STOCKHOLM, 5/6 2008 — Deriyî kir çîrkînî. Bi ketina wî ya hundir re, siyeke tenik î dirêj xwe li xalîçeya li erdê rakişand. Xatûn ji ser şûjdeyê veciniqî. Serê xwe di ser hustuyê xwe re zîvirand û li hêla deriyî nêrî. Gava ko çav li Seydoyî ket, ruh di bedena wê de vegeriya. Mîna ko ji kabûsekî xelas bûbe, kêfa wê hat. Bêyî ko ew tiştekî li xwe çê bike û bala Nêrgizê bikişîne ser tirsa xwe, got:
— Tu yî, lawo?
— Belê, ez im yadê.
— Tu bi xêr hatî, berxê dêya xwe!
Bi gotina wê re, Nêrgiza ko binê zarokî diguherî jî li hatina mêrê xwe hay bû û wê bi lezûbezê zarokê xwe di nav qumatik û pêçeka wî de pêça, ew kir dergûşê û rabû ser xwe ko haziriya sifreya xwarinê bike.
Nêrgiz çû hêla medbaxê, Seydo jî li dû wê çû, bêyî ko deng here dêya wî, Nêrgiz ji kirçika hustuyê wê ve maçî kir, destê xwe di rûyê wê de da û di ling de vegeriya hundirê salonê. Wî xwe li ber Xatûnê bera xwarê da û wê jî serê wî danî ser çonga xwe, porê wî yê sor î kej tev da. Çermê serê wî di nav qevdeyên porî de sipî dikir û yek libên nemezê mîna kapeka ko li ber bayî bikeve ji nav tayên porî pengizîn.
Mîna ko wan di guhên hevdu de xwedibin, di hundirê demeke kin de zarokên xweh û birayên Seydoyî vehewiyan û li hundir dan lotik û çindikan. Tu sond bixwî ko sibehê dê dawetek li vê malê bigeriya, hemû zeyî û omidî li vî xaniyê duodeyî vehewiyan. Seydoyî çavên xwe li ser çonga dêya xwe girtin û xwe ji betilandina wê rojê bi dûr xist; wî guhên xwe ji dengan xetimandin. Destê Xatûnê di nav porê wî de û xwîna di laşê wî de hêdî hêdî tîr dibû û goşt û hestiyên wê bedena tenik î zirav li ser çonga wê girantir dibû. Xatûn bi zarokan re xeyidî ko ew bêdeng bin, yan jî bîstikekê derkevin devê hewşê ji xwe re bilîzin, lê Seydoyî jê re got ko bela xwe ji wan veke.
Şekir û çîkolata, toq û morîkên xwarzê û biraziyan di bêrîka çakêtê wî de, di nav kaxet û zêrikên birqokî de temisî bûn. Ew ji xewê şiyar bibûya dê li wan belav bikirana…
Li derveyî wê terebhoşa zarokan, li devê deriyê wê hewşê tariyeke giran, şeveke reş û ezmanekî qetranî li rûkana dinyayê mexel hatibû ko zarok nikarîbûn li wira bisitiryana.
