STOCKHOLM, 15/3 2008 — Nûçeya me ya pêşî ji Enqereyê ye temaşevanên hêja: Îroj bi armaca girtinê dawe li AKPyê hat vekirin. Di îdeanameyê de tê îdeakirin ko AKP dixwaze Tirkiyeyê bike dewleteke îslamî û laîklîk–maîklîkê ji orteyê rake…
Hûn ji vê yekê bawer nekin temaşevanê hêja, ev karê “dewleta kûr” e û serdozgerê ko dewe vekiriye jî zilamê CHPyê û kemalîzmê ye…
— Îroj serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ko gotibû wî negotiye pisîkek kurdî, lê gotiye pisîkeke iraqî, derket pêşberî çapemeniyê... Di serdana Talebanî de serokkomar Gulî ji bo şerefa wî xwarinek dabû û ji ber ko di xwarinê de apraxên cemidî dabûn wî ew ji ziyareta Tirkiyeyê ne pir memnûn bû, lê ew dibêje ko hûn ê di demeke nêzîk de fêdeyên serdana wî bibînin… Sebeba ko daweya girtinê li AKPê vebû jî hatina Talebanî ye, sayin seyircîler, de we qenciya Talebenî dît; lê bi vêya jî namîne, ew ê kemalîst û memalîst daw û delingên xwe hilkin û nehêlin têkiliyên Tirkiyeyê li gel brakanên “Kuzey Iraqê” baş bibe…
— Mesûd Barzanî îroj dîsa ji hedê xwe zidetir axifî û got ko ew rê nadin tu dewletên cîran ko ew destkariyê di qaşo “Kurdistanê” de bikin û got ko ew ê meseleya Kerkûkê di demeke nêzîk de çareser bibe… Barzanî hinek tiştan ji bîr dike, temaşevanên hêja…
— Serokwezîr Erdogan dê sibehê biçûya Mêrdînê û ew ê ji xelkê re bigotaya ko em hemî birayê hevdu ne, tu ferqiya me tune ye… Di partiya min de 75 parlamenterên kurd hene û ew ji halê xwe razî ne, îcar derdê wê çi ye? Ew ne rojekê daweya ziman-minan, kultur-multura we û ne jî qala nasname-masnameyê dike; îcar wan kesan xêr e ko birebara wan e ko dibêjin nizanim çi û çi? Kurd-murd tune ye, em hemû tirkoglî tirk in. Heger pirseke ”watandaşên” min hebe, ji xwe wa ye wekîlên we li ser qoltixên germ rûniştine, ew ê derdê we ji min re bibêje… Lê ji ber vê weqeeta ko li Enqereyê qewimiye, çûyina wî jî ketiya xeterê, sayin îzleyîcîler.
— Donepêr, li sînorê “Kuzey Iraqê” di nabera mehmetcîk û terorîstan de şer derket û di netîceya şerî de 15 terorîst hatin kuştin û bîst heb jî birîndar bûn. Di şerî de sê mehmetcîk jî şehîd ketin û qoriciyek jî mirar bû…
— Serokwezîr Erdoganî donepêr di grûba xwe ya parlamentoyê de axafinek kir û guhên DTPyina kişand. Erdoganî got ko heta ew nebêjin PKK terorîst e, ez bi wan re rûnanin û wan nakim şûna zilaman...
Ey sayin seyircîler, ev DTPyî jî divê tiştekî bibêjin, hûn bi qedrê Xwedê dikin, lo… Ev çi çinepina wan e?
— Sayin seyircîler, dewleta me ev TVya delel ji bo birayên me yên Rojavayê/başûrê welêt û her weha ji bo hemşehiryên me yên li ”Kuzey Iraqê” vekiriye ko em bêtir têkiliyan li gel wan xurttir bikin û tîcaret û mîcareta xwe mezintir bikin. Em ê weşanên xwe bi giranî bi soranî bikin ko birakekanên me baştir tê de bigihêjin bê em ji bo wan çi dixwazin û bila kurmanc û zaza jî xwe entegreyî sorenekan bikin ko zêde serê me jî neêşe…
— Ey de hûn daweya çi dikin sayin seyircîler? Va ye dewleta me gavên kulturî û multirî avêtin, de divê hûn ji çiya-miyayan dakevin û werin teslîmî merhameta dewleta xwe bibin. Ma hûn hîna çi ji Xwedê dixwazin? We bawer nedikir ko hûn rojekê li dûrikeke kurdî guhdarî bikin û va ye êdî TVya we ya bi kurdî jî heye, sayin seyircîler… Ma çi bûye ko 20-30 hezar birayên me yên kurd hatine kuştin? Ji xwe ew qas mehmetcîkên me jî hatine kuştin û em ji ber hev.
De êdî bila nivîskar û mivîskar kitêban bi kurdî binivîsînin, ji xwe kes naxwînin, ya baş ew e ko hûn li me guhdarî û temaşe bikin û me ”bişopînin”, sayin îzleyîcîler...
Di vê navberê de sayin seyircîler, wexta hilbijartinên belediyeyan hindik maye û bi ayê xasê Xwedê AKP belediyeyên ko di destên DTPyê de ne, ji destê wan derxîne. Hûn ê wê gavê bibînin bê em ê meseleya birayên xwe yên ”Dogû–Guneydoguyê” çawa safî bikin. Wê gavê her kes dikere dûrik-mûrikan bibêjin, sayin seyircîler... Û hûn dixwazin em ji we re li bilûrê yan jî li def û zirneyê bixin ko hûn li ber bireqisin; de îcar em ji we re çi bikin, qardêşim…?
***
Me heta bi niha nûçe û gotinên beradayî ji tirkan bi tirkî dibîhîstin, lê ji niha û pê, ne dûr e ko em xeber, çêr û heqaretan bi kurdî jî ji TRTya bi kurdî bibihîzin. De bila çavên me ronî be, ji tunebûnê çêtir e! |