mirov nikare çerxa werarkirina û pêşdeçûna wan paşve vegerîne.
Peydabûna zarava û devokên kurdî berî parçebûna rastî ya Kurdistanê rû daye. Dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî di pirtûka xwe Şerefnameyê de, ya ko wî di sala 1597-ê de nivîsîbû, behsa çar zaravayên serekî yên zimanê kurdî dike: kurmancî, lorî, kelhûrî û goranî. Bedîsî ev zanyarî berî peymana Qesrî Şîrînê ya sala 1639-ê ya ko pê osmanî û sefewiyan Kurdistan di navbera xwe de parçe kir, belav kiribûn.
Mirov nikare înkara wê yekê bike ko ziman di parastina yekbûna neteweyê kurd de fakterekê giring e; belê, di eynî demê da, mirov nikare bawer bike ko yekîtiya neteweyê kurd bê yekbûna zimanê wî pêk nahêt. Zimanê kurdî, wek her zimanekê dî yê zîndî, bi borîna sal û deman, ta û çeq ji xwe dane û ew ta û çeq bûne zarên serdemê me. Xwediyên van zaran, ne berê û ne niho, negotiye ko ew bi zimanên cida diaxivin. Zazayan, botan, barzaniyan, şikakan, baban û hwd bi devok û zarên cida dipeyivîn û dinivîsî, lê hemiyan jî xwe wek kurd dihesband û bo gelê kurd serê xwe hildida. Lewra, pêwîst e em wê nêrîna reşbîn ya ko geşkirin û xurtkirina zaravayên kurdî, kurmancî û soranî bi taybetî, wek »cidabûna neteweyî« dihesibîne (bnr. Izidîn Mistefa Resul 1971) biguhorin û hebûna zaravayên standardkirî qebûl bikin.
..........
Li van çavkaniyan temaşe bike:
— Ferîd, Ahmet. 1998. Kultur stûna gel e. Çira, h. 12, r. 3 -14. (Li dor biryara kurdên Sovyeta berê)
— Kongirey nawxoyî mamostayanî kurd le Şeqllawe. Billawkirawekanî
— Resul, Izzedîn Mistefa. 1971. Serincê le zimanî edebî yekgirtûy kurdî. Bexda. |