Ji nişka ve agirekî xwe ji qelîştekên ezmanê heftan bera xwarê dida û di sikak û kuçeyên wî bajarî de dibû lehî. Zarok vediciniqandin… Akrobatekî bi rîn û simbêl teva sîleha di destê xwe de, di nav lehiyê de avjenî dilîst; berê keleşê bi ezmanî ve dikir û direşand. Sotikên agirî li valahiya ezmanî dibûn dendik û qidam; zilikên vitî vala dikirin çingînî…
Komek zarok ketin dorê. Wan xwe li daw û delingên Seydoyî, li rîh û simêlê wî, li bêrîk û çenteyê wî rakişandin. Wîzewîza wan ji kêfê bû û velîstineke ji tirsê bû ko ew zarok di nav şewqa siloriya agirî de dikirin beybûn û nêrgiz, li ser axa mezelan dibarandin hêsirên melek û horiyan. Û şev bû… Mîna ko herkes zanibe dê bîstikeke din li vî bajarî xilolîk bibarin; mîna ko eshebe û ecineyan cewabek dabe şêniyên vî bajarî û wan xwe ji ber tav û birûskên Xwedayî dabin aliyekî, xwe di bin dawa dêya xwe de veşartibin; mîna ko ew qerepere û qelebalixiya berêvarê bi zanebûn hatibe lidarxistin ko ji hêlekê de tîtetît û giregira cemse û panzeran, şîrqîniya surmekişandina tivingan, teqûreqa çemilên satilên mastên mîhan, çingeçinga tasikên ava sûsê û bangkirina delal û sîmsaran; ji hêla din ve jî azana meleyê camiyê, fatîhe û selewatxwendina bi terqîn û selewatan, tizbîkişandina rîhmelkisan û teqîna dengê devançeyan…
Du dilop hêsirên agirî li hinarîkên rûyê wî ketin; ew veciniqî. Kes li hundir nema bû. Serê wî li ser çonga Nêrgizê… Le Xatûn bi ko de çûbû û serê wî çawa çûbû ser çongeke dinê? Çavên xwe ji ronkahiya lampeyê kurkutandin û di cîh de rabû li ser çongên xwe tut veda. Hêsirên Nêrgizê nehişt ko ew tiştekî bipirse; wî ew paqij kirin, serê wê ber bi himbêza xwe ve kir û porê wê miz da. Eniya wê maçî kir û berê wê da xwe. Sipîkên çavên Nêrgizê bûbûn du fîncanên xwînê ko du zeytûnên xirxalî tê de hêlîn çêkiribûn. Bijankên şilûpilbûyî, li dora bihîva çavî bûbûn melkis. Wî dîsa eniya wê maçî kir, serê wê xist himbêza xwe… Ew di nav lepên wî de ricifî, qutfek ketibû nava wê û bi îskîn digot, “Ka em ji van deran herin! Em herin dûra, dûûûr dûrr…” Seydo li ber wê geriya, ew aşt kir û jê pê ve tiştekî dinê nepeyivî… Le şekir û morîkên zarokan? Le xweh û bira û omidî? Hemû bi kê derê de çûbûn? Wextî bibûya sibeh. Lampe vemirand. Hundir jî mîna derve bû.
Ne şev bû, êdî ronahiya rojê teqiya bû û agirê rojê bi ser wê dinyaya tarî ya mizawirî de bariyabû. Di navbera derve û hundir de du reş… Du reşên rîhreş, porreş, kincreş, çekreş û bextreş... Li ber siloriya agirî fermaneke minafiqî qeriyabû û pêgên fisekî, dua û fatîheyên cizo û quranan bêdeng difiskirandin. Di nav wê gewrbûyina şebnemî de gotin bi pistîn bûn, şêwreke bi genfisekî bû… Şaşikên li serê wan, berbejin û niviştên bi milên wan ve mahrên reş bûn, pekîn û hilkumandina bi nemerdî bû; du sotik, du bişkul, du dilop bûn ji xwîna xenzîrî dihatin xwarê û bêbextiyê gulî û biskên zeriyan dibirîn… Û sibeh bû. Tu sondbixwî ko şêniyên vî bajarî his kiribû dê bîstikeke dinê zîla mektebê bike çineçing û zarokên bi yaxe û berdilk dê li ber deriyî li bende hatina mamosteyekî simbêlqeytanî bisekinin ko hemû bajar ji nişka ve bêdeng bûbû. Mîna ko xelaya gotin û peyvê rabûbe, deng ji tu kesî nedihat; ziman hatibûn daqurtandin. Herkes bûbû kurkurk û weha bi melûlî lûsiyabûn.
