STOCKHOLM, 21/4 2008 — Min vê êvarê bi ya te kir, lê min kêmanî tê de hiştin…
Min yek bi yek ew şîret, gazin, pêşniyar û rênîşanên te; tecrubeya te ya jiyanê, perspektîfa te ya axretê –teva gotina Montaigne jî– bi cîh anîn û min xwe li peravên henûnî û disoziya te/we girt…
Min di vê êvara 21 nîsanê de, di pencereya oda xwe re berê xwe da ezmanê vê xerîbî û mihaciriya kambax û min çavên xwe li stêrkên qamûflekirî, li heyva li çardeyê û li şopa lingên kadizê gerand; min çavên xwe di pişt wê reşayiya nedirûtî re li asoyên bêrîkirinê û çirûskên hisretê gerand; min di nav xeriqandina bêûcaxiyê re xwe li bin darên gûz û mişmişên baxçeyên evînê bezikand; min xwe li dawên kenêr û qizwanên ko xapên evîndarên fediyok bûn rakişand û min hewil da ko li ser kursiyeke rûqayişî, li ber bedena Diyarbekirê, li qiraxa Çemê Dîcleyê, li parqa qahwexaneya Evdî ya li Deriyê Mêrdînê bi du dostên kevnare re bibim mêvan û çayekê vexwim...
Ez di nav rêzên gilî–gazin/nameya te de bûm başokeyekî û min bi perwaz xwe li ezmanê hêviyên xwe vezeland; ez li qul û qewêrên xapên xwe û li ber siya bîranînên şopzingarî çûm û hatim… Ez ketim nav refên defter û albumên xwe û min ew yek bi yek tev dan û min dît… Min bi dehan sûretên mizicî, hevalên rûguherî, hêsirên çavên bûkên sêrokî dîtin…
Min bi dehan nav û nimreyên telefonên rizyayî ji defter û hafizeya telefona xwe birin…
Min egîtên simbêlqeytanî, gulîsorên hustuxwar, humikên li hewayê rawestiyayî, dûrişimên rengşewibî û koroya yekdengiya refekî mîlîtan dit…
Min di qoziyeke buxçika xanimeke wefakar de destmaleke ji binefşên mohrbelekî neqişandî dît ko bîhna qurnefîlê jê dihat û min du dilop hêsirên jixweberherikî dan alî…
Min di eynika li dîwarî de tayê sipî di rûyê xwe de, di porê xwe de, di sînga xwe de dîtin…
Û min di siya reşayiya li pişt xwe, tayên sipî –ya herî xerab ko îşareta xatirxwestina ji vê dinyayê ye– di birh û bijankên dostekî de dîtin…
Min dîsa cil û begên xwe li xwe kirin, min temberîka xwe –çend tayên mayî– şeh kir, min xwe li ber eynika ”Te” ediland û min li ser milê rastê jî û di ser yê çepê re jî li 44 salên li pey xwe –dirêj dirêj– temaşe kir…
Min careke din xwe rawejikand ko çi xêr û gunegên min hebin, bi saya serê cenabê ”Te” biweşînim..
De tu dizanî bê çi ji min ket, ezbenî?
Dostayî…
Gelo gotineke dinê li vê dinyayê heye ko bi qandî wê devê mirovî tiiiijjjje bike?
***
Lê li min bibûre kekê Berken ko min ev tiştên hanê li vî perê dinyayê, li nav van darûberên sêr, di bin vê qeşa û berfa kapekî de nedîtin da ez qewîtiyên te bi cîh bînim.
”Perê di bêrîka we de ye, bikine du par û parek ji wê bidine parsekê pêrgî we tê, jidil silavekê bexşî kesê ko hûn di kolanê de lê rasthatin bikin, wê bişirîna ko tîn û hêza wê ji ya rojê pêtire, venemalin ji ser rûyê xwe…” (ji nivîsa Berken Berehî. E.K)
Careke din li min bibûre ko parsek li vî erdî pêde nabin –heger ne pir bin jî çend qurişên ko di bêrîka me de hene– da pereyên xwe li wan par ve bikim; heger ez silavekê li kolanê bidim swêdiyekî/e rêwî, ew ê bibêje ko gunekooo, aqilê xwe berda ye… Û ji xwe roj li vî ezmanî tune ye ko tîn û hêza xwe li rûyên me vemale…
Lê tu meraqan nekî, ji xwe hemû jiyana me xwen û xeyalek e; zalim ji xwe trsonek in, ma hewce dike ko em ji wan qeşmeran bitirsin? Û gur û mar, ma ne me ji xwe re gotibû, ”Gurxenîq”?
Û loma jî em bi şevê re, bi tariyê re û bi xerîbiyê re vedigevizin, lê em bi saya silavên dostên mîna we ko ji tav û roja welatê me ji me re dişînin, ji wêneyên we yên dimizicin û ya herî girin jî ji rêzên helbestên we yên zêrînî enerjiya xwe vedimalin.
De bila roja ”Rojnamevaniya Kurdî” li te û dostên nola te jî pîroz be, birayê ezîz! |