STOCKHOLM, 15/4 2008 — Min cara pêşiyê di salên xwe yên dibistana navînê de li tiyatroyê temaşe kiribû. Grûpeke tiyatroyê ji Meletê hatibû Dêrikê û bi navê “Hayirsiz Evlat” yanî “Ewledê bêxêr” lîstikek pêşkêşî me telebeyan kiribû ko ez bi xwe gelekî di bin tesîra wê de mabûm. Ew tesîr him ji hêla mijarê ve bû û him jî min xweziya xwe bi dilê wan lîstikvanan anîbû ko ez jî bikarim rojekê derkevin sahneyê û bi temaşevanan re rûbirû bimînim. Lê tu carî nebû qismet ko ez karekî weha bikim.
Belkî jî ew pîskolojiya wan rojan bû ko mirov di hundirê lêgerîna pêdekirina şexsiyeta xwe de bû. Lê çi qasî xweş e ko mirov bi hal û hereketên xwe, bi mîmkên xwe, bi refleks û hamleyên xwe mirovan bide kenandin yan jî bide fikirandin, bide keribandin, bide hizirandin, bide qehirandin; bi gotineke dinê, mirovan ji rewşa wan a heyî bi dûr bixe û têxe atmosfereke dinê ko tu bi xwe xwedî û afirînerê wê guherînê yî.
*
Piştî wê, demekê min hewes kir ko ez karîkaturan çê bikim. Di wê demê de min fîgurên aktîf yên siyaseta Tirkiyeyê ko wek Bulent Ecevît, Alparslan Turkeş, Necmettîn Erbakan û nemaze jî Suleyman Demîrel bi rehetî karîkaturîze dikirin. Xetên hevalekî me yê bi navê Hamît Akil ko wê demê ji terefê faşîstên tirkan ve hatibû kuştin, min her gav ew ji ezber li texteyê sinifê û li ser pelên sipî dineqişand... Ne tu perwerde û ne jî tu rêyên ko mirov bikare teknîka karên weha hunerî fêr bibe li ba me hebûn, lê wek min got; bi tenê hewes û lêgerînên wan salan bûn, ew qas...
*
Ez bawer dikim ko di sala 1977–78an de bû ko piyeseke ji terefê xwendevanên lîseya Dêrikê ve hate pêşkêşkirin ko mijara wê di bîra min de nema ye, lê bi tenê maça boksê di bîra min de maye ko ew ji terefê du lîstikvanên taqimê fûtbolê yê Dêrikê ve dikat lîstin. Navê yekî Xalit Orman û yê din jî Mehmet Kabak bû. Wan bi bêûcaxî li hevdu dixst û di dawiya piyesê de jî dûrika “Hêsirê min dibare” ji terefê Recep Ecerî ve hatibû gotin. Tiştekî xerîb bû ko li qantîna dibistan bi kurdî dihat stran.
Ew sahneya maça boksê em hemû telebeyên wê demê kirbûn dilxwazê Xalit Ormanî ko ew bûbû mexdûrê wê maçê û ya din jî em hemû kiribûn evîndarên meqamê wê dûrikê ko Recep Ecerî –Hêsirên min dibarin– gotibû. Ji xwe wê demê ew dûrik ji terefê Şivan Perwerî ve nuh hatibû gotin û ew gelekî populer bû; lê piştî bi salan em lê hey bûn ko esas mîmarê wê kilamê Mihemd Şêxo bû.
***
Heger em bi çend gotinan vegerin Stockholmê û li lîstika “Rojnivîska dîhnekî” ya Gogolî temaşe bikin ko ew ji terefê Aydin Orakî ve him ji bo kurdiyê hatiye wergerandin û him jî ew wek lîstikvan dilîze. Divê ez îtiraf bikim, ev cara pêş bû ko min bi kurdî –ji bilî hin skeçan– li şanoya kurdî ya zindî temaşe û guhdarî dikir. Min berê ev lîstik xwendibû, lê min bi tu zimanan ew wek tiyatro temaşe nekiribû; loma jî hevnasiya min û tîyatroya “Rojnivîska dîhnekî” bi kurdiyê dest pê kir.
Ez Aydin Orakî cara pêşiyê di sahneyê de dibînim û wek şexs jî nas nakim. Ne pir be jî min berê hin pêşkêşkirinên programên wî di Roj TVyê de dîtine.
Ez dixwazin bi tenê wek temaşevanekî vê lîstikê reaksiyona xwe ya pêşî bi we re par ve bikim. Heger ez zêde nekevim nav deteyan û bi çend gotinan bibêjim: Berî her tiştî teksteke ko dûrî kultur û adetên kurdî û nêzîkî seetekê li ser sahneyê bê lîstin, ew lîstikvan bê alîkarî tekstê ezbere bixwîne, bilîze, biqehire, bikene, vegevize, bi lotikan de, çêran bike û xwe têxe şûna dîhnekî ko ji dîhnên tîmarxaneyê be; heger ew hunermend bi hal û hereketên xwe, bi cil û bergên xwe, bi çav û poz û birh û lêvên xwe mîna dîhnekî kurd, lê ne mîna dîhnekî biyanî li ser sahneyê biedile û bikare bala temaşevanên kurd bikişîne ser xwe, ew bi serê xwe meziyete biserketî û pêşketineke gelekî bedew e.
Heger hunermendekî kurd ko bikare bi deqîqeyan li sahneyê bi zimanê kurdî, bi me temaşevanan re zeîfiyên dîhnekî, kêmaqilî, nefstenikî, îhtiras û xeyalperestiya wî par ve bike; heger ew lîstikvan bikare bi deqîqeyan me li hemberî wan “tirovirotiyên” dîhnekî ko bi kurdî bipeyive, birame, biqehire û bitirse û bi baldarî me bide sekinandin, ev tê wê maneyê ko êdî ev ziman, ev kultur û ev huner/hunermend xwe li perên şaristaniyekê, li belingoşka nûjeniya lîteratutreke gerdûnî radikişîne.
Teva ko vê gavê tu lukseke me ya pir mezin tune ye da em bi pirhêlî rexneyan li ser tîyatroya kurdî bikin –ji xwe ev ne karê min e– jî, heger ev teksta hanê “Rojnivîska dîhnekî” ji zimanê wê yê orjînal hatibûya wergerandin, mimkun e ko tahm û lezeta wê cudatir bûya. Û teva ko min hin gotin, hevok û formên ko li kurdiyê nakin di vegotina tekstê de dîtin jî –ji bo nebe quretî, ez wan tiştan li vir nanivîsim– bi tevayî kurdiyeke şêrîn, rewan û jêfahmkirî ji terefê Aydin Orakî ve hate bi kar anîn.
Aydin Orakî wek lîstikvanekî şanoyê performanseke baş nîşan da û ji bo pêşerojê jî hêviyê dide mirovî, loma jî dixwazim bêbêjim ko teva hin kêmaniyên piçûk jî rêya te vekirî be û te bi lîstika xwe ew rojên xortaniyê anîn bîra min ko hêsirên xortaniya me li her bihusteke axa vî welatî bûye çihok û miskarên xwîn û elemê… Bi hêviya ko li ber pêlên wan hêsiran nêrgiz û berfîn şîn bên. |