Xatûnê xwe negirt ko roj bilind bibe. Bi veçirîna tîrêjên rojê re, bi lez hat mala Seydoyî. Seydo li ser pêyan, li ber eynika salonê qerewata xwe girêdida. Ew bi kerbîn ket devê deriyî û got, ”Baş bû ko ez gîhaştim ser te…” Seydo bi awayekî matmayî li kitana wê ya bi hêlekê û hibriya li serê wê nêrî û dû re jî li herdu çavên wê… Çavên nûtikî. Xatûnê bi bergerîneke melûlî, bi awirên dawerivî û bi lêvên lerzokî serê Seydoyî xist pêxîla xwe û ew berneda. Ew di himbêza xwe de guvaşt. Bîhna wî di pêxîla xwe de çikand. Seydoyî bi zorê serê xwe ji nav lepên wê xelas kir û got, ”Ev tu dîhn bûyî, dayê?! Te xêr e, vê sibehê, ya elah û ye feteh…” Xatûnê di ber xwe de got, ”Lawo ma tisanim, min îşev xewn-mewnên xerab dîtin” û deng ji xwe biland. Xwe li devê deriyî bera ser balîfekê da û li hereketên wî temaşe kir.
Wê dît ko ew çû û wî rahişt goreya xwe ya reş. Pêşî ya rastê û dû re jî ya çepê xist lingên xwe û dû re rahişt deftereke qaba wê reş, pelên wê tev dan û tiştinin li hin cîhên wê defterê nivîsî û dû re çakêtê xwe li xwe kir. Eynî mîna ko wê di xewnê de dîbû. Li ber mirêkê porê xwe şeh kir, ber bi qondereya xwe ve çû, daqûl bû û ew kir pê. Xatûnê di ber xwe de got ko xwe bi qurbana wî ke… û hîna gotina xwe neqedandibû, Nêrgizê xar bir paçikekî û sola wî paqij kir. Xatûn piçekî rehet bû, ji ber ko ev di xewnê de tune bû. Seydo ber bi deriyî ve çû û dû re di ser hustuyê xwe re zîvirî, pêşî li Nêrgizê nêrî û dû re li Xatûnê û got, ”Ma te xêr e, tu weha li dû min dinêrî? Tu dibêjî qey ez dikim herim eskeriyê…” û dû re li dergûşa kurê xwe vegeriya, bi ser wî de xwar bû û lêvên xwe ji simbêlên xwe bi dûr xistin û da ser rûyê wî yê nermik. Ev jî rast bû, mîna di xewnê de. Maçîkirina wî mirçîneke hêdîka derxist. Bû çîrkîniya deriyî. Ew çû… Ev jî rast bû, eynî mîna di xewnê de bû.
Girmîniya deriyê hewşê jî hat, dû re Xatûnê deriyê odeyê vekir û bi gavên fisekî li dû wî çû. Ev di xewnê de tune bû. Ew gîha ber ziqateya deriyê hewşê, teqîna dengê du derban di kuçeyê de olan da. Ev jî rast bû, eynî mîna di xewnê de dîbû û rast geriya. Bêdengiyeke kin çêbû û dû re dengekî dawidî ji Xatûnê derket. Bi sê dengan kir haho. Êdî destên wê ji guliyên daran qetiyan û zirbajarek lûsiya… Û bajarekî bêdeng, bajarekî tirsonek û bêreng… Devereke bêmarîfet û bêqudret; warekî bêhêz û bêtaqet… Êdî ew der ne ciyê govend û dîlanan û ne jî stara tu evîndaran bû. Bi şevê dibû zûrezûra gur û keftaran û dû re jî girmîniya dengê fîşekan ko lawê bavan li erdê rast dikirin. Yek li dû yekê dihat kolan gor li tenişta gorê. Êdî nebêjin şênistan, ew cîh bûbû goristan. Û çavên zarokan li rêya mamosteyekî diqerimîn. |