STOCKHOLM, 17/6 2008 — Dostayiya li dû dijminayiyê şêrîn e, lê dijminayiya li dû dostayiyê çawa ye?
Beşê pêşî yê vê sernivîsê ji gotinên pêşiyan e û rastiya wê mezin e, lê beşê duduyan çawa ye, gelo?
Tu bala xwe didiyê ko bi salan du mirov, du grûp, du taxim, du partî, du eşîr, du şîrket, du dewlet û du nizanim çi…, bi hev re şerî dikin, bi hev re reqabetê û dijminayiyê dikin... Gava ko ew li hemerî hevdu vê berberiyê dikin, ew dixwazin hemû dostên xwe jî li hemberî raqîb û dijberên xwe bike wek xwe…
Heger hin kes ji nas, dost û mitefîkên wan, li gora wan hereket neke, ew dikarin kîn û buxdê bavêjin wan nas û dostên xwe û hin caran ji raqîb û neyarên xwe bêtir girrê ji dostên xwe bigirin; lê gava roj tê û ew li hevdu tên, yan jî ew nêzîkî hevdu dibin, mirov dibêje qey ew ji dê û bavekî û berxên li ber heman makê ne… Noş!
Ew milên xwe didin milên hevdu û li meydanê piyase dikin; dengên xwe bi hev dixin û bi hev re bang dikin: Waaa hevalooo, tu çi dikî, lo? De ka were em bigrin dîlanekê; tingrîrîng tingrîng tingririrng…, tîngrînrîng tînrîrîrîng tirîrîrîrîrîn… Kî dibeece, bila biteqe. De bajo bavê mino bajo; dawa xwe di devê xwe kin û bilezînin.
Li hêla dinê jî tu bi salan ji dostekî, ji birayekî, ji malbatekê, ji eşîr, partî û ji dewletekê re xizmetê dikî… Çi ji destê te tê, tu bi navê ciwanmêrî, fedekarî, merdî, bikêrhatinî, dilsozî, bextewarî û nizanim çi û çi dikî û hey dikî… Tu wê gavê ciwanmêr î, tu fedekar î, tu mêrxas î, tu qahreman î, tu zîrek î, tu dilsoz î, tu pêlewan î… De bike û hey bike! Fedekarî para te ye.
Heta ko tu wî/wan karî/karan dikî, tu ciwanmêr, zîrek, bi qabîlyet, bi aqil, mêrxas, zekî, bi marîfet, bi nezaket û xwedî qudret î; lê roje ko peyva te û wî/wê/wan li hevdu nehet û tu ji wî karî, ji wê grûpê, ji wê malê, ji wî hevalî, ji wê jinê, ji wê rojnameyê, ji wê malperê, ji wê weşanxaneyê, ji wê karxaneyê bi dûr ketî; êdî ew û wîcdanê xwe ne… Bêlome be.
Êdî ew di hilbijartina sifetî de serbest in: Tu qaleş î, tu rezîl î, tu cahil î, tu bêkêr î, tu kewaşe yî, tu mantore yî, tu zirtole yî, tu bodele yî, tu sînsî yî, tu kone yî, tu bi hesab î, tu menfeetperest î, tu çikûs î, tu tule yî, tu araqvexwir î, tu ajan î, tu xaîn î, tu pûşt î, tu lawê hazar û pêcsed kûçikî yî… Tu ne tiştek î û weselam. Wey xwezî bi “netiştekbûnê”.
Dû re mirov difikire, dihizire, dirame, diponije, diqirqile, dixenzire, diqehire, dikizkize, dirikrike, direve, dikeve û ranebe… Ker dikeve nizanim çî mirovî. Û mirov ji xwe re dibêjî ko ma te xêr e, bavê mino? Ma tu çima li cîhê xwe nasekinî? Li ser teriya xwe rûnî!
Yanî, tu dikî, nabe; tu nakî, nabe… Tu bala xwe didiyê ko te ji dilsoziya xwe, ji ciwanmêriya xwe tiştek kir û tu bi karekî ve rabû. Tu hesab û kitêbên te li ser wî karî tune ye –lê li gora felsefeya îroj, ev nabe; ma mirov çawa bê hesab û kitêb tiştan bike– û tu bi hemû enerjiya xwe wî karî dikî, lê tu hew lê dinêrî ko di netîceyê de tu bûyî dizê şekala xwe; weyyyy… Ev çi bû?
Ev jî ev e! Jiyan weha ye, divê tu jî piçekî bi hesab û kitêb bî…
Lê êdî dereng bû, piştî ew qas sal kirina hesab û kitêban nema ji mirovî tê û ji xwe êdî temenê me jî bûya mîna mija ko li serî çiyayan mexelhatî; ma êdî ew tişt bi mirovî dikrve? |